Zimanê Çiyayan ‘Sarya’

-  Bêrî DERSİMİ
417 views

Em zarokên gelekî xwedî çanda kevnar ku ji ber sedemên cuda koçberî metropolên Tirkiyê bûbûn, di wan salên em ji xwe biyanî û dûr dibûn de, bi vebûna Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇM’ê re, êdî em wekî rûbarên diherikin cewherê xwe bûn. Em bi zimanê xwe, mûzîka xwe, govenda xwe diherikîn cewherê xwe. Di bin zexta polîtîkayên yekperest û înkarker yên faşîzma Tirk de, di vê demê de ku hewl didan me bikin biyaniyên xwe, bi NÇM’ê ruhê tekoşîna azadiya Kurdistanê ji nûve di rayên me de mîna baweriya vejîn, hêvî û azadiyê can dida jiyan û paşeroja me. Me heta bi hestiyên xwe hemû germahiya tekoşîna azadiya Kurdistanê dijiya. Me, dîwarên netutiştî û şermê dirûxandin, her wekî em bi çanda tekoşîna azadiya Kurdistanê ji nûve dihatin dinyayê. Di dilê me de serhildanek  hebû. Serhildanek ku natefe, serhildanek ku di kurahiya ruh û hişê me de dikele. Û pêdivî bi çirûskekê hebû. Dikarî bû çirûska herî baş ji xebatên çand-hunerê biteyîse. Belê, ev tespîtek baş bû. Banga vegera cewher bû. Ji hozan Mizgîn, hozan Sefkan, Elî Temel heta Baran, Serhad, Newal, Hêlîn, Delîla, Xelîl Dag, Hêvî, Argeş, Cûdî, Harûn û hozan Hogir, gelek yên din di vê rê de bûbûn rê…Bi hunera xwe herikîbûn nava refên tekoşîna azadiyê. Navendên me yên çandê di vî warî de rola malzaroka dayîkê lîstin û dilîzin. Yek ji pêşengên me ku bû dengê vê vejîn û banga azadiyê jî Sarya (Nûrsel Înce) bû.

Sarya bû afirînera dansa azadiyê

Dibêjin dengê dihol û zirnê ketiye nava genên Kurdan. Dihol û zirne banga civakîbûnê ye. Û govend…Vexwendina azadiyê ye. Ez bi vê bawer im. Rîtmek xwidayiye ku pêşiyê em hemû bandor kirin, vexwend in cewherê me. Sarya jî bi vê bangê tevlî koma govendê ya pêşî bû û deriyên tekoşîna azadiyê vekir. Saryaya ku bi dengê dihol û zirnê cergê xwe tijî dikir; hemû îsyan û daxwaza azadiyê û dîroka çandî ya gelê xwe şirîn an tal, bi kurahî, heta bi hestiyên xwe jiya. Û di şanoyê de govend bi dansê re kir yek. Bi vî awayî di lingê çand-huner yê tekoşîna me ya azadiyê de Saryayê mohra xwe li destpêkekê da ku, bibe şêwazê dansa azadiyê.

Kesayeta wê di jiyanê de her dem ji cûdahî û afirîneriyê re vekirî bû. Beriya ku bifire çiyayên azadiyê jî, ew jinek bû ku rol û mîsyona xwe ya pêşengiyê îspat kiribû. Wê weke jinekê serîtewandin, lawazî û helwestên kevneşop ti carî nepejirandin. Şêwazekî jiyanê û karakterek wê ku xwedî li hest, fikir û lêgerên xwe derdikeve û heta dawiyê li pişt wan radiweste, hebû. Di vê mijarê de ti carî ji azadî û baweriya xwe nehat xwarê. Bi jêhatin, wêrekî, bêtirsiya ji zoriyan, radîkalî û kesayeta xwe ya kedkar di serpêhatiya xwe ya gerîla de, li çiyayên Kurdistanê bû gerîlayek bi bandor. Ji ber vê bû, dema min pêşî ew dît, min cudahiya wê ferq kir. Ew sekin û rûkeniya wê ya baweriyê dide, her demê di bîra min de zindî ye; heta vê kêliyê jî.

