A wê ser bikeve, têkoşîna gelan e

yazan Newaya Jin

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif pirsên me yên di derbarê bûyerên di nav salekê de qewimîne, rewşa herêm û rojavayê Kurdistanê de bersivandin:

Şerê li Rojhelata Navîn û Suriyê her ku diçe wek girêyek kûr lê tê û li tevahiya herêmê belav dibe. Ger mirov ji destpêka pêvajoya şerê li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê ku heya roja îro hîn didome, bigire dest, mirov dikare rewşa heyî û kaosa li herêmê çawa binirxîne?

Bihara Ereban di encama pêwîstiya guhertin û veguhertinê rû da, lewma em dinêrin ku li her devera heremê serhildan çebûn, lê mixabin ji ber ku pêşengiyeke rast a van  şoreşan nînbû, em dinêrin ku hemû tevger ji rê derketin û şûna biharê, jiyana gelan kirin zivistan. Ji xwe vê rewşa heyî bandor li Sûriyê jî kir. Li Sûriyê jî gelan dixwest ku pergala desthilatdar a heyî were guhertin û ji bo wê jî li tevahiya Sûrî meş çêbûn. Lê mixabin ji ber ku pêşengtiyeke xwedan zanist û projeyekî demokratîk pêş neket û ji ber vê jî em dinêrin bi demê re şoreşa Sûriyê jî ji rê derket. Sedema vê yekê jî; di serî de ji ber ku stratejiyek hevbeş a di nav hêzên opozîsyonê de nînbû û ya duyem jî destwerdana derve çêbû. Her wiha li şûna ku hêzên derve aloziyê çareser bikin, bervajî ji bo ku alozî hîn kûrtir bibe hemû rêbaz bikaranîn. Xitimandin û pêş neketina civînên li Cenevre, Soçî û Astanayê vê yekê hîn baştir radixe ber çav an. Ne şaşe ku mirov bibêje sê xet li Sûriyê di nava pevçûnê dene. Xeta hezên hegomonîk ya navnetewî, xeta hêzên statûperst û xeta modernîteya demokratîk. Her du hêzên destpêkê ji xwe, xwe li ser şer û kûrkirina aloziyên heyî mezin dikin, a siyemîn moderniteya demokratik  e ku xwe li ser aramî û azadiya gelên herêmê mezin dike. Lewma ev kirîza heyî roj bi roj wek giloka berfê her ku diçe mezin dibe.

Di mijara çareseriya li Sûrî de mirov dibîne ku xwe rakêşana aliyan mijara gotinê ye û alî bi têkiliyeke taktîkî, siyasî û dîplomatîk li ser hev serweriyê ferz dikin. Bi taybetî di vê mijarê de nêzikatiya DYE, Îran, Rusya û rola dane Tirkiyê hûn çawa digirin dest û dinirxînin?

SONY DSC

Hêzên mîna Emeriqa û Rusyayê dixwazin herêmê li gor berjewendiyên xwe ji nû de şekil pê bidin. Ew naxwazin li herêmê zû bi zû alozî ji holê rabe, dikarin ji bo armanc û berjewendiyên xwe hemû Sûriyê piştguh bikin. Ji xwe di mijara Rojhilata Navîn de, di navbera Rusya û Emerîqayê de hem nakokî, hem jî lihevhatin heye. Lewma em dinêrin carnan bihevre tevdigerin, lê carnan jî dijbertiya hev dikin. Têkilî dikare ligor berjewendiyên aliyan kêlî bi kêlî biguhere. Yanî ev serdem ne wek serdema berêye, mirov dibîne ku hêzên dost dikarin dem bi dem bibin dijmin. Mînak têkiliya di navbera Tirkiyê-Rusya, Emeriqa-Rusya û İran-Tirkiyê de. Emerîqa di şerê li hemberî DAİŞ´ê de xwest roleke erênî bilîze, lê di aliyê din de, di ware siyasî de jî hişt ku alozî kûr bibe. Rusya jî di destpêka pêvajoyê de, li dijî hêzên selefî xwest rol bilîze, lê piştre hesap û berjewendî ketin devrê û bi Tirkiyê re kete nav lihevhatineke qirêj de. Di serî de Kurd û hemû Sûriye ber bi encamên giran de bir. Tifaqa  Rusyayê bi rejîma Sûrî û Tirkiyê re hişt ku aloziya heyî a herêmê kûrtir bibe. Di vê lîstokê de hêza herî paşverû Tirkîye bû. Ji ber ku ji bo pêşî li pêşveçûna pergala modernîteya demokratîk a ku ji aliyê gelan we dihat pejirandin bigre, hema bêje serî li her rê û rêbazê dida. Bi vê re jî bi sînor nema, serî li tifaqên gemarî da. Careke din bû darê di destê hêzên hegomonîk da ku li gelên herêmê bide. Yek ji dewletên sereke ên ku li herêmê rê li aloziyan vedike jî Tirkiye ye. Her wiha Îranê jî nêzikatiyek paşvero raber kir. Îran jî mîna Tirkiyê dixwaze dewleta navendî a heyî bimîne û tu guhertinên demokratik çênebe. Ji xwe Îran ji bo ku xeta “Hîlala Şîe” çêbibe, li Sûriyê şer kir.   

