‘Ez dilê vê pirtûkê maçî dikim’

- Roni EYLEM
175 views
Rojbîn Denîz ya ku jinan di qirkirina 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê bi destê DAIŞê jiyayî, veguherand pirtûka bi navê Berxwedana Zeriyan, Serpêhatiya Jinên Qewmê Rojê. Rojbîn Denîz piştî ku berê xwe dide Şengalê bi wêrekî dikeve ser şopa serpêhatiya jinên qirkirin jiya ne. Xwe li zinarên êş û azarên wan digire û bi wan re dibe pira ji raboriyê ber bi siberojê; serpêhatiyên wan ji dil parve dike. Pirtûka Berxwedana Zeriyan berhemeke hêja ye ku beşek ji serpêhatiya jinan a di qirkirinê de ronî dike. Pirtûk me vedixwîne lêpirsîna rastiya qirkirinê, fêmkirina vê êşê û berxwedana jinan wekî berpirsyariyekî exlaqî li me bar dike. Em li ser qonaxa nivîsîn û naverokê li gel nivîskara pirtûkê Rojbîn Denîz axivîn. Rojbînê bi hûrgilî qonaxa ber bi nivîsînê, helwest û hestên jinan di dema vegotinê de û her wiha armanca nivîsîna vê pirtûka hêja bi me re parve kir.

Biçe û serpêhatiya jinên zana bibîne

Theodor W. Adorno, dibêje “Piştî Auschwitzê nivîsîna helbestê hovîtî ye”. Exlaqê hunerê radikişe zinarên dijberên xwe. Bawer dike ku nava wê hovîtiya pêk hatî hatiye valekirin. Lê piştre dibêje êş enceq bi hunerê dikare ‘’dengê xwe’’ û ‘hêminiya xwe’’ bibîne. We çawa wêra ku serpêhatiya jinên hatine qirkirin guhdarî bikin û binivîsin?
Şengal û  qirkirin piştî 2014an ewqas ketibûn nava hev ku ya dixwînî, dibihîzî û her rêya li ser dimeşî tu dibirî dema qirkirinê û bermayên wê. Wekî xebatkareke ragihandina azad ne pêkan e bêxem bî. Helbet ev ne rêyeke ku bi tenê li ser nasnameya rojnamevaniyê li ser dimeşî. Weke jinekê xwe aîdî felsefeya qedîm a vê cografyayê bibînî, dibe sebebeke têr ku te heta bi Şengalê bibe.  Şengal; gundên deriyê xwe li çolê vedikin, jiyana ku xwe li berwarên çiyayan ragirtiye. Weke her devera Kurdistanê… Dema dikevî pey serpêhatiyan Şengaleke pir cuda derdikeve pêşberî te. Dema ez dihatim Şengalê min ji hevrêya xwe Nagihan Akarsel pirsa jinên Şengalê û serpêhatiyên wan kiribû. Bersiva dabû min ev bû “Biçe, serpêhatî û fezîleta jinên zana bibîne”. Vê lêgerê hişt ez gava pêşî ya wêrek bavêjim. Ku gehiştim Şengalê hefteya pêşî min ji hevalekî xwe yê gelek binirx nameyek wergirt ku tê de dibêje “divê tu ji jinên Şengalê hez bikî û ji wan re karên mezin bikî”. Ev gotin bi pêşniyara Nagihanê re bû yek û nexşerêya min a li Şengalê diyar kir. Rêwîtiya ber bi serpêhatiyan ve pêşî wiha pêkhat. Bi vê wêrekiyê ez çûm gel jinên ferman yekser jiyan e. Pêşî min dayê Esmer dît. Serpêhatiya wê kurt û cewherî bû. Wê ez ewqas ji dil pêşwazî kirim ku, belkî wê rojê dinyaya min ronî bû. Bi wê kêfxweşiyê ez çûm gel Fexriyeyê. Fexriyeyê got ew dixwaze li dibistana xwe biaxive. Xwest li dibistana xwe ya nîvçe mayî û li naverasta xeyalên xwe yên nîvçe biaxive. Dema min ji pişt kamerayê li Fexriyeyê dinêrî min bi tenê ew nedidît. Li wê derê li pey hev rûyê jinan ên diguherîn hebûn, di navberê de min rûyê xwe jî didît. Bi dilopên xwihdana li eniya xwe di bin tavê de diherikin xwarê, bêy pê bihesim bi saetan min li wê guhdarî kir. Piştre bêdengiyek ket navberê dema Fexriyeyê serpêhatiyeke xwe vegot. Wekî cara pêşî giraniya serpêhatiya xwe ewqas ji kûr hîs kir, dest bi girî kir. Ji ber xwe ve ez û hevalên li gel min jî tevlî giriyê wê bûbûn. Bi wî laşê xwe yê biçûk wê canek li pey xwe hiştibû. Êşa vê me hemûyan ewqas hîs kir ku em demekê wisa cemidî man. Jinên ferman jiyan e êş, rondik, hêrs û hêviya xwe bê sînor parve dikin. Vê yekê wêrekiyeke mezin bi min re çêkir. Serpêhatiyên pêşî yên min nivîsîn min ji hevala Nagihan re şandin. Wê jî bi kelecaneke mezin got “ya ku divê bibe ev e û divê ya li wir hatî jiyîn bi hemû jinan re were parvekirin, ji bo vê pêwist e ev serpêhatî bibin pirtûk”. Her wiha gelek hevrêyên min û hevalên min ên kar jî destekeke zêde dan min. Piştî vê wêrekiya min ji xebata jinan a hevbeş standî, ez ketim ser rêya serpêhatiya Jinên ji Qewmê Rojê û heta bi Berxwedana Zeriyan çûm.

