Feraset, teşe bi tundiya li ser jinê dide

- Xalîde ENGÎZEK
501 views

Di şerê cîhanê yê 3. de ku ji 30 salî zêdetire bi destê hêzên hegemonîk ên cîhanî tê birêvebirin, yek ji rêbaza şer a nû ku lê hatî zêde kirin jî şerê biyolojîk e. Ji ber armanca vî şerê cîhan ê; ku hewl didin rewşa kirîza sermayeya global tê de derbas dibe, rizgar bikin û bi hin dîzaynên qismî ên pergal ê, qeyrana kûr bûye û gihaye lûtkeyê çareser bikin. Di nava 30 salên derbasbûyî de hewldan şêwazên pergalên heyî, ên wek netew-dewlet, rêveberiyên monarşîk, totalîter û olîgarşîk biguherînin û li şûna wan pergalên nû ava bikin. Pergalên hîn biçûktir û bêhêz bin, karibin wan kontrol bikin, wan bi pergala hegemonîk ya cîhanê ve girê bidin daku sermayeya global bi ewle û serbest karibe tevbigere, li ser hemû çavkaniyên enerjî û berhemên madî yekdestdariya xwe ava bikin. Bê guman bingeha vê ya bîrdozî jî lîbralîzm e.

Civak ji kokên wê tê qutkirin

Ji bo hişmendiya takekesî û ferdperestiya lîbralîzmê bisepînin, ji milekî ve şerên bi teknîka sûper û çekên qedexekirî bikartînin, ji milekî ve jî sermayeya ku bûye wek lawirê bi navê (Lewhathan) û devê xwe yê bi xwîn xistiye rehikên civakê û xwîna wê dimije, ji milê din ve jî pergala mêrê serdest a yekperest û xwedî hişmendiya ferdperest ku tevna civaka resen, bi kok û yekpare diperçiqîne û belav dike. Dema tevna civaka resen belav dibe, wateya jiyanê jî namîne, civakên faşîst, civakên weke keriyan tên afirandin û ev civak bi nexweşiya pençeşêrê dikevin ku dermanê wê jî tune ye.

Niha em li rewşa cîhan û mirovahiyê temaşe dikin; pergala yekdestar ya modernîteya kapîtalîst li ser jiyana civakê xeteriyek mezin avakiriye. Ev pergal bi xwe nexweşiyan diafirînê û dibe mirov xwe ji vê pergalê dûr bigre û biparêze. Waye cihana me û mirovahî bi Covîd-19 re rû bi rû ye û ji ber encamên derxistiye holê civak dinale. Careke din diyar bû ku pergala heyî ne civakê azad dike, ne jî dikare wê biparêze. Waye pergala tendirustiya cîhanê li hemberî vê nexweşiyê hilweşiya û bêçareye.  Helbet ev nayê vê wateyê ku dermanê vê nexweşiyê nîne. Belê heye, lê heya zanist, saziyên zanistê di bin yekdestdariya pergala hegemonîk de bin, bila kes li benda dîtina dermanan nebe. Ji ber ev pergal bi xwe vîrûsa herî xetere a li ser jiyana civakî ye, ji vê pergala bi vîrûs derman hêvî kirin, ketina nav bendewariyê û tendirustiya xwe li benda desthilaran hiştin, xwe xapandinek mezin e.

Xweza êdî nikare vê bêparsengiyê rabike!

Ev pergal ji destpêka dîrokê de xwe li ser kolekirina jinê û di şexsê jinê de jî li ser kolekirina civakê daye avakirin. Divê şerê cîhanê yê 3. de êdî perçiqandin, kolekirin û dagirkirina civak û jinan heya şaneya wê ya herî jêr û hûr hatiye. Ji bo wê jî ne rewşa civakî û ne jî a ekolojiyê dikare vê pergalê rabike. Xweza û civak êdî nikarin xwe li hember vê pergalê rabigrin, bi awayekê rêav a xwe dibîne û dixwaze ji nû ve bi awayekê jiyanek nû de hebûna xwe berdewam bike. Rêber Apo ev şêweya jiyana nû wek jiyana polîtîk û exlaqî binav dike, yanî ev jiyan, jiyana komînal û sosyalîst e.

