Wallada Bînt El Mûstekfî: Helbestvan û felsefevan

- Lîlyan ÇIYA
684 views

walladaMixabin di derbarê jinên bi nav û deng yên rojhelata navîn, an jî jinên helbestvan û felsefevan pirr kêm agahî hene, agahiyên heyî jî çiqa rast û di cih dene em nizanin. Ji ber ku yan di derbarê wan jinan de qet tiştek nehatiye gotin, yan jî tenê navê wan tê zîkr kirin û derbas kirin. Wek vê jina helbestvan û felsefevan ku pirr kêm di derbarê wê de em dizanin; ku têştin tên gotin jî ji kar û bandora wê a di dema xwe de zêdetir, li ser aliyên jinan yên ka  evîndarek çavan bûye û hwd. tê rawestîn. Bêguman wek her car ew jin û karê ku danemeşandin ji nedîtî hatine dîtin.

Yek ji jina bi nav û deng ya dema endûlîsîa yê a bi navê Wallada bînt el Mûstekfî, keça xelîfeyê 3. Muhammed e. Di heman demê de helbestvan û felsefevan e.

Wallada bînt el Mûstekfî, hîn zêdetir bi Ibn Zaydûn (1003 – 1071) helbestvanê navdar yê dema xwe ku evîndarê wê bû, tê nasîn; her wiha tê gotin ku di navbera wan de evîndariyeke mezin hatiye jîn. Ji xwe tê gotin ku Ibn Zaydûn di gelek helbestên xwe de qala vê jina felsefevan dike û dide diyar kirin ku jinek hêja, delal, baş hatiye perwerde kirin, biaqil û xwedî bandorek zêde bûye.

Tê îdia kirin ku Ibn Zaydûn ewçend ji vê jina hêja bandor bûye ku di tevahiya temenê xwe de gelek helbestan jê re dinivîsîne.

Wallada bînt el Mûstekfî, di 26 Adara 1091´ an de di 90 saliya xwe de vefat dike.

Wallada:

Di çavên te de hesûdî heye, bi her tiştê xwe,

Bi her tiştê xwe, bi dem û cihê di nav deyî,

Wê bîbilkên çavên te tu cara nebihûre,

Tu pê hesûdiya xwe hesiyayî an na?

İbn Zaydun:

Evîna te di nav alemê de min pîroz dike,

Dil û hizrê min ji bo te nîgeran.

Dema tu nînî kes nîne ku metirsiyên min ji holê rabike,

Hebûna te jî ji xwe hebûna hemû cîhan e.

Amadekar/Lîlyan Çiya