Ji NÇM’ê ber bi çiyayan ve ‘govenda Hilo’

Sarya, keça serhildêr a Serhedê.  15’ê Sibata 1975’an li gundê Carci yê navçeya Qersê Zarûşad tê dinyayê. Sarya ji pênc xwişk û birayan a sisiyan e. Dema sê salî, ji ber tayîna babê wê, malbata wê koçî bajarê Tirkiyê Burdurê dike. 1988’an malbat ji ber tangasiyên aborî careke din neçarî kobçeriyê dibe û vê carê diçe Stenbolê. Saryaya ku heta dibistana navîn li Burdurê dixwîne, li Stenbolê diçe dibistana amadeyî. Ber bi dawiya 1992’an li Stenbolê di NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de tevlî koma govendê dibe. Heta dawiya sala 1994’an xebatên çand-hunerê di bin banê NÇM’ê de didomîne. Wê demê komek şanoyê ya di bin banê KAYDER (Komeleya alîkarî û hevkariyê ya Kixiyan) de ji bo lîstika xwe ya şanoyê li lîstikvana karaketerê sereke digere. Saryayê ji bo lîstina karaktera sereke guncaw dibînin. Lewma bi Saryayê re tê axaftin. Lîstik li ser pirsgirêkên jinê yên civakî bû. Jinek lal ku li hemberî kevneşopên civakî serî radike, çiyayan mîna qada azadiyê dibîne; lîstikê tekoşîna firdana wê ya ji bo azadiyê dihewand. Digotin Saryayê bê dudilî ev rol pejirandiye û derbarê karakter de dest bi pirsan kiriye. Sarya, bi rol û lêgera karakter re ewqas bûbû yek ku, dema me lîstik temaşe dikir ne mîna rol lîstinê, lê mîna temaşekirina heqîqeta jiyayî me hîs dikir.  Saryayê rol ne dileyîst. Bi rastî xwe, daxwaza xwe ya azadiyê, hesreta xwe ya çiyayan, serîrakirina li dijî tabûyên rizî yên hezaran sal ên civaka heyî û nasnameya xwe diqêriya. Sarya bûbû zimanê çiyê. Ji zû de wê ji bo azadiyê bask vekiribûn, ketibû ser rêya çiyayên xwe. Dema di wê lîstika koma şanoyê ya KAYDER’ê de min li ser dika şanoyê li Saryayê temaşe kiribû, min hîs kiribû ku rêwî ji zû de ketiye rê. Mîna herikîna baskvedana Hiloyan li asîmanî…Nûrsel Înce ji zû de bûbû Sarya. Di Saryayê de heliya bû. Rol lîstikvan, an lîstikvan rol dizî bû, nizanim. Ya ku dizanim, herdu bûbûn yek û heqîqeta xwe dîtibûn. Bi vî awayî, piştî pêşandana vê şanoyê di Îlona 1995’an de Sarya, ji bo cihê xwe di nava refên gerîla yên têkoşîna azadiyê de bigire, ji Stenbolê vediqete. Di navbera 1995-1996’an de, Saryayê di akademiya li qada Rêbertiyê de perwerde dît. Di akademiyê de jî lîstika bi navê ‘Govenda Hilo’ dilîze. Vê carê, temaşevanên wê ew gerîla û berendamên gerîla ne ku her wekî wê ji bo azadiyê ber bi çiyayan bask vekirin e. Ya herî giring jî, li qada Roja azadiyê, li pêşberî Rêbertiyê Govenda Hilo dilîze. Û Saryaya di her kêliya jiyanê de, bi jêhatin, biryardarî û serhildêriya Hiloyekê tevdigere, vê carê weke gerîlayekê govenda azadiyê li çiyayên Kurdistanê digerîne. Di ruhê Saryaya me de ronahiya stêrkan, baskvedana perperîkan ti carî kêm nebû. Hiloya me ya bûyî zimanê çiyayan, di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Mîrosê şehîd dibe. Lê Sarya bi govenda azadiyê dibe ruh, dibe şêwazek, dibe rêyek. Û her daîm dijî, fira ber bi azadiyê didomîne. Sarya îro, niha bi me re, di kenê me de, di hişê me de, di jiyana me de mîna parçeyek ji me hebûna xwe didomîne.

