Di sêsaliya wê de Şoreşa Jin Jiyan Azadî û têkoşîna jinan

- Zîlan Vejîn
322 views
Sêyemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî bi awayek berfireh û girseyî bi çalakiyên cihêreng hat pêşwazîkirin. Bi taybet tevgara jinên Kurd hem li Ewropa hem li her çar beşên Kurdistanê bi xwedîderketina nirxên şoreşê helwest û nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên rejîma Îranê diyar kir. Jinan li gelek cihan bi meş, semîner, mîtîng û bernameyan çalakî pêk anîn. Carek din diyar bû ku xebat û têkoşîna şoreşa azadiya Jinê bi hemû awayî ji her hêlî ve bi xwe rêxistinkirinê dikare mayînde bibe û bigihe serketinê. Her wiha diyalektîka di navbera tevgerên jinên Kurd ên çar beşên Kurdistan û derveyî welat de di hêla hev pêşxistinê de jî bandorek erênî dike. Pêşxistina çalakiyan di hemû qadan de hêzek mezin da têkoşîna jinên Îranê. Her wiha li Rojhilat û Îranê jî di her bajarekê de xwedî derketin çêbû. Lê ji ber zext, qedexeyan û tedbîrên di bin navê ewlekariyê de pêşî li çalakiyên girseyî girtin.

Konferansa duyem a Jin Jiyan Azadî pêk hat

Platforma Netewî Ya Jinên Îranî bi beşdariya bi sedan jin û mêr duyemîn konferansa Jin Jiyan Azadî çêkir. Di heman demê Platforma Demokratîk a Gelê Îranê jî di heman çarçoveyê de konferansek pêk anî. Konferansa yekem a Jin Jiyan Azadî bi beşdariya jinan pêk hat, lê îsal tenê jin beşdarî vê konferansê nebûn, di heman demê de mêr jî bi hêjmarek diyar beşdar bûn û nirxandin kirin. Ji ber di serhildanên şoreşa Jin Jiyan Azadî de bi hezaran keç û xortên ciwan bi yek dengî daxwazên xwe îfade kirin, meşiyan û bi sedan ji wan şehîd bûn. Ev konferans jî li ser wî zemînî û bingeha wan nirxên hevpar ên têkoşîna hevbeş pêş ket. Jinan bi têkoşîn û berdelên ku ji bo azadiyê dane mêr jî anîne astê ku bi kêmanî jî be îfade û pênaseya hişmendiya mêrsalarî û zayendperestiyê bikin. Pêşengî û rêxistinkirina van konferansan di hêla jinên Kurd de jî giring e. Piştî salan bi serhildanên şoreşî re ew derfet ava bû ku jinên Îranî bi hemû cudabûnên xwe di hêla netewî û nasnameyî de di ronahiya felsefeya azadiyê de bêne gel hev û nîqaş û nirxandinên ji bo pêşerojek azad bikin. Lê divê xebata jinan tenê bi konferansan re sînordar nemîne, eger na wê nekare rol û berpirsiyariyên pêşengiyê bi cih bîne. Ji bo dubarebûn û rûtînbûn pêş nekeve pêwistî bi rêxistinkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî heye.

Dewleta Îranê zext û êrişan didomîne

Mixabin dema em behsa van pêşketinan dikin, kuştin û şehadetên ku bi darvekirinê pêk anîn, ji yên li kolanan gelek zêdetir bûn. Hîna jî gelek kes di girtîgehan de têne ragirtin û çarenûsa wan nediyare. Qanûn û yasayên dewletê jî hemû li gor bîrdoziya zayendîperestî û netewperestiyê xwe li ser civakê û azadîxwazan ferz dike. Jixwe qanûnên dewleta Îranê hemû li dijî civak û mirovahiyê ne. Yanî zagonan binpê nake, jixwe li gorî zagonên xwe yên girtin, îşkence û darvekirinê desthilat e. Di her welatekî cîhanê de hem rojevên navexweyî hem jî yên derve dibin rojevên sereke. Ev rojev carna pirsgirêkên civakî ne,  carna yên siyasî û carna jî yên pergalî ne.  Welatekî wekî Îranê xwedî ew çend dewlemendiyên madî û manewî ku dikare hemû pirsgirêkên navxweyî bi siyaseta demokratîk derbas bike, lê li şûna wê serî li qedexe, darvekirin û tepisandinê dide. Bi vî şêwazî her dem bi rûyê xwe yê darvekirinê li ber çav e û di rojevê de ye. Heya hişmendiya dewletê darvekirin û tinekirin be, rejîm nikare berdewam bike. Dewletên bi hişmendiya olîgarşîk tevdigerin dema hêza çareseriya demokratîk esas negirin rêbaza serkutkirinê bikar tînin. Serkutkirin jî her dem serîrakirin û derketinên mezin û girseyî bi xwe re tîne.