Pergala serdest ji vê jiyana komînal û sosyalîst ditirse; a rast bi vê vîrûsê û hişyariyên ku her roj dikin û dibêjin ji mal dernekevin, dixwazin pêşî li vê şêweyê jiyana azad a civakî bigrin. Armanc ji vê yekê jî ew e ku civak ne weke kom û hebûnek civakî bijî, belku wek girtî û dîlê pergalê bimîne, ya din jî ji ber vê ye ku jin pêşengtiya hunandina vê jiyana komînal dikin e, dixwazin jinan di hundirê malê, bi mêrên despot û kujer re rû bi rû bihêlin ku ew carekedin bi tund û tujiya heyî re tenê bimînin. Bi vê re carekedin bi rêya tundiya li ser jinê a di nava malê de wê ji erka wê ya bingehîn qut dikin.

Tundiya bi destê pergalê tê hunandin

Di tu demekê de tund û tujiya li ser jinê evçend bi rêk û pêk nehatiye meşandin. Jixwe çapemenî di vî warî de bûye yek ji amûra herê kirêt ku operasyonên têgihîştina hizra mirovan birêve dibin. Her roj em bi nûçeyên wek ‘jin bi tundiya mêr a di nava malê de rû bi rû dimîne’ tên. Jin di nav malê de rastê lêdan, destdirêjî û tacîzê tê û tê kuştin. Rojane nûçeyên bi vî rengî çêkirin û dayîn, hejmar û statîskên bûyerên kuştin, lêdan û destavêtinê dayîn, jin weke mexdûr destnîşan kirin, rê li diyarkirina xetên sereke ên ji bo parastina jinê digre. Nêzikatiyên bi vî rengî di jin de hişmendiya qederê û mexdûriyetê kurtir dike. Pêwîste ragihandin xwe ji vê rewşa bi şerm û gunehbar ku bûye amûrê destê şerê taybet, derxîne.

Di vê mijarê de ragihandina azad xwedî roleke diyarker e, lê carnan serê mijarê ji destê wan de jî difilite. Her wiha rê û rêbazên ku sazî û rêxistinên jinan didin pêşiya jinên di nav malê de pir demkî ne. Nêzikatî û xîtaba wan jî her tim jinê mexdûr destnîşan dike. Ev nêzikatî jinê bi hêz nake, wê nakşîne nav tekoşîn ê. Dibe ku em bizanibin di serî de li Tirkiyê û Şîlî, hema bêje li tevahiya cîhanê jinên bi hêz û zana, jinên pêşeng hene ku îro di destê desthilatdaran de girtî ne û xistine girtîgeh an. Dixwezin jinan bê pêşeng bihêlin.

Zimanê tê bikaranîn jinê dikuje

Jin di nav civakê de bê pêşeng, bê zanebûn, bê hêza xweparastinê dihêlin. Ev jî jinan ji hêla moral û hêzê de dişkêne û dihêle ku ew xwe bê çare hîs bikin. Ji bo wê, hewceye em dev ji vî zimanê ku jinê hertim wek berxa ber kêrê û mexdûr nîşan dide, berdin. Lazime em pirsgirêkê rast pênase bikin ku bikaribin çareseriya wê jî rast destnîşan bikin.

