Em çûn, ew man!

- Şinya ZAGROS
526 views

Germahiya dijwar rûyê axê pêçabû. Di sîberên tehtan de rûniştin jî têra honikbûnê nedikir. Xwêdanê ji her derê me de davêt. Ji xwêdan û bêderfetiyan li ser sol û gomlekên me hevalan nexşeya zagrosan çêbibû. Li binê dolê çemekî honik, paqij diherikiya. Em qederê bîst deqe li jora çem bûn. Dengê xûşe xûşe avê dihat, lê em bi xwe ji germa dibehecîn. Xwezî niha yek bihata û bigota: “heval karin biçin ber çem, pêdiviyên xwe pêk bînin.” Di destpêkê de ez ê biçûma, min ê xwe ji ser tehta kewan hilbiavêta av ê. Hema tevî cilan min ê melevanî bikara. Hingê dê nexşeya ku li ser solên min ên qetayî çêbibû paqij bibûya û hewceyî carekedin şuştinê nemaya. Di demên wisa de heman daxwaz di dilê hemû hevalan re derbas dibû, lê kesê ji kesê re nedigot.

Bi xeyala melevaniyê ez çûm cihê ku min ji bo xewê amade kiribû. Beriya ku zêrevaniya şevê bi dawî bibe, min bi qirş û giyayên şîn, dibin tehtekê de, ji xwe re cihê xewê çêkiribû. Min bê kêmasî hemû erkên zêrevaniyê bi cih anîbû û bi vebûna rojê re zêrevanî dewrê hevalê Dilgeş kiribû. Xeweke şîrîn ketibû çavên min…

Awirên tûj û bi tirs

Dema min xwe dirêj kir, kerba hatina wî dilê min dorpêç kir. Hestên bîrîkirinê janek zirav xiste nava dilê min. Te digot qey derziyan di min re dikin. Canê min diteviziya! Di wê kêliyê de pirsê li ser pirsê êrîşê mêjiyê min dikir. “Gelo tiştek pê hat ku kerba ditîna wî bi dijwarî kete dilê min? Na! Tiştek biqewimiya ez ê pê hesiyabam. Jixwe nêzî vê derê ne. Agahiya operasyonê jî tuneye. Gelo ew jî min hîs dike? Pêwîste van tiştan ji mêjiyê xwe derxim.” Mim ji xwe re wiha got û zehmetiya ku me jiya bû hat ber çavên min. Dîmenên şewitandina gundê me qut qutî dihatin bîra min. Çend caran leşkeran êrîşê ser mala me kiribû. Çekên wan, nêzikatiyên wan ên hovane, tirs xistibû dilê min. Kê bikirana nav lepên xwe, heya nav xwînê de nehiştana dev jê bernedidan. Beriya ku em ji gund derkevin bi rojekê dîsa leşker hatibûn gund. Bi qirewarekî tûj diya min bi destê min girtibû û em ber bi mekteba gund we çûbûn. Gundî jî li wir bûn!.. Çavê min li ser Çetoyê kurê xalê min digeriya. Lê Çeto ne li wir bû. Du leşkeran bi lingê xalê min girtibûn û li pey xwe de dixişikandin. Paşê anîbûn ber diya min danîbûn. Bibû hawar hawara diya min, li xwe dixist. Di çavê xalê min de awirên tûj û tije tol hebûn. Wê gavê ew awir wek mixekê di mijiyê min de çikiyabûn. Bi wan fikaran ketibûm xeweke şêrîn.

Bibû nîvro. Tavê yekser li cihê ku min xwe lê dirêj kiribû xistibû. Dilopên xwedanê weke xunavên siharê li ser giyayan diteyîsîn, li ser rûyê min û milê min diteyîsiyan. Canê min ji xwedanê şil bibû. Weke ku hevîrek tirş bibe, bêhna tirş bûnê ji min dihat. Ji germahiya tavê mest bibûm. Her çiqas bi gazîkirina Rozayê şiyar bibûm jî, çavê min ji hev venedibûn.

Wexta çûnê ye!

Roza bi dengê nerm; “heval Edesa ka rabe. Heval Xebat agahî şandiye û gotiye, bila serleşkera taximê bi lezgînî were cihê civînê. Rabe xwe zû amade bike, em bi hev re biçin.”

