Di tevahiya dîrokê de ji bo ku jin karibin bigihêjin asteke ku ew dixwazin, an jî karibin di qadekê de serketî bin, pêwîstî pê hebû ku bi xwe hewl bidin û bêyî ku ji cihekî alîkariyê werbigirin, bi ser bixin û bi pêş bikevin. Qada perwerdehî û zanistê jî yek ji wan qadan bû ku her tim deriyên xwe bi ser jinan de digirtin.
Heya çariyek ji sedsala 20’an jî li zanîngehan jin wek xwendekar nedihatin qebûlkirin. Tevî kevneşopiya zanîngehan a li Ewrûpayê ji serdema navîn û vir ve, her tim jêhatîbûna jinê ya di qada zanistî de ketiye bin pirsê û rê nedane ku di xwendina bilind de bên pejirandin. Ji bo wê, jinên pêşeng, femînîst û Tevgerên femînîst neçar mane her wekî ku di gelek qadan de têkoşîna mafên xwe dane meşandin, di vê qadê de jî têbikoşin û mafên xwe bidest bixînin.
Rexmê astengiyan, gavên destpêkê di qada zanistê de
Ji serdema navîn ve ku gelek navendên perwerdehiyê hatin avakirin, deriyên xwe bi ser jinan de girtin û nehîştin dengê jinan di vê qadê de bê bihîstin. Lê rexmê van astengiyan jî gelek jinan karîbûn di beşên cuda yên zanistê de dengê xwe bilind bikin, xwe bidin naskirin û bihîstin. Ew jinên pêşeng bûn ku bi tevahî bi hewldanên xwe û derveyî derfetên cihê yên perwerdehiya fermî karîn xwe bi pêş bixînin. Her çend Oxford û Parîs ji sedsala 19’an ve dan zanîn ku ew xwendekarên keç jî dipejirînin, di pejirandina xwendekaran de, li gorî hejmara mêran, wan jinên ku ji bo xwendina bilind serî lê didan di ceribandinê re derbas dikirin. Her jina ku ji bo xwendina asta bilind dihat pejirandin, neçar bû ku di heman şert û mercan re derbas bibin. Wan jinên serlêdan dikirin diceribandina “weke mêran ne yan na” derbas dibûn. Lê belê jinan rexmê van zextan jî karîbûn di qadên akademîk de jî bi pêş bikevin.
Perwerdehiya zanîngehê di sedsala 19 û di paşerojê de ji bo jinên çîna navîn û jêrîn hema bêje wek xeyalekê bû. Gelek caran bi piştgiriya ku ji malbatên xwe digirtin, jinan karîbûn pêşketina xwe ya kesane heya astekê zêde bikin û bi nêzîkatiya “tenê piştî ku hûn bi zilamekî ji rêzê re wekhev bûn, dûre dikarin ji zanîngehê re bên pejirandin” re rûbirû diman. Her du xwişkên Agnes û Margeret Smîth, kuk du pêşengên li qada zanistê bûn, ji zor û zehmetiyên bi vî rengî derbas bûn û xwe gihandin zanîngehê. Wan karîbûn li qada fîlolojî, dîrok û teolojiyê mohra xwe dînin binê pêşketinên girîng.
Serketinên li qada zanistê
Çîroka xwişkên Agnes û Margaret Smîth ku îro di dîroka zanistê de hema bêje ber bi jibîrkirinê ve diçe, tenê yek ji wan faktoran e ku bandorek mezin li cîhana zanistê û cihê jinê yê li vê qadê dike. Ji xeynî dîtina destnivîsên pirtûka pîroz a Încîl a kevin ku ji aliyê wan ve hat dîtin, îmze diavêjin binê zêdeyî çil berheman û bi ger û xebatên xwe yên arkelojîk rûmetek hêja li dîroka zanistê zêde kirin. Xwişkên cêwî yên ku dikarîbûn zêdeyî panzdeh zimanan binivîsin û biaxivin, zaravayên Aramî û Suryanî ku hema bêje dihatin jibîrkirin û di dîrokê de winda dibûn, fêm dikirin. Her du xwişk ji ber helwestên hişk ên zanîngehên Brîtanyayê heya pêncî saliyên xwe nehatin qebûlkirin. Ev şermeke dîrokê bû ku kêmekê ev şerm bi dayîna doktoraya rûmetê ya ji aliyê zanîngeha Cambrîdgeyê hat sivikkirin. Li gel vê payeya rûmetê jî, demek dirêj nedihat xwestin ku navên her du xwişkan bên bîranîn û bi vî rengî nirxa wan a ji bo zanist û dîroka jinê hat paşguhkirin.
Xwişkên ku di sala 1843’an de li Irvîne tên dinyayê, piştî çend rojan şûnde jî diya xwe jidest didin. Ew di qada zimanzaniyê de şareza ne û ev yek jî xwe di dema yekem a perwerdehiya wan de nîşan dide. Bavê wan John Smîth, soz dide wan ku di berdêla her zimanekî de ku ew fêr bibin, ew ê wan bibe welatê ku ew ziman lê tê axaftin. Xwişkên ku bi soza ku bavê wan daye wan heyîrî dimînin û wê hema bêje hemû zimanên li Ewrûpayê fêr bibin û li hemû welatên ku zimanê wan fêr bûne bigerin. Bi vî awayî dikarin şaristaniya Ewrûpayê ji nêz ve bibînin, lêkolîn bikin.