Dema mirov serpêhatiyan dixwîne bêhna mirov diçike. We çawa karî xwe bigehînin vegotina vê hovîtiya dil dax dide? Ji ber ji bo jin bikarin vê qira bi ser wan de hatî vebêjin divê rûbirû bibin û helbet bêne qane’ kirin.
Piştî min biryar da serpêhatiyan bikin pirtûk li her gundê ku çûmê, li her malê ez daketim nava serpêhatiyan. Herikîna nava serpêhatiyên jinên ji destê DAIŞa hov rizgar bûne ne hêsan bû. Di navberê de dîwarekî hişk û gehiştina wî zor hebû. Min wate dida refleksên wan. Vegotina serpêhatiya wan zor bû. Vegotin wekî dubareya jiyîna serpêhatiyê bû. Ma jinek çawa dikare vê dubare bijî? Pêşî ez çûm gel Feyzîyeyê. Ji gava ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin tiştên jiyan e qet negotibû. Hevjînê wê bi şertê ku li ser tiştên jiyan e qet neaxive, ew pejirandibû. Ev jî wekî fermana didûyê ya Feyziyeyû bû. Dilê te tijiye, difore bi tiştên divê bêne gotin, lê tu nikarî bêjî û giraniya wan ji ser xwe bavêjî. Feyziyê pêşî got mîsoger ez ê neaxivim. Ji bilî hevjînê wê hemû ketibûn destê DAIŞê. Ez dûr û dirêj bi Feyziyeyê re axivîm. Min çi dikir qane nedibû, pir zor bû. Piştre min jê re got “Erê niha tu ji ber hevjînê xwe na axivî, lê yên te jiyan e, ew ne tenê ji bo te, ji bo me jinan tevan in. Eger tu wan bi jinan hemûyan re parve nekî, ew ê te ji hundir de bixwin û tu ti carî nikarî bi vê êşê re bijî”. Di yek henaseyê de min hemû li ser hev gotibû, piştre min dengê xwe birî û li wê nêrî. Ez li benda bersiva wê bûm. Wê wiha got “Êşa serpêhatiya xwe min ti carî ji bîr nekir û ti tişt nikare bide jibîrkirin. Lê armanca min ew e ez jiyanekê saz bikim an jî belkî wekî nebûyî bihesibînim hertiştî”. Min jî got “Ew serpêhatiya te nikare bi wî rengî bi te re bimîne û biçe, divê tu destûr nedî roj bi roj te xilas bike, divê tu ji bo vê têbikoşî”. Feyziye ji vê axaftinê bandor bû û ji bo biaxive qane bûbû. Feyziyeyê ez birim quncika herî gerim a wê mala gerim û bi dengekî nizim serpêhatiya xwe çawa be wisa got. Di dawiya serpêhatiyê de got, min bi baweriya hestên jinan e ji te re vegot. Bi hêvî me tu xwediya soza xwe bî. Ez jî bi soza min daye Feyziyeyê û jinên din çûm ber bi her serpêhatiyekê ve.

