Bi rengên ‘Jin Jiyan Azadî’ 25’ê Mijdarê

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
702 views

Pirsa tundiyê bi qasî pirsa hebûn û azadiyê giring e. Giringe ji ber ku mijara tundiyê ne mijarek kesî, lê pergalî ye. Li dîrokê binêrin dewlet, artêş, sazî û dezgehên din hemû bingehên tundiyê ne. Binêrin li ku derê dewlet heye, li wir tundiya pergalî heye. Li wê derê jin tê kuştin, zarok tên kuştin, civak bi temamî di pencên tundiyê de tê guvaştin. Wate mirovê modernîteya kapîtalîst ji tundiyê ne xerî be. Lê mirovên modernîteya demokratîk jî li dijî vê têgehiştinê têkoşînek bêhempa dimeşînin. Dema em li tabloya tekoşînê dinêrin dibînin îsal di warê tekoşîna li dijî tundiya dewlet-zilam de têr û tijî bû. Weke hêzên modernîteya demokratîk hem jinan hem jî gelan li meydanê li dijî tundiya zilam-dewletê tekoşînek bê eman meşandin. Fînala vê têkoşînê bi xwepêşandana jinan a 25’ê Mijdarê jî xwe da der.

Li dijî tundiyê têkoşîna hevbeş

Em li tabloya xwepêşandan û çalakiyan binêrin, roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê a navnetewî 25’ê Mijdarê îsal jî li Kurdistan û cîhanê bi çalakiyên berfireh hat pêşwazîkirin. Li her beşa welat û her wiha seranserê cîhanê jin bi heman daxwazan gihan hev. Ji her cure tundiya zilam û dewletê re jinan dîsa gotin NA.  Xala çalakiyan a hevbeş elbet sekna li dijî tundiya zilam-dewletê bû.  Ji bo seknek serketfî jî jinan îşaret bi tekoşîna hevpar û rêxistî kirin.

Elbet çawa ku navenda êrişa li dijî jinan û gelan Kurdistan û bi taybet Rojava bû, berxwedan û tekoşîn jî li vê erdnîgariyê û li derdora wê şênbertir bû. Faşîstê sedsalê Erdogan ê şefê dewleta dagirker a Tirk êrişî destkeftiya gelan û jinan dike. Ev destkeftî bê gûman şoreşa jinê bi xwe ye. Lewma jî di serî de jinan û gelan bergiriya vê êrişa qirker kirin.

Bi rastî mirov naxwaze bi bîr bixe, lê ji bo tabloya tundiya zilam-dewletê bê fêmkirin jî giringe. Dema dewleta tirk û çeteyên wê êrişî Rojava kirin, pêşî dîmenên destdirêjiya li jinan bal kişandin. Bi kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef peyam dan jinê, peyam dan gelan. Bi dîl girtina şervanên YPJ û pêkanînên li dijî wan, peyam dan jinan û gelan. Gelan jî ev peyam wergirtin. Lewma li Kurdistanê û cîhanê jinên Kurd û beşek ji jinên cîhanê xwedî li şoreşa jinê derketin. Pêla xwedîderketinê di 2’ê Mijdarê roja cîhanê ya Rojava de gehişt lutkeyê. Di 25’ê Mijdarê roja navnetewî a li dijî tundiya li ser jinê de jî vê pêlê li eniya jinan xwe nîşan da.

Berxwedan li dijî dagirkeriyê

Li Kurdistanê çalakiyên herî girseyî û mezin li Rojava pêk hatin. Sedema mezinbûna çalakiyan bêguman êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava ye. Berxwedana li dijî dagirkeriyê ku di pêşengiya jinan de ye, mohra xwe li çalakiyan da.  Siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku ji aliyê çeteyên Erdogan ve bi awayek hovane li pêş çavên cîhanê hatibû qetilkirin, di çalakiyan de bû nîşaneya berxwedana jinê. Jinan bi navê Hevrînê duruşmên xwe qêriyan. Ji xwe banga çalakiyan jî ev bû ‘bi berxwedana Hevrînan emê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’. Li Minbic, Kobanê, Dêrik, Hesekê û Helebê heman peyam hat dayîn; dagirkerî tundiye, êrişên dewlet û zilam heman in. Emê bi tekoşîna rêxistî û hevpar rê nedin dagirkerî, tundiya zilam û dewletê.

Li Bakurê kurdistanê jî jinan peyama xwedîderketina li Şoreşa Rojava dan. Dewletê çalakî qedexe kirin, bend danîn, lê jinan qedexe û bend derbas kirin û xwe gihandin qadan. Ev hewldana jinan, di şert û mercên faşîzmê de pir û pir bi wate ye. Tê zanîn navenda êrişên rejîma Erdogan a qirker Bakurê welat e. Ev rejîm li Bakur û tirkiyê jî herî zêde êrişî jinan dike. Lewma bi salaye ti destkeftiyek jinê nehêla ku dest dirêjî lê nekir. Ji ber vê yekê helwesta jinan a li dijî faşîzmê pir bi wate ye. Li Şirnex, Wan, Riha, Cizîra Botan, Amed, Mêrdîn û gelek deverên din jinan gotin ewê serî li hemberî faşîzmê netewînin. Dê bi tekoşîna hevpar faşîzmê têk bibin. Belkî têrê nake, lê ev gotina jinan ji bo tirsa wan bes bû. Ku ev helwesta jinan têhna xwe bide biharê, dê 8’ê Adarê û Newroz kelhên faşîzmê bihejînin û birûxînin.