Civîn ne bi dilê heval Roza bi encam bibû. Ji her gavê zêdetir aciz bibû. Di dawiya axaftina xwe de gotibû; “an vê hevalek jin jî tevlî komê bibe an jî wê vê bernameyê nepejirîne.” Hevalê Xebat bi dil nebe jî neçar mabû ku hevalek jin tevlî komê bike. Roza dixwest ew bi xwe be, lê ji ber ku Xebat gotibû ez ê wek serleşkerê komê biçim û serleşkerên taximên xortan jî tevlî vê nêrînê nebibûn, nedibû ku Roza biçûya. Roza alîkara serleşkerê yekîneyê bû. Dema Xebat biçûya derekê Roza yekîne birêve dibir. Di dawiyê de navê min di nav komê de cih girtibû û berêvarê em ê biketana rê.

Îsal yekîneyek me derketibû pratîkê, koma keşfê ya yekemîn derdiket. Rixmê ku nava havînê bû jî, li hinek derên bilind hê berf hebû. Heya dawiya havînê jî rê nedidan ku yekîne an jî komên biçûk biçe, li wan bi cih bibe. Erdnîgariya ku em lê bûn ji sedî heştê û pênç zozan bû, zozanên sar û bilind. Sal danzdeh meh berfa wê xilas nedibû. Ji berfê çiya çêbibûn. Di navbera her girekê de gol hebûn. Golên ji ava berfê çêbibûn. Tenê di nav salê de sê çar mehan rûyê xwe ê şîn nîşan dida. Bi lêkirina berfê re gol jî hêdî hêdî rengê xwe diguhertin. Her der dibû yek renk. Ne tehtên bilind diman, ne kaniyên ku diherikîn. Spî tevahî rengê din di nav xwe de winda dikir. Rûyê erdî bi berfê dihat pêçan. Dîmenên berfê heya destpêka havînê jî didomiyan. Bi germahiya tavê re berf diheliya û dîmenên çiyan dihat guhertin. Çiya şîn dibûn, kulîlk wedibûn. Di nav teht û şêverê û şikêran de ajal tevdigeriyan. Komên gerîla xwe bi cih dikirin. Dîmenên rengîniya xwezayê jiyan jî vedigot. Dijwariya tava havînê giyanek nû dida lutkeyên wan çiyan. Havîn; ji bo cureyên giyayan û kulîlkên zozana, dem dema bergirtinê bû. Tovên xwe berdidan nav zikê ax ê. Tav dibin seqema berfa dijwar de bi sekneke kûr li benda germahiya tava havîneke nû dima. Li zozanan pratîkmeşandin zehmet bû. Lê xweşikbûna zozanan û nirxên ku bi berxwedana hevalên xwe ava bibû, jiyan bi wate dikir. Hêza ku li hember zehmetiyan bisekine, zehmetiyan bê wate bihêle, mezin dikir.

Xew emanê nade

Em di esmeriya êvarê de birê ketin. Bê navber heya tîrêjên rojê di navsera çilên Semedar de rûyê xwe ê bi ken nîşan bide, em meşiyan. Di gel ku zehmet bû jî em gihîştin cihê xwe yê navberdayînê.

Westiya bûm, canê min hemû diêşiya. Striyên goniyan têr û tije di çokên min re çûbûn, heya kabokê bi êşekî dijwar dişewitiyan. Em hemû westiya bûn. Xeweke şîrîn dabû çavên me. Bi bawişkana heval Xebat re me jî dest bi bawişkan kiribû. Weke ku em jî li benda tiştek wisa bûn. Wexta ku heval Xebat dît em jî dibawişkin, bi rûyekî fedyokî serê xwe kir ber xwe. Mîna ku bêje; “serleşkerê gerîla bi rojan bimeşe jî nabawişke û wê wiha zora bêxewiyê bibe.” Hevalê Xebat got; “Hevalno hûn razên, ez ê nobeta destpêkê bigrim.” Her çiqas xew ji çavên min bibare jî min jê re got ku ez dikarim nobeta destpêkê bigrim.   

Heval Xebat; “Na, tu rehet razê. Dema dora hevalên xort xilas bû, bila te şiyar bikin.” Me ciyê xwe ê xewê çêkir.

Berêvarê heval hemû şiyar bibûn. Zindîbûn û geşbûn hatibû rûyê hevalan û nîqaşên me germ bibûn. Dengê kenên me di şikeftê de bang dikir. Çawa tarî biketa erdê, meyê careke din dest bi meşê bikira. Dema heval Xebat got em ê îşev biçin cem milîsan, di kurahiya dilê min de kelecanek çêbû. Keyxweşiyek bê ser û bin, bê reng û bê ziman. Keyxweşiyek ku bilêv nebûye, peyvên xwe winda kiriye. Mîna kaniyek zûha bûyî ku tenê dilop bi dilop avê biherikîne. Dilopên ava wê encax têra şilkirina kûza kaniyê bike. Keyxweşbûna min jî wiha bû.