Beriya roj hilbê jin şiyar dibin

Navê pirtûkê çima Berxwedana Zeriya ne, Zerî tê çi wateyê û çima serpêhatiyên Jinên Qewmê Rojê?
Pêşî min navê pirtûkê wekî “Min ji porê te yê hinakirî hêlîn çêkir’ destnîşan kiribû. Dema DAIŞê bi keziyên jinan re girtiye û ew rakêşane, porên wan weşiyaye ser rê û rêbiwaran. Li navenda Şengalê, li Sûka kevin çûkan ev porên jinan kom kiriye û ji wan hêlîn çêkiriye. Di serpêhatiya Berîtanê de ev beş heye. Tevî ku sal di ser re borî ne, hîn ew hêlîn wekî xwe ye. Lê piştre me got ev ê pirtûkê tevahî pêşwazî neke û li ser pêşniyara jinên Êzidî navê pirtûkê bû Berxwedana Zeriyan. Delîla ya ku hîn 12 salî bû ferman jiya û dayîka Berfê ev nav destnîşan kirin. Heta dayê Berfê bi gotina ‘ez dilê vê pirtûkê maçî dikim, ev nav dê gelek lê bê’, navê Berxwedana Zeriyan pêşniyar kir. Ev ji min re rûmetek mezin bû. Zerî di civaka Êzidî de ji bo jinan tê bikaranîn. Di bingehê xwe de tê wateya zayîn, afirandinê jî. Li ser bingehê ku jin jiyanê diafirînin û zayîna pêşî pêk tînin, ji jinan re dibêjin Zerî. Roj yek ji 7 pîrozên Êzdatiyê ye. Dibêjin ku li ser vê axê beriya rojê jin şiyar dibin, ya piştî rojê tê jî pîrozî ye. Ji ber vê ya ku rojê dizê û hevgehiştina wê û axê pêk tîne jin e. Roj ew pîroza pêşî ye ku jin û mêr tîne gel hev, şaneya ra ya civakîbûnê û zanîna jiyanê ye. Pênaseya Şems jî ew e ku hevgehiştina tavê ya bi rûyê erdê re, bereketa çanda xwedawend pêşkêşî axê û mirovahiyê dike. Jin berê xwe didin rojê û niyazan dikin, sê gavan ber bi rojê diavêjin û daxwazên ji jiyanê û sozên ku sozdarên wan bin didin. Dema herî nêzîkî rojê ne biryarên giring ên di jiyana xwe de digirin. Jinên ruhê xwe bi rojê dişûn, di xweşikbûn û sadebûna rojê de dibêjin wê çêbe. Ji ber vê jî serpêhatiyên Jinên Qewmê Rojê ye.

