Me kêlî bi kêlî tevnê berxwedanê hûnand

- Newaya Jin
538 views

Sala 1982’an de gelê me şahidî ji pêvajoyeke herî tarî kir, ji ber ew sal bi îşkence û êşên pirr giran dagirtîbûn. Beşek zêde ya kadroyên pêşeng ên partiya me di girtîgehan de SARA - SAKINE 2bûn. Bi taybet di girtîgeha Amedê de dihatin ragirtin. Ji dawiya sala 80’an Amed wek herêma pîlot hate îlankirin û hevalên ku digirtin li wir kom dikirin. Hevalê Mezlûm, Kemal û Xeyrî li vê girtîgehê bûn. Ew pêvajo ji bo bizava me pêvajoya hebûn û tinebûnê bû. Dixwestin di kesayeta girtîgehê de bizavê tune bikin. Bi giştî di tevahiya girtîgehan de kiryar pirr hovane bûn, bi taybet Mamak wek model hatibû bidestgirtin, ekîba li Amedê jî piranî ji wir hatibû. Ji xwe şikence herdayîm pêk dihat. Ji hev belavkirina hemû avaniya rêxistinî di plana wan de hebû. Beriya ku heval werin girtîgehê di nav birêxistinbûnekê de bûn, lê di Tîpa E de di serî de dixwestin vê birêxistinbûnê belav bikin, kesayetên pêşeng bixin hûcreyan. Di nav girtîgehê de kesayetên xiyanetkar ên çete wek Şahîn Donmez jî hebûn. Nêzîkatî û rênîşandana wan, ji ber rewşa me ya hundirîn jî deşîfre dikirin; birastî dijmin bêtecrûbe bû, lê bi rêya agahiyên wan, bû sedem rewş giran bibe.

Jiyan û serpêhatiyek ji agir

Berxwedana rêheval Mazlûm Dogan, paşê jî ya çar rêhevalan û herî dawî jî çalekiya mezin a rojiya mirinê pey li hev pêşketin. Rêhevalên pêşeng ferq kirin ku ger  berxwdaneke xurt neyê meşandin vê nikaribin polîtîkayên heyî vala derxin. Bi pêşdîtina wan berxwedan pêşket. Çalakiyên birçîbûnê, rojiya mirinê êdî bûne rêbazek ji jiyana civaka me, lê rojiya mirinê ne bûyereke hêsan e. Sekn û berxwedanek mezin ji bo vê divê. Lêbelê her kêlî kiryarên dijmin jî hebûn. Hevalên di grevê de di wî halî de jî rehet nedihiştin. Îzole dikirin. Bi rêbazên cûda bi ser wan de diçûn. Bi awayeke pispor polîtîka dimeşandin, ango ji melayan heya bijîjk û malbat bikar dianîn. Ji hêlekê ve bi rêya malbatan dixwestin kesên di rojiya mirinê de ji vê berxwedanê bidin vekişandin, rojane îşkence pêk dianîn, ji hêla din de bi rêya mela û bijîjkan psîkolojiyeke giran pêşdixistin. Di vê rewşê de kesê di grevê de pêwîst bû xwedî moraleke bilind bin, bersivên xurt û di cih de bidin. Ji xwe li hemberê polîtîkayên dijmin têkoşînek mezin hebû.

Ji bo cara yekem di sala 1981’an de rojiya mirinê hatibû destpêkirin, lê rexmê hin biryaran jî rêveberiya girtîgehê sozên dabûn pêk neanîn. Ji ber vê jî di vê çalekiyê de eşkere bibû wê bi tu awayî bawerî bi vê nêzîkatiya dijmin neyînin û tewîz neyê dayîn. Lîstokên dijmin di vî alî de dihatin zanîn, ji ber tecrûbeyên berê hebûn. Ya herî girîng jî têgihîştibûn ku divê parastina xwe bikin. Dijmin hemû kadro ji madeya 125’an didarizand in. Ev made jî îdam bû, kesê/kesa ku heta belavokek belavkiribû ji vê madeyê dihate darizandin. Yên ku di nav jiyanê ji hevalan bandor bibûn, notek anîbûn û biribûn, an jî xizmê yekê bûn, bê ku bedela wê hesab bikin bi yekcar bi îşkenceyên giran re rû bi rû diman, ev jî têra nedikir, cezayên herî giran didan wan, vê yekê jî psîkolojiyeke nebaş çêdikir. Bi rêya sizayên giran hewl dida tevgerê bêhêz bike, teslîm werbigire. Tenê kadroyên pêşeng nedihatin armanckirin, di kesayeta wan de hemû avanî hedef girtibûn û heta lewaztiya di her takekesê/î de bikar dianîn. Îdeayên pirr cidî hebûn. Bi îdamê dihatin darizandin. Bizav wek terorîst dihate darizandin, hin tewanbariyên cihê hebûn û pêwîst dikir parastina vê bihata kirin, şertûmercên vê bihatana pêşxistin.

