Hebûna jinê sedema tirsa wan e

- Nesrîn NAVDAR
1.8K views

Wekî em dizanin li Tirkiyeyê di rêveberiyên xwecihî de vîna şêniyan bi biryarên ku ji navendê tên girtin tune tê hesibandin. Bi wan biryarên navendî bi hemû awayî ve mudaxileya xwecihiyan tê kirin. Ew hewldana navendîtî zihniyeta burokratîkî û karmendîtiyê di şaredariyan de dide avakirin û dibe sedem ku di rêveberiyên xwecihî de vîna gel tune were hesibadin û civak ji mafê xwe yê demokratîk û vîna xwe were bidûrxistin. Li hember vê zihniyeta navendîtî ku dijberê jinê, kedê, çavkaniyên xwezayê û yên ekolojiyê ye jî ev nêzê bîst salan e ji hêla siyaseta Kurd ve tecrûbeyeke erênî di rêveberiya xwecihî de hat jiyandin û îro jî bi feraseta şaredariya azad û demokratîk kar û xebatên şaredariyan ji cihê ku maye de tên berdewamkirin. Ji tecrûbeyan hat dîtin ku şaredariyên azad û demokratîk bi xwe re civaka azad û demokratîk diafirînin. Ango hat dîtin ku bidestxistina demokrasiyê, wekhevî û azadiyê ji xwecihiyê dest pê dike. Di şaredariyan de rêveberineke ji cih ve û bi demokrasiyek rasterast, rêvebirineke ji jêr ber bi jor ve ku civakê bêhtir aktîf dike û hilberîneriya wê xurtir dike, cihekî pêwîst digre. Ev jî bi şaredariyên azad û demokratîk pêkan e. 

Vîna jinê diyarker dibe

Şaredariya azad û demokratîk ji hemû awayê mudaxileya navendî xweser e û bi tu awayî astengî û qedexeyên wê napejirîne. Şaredariya azad pêwistî dide fikr û ramanên jin, zarok û ciwanan, nêrînên gel, perwerde, huner, çand û ziman, xweza û ekolojiyê, pêwistî dide azadiya jinê, pirzimanî û wekheviya civakî. Şaredariya demokratîk bi jin, mêr, ciwan, zarok, extiyar û astengdarên xwe ve îradeya hemû şêniyên bajarî ye û bi xistina meriyetê ya meclisên demokratîk û Konseyên Bajaran vîna gel pêşdetir dixîne. Şaredariya azad û demokratîk bi bîra şêniyan tîne ku bajar ya wan e û divê xwe û bajarê xwe tev, ew bi xwe bi rê ve bibin. Feraseta şaredariya azad û demokratîk ku rêvebirineke ji taxê ber bi navendê ve bi bêş dixîne bi xwe re rêveberiyek adil, civakeke demokratîk û bajareke ekolojîk diafirîne. Di şaredariyên azad û demoratîk de civak bajarê xwe bi ajal, dar û ber, bi kuçe û kolanên wê ve wek mala xwe û ferdek ji xwe dibîne û bi wê awayî nêzîk dibe. Di şaredariyên azad û demokratîk de bi pergala hevserokatî wekheviya zayendî tê avakirin, xwedîtina ji ser gel tê redkirin, li hember zihniyeta burokratîk, karmendîtî û navendîtiyê, li hember tekparêzî û xweparêziya ku netewedewlet xwe ji ser şaredariyan li gel ferz dikin, zihniyeta zêdetir azadî, zêdetir demokrasî û zêdetir civakî tê bipêşxistin. Wekî Bookchîn jî gotiye şaredarîtiya lîberteryen ango şaredarîtiya azad ‘daxwaza demokratîk a heqîqî ya mirovan ku ji bo hêzên mezinbûyî yên netewedewletan kelepçe bikin pêşîniyê ferz dike’. Şaredariya azad û demokratîk gelan tevî rêvebirina bajêr dike, gel jî bi nêrîna xwe ya azad û demokratîk hêza antîdemokratîk a netwedewletan kelepçe dike û ew bi xwe, xwe û bajarê xwe bi rê ve dibe.

Di şaredariya azad û demokratîk de ku gel xwe li dor wê birêxistin dike hevserokatî û xebatên ku li ser esasê rêveberiyên xwecihî tê avakirin jî cihekî giring digrin. Bi pergala hevserokatiyê ku cara yekemîn ji hêla Partiya Herêmên Demokratîk ve hat tecrûbekirin û di sepanê de bi ser ket ku îro jî di bin banê Partiya Demokrasiya Gel ve tê domandin vîna jinê di hemû qadê de tê hêzdarkirin û wek vîneke di rêveberiya xwecihî de jî beşdariyeke wekhev û demokratîk tê afirandin. 

