Huner û Berxwedan

- Yildiz ÇAKAR
411 views
Ji destpêka mirovahiyê heta îro çand û huner ne tenê estetîk û “xwe” avakirin, her wiha hîmê berxwedan û tekoşînê ye jî.  Ji hebûna dinê û heta îro; çawa şer, pevçûn, kuştin, girtin û zilm heye her wiha sekinandina li hember şer û zilmê jî têkoşîn û berxwedan heye. Loma jî dîroka hunerê bi dîroka mirovahiyê dest pê dike û tê tomarkirin. Di gelek qadan de jî li gor civak, serdem, guherîn û hwd jî weke amûrekê tê bikaranîn. Ji ber ku çand û huner çalakdar e, xeleka wê mezin e.

Helwesteke çand û hunerê heye, loma jî her dem aliyekî wê, terefeke wê heye. Ji ber ku di jiyanê de tiştên heyî yan tiştên dikarin bibin heyî, ji çavên şahidan, afirîneran, avakaran, dibin amûrek, dibin hunerek, dibin dîrokek, û hemû jî bingeha “çand û hunerê” bi estetîk derdixe holê. Çand û huner “xwe” bi “xwe” ye ku, di nava vê xwe bi xwebûyînê de jê re xweseriyek lazim e. Dema rastî astengî, înkarî, tunebûnî û hwd tê, wê çaxê hêza çandê û hunerê derdikeve meydanê ku vê hêzê karibûye civakan bide guherandin, pergalên diktatoryel bide hilweşandin. Ji dîroka nêz a sedsala dawîn, mînaka hunermendê Latîn Emerîkayê Victor Jara, mînakeke girîng e. Him şahidiya wî ya ku di nava pergalê de, him helwesta wî ya li hember pirsgirekên civakî ku gelek stranên xwe li ser jiyana gelê şîlî feqîrî û neheqiyê çêkiriye mînakek ji mînakên hunera berxwedêr e. Stranên wî yên polîtîk weke neynika civakê hatiye qebûlkirin ku, van stran û helwesta Jara, serdemeke bi navê “strana nûh” derdixe holê. Û gelek hunermend û stranbêj jî beşdarî vê tevgerê vê serdemê dibin ku ji vê tevger û serdemê re dibêjin “tevgera şoreşî”.

Hunera ji heqîqeta civakî ne tê kuştin, ne tê esîrgirtin

Ji ber helwest û stranan, Jara bi hovane tê girtin û îşkence lê tê kirin. Gîtara wî li ber çavê wî dişkînin. Û ji bo careke din nikaribe li gîtarê bixe, dest û tiliyên wî jî dişkînin. Lê Jara, di nava xwînê de hîn strana xwe dibêje. Leşkerên li dora wî ewqas hêrs dibin, dest bi gulebarandinê dikin û wî dikujin. Cesedê wî jî digirin, diavêjin nêzî goristana Santiago. Bo careke din nikaribe li gîtarê bixe ne jî karibe stranan bibêje Jara tê kuştin. Lê yên wî kuştin tiştek ji bîr kirin. Hunera bêrxwedêr, hunera ku bi fikrî û bi ramanî ji heqîqeta civakî ne tê kuştin, ne tê esîrgirtin. Piştî kuştina Jara, hêza hunera wî bû gencîniyek, bû çandek û herikî. Herikî di nava miliyonan de. Him bû pêşeng, him bû helwesteke şoreşî, him bû hêvî…

Berxwedan û hêvî

Di serdemên tarî de pêwistiya mirovahiyê ji van her du têgehana heye; yek jê berxwedan e, ya din jî hêvî ye. Di neqilkirin, avakirin û mezinkirina van têgehan de rola huner û hunermandan diyarkar e. Hunera berxwêder, dema çalak dibe ger ku ev çalakîbûneke civakî be cihê xwe dibîne, rengê xwe diyar dike. Wek encam jî heqîqeta estetîkê xwe dide der, xuya dibe. Li hember otorîteyan, êrîşkar û îqdîtaran sekn û helwesta huner û hunermandan bi fikrî, bi hîsî dema li ba civakan be, hêza vê heqîqetê, hêza vê çandê û estetîkê dibe girseyî, civakî. Û ev girse û civak dibe hêzeke mezin, li hember hemû xerabî, neheqî, derew, înkar û hwd. re…

