Têkoşîn bi birêxistinbûnê girîng e

- Newaya Jin
807 views

MARIA MIES -1Maria Mies di sala 1931´an de li Kolnê ji dayîk dibe. Li zanîngeha Kolnê mamosteya beşa  sosyolojiyê bûye. 5 sal an li zanîngeha Gote a li Hindistanê wek mamoste dixebite û teza xwe ya doktora jî li ser jinên Hindistanê amade dike. Demeke dirêj jî di nava tevgerên jinên femînist de cih girtiye û yek ji teorîsyena ekofemînîzmê ye. Mies hejmareyeke zêde pirtûk û nivîs nivîsandine û xizmeteke mezin ji têkoşîna jinan re kiriye. Hin ji pirtûkên wê yên herî bi nav û deng: ´Koloniya herê dawîn Jin´, ´Ekofemînîzm û Baviksalarî û di qada dabeş kirina kar a Navnetewî de Jin´ in.

Necîbe Qeredaxî tevî Ivon Hanna endama komîteya Jineolojiyê, serdana Maria Mies dikin û li ser babetên cûda nîqaş û gûftigo pêş dixînin. Nîqaş li ser naveroka pirtûkên Mies, tevgerên femînîst, xweza, kolonyalîzm, ezmûnên jinên Hîndîstanê ku Mies bi xwe dem dirêj lê maye; dîsan bandora pergala kapîtalîst a li ser jiyana civakî, pêşketina zêde a teknîkî û bandora wê a li ser jinan, a herê girîngtir jî mijara jineolojî, berhemên teorî û pratîk yên tevgera jinên Kurd û şoreşa Rojava bû. Di encama vê hevdîtinê de Necîbe Qeredaxî û Ivon Hanna ji bo rojnameya me Newaya Jin nêrîn û naveroka vê hevdîtinê radigihînin û emê jî hewl bidin bi we xwendevanên hêja re parwe bikin.

Hûn pirê caran qala girîngiya piratîkî dikin, gelo çima ji bo we piratîk ji teoriyê girîngtire? 

Piratîk girîng e, ji ber ku piratîk bingehê pêdiviya teoriyê gav bi gav ava dike. Di vê di nava piratîkê de teorî baş bê fêm kirin, daku di têkoşînê de zêdetir serwextbûn bê çêkirin ka pêdiviya wan bi çi heye. Pêwîste em bikevin nav civakê ku bikaribin guhertinê bidin çêkirin; em nikarin bi rêbaza pozîtîvizmê li civakê binêrin ku ji derve lê dinêrê û dixwaze biguherîne. Pêwîste teorî ji bo guhertinê be, guhertin jî bingehê karkirinê a bi civakê re be. Em naxwazin rewşa objektivîzim û sûbjektivîzimê bidome.

Hûn dikarin hinek zêdetir zelal bikin ka mebesta we di vê mijarê de çiye? 

MARIA MIES -6Di sala 1978´an de, li hemberê şideta ser jinê me wek komek xwendekar û jinên femînîst xwest ku li Kolnê mala jinan damezirînin lê, seroka şaredariyê a wê demê ji me re got ku tund û tujiya di nava malbetê de nîne û ev daxwaza me red kir. Dema seroka şaredariyê got ku tundiya di nav malbatê de nîne, koma me jî çû kolanan û ji jinan pirsîn ka gelo tundî heye an na? Ger heye, di kîjan astê de ye? Li kuderê zêdetir heye? Encamên xebat û lêkolînên me dan nîşandayîn ku tundiya di nav malbatê de heye. Em carêkedin çûn cem seroka şaredariya Kolnê û me heman daxwaza xwe dûbare kir. Lê mixabin ku dîsan ev daxwaza me nehat pejirandin. Paşê me, xwe bi xwe mala jinan ava kir. Ji ber ku ew kar zehmet bû, her wiha diviyabû fermî be jî me biryar da ku her kes mala xwe bike mala jinan û li jinên ku bi tund û tujiyê re rû bi rû dimînin, xwedî derkevin. Bi vî rengî derfetek hat avakirin ku em jinan hîn zêdetir di nêz de nas bikin û ji rewşa wan serwext bibin. Di wan deman de jinên di nav partiyên siyasî û  saziyên dewletê de cih digirtin, arikarî nedidan.

Ligor we, di roja îroyîn de pirsgirêka sereke a jinan çiye? 

Ligor min yek ji pirsgirêka sereke a jinan di roja me a îro de jî dîsan tund û tujî ye. Tevgerên femînîstî li ser van mijaran zêde kar nakin, sedema vê yekê jî ew e ku ne birêxistinkirî ne û xwe naparêzin. A girîng ew e ku tu bilivî û kar bikî, paşê li ser teoriyan rawestî. Niha li Kolnê sê stargehên jinan hene, ev yek jî nîşan dide ku asta şidetê bilind e. Wê demê, di encamê de ger ev karê ku înîsiyatîfa yekemîn ya jinan kir, serkeftî ba, wê demê niha pêdivî bi malên jinan nedima. Bi nêrîna min pirsgirêk ne tenê jin e, pirsgirêk zilam e û daxwaza wekheviyê ji zilam kirin jî şaşe. Nêrîna min a li ser ´wekheviya zayendî´ heye. Lê, berê her tiştekê pêdivî bi guhertinê heye, ji bo ku jin û mêr bikaribin wekhev bin û bi hev re bijîn.