Divê çalakiyên li dijî darvekirinê radîkaltir bin

10 Cotmehê roja Cîhanî ya li dijî kiryarên darvekirinê ye. Kampanya KJAR ya Na Ji Bo Sêdarê ji salek zêdetire ku rêve diçe û gelek rêxistinên jinan û kesayetên pêşeng ên jin tevlî vê kampanyayê bûn. Her wiha di pêşengiya jinên azadîxwaz ên di girtîgehên rejîma Îranê de her hefte roja Sêşemê çalakî rêve diçin. Hemû girtiyên siyasî di vê rojê de li girtîgehan tevlî vê çalakiyê dibin. Esas ya ku kiryara darvekirinê tine bike têkoşîna hevbeş a azadîxwazan e. Lê ku ev hawirdor bi wêrekî û girseyî tevlî çalakiyan bibin, ev yek pêkan e. Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re di hêla jinan û civakê de hin şêwaz û rêbazên çalakî û têkoşînê weke kevneşopî û çandek lê tên. Bi vê kompaniyayê jî çalakî bi awayek sîstematîk rêve diçin. Lê ya bigihîne encam û armancê jî berfirehkirin û radîkalkirina van çalakiyan e.

Ji bo parastina Jin û Jîngehê têkoşîna hevpar pêş dikeve

Di nava civaka Îranê de bi taybetî di jinan de hişyarî û îradeyek bi hêz li hemberî polîtîkayên rejîma sêdarê heye. Dema di nava civakê de çirûskek ji fikra azadiyê derdikeve pêş, hemû civak xwe li dora wê kom dike û dibe yek helwest. Ew çirûsk jî bi gelemperî ji hêla jinan ve pê dikeve. Şoreşa Jin Jiyan Azadî jî wisa pêşket. Li hemberî qirkirin, talankirin û tinekirina jîngehê jî civaka Rojhilatê Kurdistan bi hest, îrade û biryardarî li hemberî dewletê derket. Rayên sereke yên hebûna mirovahiyê li ser lingan digire Jin û Jîngeh e. Ev weke hişmendî di bîra civakê de şîn bûye. Jiyana civaka Rojhilat jîngeh e û ew jî bi zanistî pêş dikeve. Asta zanistî û hişmendiya xwedîderketina hebûn û îradebûna xwe di azadiya jin û jîngehê de dibîne. Lewra dema êriş li ser van nirxên xwe dibîne bi awayek rêxistî, bi hemû hebûna xwe li hemberî wê derdikeve. Ev hişyarî û hişmendiya civakiye ku li hemberî kuştina Ferînaz Xoserwanî, Şilêr Resulî û Jîna Emînî derket. Dema li Merîwan û Sine (Avyer) agir bi daristanan ket jîngehparêzan canê xwe kirin mertal û dane ber agir. Ev çand û koka gelên Zagrosî ne. Di çanda gelên Zagrosî de ji destpêka dîrokê heya îro Jin û Xweza pîroz hatine dîntin û jê re rêz hatiye nîşandan. Dema êriş li ser hebûna van nirxên giran biha çêdibe refleksa civakê bi şêweyê herî xurt derdikeve pêş. Di hişmendiya civaka Zagrosî de kuştina jinekê, darvekirina mirovekê û birrîna darekê wek hev e. Ew çand û felsefeya ku bibe çanda jiyanê ti carî dest jê nayê berdan. Ji bo wê jî dewleta Îranê çiqas bi darvekirin û kiryarên xwe bi ser civakê de biçe jî,  nikare pêşî li têkoşîna civakê bigire. Rihê keç û xortên ciwan ên gelên Zagrosan di şoreşa Jin Jiyan Azadî de nîşan dan ku ew li ser wê kokê şîn bûne.

Çalakî û têkoşînek xurttir pêwist e

Ji bo polîtîka û kiryarên dewletê yên darvekirinê bên pûçkirin, li hemberî darvekirinan çalakî û têkoşînek hîn bi hêz lazime. Ev guhertin jî encax bi raperîn û têkoşîna dema Jin Jiyan Azadî dikare pêk were. Em nikarin tenê têkoşîna xwe li ser raperînên ku di dema kuştina Jîna Emînî de pêşketin sînordar bihêlin. Dema ku ew serhildan bi berdewamî heya serketinê berdewan bike dê şoreşa civakî pêk were. Ji bo vê ne tinê bi serhildanan, bi gelek rêbazên rêxistinî, hevgirtinê û têkoşînê dikare pêk bê. Sekna li hemberî van kiryaran mafek rewa û miroviye. Di serdema em tê de dijîn de hêza qirkirin, kuştin, darvekirin, revandina jinan û faşîzimê ew çend pêş ketiye ku metirsiyek mezin li ser mirovahiyê hemûyî çêdike. Lê ti serdemê jî bi qasî vê serdemê jin nebûne xwedî hêz, felsefe û bîrdoziya xwe rêxistinkirinê. Ev heqîqeteke li welatê me ku em rojane şahidiya wê dikin û dibînin. Bi asta xwe rêxistinkirinê ve li hemberî her bûyerê derketinên radîkal pêwist e.