Zanebûna jinê tirsa herê mezin a pergala desthilatdar e

- Rozerîn KEMANGER
601 views

MANSETRewşa jinên çalakvan yên li girtîgehên Îranê çiye? Di girtîgehên Îranê de çi diqewime? Armanca dewletê ji girtina çalakvanên jin çi ye? Li dijî polîtîkayên hikûmetê, divê jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çi bikin? Û bi hezar pirsên din yên wek vê ku heya niha  hişmendiya desthilatdar a li Îranê nekariye ji wan re bersiv bibîne. Lê. di vê mijarê de hewl hatiye dayîn ku bersiva van pirsan were dayîn û bi giştî rewşa jinan a li girtîgehên îranê  were şîrove kirin.

Eger em di destpêkê de di derbarê girtîgehan biaxvin, dibe em bêjin ku armanca pergalên desthilatdar yên wek Îranê, hertim bi mezin kirin û berfireh kirina girtîgehan dîl girtin, çewisandin û tune kirina ramanên zindî yên kesan bûne. A rast bi veguherandina civakê bi girtîgeheke mezin, ji xwe dixwazin vê daxwaza xwe bi cih bînin. Ev jî tê wê wateyê ku dewlet dixwaze ku di girtîgehan de hemî fikrên zindî di bin kontrola wî de bin da ku êdi tu kes nikaribe raman û nêrîna xwe parve bike. Her wiha diyare ku bi pêşketina hişmendiya desthilatdar a dewletê re, her roj êdî odeyên girtîgehan zêdetir dibin. Dewlet hewl dide her roj, dengê ku ne li gorî dengê wî ne qut bike û destên ku mafê xwe dixwazin û li hemberê wî radibin ji civakê cûda bike û bibre. Ev rewş di tevahiya dîrokê de pirr hatiye dîtin û heya roja me a îro jî berdewam dike. Em dikarin bibêjin, li her cihê ku bîrdoziya desthilatdar hebûye, li heman cihê jî mêjî û ramanên mirov zêdetir hatiye çewisandin da ku bi vê şêweyê bikaribin hêsantir mirovan bê vîn bikin û ji rê û ramanên wan poşman û gav bi paş de bi wan bidin avêtin.

Di bin rûpûşa dîn de jin tên kuştin

MANSET 10.55.41Yek ji wan dewletan ku her roj hijmara girtî û girtîgehan lê zêde dibe, her ku diçe ber bi zêdebûnê ve diçe jî devleta Îranê ye. Herwiha di bûyerên wek li sêdarê dan, xwekuştin û xwe şewitandina jinan û ciwanan, zêde bûna bikaranina madeyên hişber û hwd. Îran di rêjeya despêkê deye. Em dikarin bibêjin ku desthilatdariya Îranê bi polîtîkayên înkarkirina nasnameya jinê û civakê, her tim hewl daye ku jinan ji qadên cûda yên civakî, aborî û bi taybetî jî ya siyasî dûr  bixe. Ev mijar jî dide diyar kirin ku rêjîma komara îslamî a Îranê ta çi astekî ji vîn û ramanên jinan ditirse û ji xwe re weke metirsiyek dibîne. Li rewşa jinan a li Îran û rojhelatê Kurdistanê binêrin ku her roja diçe xiravtir dibe. Her roj li Îranê zagonek dijberî jinê tê nivîsandin. Her roj di bin navê dîn, kevneşopî û namûsê de gelek jin tên kuştin û hemû pêkhateyên dewletê li hemberî vê kaosê bê deng dimînin.

