Destdirêjî polîtîkaya dewletê ye

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
397 views

Destdirêjiya leşker û polîsên Tirk ya li dijî jinên Kurd demên dawî rojevê dagir dike. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê êrişek sîstematîk ya qirkirina jinê bi rengê tecawiza polîs û leşkeran xwe dide der. Mijar bê guman ne kesî, lê encama polîtîkaya dewletê ye û divê di çerçoveya dagirkeriya Tirk û rêbazên şerê taybet de bi kûrahî were destgirtin. Li Dersimê windakirina Gulistan Doku ya ji Amedê jî heman polîtîka ye. Kesê berpirs an jî kujer kurê polîsekî ye.  Heman dewleta kujer, bi zexta raya giştî neçarî lêgerê bûbû. Niha ev qonax bi dawî dibe. Dixwazin Gulistanê bidin jibîrkirin, lêgera heqîqeta li pişt windakirina wê pêk neyê. Lê pirsa Gulistan li ku ye, dê li wê derê be û wekî nîşaneya lêgera heqîqetê dê di hişê me de cihê xwe biparêze.

Berî demekê li Batmanê leşkerekî Tirk destdirêjî jinek ciwan kir. Leşkerê Tirk Mûsa Orhan 20 rojan Îpek Er destgîr kir, îşkence û destdirêjî kir. Îpek Er bi rojan li nexweşxaneyê tekoşîna jiyanê da, lê nekarî bijî. Mûsa Orhanê kujer û tecawizkar li derve serbest geriya. Me rastiya destirêjiyê bi nameya Îpek Er ya li pişt xwe hiştî kûrtir fêm kir. Îpek Er pir tûj û dijwar pênase kiribû tişta jiyaye. Tecawizkar jêre gotiye tu bêjî jî kes bawar nake, dê kesek li te xwedî dernekeve. Gelo çima, çima wisa bêje tecawizkarek?. Raste ku aliyek vê rewşê rastiya dagirkeriya Tirk ya li Kurdistanê û daxwaza têkbirina civaka Kurd e di şexsê jinê de. Lê aliyê din jî helwesta cinsiyetparêz, paşverû û kenveşope ku ji rewşên wisa re dibe bingeh. Lewma giringe em rewşê ji çend aliyan ve lêpirsîn bikin û li rastiyê vegerin. Li vir tecawizkar bi qasî xwe disipêre çanda tecawizkar û polîtîkayên dagirkeriyê, di heman demê de xwe disipêre cinsiyetparêziya bûye çand û pergal jî. Di encamê de jinek ciwan e, li hemberî leşkerekî dewleta dagirker gotina wê ma wê kê bandor bike, kî dê bi çi bawer bike?. Ê di cîhana zilaman de, di dewleta zilaman de, di civaka zilaman de bê guman kujer be, tecawizkar be, ker û kor be, lal be, çidibe bila bibe gotina zilam ya serwer e. Îpek Er nameya biêş û bi gotinên tijî heqîqeta civakî ya têkçûyî dibin lingên dagirkeriya tirk de li rûyê me dide wê rastiya rizî. Bila hêrsa me ya li dijî dagirkeriyê tam be, xurt û mezin be elbet, lê çavkanî em in, civaka me ya cinsiyetparêz, heqîqeta dagirkirî ya civakî, dûrketina ji Kurdbûna li ber xwe dide û dixwaze azad be bi hezaran nirxên me li ber xwe dibe. Îpek bi wan gotinên birîndar ji dû aliyan ve rastiyê li rûyê me dide. Dîsa li Şirnexê jî ji artêşa dewleta dagirker leşkerek tecawizkar xwe da der û destdirêjiya zarokek 10 dalî kir. Şirnexiyan Alparslan Akbudak ê tecawizkar li ser suc girt. Lê dewletê ew parast, nehat cezakirin.  Li Çewlikê jî leşkerên tecawizkar bi gotinên ‘ Em ji welatê xwe hez dikin’ destdirêjiya li zarokên Kurd parast in. Li bajarên Tirkiyê jinên Kurd ji aliyê kujerên xwe ve tên şewitandin, dixin varîlan û beton dirijînin ser.

Em berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dîsa polîtîkaya qirkirina jinê li gel şerê dijwar, bi tecawiz, revandin û kuştinê xwe dide der. Dewleta Tirk heman rê û rêbazê li dijî jinan li vir jî bi kar tîne. Destdirêjî, revandin, kuştin û xistina jinê rojane pêk tê ku civakê teslîm bigire. Li Efrînê jinan direvînin û li wan îşkenceyên giran dikin. Tenê nimûneyek, E.A Hezîrana 2019’an tevî keça xwe ya sê salî tê revandin û salekê dibin îşkenceyên giran de dimîne. Di ser de jî maddeyên hişbir bi zorê didin E.A.  Malbat li pêşberî 17 milyon perê Sûrî wê ji destê çeteyên Tirk rizgar dikin. Xuyaye li van herêman rêbazên herî qirêj ji bo têkbirina civakê di dewrê de ne. Rêxistina mafên mirovan ya Efrînê bi daneyan diyar dike ji Adara 2018’an ve li Efrînê hezar û 564 jin rastî êrişê hatin. Bê guman dinava demên dawî de jimara êriş, destdirêjî û kuştinên jinan zêdetir bû.

Di encam de ev dijminahiya Kurd ya kor û kûrbûyî di êrişên li ser jinên Kurd de xwe didin der. Dixwazin qebul bikin an nekin, lê dijminê Kurdan dewleta Tirk êrişî ruhê Kurdan dike. Jinan 50 salên dawî li Kurdistanê şoreşên mezin pêk anîn. Vejîna Kurd jinan pêk anî, şoreşa çandî û civakî di pêşengiya jinan de pêk hat. Ev şoreş beş bi beş li Kurdistanê pêk tê, niha belavî cîhanê dibe. Dewleta dagirker û qirker êrişî vî rayê jiyanê dike.

Dewleta Tirk dixwaze qirkirina Kurd bisipêre qirkirina jinê. Lewma eger dê seknek li dijî pergala dagirker û qirker ya Tirk hebe, divê xwe bisipêre azadiya jinê. Divê em wekî civak ji vê rewşa giran encamên giring derxin. Koletiya kûr ya li ser tecawizkariya jinê bincihkirî hişmendiyeke. Di her civakê de encamên vê destdirêjiyê çêdibin. Giringe civaka Kurd vî rêbazê qirkirinê bi xwedîderketina azadiya jinê pûç bike.