Rola jin a di yekîtiya neteweyî de 

- Zeynep ERDEM
648 views

Hevsengiyên di serê sedsala 20’an de hatine avakirin hilweşyane û yên nû têne avakirin. Em weke gelê Kurd nikarin li bendê bin ku careke din hevsengiyên nû yên bêyî Gelê Kurd werin avakirin û Kurd tune werin hesibandin. Kurd di vê demê de li herêmê xwedî hêzeke mezin in. Ev hêz dikare di bin banê Kongra Netewî de bighêje hev.

Tu kes û hêz di vê demê de nikare li pêşiya yekitiya netewî bibe asteng. Kijan hêz bikeve nav vê hewldanê wê di rûpelên dirokê de bi rûreşî were bibiranîn. Tu hêz, partî, rêxistin û alî nikarin webalê vê hilgirin û vê dama dîrokî bi Gelê Kurd bidin wendakirin. Ji ber wê jî hêza ku li dîjî yekîtiya netewî bisekine, di hevkariya bi dijminên Gelê Kurd re israr bike wê wenda bike, têk biçe. Di vî warî de xeta hevkariya bi dijminên Kurdan re gerek were şikandin. Herî zêde jî jin dikarin li hember vê xetê têbikoşin û wan bikşînin xeta yekitiya netewî.

Têkoşîna ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, li herêmê di serî de ji bo bi hev re jiyana gelan a pergaleke demokratîk dide avakirin. Her wiha şerê parastina rawa ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, gelan li herêmê ji qirkirin û koletiyê rizgar dike. Bi kurtasî li Rojhelata Navîn jinên Kurd pêşengiya jiyana azad dikin. Ev pêşengî li hemû cîhanê bi baldarî tê şopandin. Ev şêwazê tekoşînê ya jinên Kurd di heman demê de hêviya jiyaneke azad û wekhev li hemû cîhanê jî dide avakirin.

Ji ber vê rola wê ya stratejîk di tekoşînê de lazima jînên Kurd yekitiya hest û fikir bidin avakirin. Nêrînên bîrdozî, rêxistinî çi dibe bila bibe, bi ser kijan hereketa siyasî ve di be bila bibe, di hestên netewî de hatina cem hev ji bo gelê Kurd di vê demê de jiyaniye. Jinên Kurd jî lazime bi vê berpirsiyariyê rabin. Bi taybet di vî warî de pirsgirêka herî mezin li Başûrê Kurdistanê ye. Xelkê Başûrê Kurdistanê her çiqas di warê pergaleke Kurd avakirinê de gevên mezin avêtibin û destkeftiyên mezin hebin jî misogerkirina van destkeftiyan, parastina ji her cûre  xeteriyan girêdayî yekitiya netewî ye.

Pergala desthilatdar ya zilam vê pêdiviya jiyanî ji kur ve his nake. Xeteriyên mezin hene ku gelê Kurd pêre rû bi rû ye. Li gel vê derfetên destkeftiyên mezin jî hene. Ev mercên hene bi siyaseteke hevbeş, berjewendiyên netewî yên hevbeş dikare bi xwere destkeftiyên mezin ji bo gelê Kurd bîne. Ev derfet ji bo berjewendiyên malbatî û rêxistinî yên teng wê ji bo me bi xwere windakirineke dîrokî jî bîne. Tu hêz gerek nekeve bin vî gunehî. Tişta ku li Şengalê bi serê gelê me yê Êzîdî de hat ji ber bê parastin û xwedîderneketinê pêk hat. Yên ku bûn sedema vê karesatê ku hê hesabê vê yekê jî nedane, nikarin pêşeroja gelekî tarî bikin!

Herwiha pirsgirêkên aborî-siyasî yên herêma Kuditanê ji siyaseta netewî û herêmî ya şaş bingehê xwe digre. Dewlemendiyên ser erd û bin erd yên herêma Kurdistanê bi giştî ji dewleta Tirk re tê pêşkeşkirin. Di şexsê PDK’ê de ruhê AKP/Erdogan li Başurê Kurdistanê digere. Binkeftina AKP´ê di heman demê de binkeftina PDK’ê jî wê bixwere bîne. PDK û xeta wê ya siyasetê çarenûsa xwe bi ya gelê xwe, gelê Kurd ve girê nedaye. Dewlet Neteweya ku di şexsê AKP/Erdogan de wendakirineke dîrokî dijîn re çarenûsa xwe girê daye. Ev jî vê siyaseta şaş dide nîşandan. Ev rastî bilêvkirin û li dîjî vê siyasetê derketin despêkê erka jinên Kurd e.

Ji ber ku ji destê dagirkerên Kutdistanê herî zêde jinên Kurd êş kişandin e. Niha li welatê me dema têkçûna dagirkeriyê ye. Em jin nikarin li bendêbin û li pêvajoyê temaşe bikin ka wê çi bibe. Ancax em dikarin bi mudaxele kirina vê pêvajoyê dikarin bêjin ku me erka xwe ya netewî bi cih aniye.

Hevbeşiya jinan û mudaxeleya wan ya li siyaseta şaş dikare bingeha yekitiya netewî ava bike. Di vê demê de siyaseta şaş dikare bi xwe re êşên mezin bîne. Berya her tiştî li dijî dagirkerên Kurdistanê bi hezaran jin, ciwan û bi giştî gelê Kurd berdêlên mezin dane. Xwedî ezmûnên giranbiha ne. Careke din nikare çarenûsa xwe bixe destê dijminên xwe. Ji ber ku di her warî de gelê Kurd li herêmê ji dagirkeran bi hêztire. Li ser şopa heqîqetê dimeşe. Ev meş her derê ronî dike, zelal dike, azad dike. Stêrka gelê Kurd li esîman diçirûse. Dijminên Kurdan jî di taritiyê de difetisin. Mafê tu hêzê tuneye ku gelê Kurd berbi vê tarîtiyê ve bibe.

Bi avakirina Kongra Netewî û lidarxistina Kongra Netewî wê gaveke din dagirkerên Kurdistanê berbi tarîtiyê ve bibe û gelê Kurd jî bibe serkeftinê.