Dema ku mirov rewşa heyî a Sûriyê dinêre; bi taybetî di mijara Îdlibê de xitimandin tê jîn, ev yek jî dide diyar kirin ku qirîza li Sûrî vê hîn bidome, hûn rewşa dawî ya li Sûrî, bi taybetî têkildarî rewşa dawî a li herêmê tê jîn çawa dinirxînin?

Ji bo rewşa nû a tê jîn mirov dikare bibêje tifaqa li Îdlibê wê heya demekê berdewam bike. Tirkiye û Rusya ne pêkane ku berjewendiyên xwe fedayê Îdlibê bikin. Wer diyare ku ew ê bi rengekî hev û du razî bikin, yanî diyar dibe ku di dawiyê de Rusya wê bi awayekî tiştên dixwaze pêk bîne. Lewma wek tê xûyan kirin jî wê rewşa Îdlibê zû bi zû çareser nebe. Heya formulek hevbeş diyar bibe, wê car bi car şer û carnan jî ev rewş bi agirbestan dewam bike.

Di 26´ê Tîrmehê de, di navbera MSD´ê û rayedarên Sûriyê de hin hevdîtin pêk hatin. Lê, di demên dawî de hin nûçeyên ku van hevdîtinan encam negirt û dawî lê hat, derketin pêş. Gelo pêvajoya hevdîtinan û rewşa dawî çiye?

Hevdîtina bi rejîmêre hate rawestandin. Sedema bingehîn a dawî hatina van hevdîtinan jî rejîm bixwe ye, rejîm dixwaze Sûrî vegerîne salên berî 2011´an, ev yek  jî ne pêkane ku bê pejirandin. Hemû mafan red dike. Dixwaze careke din rejîma Baas vegere. Lewma hevdîtin xitimîn û pêş neketin. Em alîgirê çareseriyek siyasî ne, em tu caran rêbazên leşkerî napejirînin. Ji ber vê, em di hevdîtinan de ciddî û ewçend jî bi baldarî nêz dibûn, lê mixabin vîna siyasî a Sûrî ji vê yekê re neamade bû. Her roj daxûyaniyên nakok didin. Rojekê tehdît dikin, roja din jî didin diyar kirin ku ew ji diyalogê re amadene. Xûyaye di helwesta xwe de ne cidî ne, ev yek jî bi xwe re gumanan dide çêkirin. Em hîna jî di mijara çareseriya siyasî de bi israr in, lê ev rastî jî heye ku bi hewldanên yek alî ne gengaze ku pêşketin çêbibin.

Li Bakurê Suriyê hilbijartin di sê merheleyan de pêk hat. Hilbijartina hevserokên komînan, rêveberiyên xweser yên navçe û kantonan ku dihat payîn di merheleya sêyemîn de hilbijartinên konseyşên herêmî û kongreya gel a demokratîk ya Bakurê Suriyê bê lidarxistin. Û kota % 50 di van hilbijartinan de esas hat girtin, ev yek ji bo jinan,  ji bo demokratîkbûna Sûriyê pirr girîng bû, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

????????????????????????????????????

Ez dikarim bibêjim ku di dîroka Sûrî de cara yekeme ku hilbijartineke wiha demokratîk hat lidarxistin. Hem ji bo gel an, hem jî ji bo jinan zayîneke nû bû. Jin cara yekê bû ku bi awayekî azad û wekhev tevlî hilbjartinan dibûn. Bi hezaran jinî xwe weke namzet nişan da û bi sedhezaran jî dengê xwe bikar anî. Ev ji bo mafê jinan gaveke dîrokî bû. Her wiha deskeftiyeke girînge ku ji %50 jin di rêveberî û meclîsan de cih digrin, dibin hevserok. Ev yek ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo tevahiya civakê jî xwedî bandoreke mezin bû. Êdî jin ne tenê dayik e, her wiha serok e, fermandar e, pêşeng e, mamostay e, siyasetmedar e… Yanî hemû qadên ku ji bo jinê hatibûn qedexe kirin, hatin vekirin, ev jî rê li pêşiya sosyolojiya azadiyê vedike. Bi qasî ku di guhertin û veguhertina jin de rol dilîze, ewçend jî di ya mêr de xwedî roleke girîng e. Hebûn û beştarbûna jinê a her qadekê dihêle ku ew wêneya kevin ku ji aliyê pergala serdest hatibû avakirin, hilweşe, li şona exlaqê ku hatibû destnîşan kirin û li ser jinê dihat ferz kirin, exlaqê azadiyê avadibe. Ev yek jî ji bo pêşveçûna civakan tiştekî jiyanî ye.    

