Mary Wollstonecraft: Jina bêtirs û çeleng

- Berjin TEKOŞER
245 views
Mary Wollstonecraft, li Brîtanya, li rojhilatê Londonê ji dayîk bû. Li malbateke xwedî heft zarokan, weke zaroka duyemîn hat dinê. Hema bêje qet perwerdeya fermî nedîtî ye. Lê tevî vê yekê xwe perwerde dike û pir zêde Shakespeare, Milton û Încîlê dixwîne.

Piştî van hewldanên xwe yê ji bo pêşketine, di sala 1784’an de dibe mamoste. Bi ezmûna ku di vê pêvajoyê de bidest dixe, du pirtûkan binivîse. Ji van pirtûkan yek jê bi navê “Li ser Perwerdeya Zarokên Keç Hin Nêrîn” (Thoughts on the Education of Daughters) û ya din jî bi navê “Jin di Jiyanê de Çawa Dikarin Roleke Girîngtir Bilîzin?” (With Reflections on Female Conduct in the More Important Duties of Life) tê weşandin. Piştî salekê jî romanekê dinivîse:

Her kêliya jiyana wê têkoşîn bû

Jina feylezof û femînîst Mary Wollstonecraft, (1759-1792), di sala 1792’an de bi berhema xwe ya bi navê Parêzvaniya Mafê Jinê (A Vindication of the Rights of Women) bi nav û deng dibe. Di pirtûkê de wekheviya zayendî tê parastin. Ev pirtûk ji aliyê dîrokzanan ve jî weke destpêka tevgera femînîstiyê tê qebûlkirin. Wollstonecraft di sala 1790’î de bi wêrekî û awayekî vekirî pirtûka xwe ya polîtîk a bi navê Parêzvaniya Mafê Jinê, nivîsand. Pirtûk, li pey nîqaşên li Îngîlistanê yên piştî şoreşa Fransayê li ser mijarê pêş ketin hat weşandin.

Xwedî raman û ferasetek azad bû

Her weha pêvajoyekê ku her kes ji ber şîdeta li Fransayê ketibû nav tirsê, Wollstonecraft di refê dijber ên têkçûna monarşiyê de cih girt. Ji bo dewama pirûka xwe ya bi navê “A Vindication of the Rights of  Woman” bîne, dest bi kar kir. Di vê pirtûka xwe de ji ber cihekariya li dijî jinê tê kirin, saziya zewacê û pergala perwerdehiyê rexne dikir. Her wiha destnîşan dikir ku jin jî bi qasî zilaman xwedî hêzê ne, lê rê nadin ku jin vê hêz û jêhatîbûna xwe bikar bînin. Mary her karekî ku di wê demê de jinan dikarîn bikin, dike. Nexasim di karê weke mamostetî, rêvebirina dibistanê, rexnegiriya civakî, nivîskariya roman û gelek pêşeyên din de kar dike. Pirtûka wê ya bi navê “Mary” û “Perwerdeya Zarokên Keç” ku dema zarok xwedî dikirin nivîsîbû, ji aliyê weşangerê bi nav û deng ê wê demê Fleet-Street ve hat weşandin. Her weha weşanger Joseph Johnson jî, ji ber ku ji raman û feraseta wê ya azadiyê bandor dibe, wê dike edîtora weşanxaneyê.