Heqîqeta qewmê rojê

Di pirtûkê de li ser Êzidiyan gelek agahî jî hene. Çima Ezidî xwe wekî qewmê rojê dibînin? Ev baweriya kevnar li hemberî ewqas qirkirin çawa kariye xwe biparêz e?
Bi halê xwe yê saf Êzdahî, civaka ku em jê re dibêjin qewmê rojê, bûye qurbana zext û tirsa fermanan. Çawa? Felsefe û zanîna Ezdahiyê ji jinan hatiye veşartin. Wekî yên di fermanan de hatine revandin jin, ji bilî rîtûelên di jiyanê de pêk tînin zêde Êzdatiyê nizanin. Di Êzdatiya heta roja me hatî de, rengê jinê hatiye qirkirin û pir lawaz bûye. Lawaz bûye lê tine nebûye. Bi kurtî di Êzdatiyê de ‘Zir’ -zerre û ‘sir’ yanî ya kuantumîk û yekbûna manewiyatê dihêle civaka Êzidî bibe qewmê rojê. Ji bo tinekirina vê heqîqetê bi fermanan gelek caran derb lê dan, lê nekarîn vê heqîqeta li vê axê û li genên mirovan hatî kolan tine bikin. Yekbûna civaka Êzidî bi felsefeya Apoyî re, nêzîkbûna wê ya heqîqeta xwe, yanî rastiya qewmê rojê ji vê yekê tê. Rastiya qewmê rojê di felsefeya Apoyî de herî zêde xwe li jinan radipêçe. Vê hevgehiştinê civaka Êzidî zindî kir, wekî qewmê rojê hêvî da ku ber bi jiyan û pêşerojê bimeş e.

Ferman jenosîd û femînîsîd e

Di vê felaketa ku qirkirina di nava qirkirinê de ye DAIŞê çi rêbaz bi kar anîn? Eger hûn behsa van bikin, dê aliyê femînîsîd ê qirkirinê jî baştir were fêmkirin.
DAIŞê li dijî hezaran jinên ku revandine her cure hovîtî pêk anî. Divê komkujiyên dibin navê Îslamê de li dijî jinan pêk hatine, tecawiz û her cure hovîtiya li dijî jinan wekî jenosîd û her wiha femînîsîd bê naskirin. Hûrgiliyên hovîtiya li ser jinan û zarokan pêk hatî di serpêhatiyan de bê sansur hatiye nivîsîn. Sedema nivîsîna vê ew bû aliyê jenosîdê yê femînîsîd baştir were fêmkirin. Goştê zarokan dan dayîkan, tecawizî zarokên 2 salî kirin, jin zincîr kirin û li bazarên koleyan firotin, tecawizî jinan kirin û ew vegerandin makîneyeke zarokanînê. Ev tenê çendek ji sernavên hovîtiya anîne serê jinên Êzidî ne. Her serpêhatî hovîtiya pêk hatî bi zelalî vedibêje.

Jinan çima bi derziyan rûyê xwe kun kirin, qetran rijandin ser rûyê xwe, porên xwe kur kirin û keziyên xwe berovajî hûnan?
Jinan bi himêzkirina baweriya xwe li ber xwe dan. Berxwedanê mekanîzmaya wan a parastinê jî xurt kir. Samarê porê xwe kur kir, Neco xwe qet neşûşt û tenî li rûyê xwe da, Feyziyeyê bi serê derziyê rûyê xwe kun kir û piştre jî qetran lê da, Şirînê li çola Reqayê li hemberî bêxwedîbûn û tenêtiyê li ber xwe da, hinekan xwe mîna dînan nîşan dan, hinekan zarokên xwe di sindoqan de veşartin. Wekî van gelek rêbaz pêşxistin ji bo xwe biparêzin. Mîna Ezda û Sitîyê jinên ku li dijî DAIŞê ala serhildanê rakirin û mirin dan ber çavên xwe jî ne kêm bûn.