Rêya wekhevî û demokrasiyê

Pergala hevserokatiyê ku bi wê re vîna jinê di her qadê de derdikeve holê bi xwe re xurtkirina wekheviya zayendî, demokrasî, azadî û parastina ekolojiyê diafirîne û hêza jinê ya parveker, wekhev, mirovhez û xwezahez tevlî rêveberiya xwecihî dike. Wekî tê zanîn di cîhanê de pergala hevserokatiyê ya di Rêveberiyên Xwecihî de cara yekem ji hêla gelê Kurd ve hat ceribandin û bi serkeftî hat berdewamkirin. Modela hevserokatiyê ku îro di qada rêveberiyên xwecihî de tê ceribandin hem di nav civakê de hem jî di navbera rêveberên şaredariyan bi xwe de wek rêya wekhevî û demokrasiyê tê dîtin. Her çiqas di ceribandinên salên borî de ji ber hînbûnên feraseta navendî, terzên burokratîk, karmendîbûn û baviksalarî di nav rêveberiyên xwecihî de xwe bide domadin û li hin deran hevserokên jin ji hêla hevserokên mêr ve hatibe xwestin ku bê erk werin hiştin jî bawerî heye ku ew helwesta neyînî ya hînbûyî bi demê re ji holê rabe. Di ceribandina modela hevserokatiyê ya di qada rêveberiyên xwecihî de jî nêzikatiya civakê ya ji modela hevserokatiyê re bi erênî hatiye pejirandin û piştgirî hatiye dayîn.

Rola meclîsên bajar û taxan

Di demokratîk kirina welatekî de şaredarî û meclîsên demokratîk roleke pêwist dilîzin. Di rêveberiyên xwecihî de meclis çiqas di hêla demokrasiyê de hêzdar bin, şaredarî û bajar jî pê re hêzdartir dibin û ew hêza wan a demokratîk welat bi tevahî ber bi demokratîkbûnê ve dibe. Şaredarî û meclisên ku ne xwediyê rêvebirinek demokratîk bin nikarin di nav civakê de û bi wê re li tevahiya welêt feraseteke demokratîk bidin avakirin. Di şaredarî û meclîsan de ku wek zagonî organên biryardayinê ne bi feraseteke demokratîk temsîliyeta ciwan, jin, astengdar û hemû beşên civakê bi xwe re welatekî demokratîk tîne. Bi heman awayî girtina nav rêveberiyê ya meclîsên bajaran, meclisên taxan, meclisên gundan, meclisên zarokan, meclisên ciwanan û yên jinan dîsa di demokratîkbûna welatekî de roleke mezin dilîzin. Helbet divê pêwistiya Konseyên Bajêr jî werin bibîranîn. Bi avakirina Konseyên Bajêr bi sazî û dezgehên xwe ve, bi karmend, karker, cotkar û esnafên xwe ve, bi rêxistinên kedê, saziyên civaka sivîl û komeleyên xwe ve bajar bi tevahî beşdarê xwerêvebirinê dibe. 

Pêşî li serweriya dewletê digre

Di şaredarî û meclisên demokratîk de gel bi stembar, xizan, mehrûm û bi şêniyên xwe yên ji hemû çînan ve di her qada jiyanê de xwediyê gotin û biryarê ne, rasterast beşdarê pêvajoyên rêveberiyê dibin û serweriya dewlet û sermayeyê tê sînordarkirin. Demokratîkkirina welatekî bi azadkirin û demokratîkkirina şaredarî û meclisên wê ve girêdahî ye. Ji bo avakirina azadî û demokrasiyê divê pêşî şaredarî û meclisên wê ji dewletê bên xweserkirin. Îro ji hêla pergala serdest ve ku herî zêde xwe di zihniyeta AKP/MHP’ê de li gelan dide ferzkirin, rêveberiyên xwecihî tên navendîkirin, hemû çavkaniyên wê ji sermayedaran re tê pêşkêşkirin û xweza di oxirê wan de tê rûxandin. Şaredarî û meclîsên demokratîk destûr nadin ku qadên jiyanî yên gel, mekanên bajarî yên mirovan û çavkaniyên wan ên xwezayî ji hêla sermayedar û serdestan ve werin rûxandin, xespkirin an jî xwemalîkirin. Ev modela şaredarî û meclisên azad û demokratîk ku bi hewldana gelê Kurd gihiştiye astekê ku ji bo hemû şaredariyênTirkiyeyê jî pêwîst e. Di Şaredariyên xwediyê feraseta burokratîk, karmendîtî, navendparêz, tekparêz û baviksalar de qutbûna ji gel û civak ê, xistina xizmeta sermayedar, serdest û kapîtalîzmê ya hemû çavkaniyên bajêr û pêşkêşkirina hemû çavkaniyên xweza û ekolojiyê di pêş de ye. Şaredariya bi pergala dewletê ve pêgirtî, civaka pêgirtî diafirîne, civaka pêgirtî jî welatê pêgirtî diafirîne. Ger civak û welatekî xweser û demokratîk tê xwestin lazim e şaredarî bi meclisên xwe ve xweser û demokratîkbûyî be û berê wê ne li sermayedar û serdestan be, bera wê her tim li civakê be.

