Ji bo ciwanan Rêbertî xeta sor e

- Ruken AYDIN
688 views

Ji sala 1999’an û vir ve, ji roja ku Ocelan êsîr hat girtin heya roja îro di bin rewşeke giran a tecrîta şidandî de tê ragirtin. Di nav van 20 salan de gelê Kurd di her dem û firsendê de li dijî van pêkhatinan derket, ji bo ku dawî li van pêkhatinên der hiqûqî û mirovî bê, nav çalakiyan de bû û azadiya Rêbertiya xwe qêra. Jin û ciwanên ku tu caran dest ji lêgera xwe a ji bo azadiya Ocelan neqeriya, tevî dostên xwe di her demekê de, bi diruşma ‘Azadiya te, azadiya meye’, dîsan li dora Rêberê xwe dibin xelek: Me jî ji bo rojnameya me Newaya Jin ji jinên ciwan nêrîn, hest û fikarên wan yên di vê mijarê de girt…

Têkoşînek her alî hewceye

Ciwana Azad: Em wek ciwanên Kurd yên li Ewrûpayê di xew dene, hewceye em ji vê xewê hişyarbin û dakevin qadan. Lazime em li dora Rêbertiya xwe bibin xelek û dengê xwe hîn berztir bikin. Pêwîste em ji bo azadiya Rêberê xwe xebatên kolektîf bibin meşandin, xwe bigihînin her kes û derdor. Em dikarin fikr û ramanên Rêber Apo bigihînin her kesekê, ev yek jî vê bihêle ku her kes û derdor wî baştir binasin û dengê xwe bi dengê me re bikin yek. Banga min ji bo tevahî ciwanên Kurd ev e ku ji her demê zêdetir hişyar bin û ji bo azadiya Rêberê xwe di qadên têkoşînê bin.

Açelya AYDIN: Ez tecrîta li ser Rêber Apo şermezar dikim. Wek jinek ciwan ez dixwazim xwedî li felsefeya Rêbertiyê derkevim û ji bo vê jî berê her tiştekê misoger kirina azadiya Rêber Apo hewceye. Di bingehê felsefeya Rêbertiyê jin û ciwan cih digire, wê demê a dikeve ser milê me jî rol û mîsyonek ligor demê lîstine, xwedî li jiyana azad derketine. Ji bo wê, her jin û ciwanek Kurd pêwîste xwedî li Rêberê xwe derkeve, dakeve qadan û dengê xwe bilind bike. Ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînek her alî hewceye, di her qadekê de xebat dana meşandin girîng e. Bi taybetî di qada dîplomasiyê de ku ji bo xwe gihandina derdoreke berfirek ev yeka han pirr girîng û hewceye. Ji xwe derdorek berfireh ku dixwaze felsefeya Rêbertiyê binase, fêm bike, heye. Wê demê a dikeve ser milê me jî xebat û têkoşînek rast meşandine.

Li dijî qedexeyan ‘Serî Hilde’

Rojîn ÇETÎNKAYA: Ligor min di pêvajoyek wiha de em wek ciwan dikarin pirr karan bikin. Bêdengî nayê pejirandin, li hemberî rewşeke wiha giran bêdeng mayîn ji xwe her tişt pejirandin e. Rêbertî xeta me ya sor e, em nikarin îro bisekinin û rewşa heyî bipejirînin. Ev pêvajo, pêvajoya têkoşînê ye, pêvajoya daketina qadan û bûna çemberek ji agir a li dora Rêbertiyê ye. Hewceye em ji bîr nekin ka em kêne, ji ku hatine. Dem ne dema bêdeng mayînê ye. Em wek ciwan lazime ziman, çand û dîroka xwe baş bizanin daku bikaribin xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Em ber xwe didin û em ê bi xwedî derketina Rêvertiya xwe re berxwedanê bilindtir bikin.

Zîlan ÇELÎK: Ez wek jinek ciwan tecrîta li ser Rêber Apo şermezar dikim. Dîsan dewleta Tirk û hevkarên wî dewleta Elman û Emerîqa û dîsan dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê ku bi biryara xwe a dawî ku di derheqê Ocelan de da û bi vê biryarê re carekedin da nîşandayîn ku li gel dewleta faşîst a Tirk cih digire, şermezar dikim. Banga min ji bo tevahiya ciwanan ev e ku dakevin qada û serî hildin. Hewceye em li dijî zext û qedexeyan serî hildin, berxwe bidin.

Perwîn ŞİRNEX: Ev 20 sale Rêbertiya me dîl tê girtin, di bin tecrîtek giran de tê ragirtin. Em vê yekê napejirînin. Em di derbarê jiyana Rêberê xwe de xwedî fikar in. Di rewşeke wiha de ji her demê zêdetir pêdivî bi yekbûna gelê Kurd heye, lazime her Kurdek bibe xelekek li dora Rêberê xwe, bibe dengê berxwedana li qadan. Rêber Apo em hişyar kirin û niha dem hatiye ku em bi vê hişyarbûna xwe xwedî li azadiya xwe derkevin.