Di pirtûkê de jî derbas dibe, di Êzdatiyê de têkildarî veqetîna ji baweriya xwe ya piştî fermanan norm û qanûn hene. Di qirkirina 74an de ev norm hilweşiyan, jin vegeriyan Şengalê û tevlî têkoşînê bûn. Têkildarî vê hûn ê çi bêjin?
Di Êzdatiyê de rewşek heye ku gelek hişk e. Di fermanan de ên hatine revandin ti carî nikarin vegerin baweriya xwe. Vê yekê bi salan di nava civaka Êzidî de hikim kir. Di encamê de bi her fermanê bi hezaran Êzidî ji baweriya xwe hatin qetandin û ji ber vî hikmê civakî nekarîn vegerin baweriya xwe. Di fermana 74an de ev yek guherî. Şervanên PKK û pêşengê wan Mam Zekî li gel rêberê civaka Êzidî Baba Şêx hevdîtinekê pêk tînin, ev hevdîtin bi encam dibe û ev norm tê guhertin. Piştre jî bangek wiha tê kirin ‘her Êzidiyê ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin dikare vegere baweriya xwe’. Ev di Êzdatiyê de ewilek bû. Cara pêşî guhertinek wiha pêk hat. Ev guhertin di nirxê şoreşekê de bû. Herî zêde jî keyfa jinan ji vê biryarê re hat. Piştî fermanê herî zêde jinan karî vegerin. Jinên ku vegeriyan xwestin xwe li Şengalê bigirin. PDK li gel ku bi xiyaneta xwe bû sebeba fermanê, ji bo fermanê bibe serî jî ya ji dest hat kir. Di bin navê ‘rizgariya jinan’ de ofîsek saz kir û jinên ku QSD, YPG, YPJê bi bedelên mezin rizgar kirine wekî ku wan rizgar kiriye ji raya giştî re ragihandin. Siyasetek wisa qirêj kirin, piştre jî rêbazên kirêt yên wekî kirîn û anîna jinan domandin. Ji bo serê xiyaneta xwe binixême bi derewan dixwest karê xwe yê nîvço mayî bi dawî bike. Jinên ku digot min rizgar kiriye dişand welatên Ewropayê, jin dixist zivrînekeke tinebûnê. Ev jin ji axa wan, baweriya wan û hêrsa wan dûr xistin. PDK bi armanca ku karê dest pê kirî bi dawî bike, yanî fermanê bibe serî li ser jinên Êzidî vê siyasetê dimeşîne. Jinên ku karîn û zanîn xwe li Şengalê ragirin jî li ser bingehê tola fermanê hildin, ji bo jiyana xwe rêxistin bikin, bi hêviyek mezin têkoşîn himêz kirin. Berîtan, Ferîde, Nûhat, Samar, Neco, Dayê Xûnav, Dayê Leyla ji vana tenê çend nimûne ne.

Qirkirinek mezin bi ser jinên Êzidî de hat. Ev qirkirina jinê bû û heta ji vê jî wêdetir bû. Li dijî vê jinên Êzidî şerek bê navber meşandin û dimeşînin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Piştî fermanê jinan giranî da ser xurtkirina rêxistinbûn û mekanîzmayên parastinê. Ev ji bo wan xala herî sereke û jiyanî bû ku bêy vê qet nedibû. Jinên Êzidî di şerê li dijî DAIŞê de gotin di cih de be zincîrên koletiyê qetandin. Jinan ne tenê li hemberî DAIŞê şer dikir. Ew zihniyeta ku jinan wekî qurbaniya fermanan dibîne jî têra xwe aniye serê jinan. Bi wêrekiya ku jinên Şengalê ji gerîlayên jin wergirtin ne tenê li hemberî DAIŞê, li dijî zihniyeta ku wan tine dihesibîne jî şerekî mezin kirin. Jinan ev yek bi ser xist û serketin. Sebeba hêrsa PDKê ya li dijî jinên Êzidî û rêhevalên wan gerîlayên jin ev e. Eger em bêjin jinan lîstika PDK ya dixwaze qirkirinê bibe serî û zilamên hevkarên wê xirab kir, dê di cih de be. Helbet hîn rêya me dirêj e û gelek tişt hene bên kirin. Bi serkeftinê tacîdarbûna destpêkê ji pêşerojê re nexşerêyekê diyar dike. Berxwedana Zeriyan encama vê têkoşînê ye û pirtûk a jinên Êzidî yên vê têkoşînê didin bi xwe ye.