Daxwazên xwe bi dengê bilind anî ziman

Mary xwe bixwe fêrî zimanê Fransî, Elmanî û Îtalî dibe û karê wergerê jî dike. Ew di temenê 30 salî de; ku hîn temenek ciwan tê hesibandin, dibe nivîskar. Mary li dijî siyasetvan û fîlozof Edmund Burke ku li hemberî Şoreşa Fransayê bû, nivîsekê bi ser navê “Parastina Mafên Mirov” diweşîne. Piştî du salan, di 1792’an de di nava şeş hefteyan de pirtûka xwe ya bi navê “Parêzvaniya Mafê Jinan” dinivîse. Vê pirtûkê li hemberî zilamê dewletê yê Fransî Talleyrand diweşîne. Her weha danesîna Mafê Mirov esas digre, bi nêrîn û ramanên xwe xizmeta Şoreşa Fransayê dike. Mary di axaftineke xwe de balê dikşîne ser dîl girtina jinê ya di hemû qadên jiyanê de û weha dibêje: “Ji zarokatiyê ve, dema ku tê fêrkirin ku bedewî xezîneyeke mezin a jinê ye, wê demê hiş li gorî laş tê şekilgirtin û di qefesa xwe ya xemilandî de hey dizivire û tenê ji girtîgeha xwe hez dike.” Mary Wollstonecraft bi van gotinên xwe balê dikşîne ser hêz jêhatîbûna jinê jî: “Jêhatîbûn hêrî zêde di demekê weha de derdikeve pêş ku mirov tevahiya cîhanê girtibe beramberî xwe.” Her çend berê hin jinên xwedî ramanên wêrek ku di mijara mafan de hebin û di van mijaran de bi awayekî çalak mafên jinan parastibin jî, Mary ev yek pirr vekirî dianî ziman. Ev bi awayekî eşkere dikir û ya herî girîng jî ev bi dengê bilind diqêriya. Mary xwedî wêrekî û sekneke ji xwe bawer bû.

Di temenekî kurt de têkoşîneke demdirêj

Ew di sala 1795’an de bi nivîskar William Godwin re zewicî ku di wê demê de pirtûka wî ya bi navê  “Edaleta Siyasî” herî zêde hatibû firotin. Mary di 39 saliya xwe de, piştî zaroka xwe ya duyemîn anî dinê, bi deh rojan şûnde, di 10 Îlona 1797’an de jiyana xwe ji dest da. Mary ku di temeneke pir ciwan de koça xwe ya dawî kir û xwedî têkoşînek têr û tije bû. Di temenekî kurt de têkoşîneke bê hempa meşand. Tevgera femînîst, di sedsala 19’min de li Emerîka û Ewrûpayê pêş ket û giringiyeke mezin bi dest xist. Jixwe, ew dema ku Mary Wollstonecraft tê de dijî ji bo jinekê pir dijwar bû. Lê ew tim bi jiyana wê ya şexsî, her wiha têkiliya xwe ya bi radîkalên polîtîk re û bi mirina xwe ya bê dem di bîr de ma. Ew bi ramanên xwe yên werek weke “femînîsta yekem”, dayîka femînîzmê û pêşenga femînistên siyasî tê nasîn. Ew bi taybetî di tevahiya jiyan û têkoşîna xwe de li ser pêşketina zarokên keç û jinan disekine, di vê mijarê de xebatê dimeşîne. Bi taybetî pirtûka wê ya bi navê “Parêzvaniya Mafên Jinan” dîroka femînîzmê bi têra xwe dide fêr kirin.

Jin dikarin xwe rizgar bikin

Li gorî wê jin divê li gorî pîvanên zilam tevnegerin. Mary dibêje, “Di têkiliyên di navbera jin û mêr de bi berçavgirtina rola hestên cinsî, dikare hin analîzên nûjen ên zayendî bêne kirin.” Mary Wollstonecraft di mijara jin de balê dikşîne ser bihêzkirina jinê û weha tîne ziman: “Bi berfirehkirina asoya jinê, hişê jinê xurt bike; wê îtaeta heta hetayê bi dawî bibe. Lê ji ber vê ye ku her tim pêdiviya desthilatariyê bi îtaeta heta hetayê heye. Zalim û ketî,  hewl didin jinê di tarîtiyê de bihêlin. Ji ber ku yek ji wan tiştê ku tê xwestin kole ye, ya duyem jî pêlîstokeke ku her tim di destê xwe de bigrin.” Bi vê gotina jî balê dikşîne ser giringiya vîn û zanebûnê: “Tu kes xirabiyê ji ber ku xirab e nahilbijêre, dema ku li pey başî, bextewariyê ye dikeve nav vê şaşiyê.”