Mîlîtanên tevgerê mirin dawetî meydana cengê dikir

Ya duyem bi awayeke acîl hewce dikir ku îşkence were sekinandin. Her însan wek milîtan û kadroyê rêxistinê bidestgirtin û evqas îşkence lê kirin, bidana sekinandin. Ev her du xal polîtîka û nêzîkatiya me ya bingehîn bûn. Di xala herî mafdar de derketinek bû. Yên ketibûn nav çalekiya rojiya mirinê ji bo xwestekên wan bi cih bê di wateyekê de mirin dewetî meydana cengê dikirin û ji mirinê re amade bûn. Dema heval di çalekiya rojiya mirinê de bûn, dijmin ji hevalên din re digot ku “Heval wê nekaribin li berxwe bidin. Hinekan çalakî berdane, xwarinê dixwin!” Rojane bi rêya hoperlorê ji herkesê re ev derew digotin. Hin caran yên xiyanetkar didan axaftin. Dixwestin bi vê rêyê moralê hevalan xira bikin. Hemû heval bi helwest û sekna xwe ya berxwedêr bûn xwedî vîneke azad. Esed Oktay nedikarî wate bide berxwedanî û vîna heval an. Digot ev çi cûre însan in ku dikarin evqas li berxwe bidin? Dema ku heval îşkence dikirin, her ev mijar ji wan dipirsî û digot ka bêjin hûn çavan dikarin berxwe bidin? Rexmê ku dijmin bû, îşkence dikir, didît ku însanê li pêşberî wan ne insanên ji rêzê ne.

Berxwedaniya hevalan maratoneke demdirêj bû. Di nav pêvajoyê de beden jî têk diçû, çavên hevalê Kemal Pîr kor bibû, guhê hin hevalên din ker bibû. Hevalê Kemal heya demekê bi kesekê neda hîskirin ku çavên wî nabînin. Dixwest heya kêliya dawî nebêje. Heya kêliya dawî têkoşînê dide meşandin.

Li girtîgehê rûmeta mirovahiyê dihat binpêkirin

Her hereket û tevgera ku dihate kirin pêwîst dikir bi organîze û plankirî be, ji ber ku beden bêhêz bibû. Tenê av vedixwarin, piştî demekê nema dikarîn avê jî vexwin. Wan dizanî çendî çalakiyê dirêj bikin, ewqas têkoşîn dikin. Ev jî girîng bû. Kesekê dest ji xwe bernedida. Wateya 14’ê Tîrmehê jî di vir de weşartiye, maratoneke mezin e. Baweriyeke mezin heye. Birastî jî biserxistina armancê, bi taybet jî têkbirina tarîtî û xiyaneta ku di wê zîndanê de dihate ferzkirin, girîng e. Helwesta hevalan wiha bû “Heke mirin be jî emê bi xwe biryara vê bidin, hûnê biryara vê nedin. Ger em bijîn emê birûmet bijîn, ger em bimirin jî biryara vê emê bi xwe bidin. Hûn nikarin wiha bêrûmet me bikujin.” Li wir her cûre rezalet serdest bû, bi qasî serê derziyê rûmet ji însan re nedihate nîşan dayîn. Rêbazên îşkenceyê ku mirov qet xeyal nake, li ser girtiyan pêk dianîn. Normal hin îşkence hene ku mirov an nikare liberxwe bide û teslîm dibe, an jî bi hêza xwe wê têk dibe. Lêbelê di girtîgeha Amedê de rojane îşkence dihate kirin. Deriyê bîra kanalîzasyonê vedikirin û serê însan dikirin nav de, an jî digotin serê hevalê/a xwe bike tê de. Ji vê zêdetir tiştek ku rûmeta mirov binpê bike nabe. Ji ber ev hate dîtin û nehate pejirandin çalakî pêşketin.

