Kevneşopiya çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê

- Roza METÎNA
394 views
Rojnameya yekem a kurdî di 22’yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan li Qehîraya ku paytexta Misirê ye dest bi weşanê kir û ev yek bi dirûşma berxwedanê ji bo çapemeniya kurdî bû mîladek. Li dijî medyaya yekperest a serweriya xwe li ser neheqiyan û ji rastiya civakê dûr ava dike bû mertaleke xweparastinê. Di heman demê de ev yek li dijî polîtîkayên dijbertiya gelê kurd dikirin, xebateke neteweyî û rewşenbîriyê ya li sirgunê bû.

Di wê demê de jî gelê kurd xwe ji dejenerasyonê diparast û ji bo ziman, nasname, çand, wêje, raman, azadiya xwe li dijî dagirkeran têkoşîna hebûn, man û nemanê dida. Tevî vê têkoşînê li hember hêz û alavên veşartî pêdivî ji îdeolojiya azadiya ragihandinê hebû. Jixwe di wê demê de  Mîqdad Mîdhed Bedirxan wiha balê dikşîne ser vê yekê :”Li dinyayê çiqas misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin kurd ji rojnameyekê bêpar in û nizanin di dinyayê de çi diqewime. Loma min got ez ê rojnameyekê binivîsim û min navê wê kir Kurdistan.” Li ser vê kevneşopiya têkoşer kurd  22’yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz dike. Di heman demê de ev roj roja têkoşîna li dijî êrişên li ser çapemeniya azad e.

Êrişa bi pergal û mekanîzmaya heyî dewam dike

Êriş û tundiya ku pirsgirêka zehniyetê ye li ser esasên têkiliyên feodal û paşverû ragihandina azad her dem dike hedefa berbiçav. Çawa di 13’ê Nîsana 1909’an de Rojnameya Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve piştî êrişan hat girtin Rojnameya Azadiya Welat a li Bakur û Tirkiyeyê rojane dihat weşandin û gelek, rojname, radyo, televizyon jî gelek caran hatin girtin û li xebatkarên wê cezayên giran hat birîn. Azadiya Welat tenê rojname bû ku bi bi zaravayên Kurdî bi kurmancî û dimilkî rojane dihat weşandin. Heta îro bîranîna li ser gora Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin jî tê astengkirin. Rojnameya Xwebûn a alternatîfa Azadiya Welat bi hinceta “Zimanê Biyanî ye” ji bo girtiyan nayê dayin. Êriş û tundiya bi helwesta siyasî, bi pêngavên pergal û mekanîzmaya heyî dewam dike di çarçoveya polîtîkayên bişaftinê de bi vî rengî zimanê dayikê jî tune dihesibîne.

85 rojnameger di girtîgehê de ne

Di encama daxwaza kontrolkirina çapemeniyê de rojnamegerî tê krîmînalîzekirin, pîşeya rojnamegeriyê û çapemeniya azad dikeve nava talûkeyeke mezin.  Gelek rojnameger ji azadiya xwe tên mehrûmkirin û mixabin nikarin karê xwe bikin. LiTirkiyeyê li gor rapora meha sibatê ya DFG’ê 85 rojnameger di girtîgehê de ne. Her wiha li gor daneyên Komîsyona Nivîskarên li Zindanan a PEN a Kurd di heman demê de niha dora 77 nivîskarên kurd jî li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Girtin û binçavkirina rojnamegeran her wiha lêpirsîn, êriş, gefxwarin, nêzîkbûna ne baş, nêzîkatiya darazê ya li hemberî rojnamegeran di heman demê de êrişa li dijî rûmet û kevneşopiya ragihandina rastiyê ye. Ji aliyekî nîqaşên reform û plana çalakiya mafên mirovan tên kirin lê belê ji aliyekî ve jî binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegeran hem li derve hem jî li girtîgehan dewam dikin. Ev jî rê li ber gumanên têkildarî van nîqaşan vedikin û pirsa ‘gelo ev nîqaşan bi nêt û hişekî pak tên kirin?’ tîne bîra mirovan.

Bi medyaya alîgir tê xwestin gel her xilmaşî bimîne

Rastiya binpêkirina mafên rojnamegeran û rastiya civakê bi helwesta medyaya alîgir tê xwestin bê binaxkirin. Medyaya alîgir a di heman wektî de têkoşîna jinê ji nedîtîve tê, êriş, neheqî û tundiya li ser jinê binpaç dike û rûmeta civakê paşguh dike gelek caran bi manşetên xwe yên absurt di quncikeke biçûk de jî cih nade ragihandina ji dil û rast. Pişta xwe dide derewan û dixwaze civak her xilmaşî bimîne. Mînakên vê yekê gelek in lê belê dixwazim tenê mînakekê bidim da ku bê çawa tê xwestin gel her xilmaşî bimîne. Di qenaleke televizyonê ya îktidarê de wêneyek tê nîşandan. Di vî wêneyî de jî çend mirovên diyar e ku ji ber xizaniyê bermahiyên bazarê kom dikin hene. Lê belê ew televîzyon bi vê serenavê wî wêneyî nîşan dide:”Welatiyên hestiyar bazara bajêr paqij kirin. Ji bo Tirkiyeke hîn bi hêz û paqij cudatiyek afirandin.” Ev mînak dirûtî û derewên medyaya alîgir bi awayekî eşkere radixîne pêş çavan.

Kevneşopiya çapemeniya kurd

Kevneşopiya çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê li dijî derewên medyaya alîgir, êrişên sîstematîk û feraseta medyaya alîgir a hewil dide jinê û civakê di nava qalibên zayendperestî û bêtifaqiyê de bifetisînin, bi salane têkoşîneke mayinde dide.

Gurbeteli Ersoz, Mûsa Anter ên pêşengiya vê kevneşopiyê kirine bi heman helwestê li dijî zimanê zayendperest ê çapemeniya alîgir ku jinê bi destên mêr û darazê qetil dike, sekinîne. Her wiha li dijî mekanîzmayên temsîliyeta wekhev nahebînin û çapemeniyê ji xwe re wekî mertalekê bi kar tînin, ketine nava tevgerekê. Ji berkevneşopiya çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê li ser esasên serîtewandinê hîmê xwe neavêtiye loma dibe hedef. Ji ber ajansa jinê Jinha li ser şopa kevneşopiya

çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê li dijî zimanê zayendperest, şoven û pornografîk ê medyaya yekperest nûçeyên xwe honand, hat girtin. Piştre Şûjin hat vekirin lê ew jî bi heman zehnîyet û helwestê hat girtin. Niha Jinnews li dijî zehniyeta bi zimanê çapemeniya alîgir destdirêjiya rûmeta jinê dike tevî hemû astengiyan li berxwe dide. Jixwe dema mijar dibe jin zihniyeta bedena jinê wekî objeya tolgirtina mêr dibîne di çapemeniya alîgir û yekperest de jî xwe dide der. Dema mijar dibe serhildan û raperîna jinê medyaya qaşo ji xwe dibêje em muxalîfin û ya alîgir jî di heman çarçoveyê de dibin yek û mafê jinê binpê dike. Bi rêya vê yekê jî rolên zayenda civakî jî li ser jinan tên ferzkirin û êriş tên kirin. Bi salan e li dijî vê helwestê, li dijî zimanê zayendperest, hewildana dubarekirina dîroka qirkirin û bişaftinê û polîtîkayên şer ên taybet têkoşîneke piralî ya hebûn û berxwedanê di kevneşopiya çapemeniya kurd de dibe mînak.