Tecrûbeyên rêveberiyên xwecihî ku ji hêla gelê Kurd ve di nav 17 salan de bi feraseteke demokratîk û pirhêlî bi awayekî serkeftî hatin bidestxistin, xewa pergala serdest a tekparêz da revandin. Ji ber ku wan ev feraseta rêvebirina azad û demokratîk wek xetereya têkbirina feraseta xwe ya baviksalar, tekparêz û navendîparêz dît, ketin nav hewldanan û ji bo demekê be jî hewl dan bi qeyûman û bi hepiskirina rêveberên şaredariyên azad pêşî li vê serkeftina gelê Kurd a di rêveberiyên xwecihî de bigrin. 

Tirsa ji birêvebirina jinê 

Herwiha wekî em dizanin bi qasî ku siyaseta rêvebirinê ya desthilatî bi zihniyeta tekparêz û navendîparêz tê meşandin ji wê zêdetir jî siyaseteke ku bi hemû hêlî ve pêşî li jinê digre û di hemû qadên civakî de astengiyan li ber wê çêdike jî, dide meşandin. Ji mudaxileyên wê jî tên dîtin ku tirsa pergala serdest di pêşketina jinê ya di warê rêveberiyê de gelek zêde ye. Wekî tê zanîn pergala hevserokatî ji hêla pergala serdest ve tê redkirin û astengkirin. Yek ji nexwestina wê ya pergala hevserokatiyê tirsa pêşketina jinê ya di rêveberiyê bi xwe de ye. 

Jin di hêla wekheviya civakî, ekolojîk û di hêla hemû heyînên xwezayê de bêhtir hestiyar e. Vê hêla wê di warê başkirin, demokratîkkirin û civakîkirina rêveberiyên herêmî de jî potansiyeleke baş derxistiye holê. Lê ev hêla wê di heman demê de desthilatiya serdest gelek ditirsîne. Ev tebîeta wê ya parveker, wekhev, mirovhez û xwezahez li dijî îdeolojiya pergala serdest a tekparêz û baviksalar e. Piştî ku vê hêza wê wekî qadên dinê di qada rêveberiyên xwecihî de jî xwe baş da nîşandan pergala serdest a tekparêz xist nav xof û tirsê û ji ber vê êrîşên xwe li ser rêveberiyên xwecihî zêde kirin. Ji ber vê, wek îro jî tê dîtin, di mudaxileya desthilatiyê ya şaredariyên gelê Kurd de jî hedefa wan a pêşîn jin û qadên wan ên xebatê ne. 

Ew li dijî pir rengiyê ne

Di dema xespkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman de pêşî jin ji kar hatin avêtin û pişt re hemû sazî û avahiyên wan ên neguhêzbar ji saziyên dewletê re hatin dewrkirin. Herwiha di hedefa heman zihniyetê de jiholêrakirina xebatên pirzimaniyê jî hebû ku piranî ji hêla jinê ve dihatin meşandin. Wek encam dema mirov modela rêveberiya xwecihî û ya pergala serdest dide ber hev mirov bêhtir pêwîstiya rêveberiya azad û demokratîk dibîne. Ji hêlekî ve rêveberiyeke tekparêz, navendparêz, rûxînerê xwezayê, dijminê jinê, dijminê pirrengî û pirzimaniyê, ji gel qutkirî û xizmeta sermayedaran de ku derfetên şaredarî û hemû çavkaniyên bajêr xistiye xizmeta rayedar û sermayedaran, ji hêla din ve rêveberiyeke azad û demokratîk ku pirrengî, pirzimanî, wekheviyê, ekolojiyê, xwezaparêziyê, wekheviya zayendî û cihgirtina civakê ya di nav rêveberiyê de ji xwe re esas digre, derfetên şaredariyê ji bo başkirina bajêr, jiyana civakî û çavkaniyên bajêr jî dîsa ji bo başkirina bajêr û jiyana civakî bi kar tîne, li pêşberî civakê ne. Divê em ji bîr nekin ku azadkirin û demokratîkkirina rêveberiyên xwecihî, azadbûn û demokratîkbûna hemû civakê ye.