Guhertina di zilam de pirr girîng e û pêwîste ku em di vê mijarê de rexne li tevgerên jin yên li Ewrûpa bigirin, bi taybetî jî li tevgerên jinan yên li Elmanya ku di vê mijarê de kêm mane. Tevgerên femînîst li vir têkoşîna mafên wekhev a bi zilam re dan meşandin. Lê, di roja îro de ev yek têra nake û şaşe. Ji ber ku îro zilam gelek sitemkar, zordar û serwer e, li ser hemû qadên jiyanê jî vê serweriya xwe dide meşandin ku em bi tu awayî naxwazin jin wiha bin. Girîng e ku kesayet, jiyan û şêweyê danûstandina zilam were guhertin. Li vir hîn zêdetir mijara wekheviya takekesî di rojevê deye, lêbelê wek mijarek civakî, bi têgîna heyî ya wekheviyê bandorê li ser civakê nade çêkirin.

Bi nêrîna me pirr tevgerên femînîst pergala baviksalarî, sermayedarî û desthilatdariyê ji hev qût dikin û têkoşîna li hember yek ji wan ji ya din cûda dikin. Gelo hûn vê yekê çavan digirin dest û dinirxînin? 

MARIA MIES -30Zihnîyet-hişmendîya baviksalarî û desthilatdariyê di rêza yekem de bandora xwe li ser jinê çêkiriye. Ev du têgîn bûne çavkaniya avabûna sermayedariyê. Sermayedarî li ser pergala baviksalarî xwe ava kir. Di vê her du bi hev re bên dîtin. Îro zilamê sipî her tişt, cîhan, jin, xweza dagir kiriye. Hûn dibînin ku Meksîka, Emerîkaya Latîn û pirr deverên din dagir kirine û hîna jî dagir dikin. Marx bi şêwazeke rast sermayedarî şirove nekir, ji ber ku karê jinê û keda jinê nedît. Tenê li ser proleterya şîrove pêş xist. Di rastiyê de bingeha karê proleterya, jin e. Karê malê, zarok anîn, hilbirîn û hwd. Lêbelê Marx ev weke kar nedît. Marx weke xêzeke rast ber bi pêşve timî li dîrokê nêrî û ew jî rast nebû, ji berku rewşa me ya niha li berê baştir nîne. Ev nêrîna Marx ku wer bawer dikir her tişt ber bi pêş de diçe rast nîne. Rewşa pîşezasî a îro ku Marx digot; “pîşesaziya pêşketî” girîng e mirov bibîne ka civak  çawa xirab kiriye û civak kiriye civakeke berxor. Rewşa jinê ji civaka çîna navîn xirabtir e, ji berku jin bi tenê dimîne û bê parastin e, rêz ji jinê naye girtin û tenê weke hêza kar tê dîtin. Jin di civaka çîna navîn de talûkeyê zû nabîne û ji bo parastinê pişta xwe dide dewletê, ev jî rast nîne, ji berku dewlet ne tenê wan naparêze, heya di der heqê wan kesên ku bi komî dest dirêjî li jinan dike jî lêpirsîn naveke. Pirsgirêk bê guman ne tenê ev e. Ji xwe dema dest dirêjî çêbû, girtin êdî rewşeke direng mayî ye. Ji bo jin xwendin û yan jî kar nayê wataye azadbûnê, a girîng guhertin di malbatê de ye.

Ji bo rewşa îro ez ne zêde geşbîn im. Rewaşa jin nehatiye guhertin û tevgerên femînîst pirr bêdeng in. Di aliyê rêxistinî û kesayet de, jinên Hindistanê bihêz in, jinên Elman pirr lewaz in. Ez rewşa jinê a li vir baş nabînim.  Pirr kar dikin, lê karên wan veşartîye û nayê dîtin, xwe birêxistin nakin, naparêzin, pirr bi tenê ne. Rewşa herî xirab, rewşa jinên ciwan e. Ew dibêjin pêdivî bi femînîzmê nîne. Jiyanek bê enerjî û bê coş heye. Jinên ciwan tenê jîyaneke asayî dixwazin; tenê xwe, zilam û pêşeroja xwe difkirin, tiştekê li ser femînîzmê nizanin. Ji berku wer bawerin azad in û jiyana wan baş e. Ev jî rastiyê îfade nake.

Hûn qala tehlûkeyên zayîna teknolojîk (reproductive technology) dikin, gelo kengê bi vê tehlûkeyê dikare bê hesîn?  

