Heqîqet, wekhevî û jiyana ku bi destê jinê tê honandin

- Ruken EHMED
1.6K views

Têkbirina çeteyên DAIŞ’ê serkeftina gel an bû. Ji ber ku bi derketina holê a çeteyên DAIŞ’ê re li ser gelên li herêmê tirs hat avakirin. Lê têkbirina çeteyan û paqijkirina wan a li herêmê, di gel de rê li keyxweşiyê vekir û ew mija reş a ku her kes li ber direcifî hat qelişandin. Di civakê de ji nû de bawerî çêbû, baweriya ku pêkane ev mêjiyê qerisokî bê têkbirin. 

Civak bi awayek giştî di bin sihma tirsê de hatibû hîştin; jin, zarok û tevahiya civakê di bin    koneke reş de dihatin fetisandin û yên ku ev reşahî têk birin jî dîsan hêza gel bi xwe bû. Hêza ku bi jiyana bi hev re bawer dikir, hêza ku pê yeqîn dikir ku civak encax bi hebûna jinê û ne tenê di nav yek rengî de, belku bi pirr rengiyê re dikare bibe civak û xwe li ser pêyan bigire. Ev yek jî dide nîşandayîn ku tu hêz vê nekaribe hêza civak ê, civakîbûnê têk bibe. Ji bo wê jî mirov dikare bibêje ku têkbirina DAIŞ’ê di heman demê de carekedin hilweşandin û têkbirina zîhniyeta netew-dewletê bû. 

Gel biryara xwe a çawa jiyan kirinê da

Pergala netew-dewletê hertim wek şûra tirsê li ser serê gelan dihat hejandin. Gel bi vê zîhniyeta tek parêz a newekhev û dagirker, dihat pelçiqandin. Lê, bi taybetî jî bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re gelên li herêmê perdeya ji tirsê çirandin û vîna xwe a çawa jiyankirinê danîn holê. Ji bo dema pêş ka wê pêşeroja civakê çawa be, yan jî di roja îroyîn de pêşketinên siyasî wê bi çi rengî pêşbikevin û ji hêla ewlekariyê, birêxistinkirina civakê lazime çi bê kirin, yek ji wan mijarên girîng in ku hewceye mirov li ser rabiveste û binirxîne. Ji bo wê jî yekbûna gelan, bi taybetî jî bi jiyana bi hev re a gelên li herêmê bawer kirin,  girîng e. A ji van mijaran hemûyan girîngtir jî mijara jinê ye ku îro herkesê/î weke ku bera xwe dabe qobleyê, bera xwe dayî yê. Jina ku dihat xwestin di bin ebaya reş de bê fetisandin îro bûye hêviya avakirin û rizgarkirina gel an. 

Jin bi têkoşîna xwe ne tenê bû mizgîniya rizgariya gel an, di heman demê de di gel de hêvî û aramî jî avakir. Jinê îro ne tenê ji hêla leşkerî de li herêmê rol lîst, di heman demê de bû çareseriya pirsgirêkên gelên li herêmê ên siyasî, civakî, aborî û hwd. Em di vê baweriyê dene ku ger îro civakek azad, wekhev, azadîxwaz bê avakirin, ew jî vê bi destê jinê pêk bê. Ev jî ne xeyal e, belku encama têkoşîna van çend salan a jinê ye ku li herêmê da meşandin û bi awayek zelal raxist ber çav an. Ev ne tişteke nepixandiye, heqîqet e, heqîqetek ku îro bi destê jinê tê honandin.  

Guherîn û veguherîn 

Ger em tenê li qadên hatine rizgar kirin binêrin, em ê rastiyê hîn baştir bibîn. Jinên li wan herêman ji siyaset, beştarbûna ji qadên cihê yên civakê û a girîngtir jî mafê biryar girtin, axaftinê ji wan hatibû girtin. Jin, ji xwe birêxistinkirinê bêpar hatibûn hiştin. Lê belê dema ku em îro lê dinêrin, em dibînin ku ew jin weke ku ji kabosekê hişyar bibin, wisan keyxweş û geş in. Ew jin êdî xwe di nav kar de dibînin, bi reng û dengê xwe xûyanî bûn. Ji bona vê jî mirov dikare bibêje ku di pêşerojê de serkeftin ya gel an, a jinan e. 

Rexmê çewisandin, zext, tundiya fîzîkî û derûnî; belku rastê komkujiyan jî hat, lê ger îro di ewilîn firsendê de perdeya reş a ku bi darê zorê bi ser de kirine, diçirîne û lîlan dide, wê demê jinê tu caran dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedaye. 