Berdestê sibehek zû

Herikandina demê ji min dûr ketibû. Haya min jê çênebû ku em kengê ketine rê, di şevereşê de ka rê çawa derbaz bû, em kengê gihiştin gund. Berdestê sibê, beriya berbangê em çûn şikefta hirçan. Piştî çend deqeyên din ew jî wê bihatana vir. Dema milîs, heval Çetîn, heval Yilmaz hatin, em li ser taştê bûn.

Demhat got; “xesûya we ji we hez dike. Ka werin em tevde taştê bixwin.” Tu yê bêjî qey yê ku ji êvarê heya sibê meşiyane ne em in. Nîqaşekî germ û zîndî wek çemekî bi coş diherikiya.

Çetîn: “Hûn çawa hatin? Me bihîst ku leşker derketine operasyonê. Bû çend roj em bi tedbîr û baldar tevdigerin. Hûn rastê leşkeran nehatin?!”

Xebat: “Me di rê de ti tiştek nedît. Haya me ji derketina operasyonê jî tune bû.

Demhat: “Jixwe em jî ji bo leşkeran hatine.” Henekê xwe bi leşkeran kir.

Rexmê ku em li heman navçeyê bûn, piştî du sal û heşt rojan min Çetîn didît. Çetîn kurê xalê min bû. Hevalê min ê zaroktî, rê hevalê min ê têkoşînê bû.

Komên biçûk û rêwî li kuderê vehesiyana, piranî xebera şahî , stranan destpê dikir. Hêla ku li derdora agir an jî kozan rûniştibin tema moralê hîn xweştir dibû. Dengê heval xebat xweş bû, stranek got. Li min zivirî û got; “Vê carê dora teye hevala Edesa. Tu jî ji me re stranekê bêje.” Min bi şermokî got; Dengê min nexweş e. Ez ê ji we re helbestek kurt bixwînim, qey nabe?”

Xebat; “Dê kerem bike, helbest jî dibe…”

Êşê laşê min dorpêş kiribû

Ber nîvro kurê milîsê me bi bazdanê hat. Bê ku bêhnê bigre û bide, bang kir; “Hevalno rabin, operasyon derketiye û derdora gund girtine. Ber bi şikeftê we tên. Heya nîv saetê din vê li ber deriyê şikeftê bin.

Şikeft di doleke biçûk de bû. Cihê wê dihate zanîn. Di şikeftê de mayîn, îmha pejirandin bû. Pêwîst bû teqez ji şikeftê derbikevin û xwe bigihînin şikêrên Talê. Şikêr ji me sê-çar saetan dûr bû û ne gengaz bû bi awayeke ewle em xwe bigihînin şikêrên Talê. Heval Demhat û heval Çetîn pêşniyar kirin ku bila kom bi lezgînî ji vir biçe: “Em ê balê bikşînin ser xwe û şer bikin. Heya sê-çar saetan em ê li berxwe bidin. Ji bo ewlehiya komê ev ê bibe firsendek, nexwe em ê hemû tune bibin.” Min û hevalên din jî ji bo bimînin pêşniyar kir. Dem kin bû. Pêwîst bû biryar zû were dayîn. Rewşa herî zor ya heval Xebat bû. Dê wî biryar bida. Yan em ê hemû bimana û bi hevre îmha bibana, yan jî vê du heval bimana û hevalên din jî xwe ji operasyonê derxistana. Heval Xebat bi dilêşî û xemgînî got; “Demhat û Çetîn hûn bimînin, yên dîtir jî diçin.” Hema li ser pêyan plansaziyek jî çêkir…

Rastî çiqas bi êş e! Rastî bibû agir di dilê min de. Gelo min şaş bihîstibû? Na! Gotinên heval Xebat di dil û mêjiyê min de zinginî dikir. Weke ku dilê min bihele. Me zanî bû êdî em ê careke din hev û du nebînin. Gotinên dawiyê, dîtina dawiyê bû. Me hev û du hembêz kir. Li ber guhê min, bi dengekî nizm got; “ji te pirr…” Em ê biçûna, ew ê jî bimana!

Girtîgeha Gebze