Li ser erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek jinên bi hêz hebûne ku mohra xwe li serdema tê de bûne, dane. Yek ji wan jî Helalê, heftemîn padişaha jin a Kiyanî ye ku wek Homay Çeherzad tê nasîn. Di Şahnameyê de behsa vê jina bihêz tê kirin ku temenê padişahiya wê 32 salan dom kiriye.
Homay kî ye?
Ji bo em derbarê vê jina bi hêz de hîn zêde agahî bidin, hewce dike kêm be jî em behsa Kiyaniyan bikin ku di Avestayê de jî behsa padişahiya wan tê kirin. Li gorî wê, di vê pirtûkê de behsa nav û erkên wan tê kirin; lê di vegotinên mîtolojîk ên Îranê û heşt padişahî qal tê kirin; ku bi Kî Qebad îr wiha Şahnameyê de, xanedaniya Kiyaniyan wekhe)destpê dike û heya 693 salan hikumet dike. کَویکوات –Kavat î(Kav Di vir de jî em dibînin navê heyî ne bi farisiye û ger em erdnîgariya li vê herêmê jî binêrin, cihê gelê Lor e.Padişaha jin Helalê, heftemîn padişaha Kiyanî ye ku wek “Homay Çeherazad” jî tê nasîn. bûne. Padişahiya Kiyan ku xwedî du Padişahiya Kiyaniyan li ser herêma Spîdan a Farsê serwerkeç ên bi navên Hema û Hera bûne; deverên derdora welatê xwe dide her du keçên xwe. Deh Pagah (Spîdan) gundekî girêdayî navçeya Hemaycan a ser bi bajarê Spîdan a parêzgeha Fars a Heraycanê jî dide Hera; Hema gundê Ser Tilî dike Îranê ye. Hemaycanê dide keça xwe Hema û paytexta xwe û gundê Deh Pagahê jî ku xwedî mêrgeke xweş bûye vediguherîne baregeha leşkerî ya xwe. Her wiha navenda esasî ya leşkerî ya gundê Dehpagah bi navê Hezarxanê meşhûr bû ku nasîn. niha jî bi heman navî tê
Mohra xwe li pêvajoyeke dirêj a 32 salan dide
Homa ava Badnayê bi rêya tuneleke bi dirêjahiya 10 santîman, di bin çiya re derbas dike û tîne paytexta xwe, gundê Ser Taliyê û gundê Hezarxanê ya li gundê Deh Paganê… Xezîneya Homa li ser girê bi navê Tel Gerd bû, ku li gor şahidan Îngîlîzan ew birine. Di derbarê pêvajoya padişahiya vê jina bihêz de tê gotin ku di 32 salên padişahiya wê de bi ti awayî xeta nehatiye kirin û gel di dema padişahiya wê de di nava aramî û bextewariyê de jiya ye. Di derbarê Homayê de rivayetên pir cuda jî hatine gotin. Fîrdewsî Homayê wekî hunermend û jineke hêja dide nasîn û derbarê wê de vê çîrokê pêşkêş dike: “Homay mehbûba ber dilê bavê xwe bû, li gorî urf û adetên civaka xwe mezin dibe, bi Behmen re dizewice û wê wekî mîratgira textê xwe hildibijêre. Behmen dibe xwedî kurek bi navê Darab, piştî mirina Behmen, Homay zaroka xwe ji bo parastina padişahiya xwe davêje ava Firatê û dovre dibêje zarok miriye. ” Pir seyre çîroka zaroka wê pir dişibe çîroka Musa ya li ava Nîlê. Li gorî wê, Homay di encamê de zaroka xwe ya heşt mehî xiste nava sindoqe darîn de û ew danî nav ava Firatê. Zarok û gelek zêrên ku bi wî zarokî re bûn, ji aliyê keseke cilşo an jî aşvanekê ku nû zarokê xwe winda kiribû tê rizgarkirin û navê wî datîne “Darab”. Darab mezin dibe û piştî demeke dirêj lêgerînê, di dawiyê de hay li rastiya xwe dibe û wekî mîratgirê sereke yê text tê hesibandin û dibe xwediyê text.