Wê ziman û banga Çiyê dizanî

Yên wekî Saryayê li hemberî jiyanê hestiyar in, xwediyê nêzîkatiyek bi wate ne, çavên wan li bilindahiyê ne, armancên wan jî di asta jor de ne. Yên ku zimanê çiyê dizanin, banga çiyê jî dizanin. Di vê wateyê de, ‘Govenda Hilo’ bû nasnameya Saryaya ku, jiyanê ne ji keviya wê, heta ji hinavê wê dijî, ne temaşevan e, lîstikvan e. Saryayê bi dilgermiya hevaltiyê, bi hezkirin û jidilbûna xwe her dem şopdarên xwe çêkirin. Li gel NÇM’ê, di navbera 1994-1995’an de Sarya li rojnameya Ozgur Ulke jî xebitî. Wê di rêwîtiya xwe ya çiyayên azadiyê de, li gel hunermendiyê, rojnamegerî jî kir. Gerîlatiya ku navê kesên pir alî û rastiya milîtaniyê di kesayeta Saryayê de xwe dan der. Hem şervan bû, hem fermandar, hem hunermend bû, hem rojnameger û gelek detayên din…Dibêjin jiyan bi detayan tê hûnan, karakter jî wisa ye. Saryayê çiya kirin mesken û war, çiyayan jî Sarya ji xwe re kirin war û jê pir hez kirin. Me, ji me gelek hez kir.

Weke hevaleke wê ya rê û lîstikê, dizanim çiqas Saryayê vebêjim jî têrê nake. Ji ber wê jî dibêjim divê bi hevokên hevalên wê yên lîstikê em behsa Saryayê bikin. Saryayê li pişt xwe çi hêla?.

Bi pênaseya hevalên wê yên lîstikê Sarya

Hevalên lîstikê ku li pişt xwe hiştibûn, Sarya wisa anîn ziman: “Beriya ku biçe çiyayan, ew bûbû Sarya. Beriya ku ew here çiyayan, bûbû siwariyek jiyanê. Bajar û dikên li wan bajaran jê re teng bûn, lewma Saryayê govenda xwe da pişta xwe û ket ser rêya wan çiyayan ku her dem berê wê li wan bû. Piştre me dît, çiyayan jî ji wê pirr hez kirin e. Bi dansa xwe reng û hewaya çiyayan guherandiye, bi dansa xwe dostaniyek kûr çêkiriye bi ava Zê re.”

“Sarya (Nûrsel Înce), tenê ne ji bo şanoya Kurd, ji bo şanoya cîhanê jî li xalek taybet radiweste. Nimûneyek din mîna wê tine ye; şanogerek karakterê ku li ser dikê dilîze, her wekî heyî li ser dika jiyanê jî dijî. Karakterê Saryayê bi hesreta çiyayan bû; dixwest li wir be, li wir ji nû ve çêbe û jiyanê biafirîne. Nûrsel Înceya ku rola Saryayê dilîst, xeyal, fikir, daxwaz û hezên Saryayê da pişta xwe û ber bi çiyayan ve meşiya û li çiyayên ku dika herî mezin in jiya û ew jinûve afirand. Ji ber vê ye ku, hem di şanoya Kurd de, hem jî di şanoya cîhanê de cihê wê cuda û xweser e.