Têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta qirêj

- Roza METÎNA
346 views
Êrişên sîstematîk ên nîjadperest ên li dijî kurdan, şewitandina daristanên li Bakur û Tirkiyeyê, şandina cenazeyên bi kargoyê, îşkenceya li ser sînor li mirovan tê kirin ne bûyerên ji rêzê ne. Ne jî mirov dikare bi hêsanî paşguh bikin. Ev geşedanan tabloya tirsinak û bi xof a welêt dide ber çavan.

Ev geşedanan nîşan didin ku hiqûq li vî welatî çawa serobino bûye, çawa nêzîkatiyeke ji rûmetê dûr bandora xwe dide hêskirin. Pêvajoya dijwar a niha ya xwediyê ezmûneke ne baş e, bingeha xwe bi kiryarên hêzên paramîlîter ên perwerdekirî, gotinên nefretê yên rayedaran, zimanê medyaya alîgir, polîtîkayên bêcezahiştinê, rantxwiriyê xurt dike. Zihniyeta vê aloziya pêvajoyê ji xwe re dike mertal û qetil dike mixabin bi hêza makezagonê tê parastin.

Nîjadperestî pirsgirêkeke mirovî ye

Zihniyeta di heman demê de nîjadperestiya pirsgirêkeke mirovî ye ji xwe re wekî çekekê bi kar tîne, bi tevliheviyê mejiyê civakê mijûl dike û nahêle civak bi mejiyekî rehet analizê bike. Ev zihniyeta ji dayina hesabê gendeliyê xwe vedikişîne dikeve binê baskên çanda lîncê û kuştinê. Qetilkirina Deniz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina 4 jê jin 7 kesên ji malbateke kurd a li Merama Konyayê encama vê çanda lîncê û polîtîkayên cudakariyê ye. Ji aliyekî jî pirsnameyên derbarê komkujiyan de yên nehatine bersivandin û qebûlkirin jî xizmeta ji vê zihniyetê re ye û li dijî ehlaq xwedîkirina polîtîkayên nîjadperest in.

Ji valahiyên zagonî hêzê digirin

Polîtîkayên nîjadperest sûcê nefretê jî xwedî dike û bi êrişên li ser kurdan dibin sedema provakasyonê. Dema em li şîroveyên hiqûqnasan guhdar dikin em dibînin di nava sîstema hiqûqê ya dewleta tirk de di warê sûcên nefretê de valahiyeke mezin a zagonî heye. Ev yek jî dibe sedem kesên sûcê nefretê û sûcên nîjadperestiyê dikin bi hêsanî destdirêjiyê bikin. Ev sûcê nefretê di heman demê de dibe sedema zirara li dijî xwezayê û êrişên li ser kurdan. Dema li aliyê rojavayê Tirkiyeyê daristan hatin şewitandin bi gotinên ji devên rayedaran û bi alîkariya medyaya alîgir wekî ku kurdan daristan şewitandibin hat nîşandan. Kurd wekî qurban dîsa hatin hilbijartin û li Enqere, Antalyayê dîsa êriş li kurdan hatin kirin. Ranta ku bi rêya şewitandina daristanan hat xwestin bê bidestxistin bû sedem kurd bên lînckirin. Di heman demê de daristanên bajarên kurdan ên bi salane tên şewitandin dîsa hatin paşguhkirin. Ev yek nîşand dide ku ferzkirina îdeolojiya fermî û redkirina hemû nasnameyan di heman demê de zirareke mezin dide xwezayê jî. Ji xwe li tevahiya cîhanê qeyraneke avhewayê heye. Mirovên zanist di rapora herî dawî parvekirin de ev qeyran wekî “Ji bo mirovahiyê alarma sor” pênase kirin. Lê belê ne mirov ne jî xweza ne xema vê zihniyeta yekperest e.

Têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta qirêj

Ji dîrokê heta niha refleksa îktidarên li vî welatî ya binpaçkirina rastiyan gelekî bi hêz e. Zihniyeta wan her parêzerî û malovaniya kujeran kiriye. Her tim destûr dane bernameyên televizyonan ên vediguherin şova ‘ajîtasyonê’ û tundiyê normal nîşan didin û di heman demê de gotinên zayendperestiyê û tecawizê rewa dikin. Bi saya serê wan ev welata tu carî nebûye dewleta hiqûqê, hiqûq û daraz di bin zextên siyaseta wan a yekperest de mane. Talankirina xwezayê, kaos, destdirêjiya li ser jinê, nîjadperestî her bûye parçeyek ji siyaseta wan a qirêj. Bi polîtîkayên qirêj her xwe li ser piyan hiştine. Bi vê yekê em careke din fam dikin ku li vî welatî her pirsgirêka zihniyetê derdikeve pêşberî me. Heta ev zihnyet û sîstem neguhere dibe ku gelek carî bûyerên li dijî ehlaq û mirovatiyê ên mîna şandina cenazeyên bi kargoyê biqewimin. Dîsa jî ya esas divê têkoşîna hevpar a li dijî vê zihniyeta qirêj tu carî bi dawî nebe. Li dijî qalibên tên ferzkirin karê yekem divê têkoşîn û hêrsa bê dawî be.