Dewlet ji aliyekê de bi pîroz  nîşandana saziya malbatê ji jinan dixwaze ku hemû jiyana xwe di çarçoveya malbatê de derbaz bike û ji aliyê din de jî dema ku jinekê daxwaza mafê xwe kir, di bin navên cûda de wan digirin. Em dikarin bibêjin ku jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijîn, îro ji bo mafên xwe yên herê bingehîn jî neçar dimînin şer bikin. Di van demên dawîn de gelek jinên çalakvan di mijarên çandî, siyasî, civakî û hwd. de hatine girtin. Êdî rewş wisa lê hatiye ku dewlet bi mijul kirina jinan, dixwaze ku wan ji pirr kar û çalakiyên heyî paş de bihêle û dûr bixe. Mînak sitran gotina jin an, çûyina cihên sîpor ê ( stadiyom), her wiha ajotina doçerxeyê di cihên giştî de û hwd. ku mafên herê xwezayî yên her mirovekîne, lê di nav pergala dewletparêz a komara Îranê de hîn jî tên qedexe kirin an jî dibe mijarên goftûgûyan; hîn jinên ku ji bo van mijaran têdikoşîn îro di girtîgehan dene. Mirov bi dîtina wê rewşê dikare bibêje ku êdî sazîyên dewletê yên weke parlemanto û saziyên din, herwiha pirtûka make zagona Îranê, hemû bi feraseta mêr a serdest tê nivîsandin û armanc hedef girtina jin e. ZEYNEP CELALIYAN

Desthilatdarî diguhere lê dijminahiya bi jinê re naguhere

4 sal berî niha, berê ku Hesen Ruhanî were hilbijartin, soz da ku ev dewlet bibe bersiv ji bo jin an; lê, ger em encama 4 salên desthilatdarî û polotîkayên dewleta Ruhanî binêrin, emê hîn baştir bibînin ku rewşa jinan baştir nebûye, berovajî vê yekê hîn xirabtir jî bûye. Herçend hêviytek jinan di vê mijarê de ji xwe nîn bû, ji ber ku jin baş dizanin ku kê bê ser desthilatdariyê bila bê, feraset heman ferasete û tiştek nayê guhertin. Feraseta dij jin û dij hebûna jinê di her dem û kêliyê de xwe dide axaftin.  Ji hêleke din de jî Hesen Ruhanî qala pêşxistina kar û bernameyên cûda ji bo jinan dikir, li alîyek din de jî her roj polîtîkayên ne exlaqî ku hemû nirxên civak û hebûna jinê dikir armanc, birêve dibir. Di wan 4. sal an  de, em her roj şahidê girtina çalakvanên mafên mirov, çalakvanên jin, çalakvanên siyasî, çalakvanên  medenî dibûn ku em baş dizanin bi vê yekê dixwestin di şexsê jinan de vîna civakê bişkênin û hêviyên di nav civakê de dipişkîvîn têk bibin. Her çiqas ku dewlet bixwaze bi rêyên cûda jinan li qadan dûr bixîne, dengê wan bibire jî îroATENA DAEMI em dibînin ku ev daxwaza wan pêk nehatiye û jin ji bo ku deng û rengê xwe diyar bikin, ji her demê zêdetir xwedî li hebûna xwe derdikevin û ji bilind kirina dengê xwe êdî nema ditirsin. Ji her demê zêdetir îro xwedî li têkoşîna xwe a ku îro hewl tê dayîn bi siya desthilatdariyê bê fetisandin, derdikevin.

Yek ji wan girtiyên siyasî ku bi salane li girtîgeha Îranê rastê her cûre Îşkenceyên giran tê, lê rexmê hemû zextan jî li dijî zilma pergala molayan bêdeng nemaye, Zeyneb Celaliyan e.  Zeyneb Celaliyan pirê caran pêwistiya xwe bi dermankirinê hebûye, lê rewşa tenduristiya wê a xirap hertim ji aliyê dewletê ve ji nedîtî hatiye û ev nêzikahî rê li ber xerabûna rewa Celaliyan û gelek girtiyên din vekiriye. Em dikarin bêjin ku ew tişta ku bi salane Zeyneb Celaliyan weke sembolek daye nişandan, berxwedaniya wê a di girtîgehê bûye. Li gel Zeyneb Celaliyan pirr gitiyên din yên siyasî wek Nergêz Mohemmedî, Atêna Daêmî, Atêna Ferqdanî û Hêngame Şehîdî û hwd. hene ku di girtîgehê de  bi êrîşên dijwar re rû b rû ne. Gelek ji wan tuşî nexweşîyên cûda dibin ku nema êdî bê hêsanî çareser dibin. Gelek caran jî hin ji wan nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin û armanc ji wan îşkenceyan ev e ku hem di aliyê ruhî û hem jî ji aliyê fîzîkî de lawaz hiştina girtî ye. Pirê caran jî em dibînin ku gelek ji wan girtiyên jin ne tenê bêdeng nabin, belku li hember wan siyasetan dikevine girava birçîbûn ê. HENGAME SEHIDI