“Ew jinek hunermend û zana ye”
Her wiha Fîrdewsî di Şahnameyê de wekî hunermend qala Homay dike û dibêje ew keseke zana ye, bi hikmê baş bi nav dike û vê çîrokê vedibêje; “Homay mehbûba bavê xwe bû û li gorî kevneşopiya Zerdeştî bi Behmen re dizewice û wê wekî cîgira xwe hildibijêre. Ger çî kurek wî yê bi navê Sasan hebe jî, wî keça xwe hêjaya padişahiya xwe dît û ew li şûna xwe li ser text da rûniştandin. Behmen her wiha zarokê ku Homay ducanî bû jî wekî cîgirê xwe dide nasîn. Lê belê beriya ku bê dinyayê dibêjin zarok miriye. Zaroka Homay nemiribû, lê ji bo parastina Padişahiyê û her wiha parastina zarok ji dijminan, wî dûr dixîne; zaroka xwe dide pîrikekê û ji herkesekê re dibêje zarok mirî hatiye dinyayê.” Yanî berdewamiya çîrokê jixwe wek ya jor me behs kiriye dewam dike ku hewce nake em dubare bikin. Ger hin kes Homay mîna jineke bê hîs ku tenê ji ber azwerî û eleqeya xwe ya ji ber padişahiyê zaroka xwe wisa hiştiye binirxînin jî, ev yek ji rastiyê dûr e; heta ger ev yek rast be jî, wê demê pirsek wiha tê holê ku çima Homay li bendê dimîne ku heya zarok bibe heşt mehî û dovre mirina wî radigihîne û wî ji derdûrê dûr xist? Homay ji bo ku rojekê kurê wê navê xwe bizanibe û vegere cihê lê, kevirek a şahenşahiyê bi milê zarokê xwe ve girê dide û daxwaza rojekê vegere wî dike. Helbet dibe ji ber xetereyên di derbarê padişahiyê de be ku xwestibe zarokê xwe ji her cure xetereyan biparêze. A rast teza ku Homay dixwest zarokê xwe ji her cure xetereyan û dijminên xwe biparêze hîn zêdetir nêzî rastiyê ye.
Afirînera bajarê Gulpayêgan
Li gorî çavkaniyên îslamî pêvajoya serweriya Homay 30 sal û li gorî Şahnameyê jî 32 sal e. Tenê çavkaniyek Pehlewî behsa Homayê dike û ew jî vê pêvajoyê wekî 30 salan destnîşan dike. Li gel vê, bi nêrîneke zayendperest nêzî vê bûyera dîrokî dibe û jêhatîbûna wê ya birêvebirinê, her wiha bandora wê ya li ser civakê ji nedîtî tê û hatina wê ya ser text tenê ji mîna neçariyê dinirxîne. Bitaybetî jî dema mirov rastiya 32 salan a birêveberineke muhteşem bigire dest û binirxîne, mirov dikare pir eşkere fêm bike ku tiştên wiha yên derheqê wê de hatine gotin ji rastiyê dûr in. Homey wek afirînera bajarê “Çehrezadegan” jî tê behskirin ku hinek jî dibêjin Cerfadegan an jî dibêjin Gulpayegan. Dîroknasê Îranî Esfehanî jî dide diyarkirin Xumihen bajarekî xweş bûye ku li ser rêya Timre ya Îsfehanê ji aliyê Çehre Azad ango Homay tê avakirin û ji aliyê Îskender tê wêrankirin. (Hêjayê gotinê ye Tîmre ciheke dîrokî ye. Petroglîfên Tîmreyê dîroka kevnar û hunera kevnar a herêma Timre ya li parêzgehên navendî û Îsfahanê nîşan didin û pêvajoya jiyana mirovan a bi hezar salan radixin ber çavan. Her wiha gelek deverên çiyayî û geliyên derdora Xumîn û Golpayeganê xwedî nîşaneyên dîroka kevnar in.)
Ew ê dê welat 32 salan bi dadwerî birêve bibira
Helbet ji bo em bikarin rûpûşa li ser dîrokê bidin alî û rastiya van jinên pêşeng derxîn holê, gelek caran hewce dike em jî xwe li koşe û kolanên bi xubar ên dîrokê bidin û li pey şopan bigerin. Her şop û nîşaneyek dikare me ber bi serpêhatî, qehremanî û têkoşîneke bê rawest a jinan bibe. Ji bo lêkolîna li ser yek ji van jinan hewceye em jî li her cihekê biqulipin û siya li ser dîrokê bidin alî û xwe bigihînin wan heqîqetên hatine nepenîkirin. Dema em di lêkolîna van jinên pêşeng, leheng û têkoşer ên di her pêvajoyeke dîrokê de rol lîstine û mohra xwe li pêvajoyekê dane bûn, em rastî Homay padîşaha Kiyanî ya ku wê 32 salan bi dadwerî padişahî bikira û bajarê Gulpayegan ava bikira, hatin. Gelek bûyerên ku di dema Homayê ve tên girêdan hene, vegotinên dîrokî yên wekî ku Homay bi Yewneniyan re şer kiriye û gelek Yewneniyan dîl digire, wan di çêkirina hin qesrên wek Sed Stûnî ya Persepolîsê bikar tîne, hene. Helbet a li vir çîroka vê jina bihêz balkêş dike, nîqaşên li ser Homay a keça Behmene, ku 32 salan çawa dikare wiha bi hêz birêve bibe. Ew li pey hîn zêdetir nasîna cîhana di dema xwe de ye û ji bo wê jî xebatên taybet dimeşîne. Ji ber vê yekê, ew balyozên xwe dişîne çar aliyan û dixwaza ji her tiştên ku diqewime agahdar be û fêm bike. Ji bo wê, tê gotin her kesa ku wê nas dike ji dilovaniya wê sûd werdigire û kirinên wê li her deverê tên behskirin