Vejîna rojê bi zayîna jinê ezda ye

- Çiğdem ZEYLAN
662 views

REBER APO-1Xweza di malzaroka gerdûnê de afiriye û gerdûn jî di bedena her ruhber û zindiyekê de zaye. Şaneyên jiyanê jî bi teqîna bêhempa a gerdûnê ve zîl daye. Ji ber vê çendê jî gersitêrkên fezayê û razdarên ezmanî bi mirin û zayînê ve hatine pênase kirin. Her yek ji me li asîmanan xwedî stêrk e.

Dema stêrkek li cihê xwe dilive û dişimite, ev tê wê wateyê ku li war û wargehekê yek mirî ye. Dema yek tê dinê bereketa melê zêde dibe û di kîjan demsalê de hatibe dinê takekesiya wî/wê jî logirî demsal û heyvê şêwe digre. Diroka neniviskî bi van çîrokên mîtolojîk ve dagirtî ye. Ji bo vê jî her ruhber û zîndiyek xwedî hebûnek bi wate ye.

Roj bi jinê hiltê

Dema mirov ger û geşta fezayê de winda bû, li heqîgeta zayînê mûkir hat. Ji ber ku her yekî ji me xwe spart gerstêrkên fezayê û jiya. Em li wargehên xwedawendan ango li parêzgehan stirîn. Em çiqasî li der dora rûyê erdê zivirîn ewqasî bi bîrewerî vejîn û ji xweliya xwe zayîn.

Jinên Kurd, roja 4’ê Nîsanê vejîn. Weke ku ji nişkê ve ji xewek giran veciniqîbin, şiyar bûn. Mizginiya ku li parêzgehên xwedavendan hate qêrîn ezdabûyîna dayîkê bû. Jin li welatê Mezra Bota berê rojê şiyar dibin, ji ber ku yê rojê tîne dinê jin e. Roj bi jinê watedar e. Ji bo vê jin Ezda ye.

Roja Kurdan jî di demsala biharê de hilat, ango heyva Nîsan ê . Li gorî salnameya Kurdî, dema gîske pîrê di nav berfê de pêkolê dikin da ku biçêrin bahozek tûnd radibe û gîskên pîrê tevî dikuje. Pîrê beranek kej dike qurban, lê nema dibe çare. Ji ber vê jî tim û tim nifiran dibarîne; “Xwedêyo xwedêyo yê ku bûn sersebebê gîskê min tu ocaxa wan vemirîne.”

Pêşeng û hevrêyê azadiyê

SONY DSCBerovajiyê van saloxan, Nîsan heyvek bixêr û bêr , bextewar û nûjîn e. Heyvek serhildêr e. Ji ber ku nifirên pîrê bûn hêncata têkoşîna jinan. Ji bo vê çendê jî yên ku di heyva Nîsanê dê tên dinê ji asta şahmerdana ne. Ji koma agir in, dilvêrek, zindî û çalak in. Rêber û pêşeng in. Bi armanca serkeftinê tevdiger in.

4’ê Nîsanê roja dayîkbûna Rêber APO ye. Roja vejîna jin an û hilperîna gerdûnê ye. Civaka exlaqî û polîtîk di kesayeta jin de hatiye binpêkirin û xweza jî di kesayeta jin de hatiye tarûmar kirin . Jin di nav pencên pergala baviksalarî de bûye pêlîstoka civaka zayendî.

Ger ji nû ve civak bê avakirin, divê di serî de jin ji rewşa koletiyê bê rizgar kirin. Rêber APO bi hebûn û vejîna xwe rih, raman û bîrewerî da jin ê. Jina Kurd bi hêza Rêber Apo azadiya xwe misoger kir û pergala serdestiya zilam hilweşand. Bu pêşengê jiyanê û hevreyê azadiyê.

Ji nû de xwe pênase kirina jinê

REBER APO-3Rêrber APO dibêje; “Ger azadî hêsan ba, Ronahî û Bêrîvan an agir bera bedanê xwe nedidan”. Berdêla azadiyê berdêlek giranbûha ye. Bîrewerî û misogeriya azadiyê bi van berdêlan ava bû. Ji bo wê jî roja 4’ê Nîsanê roja dayîkbûna tevahî mirovatiyê û jinan e.

Beriya jin azadiyê tam bike û bîrewer bibe, tu tişt di derbarê zayenda xwe de nedizanî. Feraseta mêr, weke ku axa welatekê ji hev bike mêjî, beden û vîna jinê tune kir. Jin di nav çanda destdirêjiyê de winda bû. Jin hate qir kirin û tarûmar kirin. Jina Kurd cara yekemîn bi hevrêtiya Rêber Apo re xwe pênase kir.

Rêbertî hêza xwe ji dayîka Ûweyş digire. Pîvanên takekesî yên Rêbertiyê di taybetmendiyên dayîka Ûweyş de bi awayek zelal xûya dike. Li gor têgihîştina wê, divê çi dibe bila bibe her tim wêrek û tola xwe hilde. Herdem ji Reber Apo re bendewariyên xwe vedibêje. Ji ber ku dixwaze bi serkeftî be û di kesayeta Rêbertî de serwer û mîsoger be.

Dayîka Ûweyş êş û elemên kûr berıya zayînê jiya ye. Jiyana zîndiyekê birêkûpêk kirin ne hêsan e. Jiyanek biguman her tim xeteriyan jî bi xwe re tîne. Lê, dema ku Rêbertî xwedî ezmûn dibe, dayîka Ûweyş jî êdî bê minet e. Tim xeyal dikir ku dema kurê wê mehaniya pîşeya xwe a distîne digire, jê re bide qumaşê fistanek ê.

´Ez we bi azadiyê xelat dikim´

1-DAYE UWEYSLê, sal û demsal li ser vê xeyalê re borîn, dema xeyala dilnizm rastê heqîqeta gerdûnê hat, xeta wezîfeyên jiyanê jî bera rêwîtiya xwe veguhert . Rêber Apo di gotûbêja li gel dayika xwe de dibê; “Dayê, min ji bo te fîstanek nekirî lê, tu xema nexwe, min weletek azad û ramanek azad diyarê te kir. Ji bo ku ez civakê azad bikim, min ji tecrûbe û ezmûnên te sûd wergirtin. Ez, te û tevahî jinan bi azadayê xelat dikim.”

Rêber Apo bi hezaran jin di wargehên xwedavendan de perwerde kir û bi erkên giran biha wezifedar kir. Azadiya jinê û hevjiyana azad û bireweriya zayenda jinê wek nexşerêya civaka exlaqî û polîtîk destnîşankir. Meşa azadiya jinan bi Rêbertiyê re, li ser van hîmên bêhampa destpêkir û dom kir.

Her demsala biharê û heyva Nîsanê gerdûn ji nû ve diafire. Civak, netew û olên cîhanî li gorî kevneşopiyên xwe demsala biharê ango destpêka jiyanê wek cejnekî pîroz dikin. Civaka Kurd bi taybetî jî jinên Kurd roja 4’ê Nîsanê şitlê dara diçînin. Roja vejînê bi şitlên daran xwezayê dixemilîne. Xweza, dema ku bi heqiqeta xwe dixemile rê li pêşiya tevahî sosret û tofanên civaka şêwşandî radiwestîne. Ev jî heqiqeta Rojbûna Rêbertî û ezdabûyîna dayîkê ye.