10 şoreşgerên jin ên bi bandor ku ji dersên dîrokê nayên hînbûn

- Site varsayılanı
787 views

Şoreşgerên mêr ên mîna Che Guevara ji aliyê her kesî ve tê naskirin, lê belê dîrok gelek caran tevkariya şoreşgerên jin ên di oxira îdeolojî û sîstemên nû şîn dibin de dem, hewldan û jiyana xwe feda kirine, venabêje. Berevajî qeneata giştî, di herikîna dîrokê de bi sedan jin hene ku tevlî şoreşan bûne û gelek ji wan di van şoreşan de rolên diyarker lîstine. Van jinan li nuqteyên cuda yên qada siyasî cih girtine. Hin ji wan rahêştine çekê, hin jê pênûsa xwe mîna çekê bikar anîne, lê hemûyan jî ji bo nirxên jê bawer dikin têkoşîneke bê eman meşandine.

Ji şoreşgerên jin ên ku belkî em wêneyên wan ti carî li ser tîşortên ciwanan nebînin, çîroka deh jinan…

Nadejda KrupskayaNadejda Krupskaya

Gelek ji me Nadejda Krupskaya bi tenê weke hevsera Vladimir Lenin nas dikin. Lê Nadejna di heman demê de şoreşgereke Bolşevîk bû û bi xwe siyasetmedarek bû. Ji sala 1929’an heta sala 1939’an dema wefata xwe, Alîkariya Wezareta Perwerdeyê jî di nav de cihê xwe di nava gelek xebatên siyasî yên Yekîtiya Sowyetan de girt. Her wiha li qada perwerdeyê hin wezîfe hilgirt ser milê xwe. Beriya şoreşê, di nava koma Îskra de weke sekreter cih girt, ku xebata muhabereyê ya aşkerakirina kod û şîfreyan dimeşand. Piştî şoreşê, ji bo karker û gundiyan jiyana xwe da kar û hewldanên vekirina pirtûkxaneyên her kes karibe jê sûdê werbigirin û hewl da derfetên perwerdeyê biafirîne.

Constance MarkieviczConstance Markievicz

Constance Markievicz (navê xwe yê rastî Gore-Booth), sufrajeteke xwedî nêrîna şoreşger-neteweperest a di nava Sinn Féin û Fianna Fáil de xebata polîtîk meşandiye. Di heman demê de sosyalîstek û konteseke Îngilîz a bi eslê xwe ji Îrlandayê bû. Tevî Serhildana Paskalya ya 1916’an, ku ew jî yek ji lîderên wê bû, di nava gelek qadên têkoşînê yên ji bo serxwebûna Îrlandayê de cih girt. Beriya di vê serhildanê de xwe vekişîne û neçar bimîne teslîm bibe, tetîkkêşekî Îngilîz birîndar kiribû. Di nava heftê kesên piştî serhildanê bi cezayê hucreyê hatin cezakirin de, jina tekane bû. Cezayê mirinê lê hat birîn, lê belê ji ber ku jin bû hat efûkirin. Balkêş e; meqama îdîayê îdîa kiriye ku bi gotina “Ez jineke rebenim, hûn nikarin jinekê bikujin” li ber wan geriya ye, lê belê di vegotina xwe ya rasteqîn de ku di raporên dadgehê de jî hatiye qeydkirin wê gotiye, “Xwezî bi qasî ku min bikujin, hûn durist bûna”. Constance, yek ji jinên destpêkê yên li cîhanê wezîfeya Wezareta Dewletê kiriye (Wezareta Xebatê ya Komara Îrlandayê, 1919-1922). Di heman demê de jina destpêkê ye ku ji Kamara Avam a Îngilîz re hatiye hilbijartin (Kanûna 1918)- ku Constance ev meqam, li gorî polîtîkaya dijberiya sindoqê ya rêxistina Sinn Féin red kiriye.

