Xerca bingeh a parastina nirxên civakî

- Roza METÎNA
499 views

Çand, hûner, wêje, kevneşopî nûnertiya puxteya civakê dike û nirxên civakî yên girîng in. Nasnameya civakê li ser van esasan derdikeve pêş. Di avakirina pergala fikir û raman de jî xwedî taybetmendiyên mezin in. Di heman demê de ji bo têkoşîna li dijî hîyerarşîzmê jî li ser esasên parastina nirxên civakî tevgerên mezin pêk hatine. Ji bo mudaxaleya li dijî ehlaq û polîtîkayê pêk were jî li ser van esasan bişavtin ketiye meriyetê. Hatiye xwestin ku gelê kurd bi vî rengî ji hêza ku xwe birêve dibe, bêpar bê hiştin. Feraseta ne baş her dem êrîşî xerca bingeh a parastina nirxên civakî kiriye. Xerca bingeh a parastina nirxên civakî jin e. Jinan serkêşiya çand û wêjeya devkî dengbêjiyê ku hîmên parastina nasnameya gelê Kurd e,  kirine û zarok lorîkên yekem ji dayikên xwe hîn bûne. Jinê di dîrokê de rolek gelek mezin a biryardayinê lîstiye û di heman demê de çarçoveya pîvanên ehlaqî jî diyar kiriye. Bi vê yekê girêdayî têkiliyên çand, wêje, kevneşopî, avakirina kesayetek azad a di nava civakê de xurt kiriye û bi rêbazek lêpirsîner civak bi teşe kiriye.

Li dijî qirkirina çandî, wêjeyî, berxwedana jinê

Jinê her mîsyonertiya berfirehkirina binhişiya civakê kiriye û li dijî kesayetên lawaz bi amûra xwe ya herî xurt a wêjeyî parastin kiriye. Ji ber ku jinê li dijî koletiyê serî hildaye û nûnertiya parastina nirxên civakî kiriye, her dem wekî jêderka gunehan û kiryarên nebaş ên qewimîne hatine dîtin. Hatiye xwestin ku bi vî rengî hêzên hegemon bi awayekî hêsan lotikan bidin xwe. Loma jinê her dem li dijî milkiyeta taybet, hiyerarşiyê ku berhemên zihniyeta baviksalarî ne, li ber xwe daye. Li dijî qirkirina çandî, hûnerî, wêjeyî hewl daye ku her dem ji civakê re bibe wekî stargehekê. Çimkî desthilatdaran her dem wekî şimika gaziyê hewil dane ku civakê li gor berjewendiyên xwe bi teşe bikin. Ji xwe re rêyên sereke, ji bo vê yekê hilbijartine. Yek ji rêya taybet ku ji xwe re hilbijartine jî di bin navê wergerê de qirkirina çand û wêjeyê ye. Gelek çîrok, stran, destanên bi zimanê Kurdî ji aliyê kesan ve bi zimanên cuda hatine wergerandin û wekî ku malê wî zimanê biyanî be, hatiye pênasekirin. Çîroka bi Kurdî ya Keçelokê Pîrê ya ku wekî (Keloglan) wergera wê ya bi Tirkî hatiye kirin û wekî ku çîroka Tirkan be tê xuyakirin. Lê di eslê xwe de ev çîroka gelê Kurd e. Muzîka Sirûda Enqereyê, ji Strana Hesen Zîrek a bi navê Kurdistan hatiye dizîn. Tirk dibêjin destana Şahmeran û destana Ristemê Zal ên me ne. Mînakên bi vî rengî gelek in. Bi vê rêbazê hatiye xwestin ku gelê Kurd ji nirxên xwe yên çandî, dîrokî û ji kevneşopiya xwe dûr bikeve.

Berxwedana li dijî qirkirina çandî û wêjeyî

Li dijî polîtîkayên pişaftinê jina Kurd di bin sîwana dewlemendiya çanda xwe ya dengbêjiyê de çîrok, destan, zûgotinok, pêşgotin, lîstik ên bi hezar salan gihandiye nifşên nû. Gelê kurd niha bi folklora xwe yanî zanîna gel a xwezayî ya dewlemend serbilind e. Folklora Kurdan derya ye û her pişta gelê Kurd xurt kiriye. Folklor nasnameya neteweyî ye. Ji bo folklor di bin karesata windabûyinê nemîne, jina Kurd rolek gelek girîng di vî warî de lîstiye. Mînakek jê ev e ku jina Kurd a bi navê Cemîla Celîl gund bi gund geriyaye û berhemên folklora Kurdî yên wekî çîrok, stran dane hevdu da ku winda nebin. Dengbêjên wekî Fatma Îsa, Eyşe Şan, Sûsika Sîmo, Meryem Xan, Gulê ya ku wê û Evdalê Zeynikê avêtine ber hevdu, ji bo geşkirina çand, wêje û hûnera Kurdan bûne feyz. Di nava şert û mercên dijwar de hem li dijî zihniyeta baviksalarî, hem li dijî faşîzma pergala desthilatdar liberxwe dane û heta dawî têkoşiyane, xizmeta parastina nirxên civakî kirine. Hêmana olê wek amûrek sereke ya şikandina vînê, li dijî jinê hatiye bikaranîn. Li gor hinek tarîqat û olan qedexeye ku jin stranan bibêje. Gotina stranan wekî guneh tê hesibandin. Niha jin hewil didin ku di warê pêşketina wêjeya nûjen de, ji ber pêkanînên zihniyeta baviksalarî li paş perdeyê nemîne.