Berxwedana jinê bêhempa ye

Li ser tomarkirina bîra çand û hunerê; di neqilkirina wê, pêşxistin û parastina wê de berxwedana jinê bêhempa ye. Ji ber ku ji destpêka dîrokê û heta îro çavdêriya jinan, guhdariya wan a xwezayê, sekn û helwesta wan a li hember şer û aştîyê karektereke şervanî û hunerî ye. Ligel vê yekê karektereke berxwederî, berxwedanî ye. Di avakirina mal, çand, huner û ziman de vê karektera afrîner û berxwedêr gelek bi hêz e. Bi sedansal e li hember tunebûn, înkar, şer, êrîşan li ser xwe û weke xwe mane. Loma jî li Kurdistanê êrîş û çewisandinên li ser jinan, ne êrîş û çewisandinên ji rêzê ne. Hemû bi pilan û bi bername têne kirin.

Girtina Nûdem Dûrak ne girtineke ji rêze ye

Ji sala 2015’an ve hunermenda Kurd Nûdem Dûrak ji ber sedema “stranên bi kurdî gotiye” di hepsê da ye. Pergala heyî cezayê ku cara ewil dabû Dûrak, hineke din jî zêde kir û kir 19 sal. Girtina Dûrak ne girtineke ji rêze ye. Cezayê ku li Dûrak hatiye birîn, ji zimanê wê yê kurmancî (Kurdî) re ye, ji helwesta wê ya berxwedêr re ye. Li vir Otorîte-Îqtîdar peyamê dide û dibêje, ji straneke kurdî re helwesta min ev e, 19 sal ceza ye. Gelo çima otorîte-îqtîdar an jî kolonyalîst ji çand û hunerê ditirsin?

Çanda winda nebe ji bo îqtîdaran talûke ye

Çand û hunera bi hêz û berxwedêr tu car asîmle nabe. Çand û hunera ku zû bi zû asîmle nebe û winda nebe her dem ji bo îqtîdaran, ji bo kolonyalîstan, ji bo dagirkeran talûke ye. Xwe li ser tunekirina çandeke din li ser tunekirina ziman û hunereke din ava dikin û bi derewa ji xwe re “heqîqeteke” din çêdikin. Dema pergala wan a çêkirî, bi deng, ziman, çand û hunera bi kakil û berxwedêr re hildiweşe, wê çaxê jî dixwazin wî dengî, wî zimanî, wê çandê, wê hunerê yan esîr bigirin an jî bidin kuştin.

Gotina li ser huner û berxwedanê

John Berger li ser huner û berxwedanê wiha dibêje, “îro resimkirina tiştên heyî, çalakiyeke ya berxwedanê ye, ya ku hêvîyê xurt dike”. Û her wiha berdewam dike û dibêje: “Çalakiya berxwedanê ne tenê redkirina eletewşiya resmê dinyayê ye, na ne tenê ev e. Ligel vê yekê belavkirina betalbûna vî resmî ye. Dema dojeh di hundir de were betalkirin, dojehbûna wê tê betalkirin”.

Nûdem hêviyê ji nûh ve watedar dike

Hunermend Nûdem Dûrak, bi dengê xwe bi stranên xwe bi zimanê xwe yê qedîm wî resmê dinyaya ku heyî red dike û bi çalakiya berxwedanê, bi stranên xwe hêviyê ji nûh ve watedar dike. Bi firotina gustîlka dayika xwe Dûrak ji xwe re gîtarekê distîne û tenê dixwaze bi zimanê dayika xwe stranan, kilaman bibêje. Pergala heyî, an jî weke Berger dibêje dojeha heyî çima dixwaze dengê Dûrak esîr bigire û dest û tiliyên Dûrak ji gîtarê bê par bihêle? Dixwazim bersiva vê pirsê bi çîrokekek gelêrî ya Thailandê nîşan bidim.

Çîvîka zêr

Rojek ji rojan li daristanekê, nêçîrvanek derketibû neçîrê. Ji dûr, di nava daristanê de pir dengekî balkêş bihîst. Ev deng dengê çivîkekê bû û vê çîvîkê  straneke pir xerîb digot:

“Na, na, na, na, na.”

Nêçîrvan meşiya meşiya û hat di bin dara ku li ser şaxê wê çivîka zêr lê ye serê xwe rakir û ji çivîkê re got:

“Çivîkekek weke te ewqas xweşik çawa dibe ku straneke ewqas xerab dibêje?”