MARIA MIES -14Babeteke girîng e ji bo guftûgo yê. Bi zayîna  teknolojîk kar li ser zarokên tûb têkirin. Ev jî bi rêya dewlemend kirina malzaroka jin, tê kirin. Li vir a ku gengeşe li ser heye, kirêkirina malzarok û bikaranîna jin, an jî ceribandinên li ser genên jinan e. Rêxistina tora navnetewî ya femînîst, ji bo têkoşîna li hember mûhendisiya gen û zayînê, (FINRRAGE) ji bo pêşîgirtina zihnîyeta mêr û sûda berovajî, hat damezirandin. Di qonaxa heyî de, bi navê pêşketin û pêşxistina teknîkê, karên hovane li hemberê jinê tê kirin. Ev gihiştiye asteke herê metirsyar; dest bi bazirganiya wê jî hatiye kirin û jinên xêzan ji bo jin û zilamên sipî zarokan tîne. Ev bi eşkere dagirkeriye. Pêwîste tevgerên fêmînist li hemberê vê yekê rabin.

Her wiha hûn qala perspektîfên xwejênî (Subsistence Perspective) dikin, di nav pergalekê ku li ser her qadekê xwe serwer kiriye, kar çawa bi vê têgînê dikare bê kirin? 

Siyasetek cûda û azad ya li ser bingehê exlaq nîne. Bi teknîkê mirov li koka hilberînê hatîye qût kirin. Ji bo wî jî mirov ji pênaseya şert û merc û bihayê kar hatiye dûr xistin. Di baxçeyê mala me de, mirov û ajal bi hev re dijiyan. Gelek caran diya min bi çêl û berazan re dima, heya ku çêlika wan diza. Ji bo rewşa ku liberalîzmê di roja me a îro de ava kiriye, têgîna veganîzm dikare têgîneke rûnîkirinê be. Li şûna em dagir bikin û çavê me li ser yên din be, em dikarin debara xwe bikin, her wiha dikarin bi perspektîfa xwejênî herkes li cihê ku dimîne sûdê ji çavkanî û derfetê jiyanî werbigire. Li şûna ku bi şer erd û dewlemendiyên din dagir bikin, lazime alternatîf bên pêş xistin û sûdê ji rêbazên weke veganîzmê bigirin. Lîberalîzm ji bo hîn zêdetir qezencê bidest bixe, her tişt rewa kiriye û mirov ji xwejênî dûrxistiye, heta erd û baxçe veguherandine çol ê.  Ji bo bidestxistina rûnê xûrmeyan daristanan têk dibin û kesên xwecihî neçarê koçberiyê dikin.

MARIA MIES -18Ez pirr keyxweşim û a rast min qet hêvî nedikir ku jinên Kurd ji tez û ramanên min ji bo azadiya jin û civakê sûdê werbigirin. Binêrin, (îşaret bi guldana li pêşiya xwe ku şitilek tê de şîn bûye, dike) ev tov ku binavê tovên civaka nû ne, ji Meksîkayê ji min re hatiye şandin ku li vir berhem dide. Tez an jî raman jî wisan in, li şûn an jî cihekê ku qet mirov texmîn neke  hilberîna xwe dide.

Ez dema vegeriyam gundê xwe, min mêze kir ku ez dikarim bi nêrîneke nû li tiştên kevin binêrim. Mim fêm kir ku pirrengî, bandora dar û gulan a li hev dike, keda ku li ber van tiştan hatiye dayîn û ne tenê gul lê, di heman demê de gul, dar û tîrêjê rojê, hemû xweza dikare bi hev re di nav ahengekê de bijîn û hev bihêz bikin. Jin baştir xweza û ajalan nas dike û têkiliya wan bi xwezayê re bihêztire. Ji ber ku jin ne tenê li ser esasê talan, bikaranînê nêz dibe, berê hertiştekê bi jinê re rêz û empatî heye.

Dibe ku jinên din jî ji jinên Kurd fêrî têgîna “kuştina zilamtî” bibin. Li vir tê gotin ku jin divê xwe ji zilamên sitemkar û zordar biparêze. Çima? A girîng ev e.

Ez bi avakirina gundê jinwar keyxweşim. Ev yek gaveke baş e. Girînge ku jin bi xwe vê tiştê bikin. Di sala 2012´an de li zanîngeha Kolnê konferansa jineolojiyê hat lidarxistin û ez jî ji bo vê konferansê hatim vexwandin. Lê mixabin ji ber mezin bûna temen û nexweşiyê, wê demê min nekarî ku beşdar bibim. Lê, berê wê ez li Kolnê beştarî civînek jineolojiyê bûm. Jineolojî girîng e, lê a rast agahiyên min di vê mijarê de zêde nînin. Pêwîste jinên têkoşer dîroka xwe nas bikin, daku hîn baştir têbikoşin bikin. Ger herkes ´Xwebûn´ê bijî, wê demê dagirkerî wê nemîne. Gelek ku hatibe dagirkerin divê carekedin hebûna xwe bibîne û xwe birêxistin bike. Mînak gelê Hîndîstanê jî dihat xwestin ku di nav çanda Îngîlîzan de bê helandin û wek wan tevbigerin. Lazime her gel û çand hebûna xwe biparêze.