Hesap Pirsîna Sedsalê

- Hêvî MISTEFA
471 views

MANSETPiştî 58 rojan ji berxwedana serdemê şûnde me rewşa heyî dît û ji bo ku em bikaribin gelê xwe ji êrişên qirkirinê biparêzin me di 16 Adar’ê de berê xwe da herêma Şehba yê. Hejmareke mezin, nêzî du sed hezar mirov hatin û li vê herêmê bi cih bûn. Ev herêm jî ciheke ku nû ji destên çeteyan hatibû rizgar kirin, ciheke ku tu derfetên jiyanê lê tûne, ji hêla binesazî ve têk çûye û hemû xaniyên wê hatine rûxandin. Lê tevî her tiştî ev du sed hezar mirov bi rojan, bê av û bê xwarin li çolê man. Piraniya wan jin û zarok bûn. Kesên bi temen mezin û zarok di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Gel di bin şert û mercên gelek bi zehmet de dijîn. Di dibistan û mizgeftan de bi cih bûne.

Emê li vir bin û li berxwe bidin

Me wek rêveberiya xweser du wargeh avakir. Nêzî hezar û du sed kon hatin vedan. Pêdiviyên gel ên sereke wek nan û av peyda dikin û hewl didin ji daxwazên gel re bibin bersiv. Lê hêza me têra hîn zêdetir pêk anîna pêdiviyan nake. Di serî de zarok,  nexweşiya gelek kesan ji ber kêm bûna dermanane û ji ber vê jî jiyana xwe ji dest didin. Berê tenê yek navenda tenduristiyê jî li Şehbayê tune bû. Berê gelê me were Şehbayê, gelê Şehbayê bi xwe jî li vir dima. Bi arîkariya navenda me ya tenduristî û Heyva Sor a Kurdistanê hin navend hatin vekirin. Lê mixabin derfetên ku em dermanan derbasî van navendan bikin gelek kêm e. Ji ber vê çendê jî kesên nexweş di bin şert û mercên giran de dijîn. Rewşa gelê me yên li wargehan dimînin jî zêde nebaşe.

Heya niha tu sazî an jî rêxistinek mafên mirovan arîkarî nedaye me. Belku hin saziyên xaçasor hatin û hin tişt pêşkêş kirin ku li gor hejmara heyî mirov qet nikare behsê jî bike. Tevî rewşa heyî, gelê me bi israre ku ji Efrînê dûr nekeve. Ji ber ku dibêje; dûr ketina ji Efrînê tê wê wateyê ku min hêviya vegera Efrînê ji dest daye. Ji bo vê jî bi israr dibêje, ‘emê li vir bin, li qada berxwedanê bin û dengê xwe bigihînim raya giştî, heya ev bêdengiya cîhanê bê şikandin emê dengê berxwedanê li vir bigihînin herkesekê’. Gelê me dibêje, ew ê dibin parastina hêzeke navnetewî de dîsan vegerin ser xaka xwe û hesap ji dewleta faşîst a Tirk û çeteyên girêdayî wî bipirsin.

Pêşenga berxwedana serdemê

HESAP PİRSİNA SEDSALE-Şer û koçberiya bi darê zorê bandorê li hemû civakê dike. Lê, ya herî zêde ku ji vê yekê bi bandor dibe Jin e. Jina ji Efrînê di berxwedana xwe ya 58 rojan de seknek li gor rihê serdemê raber kir. Di berxwedana serdemê de pêşeng bû. Çi di qadên civakî de, çi jî di qada şer de bûn xwedî sekin. Kesayetên wek Avestayan bi canfedayane ji bo rizgarî û azadiya gelê xwe, xwe feda kirin. Dijmin û dagirkerên axa Kurdistanê ji vê hêza jina azad ditirsîn, ji ber vê çendê jî di şexsê şervana me ya YPJ’ ê Barîn Kobanê de ku bi awayek hovane êrişê cenazeyê wê kirin, êrişê hemû jinên azad dikirin. Xwestin destkeftiyên jina azad di kesayeta heval Barîn de bişkînin. Dîsan dayîkên me qehremantiyek bê hempa raber kirin. Her tim û dayîm pêşengên berxwedana serdemê bûn. Dayîkan baş dizanîn ku ger welat ji dest biçe nema dizivire, di zanebûna vê yekê de bûn û bi vê rihî tev digeriyan û vîna xwe nîşan didan.

Dewleta faşîst a Tirk bi her cûre teknîk û balafiran êriş kirin, kiryarên dij mirovî pêk di anîn û ji bo ku gelê me dest ji axa xwe berde dest her karên dij exlaqî didan. Gelê me di encama van hovîtiyan de neçar ma dest ji axa xwe berde û bê li Şehbayê bi cih bibe. Ji xwe wek di şer de, li vir, di nava şert û mercên bi zehmet de ya ku têdikoşe, hewl dide pêdiviyên zarokên xwe pêk bîne û li berxwe dide dîsan Jin e. Dayîk dibin şertên herî bi zehmet de dijîn, lê dema ku em bi wan re nîqaş dikin, dibêjin; em ê tehemûl bikin, bi sebir bin, bilez xwe dîsan birêxistin bikin û xurtir dest bi kar û barê xwe bikin.

