Koletiya modern û parastina mafên mirovan

- Roza METÎNA
43 görüntüleme
Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina bazirganiya mirovan, xebitandina zarokan, zewaca bi zorê yên ku formên koletiya nûjen in, di 2’yê Kanûna 1949’an de pêşnûmeyeke zagonê qebûl kir. Loma 2’yê Kanûnê li tevahiya cîhanê wekî “Roja Rakirina Koletiyê” tê pîrozkirin. Her wiha piştî şerê cîhanê yê duyem dewletên li cîhanê ji bo maf û azadiya kesan bê ewlekirin hatin gel hevdu. Piştî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di 10’ê Kanûna 1948’an de hat qebûlkirin şûnde 10’ê Kanûnê jî wekî Roja Mafên Mirovan hat îlankirin.

Têkildarî van herdu rojên taybet ên bandoreke girîng li ser rê, rêbaz, tevger û jiyana civakê dikin divê mirov balê bikşîne ser du xalên girîng. Yek jê koletiya modern a îro di çi astê de ye û ya din jî parastina mafên mirovan gelo çiqasî li cîhanê pêk tê. Sazî û dewletên piştgiriya van herdu rojan dikin gelo peywira xwe çiqasî bi cih tînin?

Mirov ji azadiya xwe bêpar tên hiştin

Dema em li pênase û girîngiya Roja Mafên Mirovan dinihêrin li ser esasên parastina mirovan a ji zextan hatiye honandin. Rêgezên xwedîderketina rûmeta mirovan jî esas tê girtin. Di çarçoveya wekheviya hemû mirovên cîhanê de tê nirxandin. Li gor Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî “Hemû mirov di warê rûmeta mirovan û wekheviya mafên mirovan de wekî hev ji dayik dibin. Xwedî aqil û wicdan in. Divê li hemberî hevdu wekî xwişk û bira tevbigerin. Mirov di destpêkê de xwediyê rûmetê ye”. Ji bo parastina maf û berjewendiyên civakê ev Danezana Mafên Mirovan gelekî girîng e. Lê ya girîngtir ew e ku çiqas bi cih tê anîn. Mixabin dema em îro li cîhanê dinêrin gelek mirov ji ber hincet û sedemên cuda ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Gelek dewletên di warê aborî, leşkerî, dîplomasiyê de xurt in, hîn hêsantir tercîhên xwe li ser mirovan didin ferzkirin û ev jî dibe sedem ku binpêkirina mafan derkeve pêş. Bi vê yekê girêdayî pirsgirêka azadiya ramanê jî rû dide.

Madeyên Roja Mafê Mirovan nayên bicihanîn

Li gor madeya yekem a Roja Mafê Mirovan “Mirov hemû di warê azadî, rûmet û mafan de wekhev in”. Di madeya 17’emîn de jî tê gotin “Kes nikare bi awayekî bi kêfî ji mulkiyeta xwe bêpar bên hiştin”. Lê dema em lê dinêrin li dewletên emperyalîst û hiyerarşî lê serdest in ev xalane mixabin pêk nayên. Li gelek dewletên ku ev xal qebûl kirine jî parastina mafên mirovan nayê kirin û koletiya modern jî pêş ketiye. Li cîhana ku kapîtalîzm lê serdest e Roja Rakirina Koletiyê û Roja Mafên Mirovan tenê bi gotinan dimîne. Pêşengê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro ku xwe wekî marksîst pênase dike bi van gotinan hinek rastiyan radixe pêş çavan: “Ji bo hinek li wesayetên luks siwar bibin ji bo çi hinek mirovên din bi lingên tazî mecbûr dimînin bimeşin?. Ji bo yên din 70 salî bijîn çima hinek mirov mecbûr dimînin 35 salî bijîn? Ji bo hinek gelekî dewlemend bijîn ji bo çi hinek kes pir zêde xizan dibin?. Ez li ser navê zarokên ku ne xwediyê pariyekî nan in diaxivim.”

Rêzdarî ji bo mafên rewa nayê nîşandan

Her kes bi awayekî wekhev û di nava heman şerdan de ji dayik nabin. Bi taybet li Rojhilata Navîn gelek mirov di encama şert û mercên ne baş de bi tundiyên cur be cur tên cezakirin û bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Rêzdarî ji bo mafên wan ên rewa yên wekî azadî, aştî, tenduristî, jiyanê nayê nîşandan. Dema em li gor van rastiyana pêvajoya li cîhanê binirxînin em kêm zêde dikarin texmîn bikin ka gelo parastina mafên mirovan li cîhanê çiqas pêk tê. Her wiha sazî û dewletên li gor hinek zagonên pejirandine û piştgiriya Roja Mafên Mirovan û Roja Rakirina Koletiyê dikin gelo peywira xwe çiqasî bi cih tînin?

Bi milyonan koleyên modern hene

Ji ber Roja Mafên Mirovan û Roja Rakirina Koletiyê du mijarên bi hevdu ve girêdayîne û ji hev bi bandor dibin divê mirov bi hev re binirxîne. Heger mafê mirovan bi wicdanekî temam û bi fikrên adilane pêk were wê demê ew ê zihniyeta koletiya modern diparêze û dibe sedem ku li her qadên cîhanê belav bibe, têk biçe. Ji ber binpêkirina mafên mirovan û valahiyên ku di vê encamê de pêk tên îro li cîhanê bi milyonan koleyên modern hene. Bi form û teşeyên cuda koletî didome û dibe sedema gelek pirsgirêkên mirovahiyê. Xapandin, gef, sûîstimalkirin pêşengiya van pirsgirêkan dikin. Ev yek hem li welatên ‘pêş ketî’ hem jî li welatên ‘pêş neketî’ tê xuyakirin.

Xurtkirina stûna parastina rewa divê esasê yekem be

Li dijî binpêkirina mafên mirovan, koletiya modern, talan, rantxwirî, avakirina qadên pişavtinê, xurtkirina stûna parastina rewa divê esasê yekem be ku jiyaneke wekhev bi hev re bê parastin. Jixwe Marquis da Sade dibêje ‘Civakeke ku bingeha xwe ji azadî û wekheviyê girtibe li wê derê kêm kiryar wekî sûc tên pênasekirin’. Ger li welatekî wekhevî û azadî hebe li wî welatî mirov mecbûr namîne ku li dijî darazê jî xwe biparêze. Wê demê ew ê têkoşîna li dijî alozî û şerê kapîtalîzmê yên xwe li ser mil û keda kedkaran dide xwedîkirin, hêsantir be. Her wiha ew ê îktidarên ku birçîbûnê dike amûra polîtîkaya terbiyekirinê, civakê xizan dike û dibe sedem ku bi hezaran jin dîsa dest bi rêwitiya koçberiya demsalî bikin û mafên wan bên binaxkirin, bi ser nekevin.