Çalakiya hevalê Mazlûm, destpêkirina 14’ê Tîrmehê wiha pêşket. Bi vê mebestê dixwestin nêzîkatiya dijmin pûç bikin. Pirr kes ji polîtîkayên dijmin bandor dibûn. Jiyana wan bêwate bibû. Lê kadroyên rêxistinê xwedî berpirsyarî bûn, ji gel re pêşengtî dikirin. Dema dest bi vê dozê kirin, koma ku ji çend kesan pêk dihat, ji gel re soz dabûn ku azadî û rizgariyê pêş bixin. Di girtîgehê de jî evqas însan ji ber PKK’ê dihatin ragirtin. Di girtîgehê de hin kesayetên din wek Bûcakî, Suleymanger jî hebûn, çepên Tirk û Kurd jî hebûn. Lê, li ser Kurdan dijminatiyeke mezin hebû û li dijî PKK’ê jî dijmintî di asta herî bilind de bû. Lewma dixwestin întîqam bistînin. Li ser her kesî/ê îşkence pêk dihat, lêbelê ji her kesê/î heman berxwedan pêşnediket. Hewce dikir di serî de bawerî were dayîn, ew komî ser hev bihatana kirin; hêvî li cihekê ava bikirana. Ew bianîna asta ku ketîbûna di vê astê de nepejirînin, vê rewşê bixin bin lêpirsînê.

Berxwedan bû nefesek nû ji bo jiyanê

Her roj ku bi ser çalakiyê de diborî pêşdîtina wan rêhevalan, mezinbûna vîn, biryar û sekna wan eşkeretir dibû. Her roj zêdetir nêzîkatiyên dijmin dihatin lêpirsîn kirin. Yên bi navê PKK’ê hatibûn, an jî bi navê rêxistinên din hatibûn girtin, herkesî/ê heman lêpirsîn dikir. Şehadeta hevalan li pey hev çêbû. Di 6, 7, 12 û 15’ê Îlonê de heval şehîd ketin. Pêvajoya piştî wê jî girîng bû. Hem di warê girtîgehê de hem jî derveyî girtîgeh ê. Vê rewşê rê li pêvajoyeke nû vekir. Di bingeh de tişta ku PKK´ê avakir, di wateya siyasî, îdeolojîk de kire malê dîrok û civakê, ev kevneşopiya berxwedanê û helqeya wê ya diyarker bû. Rêbertî jî ev roj wek ‘roja rûmeta netewî’ bi nav kir.

Wek tê zanîn di wan deman li Rojhilata Navîn hevalan bi navê van şehîdên mezin sond dixwarin. Piştî wê hin îdam pêşketin, ji hin komên çepgir hin kes hatin îdamkirin. Îdam li ser hevalan pêkneanîn. Wê demê hevalan dane diyarkirin ku ger hûn hevaleke me îdam bikin, bi dewsa yek hevalê em ê ji we hezaran têkbibin. Ev biryardarî hebû. Pêşketina pêngava 15’ê Tebaxê, bêrêxistinkirina bizavê li Rojhilata Navîn ji hêla Rêber APO, jinûve vejîn û pêşketina têkoşînê hemû bi vê kenveşopiyê ve pêwendîdar bûn. Dijmin nekarî tiştê dixwaze pêk bîne, bêencam ma. Xiyanet wek bedela jiyînê ferz dikirin, lê ew negihîştin miraza xwe. Yên îşkencekar reviyan û çûn. Yên wek Esat Oktay li rexmê ku digotin; “vir cihê me ye û em ê we tune bikin,” neçar man wir biterikînin. Dewlet binket! Ev serkeftin jî encama berxewdana kadroyên PKK’ê bû. Xeta PKK’ê û Rêber APO biserket.

Ya girîng berdewamiya vê kevneşopiyê ye. Hewce dike ev ruh hertim zindî bimîne. Di her pêvajo û qada têkoşîna me de, ji hêla civakê de jî ku îro em hîs dikin hûcreyên me zindî ne, însanbûna me zindî ye, jinbûna me zindî ye, ev berhema wê berxwedanê ye. Ew berxwedan jî di wateyekê de qibleya me ye. Di qadên herî zehmet de me ew pêvajo wek mînak nîşan da. Pirr amûr û rêbazên têkoşînê hene. Mirov dikare wê bide meşandin. Di vê meş û têkoşînê de ji bilî vîn û baweriyê bêtir tiştek mirov tune ye. Tenê beden heye û dema vîn û bawerî nebe, hêvî nebe, beden jî kêr tiştekê nayê, tiştekê îfade nake. Piştî wê pêvajoyê heya niha di girtîgehan de pirr pirsgirêk çêbûn, lêbelê di bingeh de berxwedan bû kevneşopiyek ku qet dawî lê neyê. Ew rol û mîsyona ku dijmin di warê dîrokî û rojane  de ji girtîgehan re diyar kiribû, di wateya giştî de îflas kir.