Çivîkê li neçîrvan nihêrt û strana xwe dewam kir:

“Na, na, na, na, na.”

Nêçîrvan qehirî û dîsa berê xwe da çivîkê û got:

“Ger tu dawî li vê stranê neynî ez ê te bi tîr û kevana xwe bikujim.”

Çivîkê tenê li jêr mêze kir û bi dengekî ku qerfê xwe bike dîsa dest bi strana xwe kir:

“Na,na, na, na, na.”

Nêçîrvan, tîrek xist nava kevana xwe û … tîr çû li şaxê darê ket.

Çivîka zêr dîsa strana xwe got:

“Na, na, na, na, na.”

Nêçîrvan dîsa tîreke din xist nava kevana xwe û bi derbekê..tîr çû li dilê çivîkê ket.

Çivîk jî ji darê ket. Hema nêçîrvan baz da û çivîk girt û kir tûrikê xwe. Devê tûrik bi hişka girê da û berê xwe da malê lê piştî wextekî dengê çivîkê ji tûrik hat. Bi dengekî fetisokî çivîkê strana xwe berdewam kir:

“Na, na, na, na, na.”

Nêçîrvan çivîk bir malê. Ji nava tûrik derxist. Danî ser textê hûrkirinê û hemû perên çivîkê rûçikand. Pişta xwe da textê hûrkirinê ta ku kêrekê bîne û çivîkê hûrhûrî bike. Dîsa ji ser textê hûrkirinê dengek hat:

“Brr, brr, brr, brr, brr.”

Nêçîrvan kêr girt û çivîk kir sed parçeyê biçûk û pişt re van parçeyana kir nava qazaneke ku heta ber dev tijî av û da ser agir. Dema ava di qazanê de hêdî hêdî keliya dîsa strana çivîkê bihîst.

“Gurgh, gurgh, gurgh, gurgh, gurgh.”

Êdî nêçîrvan hêrs bûbû. Qazan derxistibû derve. Çûbû ji xwe re bêrek anîbû. Bi wê hêrsa xwe hema erd kola û parçeyên çivîkê ya ku di nava ava kelandî de bera vê kortikê da û axêbera ser da û berê xwe da deriyê malê ku dîsa dengê çivîkê hat. Çivîkê strana xwe digot:

“Na, na, na, na, na.”

Nêçîrvan pirtir hêrs bû. Hema dîsa baz da wê kortikê û bi bêra xwe kortik vekir û hemû parçeyên çivîkê ji wir derxist. Ew hemûyan girt û kir hûndirê qûtikeke text û ev text bi kevirekî mezin ve girê da. Çû ber robarê. Vê qûtika ku bi kevirekî mezin ve girê dabû girt û avêt nava robarê. Qûtîk ket binê avê. Lê nêçîrvan li qerexa robar sekinî. Li benda strana çivîkê bû, lê deng nehat. Pişt re nêçîrvan berê xwe da mal û çû. Di bin avê de; av, benikên li dora kevir sist kir û kevir ket binê avê û qûtik derket ser avê. Qûtik sê rojan li ser avê çû. Hat li ber qerexa avê ku çend zarokan li wir ji xwe re dilîstin. Zarokan çav li text ketin. Gotin ev çi qûtikeke xweşik e li ser avê ye. Meraq kirin. Gotin ka çi tê de ye. Ketin avê û çûn qûtik anîn. Devê qûtikê vekirin. Ji hundirê qûtikê sed çivîkên zêr bi hev re firiyan û strana xwe bi dengekî bilintir gotin.

“Na, na, na, na, na.”

Heman nêçîrvan piştî salekê dîsa di nava daristanê de dimeşiya û ji dûrî ve dengê çivîkan bihîst. Meşiya û hat dîsa li ber heman dara ku çivîka zêr lê bû, sekinî. Serê xwe rakir û li darê mêze kir. Vê carê ne çivîkek zêr, sed çivîk li ser şaxên darê bûn. Nêçîrvan destê xwe rakir û qîriya:

“Ez êdî dizanim tu kî yî? Tu çivîka azadiyê ye. Loma jî tu nayê kuştin”.

Û hemû çivîkan bi carê lê mêze kirin û bi yek dengî stranan xwe gotin:

“Na, na, na, na, na.”

Çand û hunera berxwedêr hêz e û her wiha strana azadiyê jî nemir e!

*Huner û Berxwedan, John Berger

*Çîroka Çivîka Zêr, Gelerî, Thailand