Li Rojava a ku bi ser ket vîna jinê bû 

Bê guman beriya şoreş ê, yanî hîn di sala 2004’an de gelê Kurd dîsan di pêşengtiya jinê de li dijî zext, çewisandin û newekheviya pergala li Suriyê serî rakir. Ji ber ku tu caran mafê hebûn û nasnameya wan a Kurdayetiyê nedihat pejirandin. Helbet piştî aloziyên ku li Suriyê rû dan, derfetek a ku civak xwe bi xwe û bi hêza xwe, xwe birêxistin bike, pêk hat. Lê ji aliyê din de jî hêzên hegemon û riçikên wan ên wek çeteyên DAIŞ’ê ku li herêmê belav kirin û bûn bela serê gel an, dîsan dewleta faşîst a Tirkiyê ku di her firsendê de ji bo ku rê nede hebûna Kurd, bera êrîşên xwe dan destkeftiyên Kurd an û li herêmê komkujî pêkanîn. Ev yek jî li pêş çavê cîhanê kir. Tirsa wan a li hemberî xwe birêxistin kirina civakê bû, vîna ku digot ez heme û roj bi roj mezin dibû. 

Li Rojavayê Kurdistan ê, di pêşengtiya jinê de, ji destpêkê heya roja îro a ku pêşket ev rastî bû. Biryara gelan a çawa jiyan kirinê! Û tişta ku di hêzên dagirker de rê li tirs û xofê vekir jî, ev rastî bû. Rastiya civakek azad, bi vîn, navend jin û a herê girîng jî rastiya pergalekê bû ku ji bo cara ewil dihat pratîze kirin û cîhan li temaşeyê bû. Hemû gelên azadîxwaz, demokrat û sosyalîs dikşand xwe û ji bo wan jî dibû mînaka çawa jiyan kirin ê. 

People sit in the back of a truck as they celebrate what they said was the liberation of villages from Islamist rebels near the city of Ras al-Ain in the province of Hasakah, after capturing it from Islamist rebels November 6, 2013. Redur Xelil, spokesman for the armed wing of the Syrian Kurdish Democratic Union Party (PYD), said Kurdish militias had seized the city of Ras al-Ain and all its surrounding villages. Syrian Kurdish fighters have captured more territory from Islamist rebels in northeastern Syria, a Kurdish militant group said on Monday, tightening their grip on an area where they have been setting up autonomous rule. REUTERS/Stringer (SYRIA – Tags: POLITICS CIVIL UNREST TPX IMAGES OF THE DAY) – RTX152W6

Bi guhertina demografiyê qirkirina çandî pêk anîn

Pergalek ku tevahiya civakê dorpêç kiribû, hebû. Ji bo ku mirov bikare li hemberî vê pergalê, pergalek nû bide avakirin jî derfet û zemînek guncaw hewce dikir. Ji ber ku îro çawa di nav Komara Tirkiyê de tekparêzî heye û her tişt bi “yek al”, “yek netew” û “yek zimanî” dimeşe û ev yek jî ser hemû gelên li wê erdnîgariyê dijîn, tê ferz kirin, di heftê salên hikumeta Suriyê de ku hatibû avakirin û xwe wek Partiya Baas bi nav dikir de jî; ger bi heman rengî nînbe jî zext û çewisandin hebû. Hema bêje tevahiya civakê di bin dorpêçekê de bû. 

Bê guman yên ku herê zêde ji wan zextan para xwe girtin jî Kurd bûn. Mînak tenê li herêma Cizîrê şêst hezar mirovên me bê nasname bûn. Kurd ji her tiştekê bêpar hatibûn hîştin, hema bêje li ser axa xwe wek penaberan jiyan dikirin. Kurd wek “Ecnebî” kesê ku derve de hatine, dihatin pênase kirin. Dîsan gelek gundên Kurd an; bi taybetî jî gundên li ser sînor ji wan tên girtin û radestê gelê Ereb tê kirin. Gelê Ereb jî ji cihên din ên wek Reqayê tanîn û li herêma Kurdan bi cih dikirin. Wê demê jî heman polîtîka dimeşandin û demografiya herêmê diguhertin. Bi vê yekê re netew-dewletê nakokî di nav civakan de dida avakirin. Armanc wan  jî ew bû ku civak bi hev bikevin.      

Di 2011’an de gelan biryara xwe da

Di destpêka 2011’an de baweriya ku gel bê netew-dewlet jî dikare xwe birêxistin bike û li ser pêyan bimîne, pêş ket. Ji ber ku heya wê demê gel ji xwe ne bawer bû û ji ber ku her tim siya netew-dewletê wek sehmê li ser bû, wisa dihizirî ku ger tenê rojekê jî netew-dewletok nebin, ew ê nekaribin bijîn û civak wê hilweşin. Ew wisa dipûnijîn ku ger ev pergala dewletê nebe, gel wê hevdû bixwin; lê nedizanîn û hîn pê nehesîbûn ku ya gelan ber dide hev, ev netew-dewletok in. 2004’an de bingehek hat danîn û di 2011’an de jî gelên li herêmê bi baweriya jiyaneke din jî pêkan e, gavên ber bi çav avêtin. Ji ber ku dîtin yên ku pirsgirêkên civakê çareser bike, hêza gel, hêza civakê bi xwe ye. Gelên li herêmê bi pergala demokratîk a xwe dispêre hêza gelan bawer kir û xwedî li vê pergalê derdikevin. Ev pergal jî xwe dispêre meclîs, komîn, navendên jin, zarok, ciwan û hwd. ku navendên herî bi hêz ên vê pergala demokratîk in. Gelê li herêmê bawerî bi pêşengtiya jinê a di her qadê de kir û wisa meşî.