Di serdema nû de êrişên dagirkeran

- Berîtan ZAGROS
145 views
Têkoşîna azadiya Kurd li ser lingekî tenê xwe mezin nake û îdeolojiya xwe nagihîne her devereke cîhanê. Li beramberî heman pêngavên berbelavbûna Kurdan a li ser asta cîhanê û herêmê, dewletên herêmê yên dagirker jî ji bo astengkirina vê giraniyê didin ser dîplomasî û lobiyan. Ji ber têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê û bi taybet jî Tevgera Azadiyê ya Jinê ku li cîhanê belav dibe û eniya xwe ya li dijî sîstemê fireh dike hemû desthilatdaran xistiye nava tirsê. Lewma jî dagirker hewl didin vê têkoşîna mafdar bi vegotina ‘terorîzmê’ reş bikin. Lê cîhanîbûna vê tevgerê rewabûna têkoşîna gelan jî xurttir dike.

Ji ber vê çiqas bi êrişên dagirkeriyê yên çekdarî, dronan û teknolojiyên modern êrişê gerîla û şoreşgerên Kurd yên li her devera cîhanê dikin jî dibînin encama pêwist bidest naxin. Ji ber vê wisa xuya dibe wê şêwaz û rengê têkoşînê jî di vê serdama nû ya piştî hilbijartinên Tirkiyeyê û sedsaliya Lozanê de cûdatir û berfirehtir be. Di navenda van êrişan de qirkirina fizîkî hebe jî, lê divê were zanîn ji bo zemîn ji qirkirina fizîkî re çêbikin, pêwistî bi rê û rêbazên berfirehtir heye. Hêzên cîhanî jî dibînin hemû beşên civakê yên li derveyî sîstemê mane, hatine çewisandin, hêzên li dijî sîstemê, jin û hwd bi pêşengiya fikrên Apoyî careke din xwe kom dikin û li dijî sîstemê serî radikin. Nimûneya vê ya herî berçav jî serhildanên bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji Îranê belavî cîhanê bûye. Ji ber vê hem dewletên dagirker yên li herêmê Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq hem jî hêzên sermayedar ên Rojava û Asya, nokerên van yên Kurd li dijî vê berbelavbûna fikrên PKK’ê ketine tevgerê.

Êrişên li ser wargeha Mexmûrê

Sedema sereke ya êrişbirina ser Mexmûrê û hewldana dorpêçê, êrişên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî ewe ku rê nadin ev her sê nimûne li herêmê bibin model û nifşên nû yên li van herêman digihin ji bo xwe metirsî dibînin. Lewma weke îdîa dikin mesele ne hebûna çend şoreşgerên Kurd ên li van herêman e. Mijara sereke ji holêrakirina modela xweseriyê û xwerêveberina gel, sîstema wan a perwerdehiyê û gihandina nifşên nû bi çand, ziman û exlaqê Kurd û Apoyiye. Li beramberî hinek projeyên aborî û enerjiyê yên li gel Iraqê Tirkiye û PDK xwestin wargeha penaberan a Mexmûrê dorpêç bikin, modela xwerêvebirinê û meclîsa gel, meclîsa jinan û şaredariyê ji holê rakin. Armanca sereke bi dawîkirina statûya wargehê bû. Eger encam girtiban wê di demeke nêzîk de destwerdan li Şengalê hatiba kirin. Lê gel li Mexmûrê ev metirsî dîtin û armanca sereke ya li pişt daxwazên artêşa Iraqê têgihiştin û biryara xwe di aliyê berxwedanê de dan. Ev berxwedana gel a bi israr planên dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê têk bir. Îcraata yekê ya kabîneya şer a Erdogan a piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê li dijî Mexmûrê çêbû. Mexmûrê jî bi navê hemû Kurdan li ber xwe da û peyama wê hemû êriş û planên li dijî Kurdan bi berxwedanê werin pûçkirin da. Cara yekem bû Iraqê evqas di dorpêçê de israr dikir û heta guleyên rast li dijî gel bikaranî. Lê ji heft salî heya heftî salî, şev û roj gel li ber xwe da û xwestin peyama şêwazê şerê gel ê şoreşgerî yê serdemê nîşanî dost û dijminan bidin. Mexmûr starta şêwazê berxwedana serdama nû ya li dijî rejîma qirker ya Tirk da. Lê helbet metirsiyên li ser Mexmûrê hîn jî berdewam in û bi temamî ji holê ranebûye. Gava duyemîn a Mexmûr bavêje bihêzkirina saziyên xwe yên xweser, sîstema perwerdehî, rêveberî û ewlekariya navxweyî ye.