Armanc têk birina vîna azad e

Destdirêjî li jinê kirin. Gelek kesên ku vegeriyan Efrînê rastê her cûre nêzikatiya der exlaqî hatin. Efrîn, bi hezaran şehîdên xwe yên tevgera azadiya Jinê hene. Ji ber vê jî bi zanebûn êrişê jinê dikin û dixwazin koletiyê ferz bikin. Cilên reş li wan dikin, derketina derve li wan qedexe dikin. Dijmin dixwaze îradeya jina azad a di bin pêşengiya YPJ’ê de ku li dijî hişmendiya reş şer kir û li cîhanê deng veda bişkîne. Îro wisa lê kirine ku jin li Efrînê bê ku zilam, bira an jî bavê wê pêre be, nikare derkeve derve. Tu caran jina Kurd, jinên herêmê ku tama azadiyê kirine wê vê yekê nepejirînin û ji hêza jinê ya birêxistin kirî dûr nekevin. Bêguman tolhildana Jinê jî vê weke berxwedana wê ya serdemê mezin be û hesap ji dijminê jinê bê pirsîn. Jin wê Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bike û dawî li terora wî bîne.

Di van 58 rojan de Jinên Efrînê zarokên xwe winda kirin, hevserên xwe şehîd dan, li ser malbatên wan de komkujî pêk hat, xanî bi ser malbatên ku di xew de bûn hatin rûxandin. Lê tevî êrişên qirkirinê yên dijwar di 58 rojan de destanên berxwedaniyê hûnandin. Hin dayîk hebûn ku cenazeyê sê zarokên xwe bi hevre rakirin, hin hebûn ku çar zarokên wê bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Li vir, li Şehbayê em rastê hin dayîkan tên ku zarokên xwe winda kirine, hin zarokên wan li Efrînê mane û ji ber hovîtiya heyî nekarîn derkevin.

Rihê tolhildanê

HESAP PİRSİNA SEDSALE-1Gelek zarokên me li Şehbayê, ji ber madeyên teqemenî ku li vê herêmê mane jiyana xwe ji dest didin. Hin kes dîsan pêl mayînan dikin û yan giran birîndar dibin yan jî jiyana xwe ji dest didin. Malbatên ku ji ber êrişên qirkirinê li Şehbayê ne, xwedî ked û xebatin, gelek şehîdên xwe hene û li vir jî zarokên xwe winda dikin. Ev dayîk çawa dikarin vê kedê, vê êşê ji bîr bikin. Ne pêkane ku bikaribin tiştên jiyane ji bîr bikin, bidin ji bîr kirin. Bi riheke tolhildanê, bi vînek ji pola nêz dibin. Ew di jiyana azad de bi israr in, di vegera li ser axa xwe de bi israr in. Ew bi hêviya vegera malên xwe dijîn.

Em bi rêya we dixwazin bang li tevahiya gelê Kurd, dostên Kurdan û bi taybetî rêxistinên jinan bikin. Ji ber ku êşa jinê yek e, encex jin bi jinê fêm bike. Ji her demê zêdetir hewcedarî bi çalakiyan, dengê xwe bi dengê jinên Efrînê re kirina yek heye.

Divê em rastiya teror û faşîzma Erdogan bi raya giştî parvebikin bibin dengê gelê Efrînê. Lazime zext li saziyên xwedî biryar ên Yekîtiya Ewrûpa- YE bên kirin û ew di mijara zor û çewisandin, destdirêjiya li ser jinê, komkujî û kiryarên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li Efrînê de bên hişyar kirin. Pêwîst e hesap ji dewleta faşîst a Erdogan bê xwestin û ji bo darizandina kiryarên wan a dikeve ser milê gelê me bê kirin.

Jiyanek bi cewherê jinê

HESAP PİRSİNA SEDSALE-2Armanca Erdogan ne parastina gelê Sûriyê ye, berovajî dagirkirina axa Suriyê û qirkirina fîzîkî û çandî ya gelên li Sûriyê ye. Ya ku îro Erdogan dixwaze pêk bîne, xewn û xeyalên belavbûna herêmê ya Osmaniyan e, ji bo vê jî bi çav sorî kê an jî çi bê pêşiyê têk dibe.

Armanca desthilatdariya AKP’ê û Erdogan têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Bi hevkariya çeteyên weke DAIŞ û EL-Nusra dixwaze herêmê ji Kurdan paqij bike û pêşî li vîna gelan a azad bigire. Ji bo vê jî bera êrişê xwe dide Jinê û dixwaze jiyana azad a bi reng û cewherê Jinê şekil girtiye, her wiha vê jiyana ji aliyê hemû gelan we hatiye pejirandin, têk bibe.

Dewleta faşîst a Erdogan dixwaze projeya me ya azadî û aştiyê ku li ser esasê xwişk-biratî û wekheviya hemû gelan xwe birêxistin dike, têk bibe. Projeya ku hemû gel, bawerî û çandan hembêz dike; ji xwe di pratîka xwe ya sê çar salan de jî da îspat kirin ku ka hemû gel û çand çawan dikarin bi hev re, di nava aramiyê de û bê ku şer biqewime, bijîn. Di vê projeya me ya jiyanê de herkes bi nasnameya xwe û rengê xwe, xwe îfade dikir. Li ser hev û du serwerî nepêkan bû. Çi netew, ol, çand, çi jî jin û ciwan dibe, her kesekê/î dikarî rengê xwe di nava vê pergalê de bidîta. Armanc asteng kirina vê projeya jiyana azad bû.

Ji ber ku ev projeya me ya bi hev re jiyanê, hemû pergalên heyî, bi taybetî jî dewlet û pergalên wek faşîzma Erdogan dihejîne, rê nade zêdegaviyên wan. Ew vê pergalê ji bo xwe weke xeterî dibînin û ji ber vê çendê ye ku êrişê xaka Rojava dikin û dixwazin destkeftî, pergala me ya jiyana azad têk bibin. Pergala ku ji bo cara yekê li ser xaka Rojhilata Navîn hemû gel; bê ku şer rû bidin, rê bide cihê kariyê, hemû gel û bawerî dibin yek banî de digihan gel hev.