Petra HerreraPetra Herrera

Leşkerên jin ên di dema Şoreşa Meksîkayê de weke “soldaderas” dihatin naskirin, tevî destdirêjiya timî lê rast dihatin jî, bi mêran re tevlî şer bûn. Yek ji “soldaderas” ên herî naskirî Petra Herrera zayenda xwe veşart û bi navê “Pedro Herrera” şer kir. Bi navê Petro, (mînak; bi teqandina piran re” lîderiyeke mînakdar nîşan da û ancax piştî demekê karî zayenda xwe aşkera bike. Bi 400 jinên li gel xwe tevlî Duyemîn Şerê Torreón ê 30’ê Gulana 1914’an bû û bi serketina xwe ya di vî şerî de deng veda. Lê mixabin ne bi dilê Pancho Villa bû ku ev serketin li hesabê jinê were nivîsandin. Li hemberî vê yekê Herrera ji artêşa Villa veqetiya û yekîneya xwe ya bi tenê ji jinan pêk tê ava kiriye.

NwanyeruwaNwanyeruwa

Nwanyeruwa ya Nîjeryayî ya ji kabîleya Îgbo, di dema mêtîngeriyê de jina ku yekem şerê demkurt ê bi bandor li dijî desthilatdariya Îngilîz a li Rojavayê Afrîkayê daye destpêkirin e. Di 18’ê Mijdara 1929’an de Nwanyeruwa, dema karmendê serjimartinê Mark Emereuwa jê re got, “tuyê bizin, mihî û mirovên xwe bijimêre’ li dijî vê derket. Ev yek dihat wê wateyê ku dewlet wê bacê jê bistîne (û li gorî kevneşopiyê bac ji jinan nedihat stendin). Nwanyeruwa ev mijar bi jinên din re nîqaş kir û di encamê de protestoyên jinan ên 2 mehan dewam bike û piştre weke Şerê Jinan bihata binavkirin, destpê kirin. Ji her devera herêmê bîst û pênc hezar jin tevlî van çalakiyan bûn. Di van çalakiyan de bacên nû hatin derxistin û erkên bê sînor ên rêveberên Îngilîz, hatin protestokirin. Di encama vê de rewşa jinan hat başkirin, Îngilîzan planên xwe yên bacê betal kirin û gelek rêveberan ji neçarî îstifa kirin.

Lakshmi SehgalLakshmi Sehgal

Lakshmi Sehgal ku di nava gel de weke “Fermandar Lakshmi” dihat naskirin, yek ji şoreşgerên tevgera rizgariya Hînt bû, di nava Artêşa Neteweyî ya Hîndîstanê leşkerî kir û piştre wezîfeya Wezareta Jinê di hikûmeta Azad Hînd de meşand. Di salên 1940’î de li Hîndîstana mêtînger fermandara alaya “Qralîçeya Jhansi” ya ji bo hilweşandina Rêveberiya Îngilîz şer dikir û temamiya wê ji jinan pêk dihat, bû. Alaya Qralîçeya Jhansi, di nava artêşên tevlî Duyemîn Şerê Cîhanê bûn de yek ji yekîneyên kêmdîtî yên tenê ji leşkerên jin pêk dihat bû. Vê alayê navê xwe ji şoreşgereke din a jin a navdar a dîroka Hînt, ji pêşenga Raperîna Hînt a 1857’an Rani Lakshmibai girtiye.

SOPHIE SCHOLL 1Sophie Scholl

Şoreşgera Elman Sophie Scholl, endama damezrîner a rêxistinbûyîna Gula Spî ya pasîfîst a Antî-Nazî bû, ku bi belavok û nivîsên li ser dîwaran ên bê nav, li dijî rejîma Hîtler li ber xwe dida. Di Sibata 1943’an de Scholl û endamên koma pê re, ji ber ku li Zanîngeha Munchenê belavok belav dikir hatin girtin û bi cezayê kuştina bi giyotînê hat cezakirin. Di heman salê de mînakên van belavokên bi serenavê Manîfestoya Xwendekarên Zanîngeha Munchenê, li derveyî welat bi mîlyonan hat kopykirin û ji aliyê balafirên hêzên hevalbend ve li ser Elmanyayê hatin belavkirin.