Hişê hevpar ê civakî

Bandorên hişê civakî yên li ser pêşketina wêje, çand û hûnerê jî gelek in. Ev hişê civakî di heman demê de siberoja civakê jî bi teşe dike. Ji ber jinê serkêjiya folklorê kiriye, di heman demê de jî bûye parêzvanê hişê civakî. Jinên Helbestvanên wekî Rihan Xanima Loristanî, Dayê Tewrêza Hewramî, Cîhan Ara Xanim, Mestûre Kurdistanî, Celale Xanima Loristanî, Xurşîd Xanima Dawaş, bi sekna xwe ya jixwe bawer û bi xizmeta ji bo wêjeya kurdî her hêşê civakî parastine. Em van helbetvanên hêja dikarin wekî bingeha wêjeya cîhanê jî qebûl bikin. Çimkî bingeha wêjeyê li ser axa Mezopotamyayê hatiye avêtin. Pêşgotinên yekem, strana eşqê ya yekem û gelek tiştên wêjeyî cara yekem li ser axa qedîm a Mezopotamyayê pêk hatiye. Divê em keda jina Kurd a wêjevan a ji bo parastina dîrokê jî ji bîr nekin. Jina Kurd a bi navê Mestûre Kurdistanî wek dîroknivîsekê jî pirtûka bi navê “Dîroka Erdelan” nivîsandiye. Lê dema em îro dinêrin qasî navê helbestvan û nivîskarên mêr derketine pêş ên jin derneketine pêş. Ji ber zext û zordestiya bi salan jin her li paşiya perdeyê hatine hiştin. Dema em li cîhanê dinêrin jî ev yek wiha ye. Di cîhanê de hinek jinan ji ber zordestiyan û zextan mahlasên mêran bi kar anîne.

Reng, deng û ahenga jinê

Di warê parastina nirxên neteweyî de jî jinên Kurd mohra serkeftinên mezin li rûpelên dîrokê xistine. Di sala 1957’an de ji bo kongreya li dijî kolonyalîzmê ya li Yewnanîstanê pêk tê, 6 delegeyên Kurd tên xwestin. Tevî hemû astengiyan Rewşen Bedirxan beşdarî kongreyê dibe. Rewşen Bedirxan bi ala Kurdistanê beşdarî konreyê dibe. Bi vê yekê ala Kurdistanê cara yekem di dîrokê de li civîneke Navneteweyî de cihê xwe digire. Rewşen Bedirxan ji bo cihê jinê yê di civakê de bi awayekî erênî bê guhertin gelekî têkoşînê dide. Li ser zayendiyê gelek gotar nivîsand û xwest ku jin her li dijî cehaletê şer bike.

Bi saya jinên Kurd ên wekî, Rewşen Bedirxan, Mestûre Kurdistanî, Cemîla Celîl, Fatma Îsa, Eyşe Şan, Sûsika Sîmo, Meryem Xan, Gulê jêderka kaniya çand, hûner û wêjeyê her hatiye xwedî kirin. Reng, deng û ahenga jinê her dem wêjeya cîhanê dewlemendtir dike. Ji bo berhemên giranbiha pênûsa jinê pêwist e. Çimkî di warê parastina hemû tiştên bi qedir û qîmet de civak deyindarê têkoşîna jinê ye. Divê em her kêliya xwe wekî kêliya têkoşîna ji bo wêjeyê pênase bikin û em feyza xwe ya herî mezin ji dîroka berxwedanê ya jinê bigirin. Wê demê ew ê tîrêjên rojê her li asîmanê dilê cîhanê bide der û kenên li ser lêvan ew ê her şad bimîne. Hemû hezkirin û bextewariyên nîvcomayî ew ê bigihêjin miradên xwe. Ji bo meqseda miradê hemû dilan bi cih were divê em qîmeta ked û xebata jina Kurd her bizanibin. Bingeha cîhanek azad û pêşketî ew ê bi nêrandina jinên Kurd ên helbestvan, nivîskar û hûnermend  bê avakirin.