Ku em li bajarên Tirkiyê jî dinêrin, jinan ew bêdengiya mutleq dubare şikandin. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr û bajarên din yên Tirkiyê jinan berê xwe dan qadên qedexe. Faşîzmê bi artêşa xwe ya zorê, bi polîsan êriş kir, lê jinan ev êriş jî veguherandin sedema tekoşîna hevpar. Xalek din bê gotin dîsa rengê jinên Kurd bû di çalakiyên herî mezin yên Tirkiyê de xwe da pêş. Jinên Kurd xuyaye xwedî dînamîzma herî mezin a rêxistî ne û her li kû derê ne, reng û dengê xwe didin wê derê. Ferqa xwe bi gotinên Jin, Jiyan, Azadî li meydanên Stenbolê, Îzmîr û bajarên din danîn holê.

‘Emê Şoreşa Rojava biparêzin’

Li Başûrê welat jî jinên Kurd ku li dij dagirkeriyê bi mehane li ser pêyan in, di 25’ê Mijdarê de li qadan peyama xwe kirin yek. Çalakiyên li Silêmaniyê, Kerkûk, Ranya û binarê Qendîlê îsal bal kişandin. Balkêşe tevî bergirî û tekoşîna jinan jî di salên dawî de asta tundiya li ser jinê pir zêde bûye li herêmê. Wate desthilata siyasî guh nade ti daxwazek a jinan û tedbîrên yasayî nayên wergirtin. Lewma her roj li Başûr jin tên kuştin. Her bêhnê, bi awayekî din tundî li jinan tê kirin.  Ji ber vê sedemê îsal jinan bi dengekî berztir karîn ji tundiya pergalî re bêjin na. Jinan bi banga ‘ Jin jiyane, jiyanê nekuje’ peyama xwe dan. Lê ji bo guherîn pêk were, hêza jinan divê mezintir be, rêxistîtir be, ku bikare bandora guherînê li siyaset û civakê jî bike.

Dîsa li Ewrupayê jî bi armanca xwedîderketina li Şoreşa Rojava a jinê, li dehan navendan di pêşengiya TJK-E de çalakî pêk hatin. Çalakî bi banga ‘Jin Rojava diparêzin’ bûn qadên jin daxwazên xwe biqêrin. Li bajarên Almanya Berlîn, Stuttgart, Frankfurtê çalakiyan bal kişand. Li Swîsre bajarên Lozan û Bîelê heman daxwazan mohra xwe li çalakiyan da. Li Fransayê bajarê Parîs û Lorîent û hin bajarên din çalakî pêk hatin.

Bi têkoşîna jinê hişmendiya mêrê serdest têk diçe

Li gel Basel û Zurîhê li Cenevê yek ji çalakiyên bi wate pêk hat. Bi tevlîbûna jinên ji her aliyên cîhanê li pêşiya avahiya Neteweyên yekbûyî çalakî pêk hat. Ji Şîlî, Birezîlya, heya Îran û Kurdistanê jinên bi hêvî, li derdora yek daxwazê civiyan. Jinan ji tundiya dewlet-zilam re gotin Na. Nûnerên jinên Kurd gotinên xwe gotin, jinên cîhanê guh da wan û piştigiriya wan kirin. Ji tevgera jinên Kurd a Ewrupayê Besîme Konca axivî. Koncayê got jina Kurd cihê xwe di dîroka şoreşên cîhanê de çêkir. Bila gûmana kesê tinebe, wê li dijî berxwedan û tekoşîna jinê hişmendiya mêrê serdest têk biçe. Ev peyama jina Kurd li Cenevê niqotî wê xala hevpar, armanc û hêviya jinan.

Ewqas çalakî hene, ne pêkane mirov navên hemûyan binivîse. Hema bêjin roja 25’ê Mijdarê her der bû qada çalakiyê. Jinan îsal jî îşaret bi tundiya zilam-dewletê ku xwe li her koda jiyana ‘modert’ bar e kirin. Balkêşe ji her demê zêdetir jin li dewrobera heman armancê, bi daxwaza têkbirina hişmendiya zilam zêdetir nêzî hev dibin. Ji Emerîkaya Latîn heya Efrîkayê, îsal jinan gotin ‘Emê Şoreşa Rojava biparêzin’. Ev şoreşa jinê ku êdî cîhanî ye, lewma zore têk biçe. Belê ew şoreşa ku bûye a jinê, zore têk biçe. Dema ku her roja me bi rengê Jin jiyan azadî xemilî, ew çax dê pergala tundiyê têk biçe. Lewma giringe tekoşîna li dijî tundiyê her roj be, li her derê be û bê gûman pergalî be. Jinan 25’ê Mijdarê weke wateya wê ya eslî, bi tekoşîna hevpar pêşwazî kirin. Ew maye ku jin vî ruhê tekoşîna hevpar belavî her demê bikin.