Blanca CanalesBlanca Canales

Blanca Canales neteweperesteke Porto Rîko’yî bû, ku tevkarî li damezrandina rêxistina Keçên Azad kir, ku ev rêxistinbûyîn baskê jinê yê Partiya Neteweperest a Porto Rîko bû. Yek ji çend jinên ji raperîna li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bi navê Raperîna Jayuya re pêşengî kir, bû. Di sala 1948’an de bi “Qanûna Devgirk” an jî bi Qanûna bi hejmara 53’an re, çapkirin, weşandin, firotin an jî nîşandana her şêwe materyalên zerarê didin hikûmeta herêmî yan jî hewl didin hikûmetê hilweşînin, dihat cezakirin. Neteweperestan jî, weke nerazîbûna li vê yekê, plan kirin ku şoreşa çekdarî bidin destpêkirin. Di 30’ê Cotmeha 1950’î de, Blanca û yên pê re, çekên li mala Blanca veşartî hilgirtin, ketin nava bajarê Jayuya û navenda polîsan xistin bin kontrola xwe. Li hemberî Qanûna Devgirkê, postaxane şewitandin, xetên telefonê qut kirin û ala Porto Rîko li ba kirin. Piştre Serokê DYA rewşa awarte îlan kir û ji bejahî û hewayî ve li bajêr dest bi operasyona çekdarî kir. Neteweperestan heta demekê li ber xwe dan û di encama berxwedana sê rojan de hat girtin û cezayê ragirtina heta bi hetayê lê hat birîn. Bajarê Jayuya zerareke mezin dît û ev bûyer ji aliyê medya Dewletên Yekbûyî ve bi nûçeyên alîgiriyê, hat ragihandin. Serokê DYA bi xwe jî îdîa kir ku ev yek ne raperîn e, “mijareke di navbera Porto Rîkoyiyan de ye”.

Celia SanchezCelia Sanchez

Gelek ji me Fidel Castro û Che Guevara nas dike, lê gelekî kêm ji me navê Celia Sanchez bihîstiye. Sanchez jina di navenda Şoreşa Kubayê de cih digire ye û tê gotin ku kesa sereke ya biryaran dide, ew e. Piştî darbeya 10’ê Adara 1952’an Celia tevlî berxwedana li hemberî hikûmeta Batîsta bûye. Damezrîneriya Tevgera 26’ê Tîrmehê kiriye, di rêveçûna şoreşê de ji yekîneyên şer…

Kathleen Neal CleaverKathleen Neal Cleaver

Kathleen Neal Cleaver, endama Partiya Pilingê Reş û endama destpêkê ya jin a yekîneya biryargirtinê ya partiyê ye. Wezîfeyên berdevkiya partiyê û sekreteriya çapemeniyê meşandiye. Her wiha, ji bo serbestberdana berpirsyarê parastina li girtîgehê ya partiyê Huey Newton, di asta navneteweyî de kampanya bi rêxistin kiriye. Berevajî îdîayên ku dibêjin Pilingên Reş rêxistinbûyîneke bi serdestiya mêr e, tevî Cleaver û Angel jinên din wextekê yek ji sê parên partiyê bûn.

Esma MahfuzEsma Mahfuz

Esma Mahfuz yek ji şoreşgerên serdema me ye. Mahfuz bi banga xwe ya protesto ya Çileya 2011’an a li Meydana Tehrîr a li Misirê tê naskirin. Mahfuz ku weke yek ji pêşengên Şoreşa Misirê tê qebûlkirin, endameke navedar a Koalîsyona Ciwanan a Şoreşa li Misirê ye.

Deh jinên me li jorê navên wan bilêv kirin, bi tenê aliyê tê dîtin ê çiyayê qeşayê yê şoreşgerên jin e.

Çawkani: dunyalilar.org