Gelo rêxistineke hevbeş a jinên li federasyona Bakurê Sûriyê dijîn heye, ger nîn be, ji bo demê pêş xebatek wiha tê armanc kirin?

Di asta Bakur û Rojhelatê Sûriyê de tu rêxistinên jinan ava nebûne. Lê di vê mijarê de lêgerîn hene. Di mijara ka meclîs be, an jî rêxistin nîqaş hene, lê ev nîqaş û lêgerîn hîn bi encam nebûye. Ez bawerim di pêvajoya pêşiya me de wê ev yek zelal bibe.

Bi êrîşa hovane a dewleta faşîst a Tirk û çeteyên AKP´ê a li dijî Efrîn ê, gelek sivîl hatin qetil kirin, jin hatin rewadin û neçarê koça bi darê zarê hatin kirin. Ev rewşa heyî bandorek çawa li jinan kir û dike? 

Bê guman li Efrînê her cûre pêkanînên der exlaqî û komkujî pêk anîn. Kesên ku herê zêde ji vê rewşê bandor bûn jî jin û zarok in, li Efrînê pergalek jinê hatibû avakirin, lê piştî dagirkeriya Tirkiyê, ên ku yekser hatin çewisandin û rastê êrîşan hatin jin bûn. Gelek jin hatin revandin, dest dirêjî li jinan hat kirin, bi dagirkeriyê carekedin pergala baviksalarî û biryarên ku her cûre mafê jinê tune dihesibîne, hatin pêşxistin. A ku li Efrînê pêk hat, qirkirina jinê bû. Ne tenê netewek rastê komkujiyê hat, di şexsê netewekê de a ku kirin, qirkirinek her alî a li dijî jinê bû. Li Efrînê jin ne tenê ji hêla fîzîkî, di heman demê de ji hêla derûnî, tenduristî, çandî û hwd. jî rastê êrîşan hat. Di nav pergaleke herê demokratîk de ku jinê birêve dibir, bi reng û wijdana jinê dihat birêve birin, bi yek carî êrîş kirin û ewder veguherandin dojehekê ku her beşek ji civakê tê de nesîbê xwe girt. Jin û zarok rojane bi kuştin û gefên dagirkerên axa xwe re rû bi rû dimînin. Jin bi zora çekê didin zewicandin; tişta ku çeteyên DAIŞ´ê li Şengalê kirin, îro dewleta faşîst a Tirkiyê û çeteyên wî li Efrînê dike.

Di encama êrîşên dijwar ên dewleta faşîst a Tîrk û çeteyên wî de gelê Efrînê neçar ma dest ji axa xwe ber de û îro bi hezaran kes li wargeha Şehbayê têkoşîna jiyanê didin. Rewşa dawî a li wargeha Şehbayê çiye û pirsgirêkên ku rojane jin û zarok pêre rû bi rû dibin, çine?

Bê guman penaberiya ku dibin zora dagirkeran de çêbû bandorek mezin a neyînê li jin û zarokna kir. Bê welatî, di rewşa bê cih û war de hiştin, bi serê xwe komkujiyek çandî, derûnî, aborî û civakî ye. Vê rewşê bandorek nebaş li jin û zarokan kir. Zarokên Efrînê ku êdî bi zimanê xwe perwerde didîtin, ji dibistanê hatin mehrûm kirin. Gelek jin û zarok nexweş ketin. Gelek zarok ji ber germayê, kêm dermanî û bê vîtamîniyê jiyana xwe ji dest dan. Di encama bê derfetiyan de gelek nexweşiyên giran derktin. Mîna laşmanî, sorik û hwd. Gelek jinên ku çûn bajarên wek Nûbûl û Zehrayê neçar man serê xwe bigrin, vê yekê jî zexteke mezin a derûnî dida çêkirin. Di rewşa heyî de rêjeya tund û tujiya li dijî jinê her ku diçe zêdetir dibe. Kesên ku cisaret nedikrin li hemberî jinê dest bi şîdetê bidin, ji hesab pirsînê ditirsiyan, piştî rewşa penabertiyê ji xwe re hertiş wek maf didîtin. Mirov dikare bibêje ku rewşa dagirkeriyê hişt ku jin 100 sal paş de biçe. Lewma ne şaşe ku mirov bêje, êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî azadiya hemû jinan e.