CPT li hemberî tecrîtê bêdeng e

Zozan ACAR: Ez azadiya Rêber Apo dixwazim. Em qedexe û zextên dewleta Elman qebûl nakin û wek ciwan dibên dem dema berxwedanê ye. Em ê qedexeyên heyî tucaran qebûl nekin û ji bo azadiya Rêberê xwe a dikeve ser milê me Kurd an bikin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Medya ARISAN: Ne li welat, ne jî li vir, destûr nadin ku em mafên xwe biparêzin. Ne pêkane ku êdî ev rewş wisa bidome, em vê yekê napejirînin, em qedexeyan bi tu awayî nanasin û ji her demê zêdetir li dora Rêberê xwe kom dibin. Wisan lê hatiye ku destûr nadin em hestên xwe jî bijîn û bînin ziman. Li dijî neheqî û bê mafiyê divê her kes dakeve qadan û dengê xwe berz bike. Ji ber ku tiştên îro qedexe dikin, nahêlin em hildin, rihê me, perçeyek ji jiyana me ye. Ew hebûna me ye ku îro qedexe dikin. Ev jî ne tişteke ku em gelê Kurd bipejirînin. Em azadiya Rêber Apo dixwazin û heya ku em azadiya Rêberê xwe misoger bikin, em ê li qada bin.

Dîlan KOÇ: Rêber Apo ji bo me ciwanan xwedî wateyek cûda ye, hebûn û jiyan e. Rêbertî nirx da me jin û ciwanan, em gihan astekê ku bikaribin xwedî li xwe derkevin. Wê demê, niha dem hatiye ku em jî xwedî li rojê derkevin. Nahêlin em ji Rêberê xwe agahiyan bigirin. Ev yek jî me tixe nav fikaran. Bi taybetî biryara dawî a di derbarê Rêberê me de sosret bû, em ê wek ciwan têkoşîna vê di her qadekê de bidin meşandin û van biryaran nenasin.

Xeleka berxwedanê mezin bike

Hêvîdar: Armanca dewleta Tirk ev e ku têkiliya Rêber Apo a bi derve re bibire. Naxwazin Rêberê me mudaxilê rewşa heyî a li herêmê be. Ji bo vê jî tecrîtê girantir dikin. Çi li welat çi jî li dîasporayê dibe, lazime gelê me dakeve qadan, dengê xwe bilind bike û li dijî şikenceya li Îmraliyê xeleka berxwedanê mezin bike. Li dijî vê neheqiyê derketin erka her yek ji me jin û ciwanan e. Tecrît tê wateya kûr kirina şer, heya dawî li tecrîtê neyê, dawî li şer nayê.

Sûmeye: Dewleta faşîst a Tirk ne hiqûqa xwe û ne jî hiqûqa gerdonî nas nake, hemû qanûnan binpê dike û têkiliya Rêbertiyê a bi derve û bi gelê Kurd re qot dike. Rêbertiya me di nav tecrîtê de tê tecrît kirin. Em vê yekê napejirînin û dibêjin dem dema daketina qadane. Em ê qedexeyan nas nekin û ala Rêberê xwe hildin, dengê xwe bilind bikin. Dewletên Ewrûpa û CPT bêdeng in, naxwazin rastiyê bibînin û îro li hemberî gelê Kurd rola sê meymûnan dilîzin. Her tişt ligor hesabê wan yên aboriyê û pêwendiyê wan yê qirêj tê birêve birin. Kurd li ku derê dibin bila bibin, lê lazime rastiya xwe ji bîr nekin, bizanibin ka kêne û li ku hatine.

Roza OZDOGAN: Dewleta faşîst ya Tirk naxwaze têkiliya Rêberê me a bi derve re hebe, ji ber ku bandora Rêbertiyê a li ser gelê Kurd û herêmê baş dizanin, ji vê ditirsin. Ew ji ramanên Rêberê me ditirsin. Îro cîhan hemû bûye yek û li dijî tecrîta girankirî bêdeng e. Hesab û pêwendiyên wan yê aboriyê, dîsan bazariyên di navbera wan de, xwe li ser her heq û hiqûqê de digire. Yên ku di encama van bazariyan de dişewitin jî Kurd in. Kurd encax bi têkoşîn û berxwedanê dikarin azadiya xwe misoger bikin. Em wek Kurd lazime zordarî, zext û qedexeyan qebûl nekin û ji her demekê zêdetir dengê xwe bilind bikin.

Jin û ciwan gerek nebêjin em nikarin tiştekê bikin, ew dikarin bi çalakî û bertek nîşandayînê dengê xwe bigihîn hemû gelên din.