Îhtîmala berfirehbûna êrişên li ser Şengalê

Piştî Mexmûrê îhtîmala destwerdanekê di çarçoveya pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê de li dijî Şengalê heye. Li Şengalê timî taktîka, “Yekê bikûje, deh hezarê wan bitirsîne” di dewrê de ye. Bi êrişên li dijî pêşengên Êzidî dixwazin vê taktîkê pêkbînin. Lê ji ber heya sîstema xweser a Şengalê hebe û sîstemeke wan ya taybet hebe, ew ê nekarin bi van rêbazan encamê bigirin, tenê dikarin bandoreke neyînî li têkoşînê bikin. Ji ber vê li gel îhtîmala destwerdanên leşkerî, îhtîmala provokasyonên bi destê xelkê li dijî Rêveberiya Xweser, propagandayên reşkirina rêveberiya xweser, di warê aborî de civak terbiyekirin û bixweve girêdan, tirsandin û dûrxistina kesên piştgiriyê didin xweseriyê, bi vegera koçberên Şengalê re ew li dijî rêveberiyê rêxistinkirin û amadekariya ji bo hilbijartinên parêzgehan û parlementoyê, bi vî awayî hejmara şêniyên Şengalê yên li gel rêveberiya xweser xistina asteke kêmîne û bêwatekirina wê û gelek dek û dolabên din ên xeternak li pêş Şengalê ne. Lê Rêveberiya Xweser li gel bihêzkirina torên xwe yên parastin û ewlekariyê, ya herî giring jî tora xwe ya xizmet û rêxistinê di nava malbatên ku ji kampên dibin kontrola PDK’ê de vegeriyane Şengalê ye. Divê herî zêde jî xebatan di nava van koçberên vegeriyane de bike. Ji ber PDK û hêzên ser bi dewleta Tirk bi şerta ku Sûdanî Rêveberiya Xweser a Şengalê ji holê rake û peymana 9’ê Cotmehê pêk bîne, tevlî kabîneyê bûne. Ji ber vê çi dibe bila bibe wê ne tenê bi rêbazên leşkerî, bi gelek rêbazên din yên xetertir êrişî Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin û bi şerê taybet hewl bidin encam bigirin. Li dijî van êrîş û planên pir alî ne ku bitirsin û xwe bikişînin qalikê xwe, berovajiyê wê eger hemû sazî seferber bibin û têkoşîneke pir alî ya xwe rêxistinkirin, xizmet, parastin, perwerdehî, dîplomasî û siyasî bidin destpêkirin dikarin serkeftî bin. Mexmûrê nehişt planên wan biçe serî, niha dor dora Êzîdiyan e ku cara yekeme bûne xwedî sîstemeke xwerêvebirinê û parastinê. Li her qada ku êriş biçe ser, ji hêla xwe ve bi awayeke lokal li ber xwe bidin, di raya giştî de jî piştgirî ji dîasporayê bigirin, lobiya xwe çêbikin û bi dîplomasiyeke bihêz hewl bidin dorpêçê bişikînin, êriş weke terorîzma dewletên dagirker were binavkirin û di vî warî de xebatên navnetewî bimeşin wê dagirker nekarin bigehin encamê. Li aliyê din ê sînorê Şengalê jî êrişên tund li dijî Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin, dixwazin ew prestîja ku di asta cîhanê de qezenc kiriye terorîze bikin û piştgiriya cîhanî û enternasyonal qut bikin. Ji ber vê berxwedana ku li Şengalê were nîşandan wê bandorê li ser çarenûsa Rojava jî bike. Herdu herêmên xweser in û hev sînor in. Herdu herêm jî bandorê li çarenûsa hev dikin. Ji ber vê li her du aliyên sînor berxwedan, wê rê nede planên dagirkeran bigehe encamê. Bi taybet Şengal divê ji pozîsyona tenê xweparastina fizîkî derkeve, vebûnên mezin yên xwerêxistinkirinê, siyaset, dîplomasî û aboriyê bike. Her wiha bi taybet di qada xizmetê û pêşwazîkirina koçberan de dikare roleke mezin bilîze. Her wiha bi danasîna sîstema xwe ya xweser di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de ku ji bo kêmîneyan nas bike bibe modelek ji bo hemû pêkhateyên din. Ji niha ve pêwist e amadekarî ji bo hilbjartinê bike û zêdetir xwe li Iraqê bide nasîn.