Dibe hemû jin bizanibin ku jin ne bêhêz û mexdûr in. Jin ji hêzê hatine xistin, ji zanebûnê bêpar hatine hîştin. Îro parastina jinê ji rehma mêr re hatiye hîştin. Wê demê dibe em vê bêjin; dibe jin li hemberî pergala mêr xwe zane bike û ligor wê tevbigere. Xwe bi rêxistinbûnê bi çek bike. Parastina xwe ji rehma mêr û pergala wî re nehêle. Di hemû qadên jiyanê de xwe bi hêz bike, mafê xwe biparêze, li ser vê bingehê hevjiyana azad biafirîne. Niha firsendek baş e ku jin xwe perwerde bike, birêxistin bike. Jina xwe perwerde kirî dikare zarokên xwe û hevjînê xwe jî perwerde bike. Dikarin hevjiyana azad û avakirina modernîteya demokratîk di hundirê mala xwe de pêk bînin. Zarokên xwe, ferdên di hundirê malbata xwe de birêxistin bikin. A herê girîng jî bikaribin li dijî pergala serdest a zilam têbikoşin. Ger ji aliyê rêgez û feraset de jiyan neyê serirast kirin, nepêkane jiyan rast bê jîn. Kes nikare nobedariya jinê bike. Jin pêwîste bixwe, xwe bihêz bike û biparêz e. Ger têkoşîn li ser vê bingehê neyê meşandin, dibe ku ji bo jina li mal de rastê tundî, destavêtin û kuştinê tê, pir tişt direng bikeve.

Birêxistinbûyîn bi hêz dike

Heya jina rastê tund û tujiya di nava malê de hatiye, telefon bike û li benda ka kesek bê û arikariya wê bike, bimîne, dibe gelek direng be. Jixwe tu rêbazên parastina jinê li cem dewletê nînin. Rêbaza herî baş a dewletê ew e ku jin bi tecawuzkarê xwe re bizewice ye. Di vir de jî rola ragihandin û tevna civakî a di agahdarkirina rast ya civakê de girîng e. Hewceye rêxistinên jinan birêya ragihandin û tevna civakî dengê xwe bigihîne hemû jin an.

Carnan dema ku mirov li rêbaza hin rêxistinên jinan dinêre, mirov hêrs dibe. Rêbazên wan ên têkoşînê pir reformîst in. Ji dewletê hêvî kirin heye, her roj qala hiqûq û zagonan dikin. Mirov ji vê yekê matmayî dimîne. We heya niha qanûn û hiqûqek dewletan ku jinan biparêze dîtiye ku îro hûn qala wekhevî û edaleta hiqûqî dikin. Tu çareseriyên bi rêya qanûnan ne çareseriyên mayînde û bingehîn in. Dema ku hişmendiya mêr û civakê hat guhertin, wê demê jin dikare di nava civakê de cihê ku şayanê wê ye bigre. Rast destgirtina saziya malbatê, dîsan têkiliyên di navbera jin û mêr de girîng e. Berovajî em ê nekaribin tehlîlên rast bikin, xwe ji tundiya heyî ku her diçe di nav her şaneyek civakê de bi saz dibe, biparêzin. Di nav saziya malbatê de ku heya dawî derî bi ser tund û tujiya jinê vekiriye, pirsgirêk heye, hem jî pirsgirêkên bi kok ku li benda destgirtinek kûr û zelal a jinê heye. Ger wisa nebe wê hişmendiya mêrê serdest a ku dibêje ‘yan tu ya minî, yan jî ya ax ê’, ‘tu milkê min î’, wê her roj zêdetir jinê bikuje. Heya ev feraset ku bi destê dewletê kûr dibe, neyê guhertin, pêwîste jinên ciwan hertim bi guman nêzî saziya zewacê bibin.

Bila jin ji tenêbûnê netirsin, tenêbûn ‘Xwebûn’ e. Jina di xwe de xwebûnê ava bike, natirse, ne mexdûr e, bi wêrekî têkoşîn dike. Ev têkoşîn jî vê wê azad bike, bedew bike. Vê bedewbûna xwe nekin milkê mêr, bibin ya xwe, bila reng û dengê we di rêya jiyana azad debe, xebat û têkoşîna we veguhere vîneke azad. Di şer û têkoşînê de hay li xwe bin, li xwe xwedî derkevin, azad bin û azad bikin.