Jin êdî bêdeng namînin

Di dîrokê de tu caran nehatiye dîtin ku civakek pêvîstiya xwe  bi binçav kirina gel an, girtin û çêkirina girtîgehan pêk bîne. Girtîgeh ji raman û bîrdoziya serdestan re ku tu caran dengên azad û dijberên xwe nepejrandiye, ji wî re pirr rengî û pirr dengî bêwate ye û dixwaze ji bo mayînde bûna xwe û xwe li ser lingan hîştinê ku vê yek jî bi tune kirina jiyana mirovan pêk tînin, ava dibe. Ev hişmendiya desthilatdaran tu caran ji alîyê jin û civakan we nehatiye pejirandin û wê neyê pejirandin; lê, li hemberî wê jî dewletê her tim hewl daye ku pîwan û çanda civakê li gor xwe biguherîne da ku bi vê şêweyê bikaribe hêsantir dengên dijber ji holê rabike.

Bi giştîATENA FERQDANI em dikarin bêjin ku hişmendiya desthilatdar a li Îranê dixwaze hemû raman û rengan kêm bike û bi siyaseta yekdest kirina civakê û sansor kirina dengên dijber, xwe li ser civakê de ferz bike. Wek hûn di bînin rojane rojnamevan û çalakvan tên girtin. Li Îranê ew qas tişt hatine qedexe kirin û sansor kirin ku praniya kesan bi şêweyên bêdeng û weşartî dixebitin.

Lê rexmê polîtîkayên komara Îranê yên li dijî jinan ku her roj tên bikaranîn, êdî jinên li rojhilatê Kurdistan û Îranê gihîştine astekê ku li hember êrîşên dewletê bêdeng namînin. Piştgîriya hemî jinan a ji bo çalakvanên hatNERGES MUHEMEDIine girtin, nîşan dide ku ev nerazîbûn ya hemû jinan e. Jinên li girtîgehan de dan nîşan dayîn; her çiqas dewletê xwest ku girtîgehan weke cihên ji bo poşman bûna girtiyan û dîl girtina vîna wan bikar bîne, nekarîn bi ser bikevin û bi salane ku girtîgehên li Îranê bûne cihê berxwedan ê. Dewletê her çiqas hewl da ku diwarên girtîgehan di navebrea civak û girtiyan de bilindtir bike, lê dengê jinan li girtîgehan gihîşte hemû cihan ê.

Di rewşek wisa de Îran her çend hewl dide ku li ser binpê kirin û polîtîkayên xwe yên çewisandina civakê a di hundir de bigire jî lê, êdî pirsgirêkên mafê mirov û pirsgirêkên jinan weke pirsgirêka herî girîng a li Îranê tê dest nîşan kirin. Dewlet êdî nikare pirr rengiya civakê ji nedîtî bê. Jin ku hêza herî mezin a guherin û veguhertina civakê ne, êdî nikarin û naxwazin  rewşa ku dewlet bi darê zorê li ser wan ferz dike, jiyan bikin. Jin di hemû qadên siyasî, civakî, çandî û hwd. de êdî xwedî zanabûnek mezin in. Berxwedana jinan a li girtîgehan û berfireh bûna xebat û çalakiyên jinan, nîşan dide ku êdî tu hêzek desthilatdar nikare wan ji raman û nêrîna wan dûr bixîne. Li aliyek din de jî hemû jinên li rojhelatê Kurdistan û Îranê dizanin ku pêviste berxwedaniya jinên çalakvan bibe dengê berxwedana civak ê.