Êrişên li dijî şoreşger û welatparêz Kurd

Ji derveyî herêmên ku statûyên xweser hene, li herêmên ku asta welatperwerî û rewşenbîrî zêde jî hewla êrişan didin. Bi taybetî bi armanc girtina şoreşger û welatparêzan hewl didin di şexsê wan de herkesê bitirsînin, xebatên belavkirina fikrên Rêber Ocalan asteng bikin, zemînê demokratîzekirina Başûrê Kurdistanê û têkoşîna li dijî xeta xiyanetê ya li dijî PDK’ê lawaz bikin. Ji ber vê timî herêma Silêmaniyê hedef digirin û hewl didin hemû kar û çalakiyên dijî xiyanet û dagirkeriyê li vir asteng bikin. Herî dawî armancgirtina şoreşgerê ji Bakurê Kurdistanê Hûseyîn Arasan nimûneya vê ye. Dixwazin hemû welatparêz û çalakvanên ji Bakurê Kurdistanê bitirsînin, ji têkoşînê dûr bixin, hemû karkerên tên Başûrê Kurdistanê an ji fikrên wan ên netewî dûr bixin, an jî bixin xizmeta dewleta Tirk de. Lewma bi van hemleyan dixwazin hemû Rêveberiya YNK’ê teslîm bigirin û YNK weke PDK’ê lêbikin. Niha hîn diyar nîne ka dê YNK bi temamî teslîm bibe an na. Lê bê helwestiya YNK’ê ya li dijî êrişan, veşartina kujeran û hêzên li pişt wan dide nîşan metirsiya heya astekê teslîm bûye heye. Ya YNK’ê tengav dike, hewlesta nîştîmanperwer ya gel e. Ev jî nahêle eşkere piştigrî bide dewleta Tirk a dagirker. Lê dê li gorî xeta têkoşîna PKK’ê ev hêzên Başûr jî eniya xwe diyar bikin. Kî di warê têkoşînê de bihêz be divê were zanîn dê bandorê li hêzên Başûr ango YNK’ê jî bike. Ji ber vê têkoşîna pêwiste pêk bê, hem li qada navnetewî, hem jî li herêmê û Kurdistanê pêwistî bi rêbazên dewlemend, demdirêj û stratejîk heye. Li qada navnetewî divê Kurd li dijî dîplomasiya îlhak, dagirkerî û şer ya Tirk, dîplomasiya xwe ya gel û û civakê pêşbixe. Li dijî hewldanên terorîzekirina têkoşîna Kurdan, têkoşîneke xuluqkar pêwist e. Ji Rojhilat bigire heya Bakur, ji Başûr heya Roja û heya Ewropa ev şert e.