Pisporiya di belgeyên destnîvîsên dîrokî de
Her du xwişk piştî sêzdeh sal hevaltî û heya çil saliya xwe şûnde dizewicin. Margaret bi oldarê bi navê James Gibson ê Skoçî dizewice; Agnes jî piştî wê bi çend salan bi Samuel Savag Lewîs, pirtûkxanevanê ku pisporê destnivîsê li Cambridge ye re dizewice. Destnîvîs, nivîsên olî û dîroka Încîlê dibe yek ji qadên din ên ku bala her du xwişkan dikşîne ser xwe. Di vê qadê de bi awayekî pispor kar dikin. Xwişkên ku bi mîrateya dewlemend a bavê xwe xwedî azadiyek mezin a aborî ne, tevahiya jiyana xwe di ber komkirina destnivîsan û fêrbûna zimanên hînkirinên destpêkê yên Xiristiyaniyê li Rojhilata Navîn de didin. Xwişkên Agnes û Margaret fêrî Yewnanî, Erebî û Îbranî dibin; bi vî rengî jî karîn li erdnîgariyek berfireh a Rojhilata Navîn jî lêkolînên xwe bidomînin. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, dema ku Împaratoriya Osmaniyan dest bi parçebûnê kir û erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digirt de, xwişkên Agnes û Margaret Smîth, ji dêrên herî weşartî heya pîramîdên navdar, tu cihek ku lê negeriya bin û lêkolîn nekirin, nehiştin. Wan her serdaneke xwe bi gotarên xwe yên zanistî gihandin cîhana zanistê. Ji ber tiştên ku wan diweşandin, di demek kin de hatin nasîn. Wan tîpolojiya jina malê ya wê serdemê ya çîna navîn a Brîtanî bihurand, fêrî bi dehan zimanan bûn û li gelek welatan gerîn, bi dehan xebatên arkeolojîk meşandin û zêdeyî çil pirtûkên zanistî nivîsandin.
Her du xwîşk piştî Aramî û Suryanî fêr bûn û şûnde, di sala 1892’an de, li Misrê keşfa xwe ya li dêra Catherine ya li Çiyayê Sina destpê kirin. Dêra ku ji serdema kevnar maye û jiyanek mitewazî jiyaye, heya wê rojê tu rêwiyekê nekariye bigihêjê. Ev cihê ku ji nîştecihan pir dûr e û ji ber wê jî di nav bûyerên siyasî û leşkerî yên Misrê de hatiye parastin, dibe ku li wê awahiyê nivîsên herî kevnar û bi qîmet ên dîroka mirovahiyê veşartiye. Agnes û Margaret Smîth piştî ku hay li pêwendiya vê dêrê bi serdema kevnar re dibin şûnde nepêkan bû ku xwe negihîne wan.
Nivîsên dîrokî yên dêr a Azîz Catherîne
Xwişkên Smîth ji bo ku destnivîsên li dêra Azîz Catherîne peyda bikin, nivîsên Aramî û Suryanî yên kevnar bixwînin û belkî jî bigihin çavkaniya yekem a Încîl ê, dikevin rê. Herçend hevalên wan ên li Cambridge yê dan diyarkirin ku dibe dêr jinan xweş pêşwazî neke, lê dîsa jî tiştekî nekarî li pêşiya daxwaza wan bibe asteng. Xwişkên Agnes û Margaret Smîth, ku xwediyê îmkanên teknîkî yên herî baş ên wê demê bûn, ew ê rêbazên zanistî jî bi awayekî bê dawî biguhertana û ne tenê bi tiştên ku wan keşf kirine, lê di heman demê de ji bo rêbaza ku bi pêş xistine jî ew ê êdî bihata bibîranîn. Li gel xwişkên Smîth makîneya wêneyan jî hebû. Ew ê cudahiya herî girîng a vê rêwîtiya wan jî ev yek bûya. Ew ê tiştên ku dîtine tasnîf bikin, wek katalog dabeş bikin û ya herî girîng jî, bi wêneyên ku dikşînin wê wan tomar bikin. Xwişkên Smîth; hin nivîsên îlahî ku li ser kaxezên keval hatibûn nivîsîn dibînin. Aliyekî girîng ê vê vedîtina ku wan di sala 1892’an de kiriye ev e ku nivîsên li ser kaxeza keval hatiye nivîsîn, berê hatine bikaranîn, ku ev jî bi rastî nirxa wan a antîk zêde dike. Lêkolînên nûjen nivîsên ku ji aliyê xwişkên Smîth ve hatine vedîtin, heya sedsala çaremîn dibe. Nivîsên ku di dîroka mirovahiyê de ji nivîsên herî kevnar ên ku heta roja me ya îro mane û di salên piştre wê weke “Destnivîsên Sîna” bên naskirin, ku ji aliyê xwişkên Smîth hatibûn kifşkirin û li xwezîneya mirovahiyê hatibûn zêdekirin. Xebata wan diviya di nav kifşên dîroka Xirîstiyaniyê de cih bigirtana, lê ji ber serdestiya mêr a di akademî û cîhana baweriyê de ev keşfa wan jî bi navê wan nayê bibîranîn.
Her du xwişk li dijî serdestiya mêr a li qada ku lê dixebitîn karekî mezin kirin, tevî temenê xwe yê mezin jî, di salên pêş de gera xwe ya Rojhilata Navîn domandin. Piştî her gera xwe; ger wek yekemîn û mezintirîn keşfa wan nebe jî, keşfên nû dikin û diweşînin. Ev her du xwişkên cêwî ên herî mezin ên qada fîlolojî, dîrok, antropolojî, arkeolojî û teolojiyê ji ber jinbûyîna xwe bi zehmetiyan re rû bi rû man. Rexmê xebata wan, di cîhana zanistî de nehatin pejirandin, tiştên ku kirin û fedakariyên wan ên bê hemta nehatin dîtin û keda wan a di qada zanistinê de jî ji nedîtî hat. Lê, weke ku me di tevahiya dîrokê de jî dît, ev jin nesekinîn, gav paşde neavêtin, bi awayekî jêhatî sirên herî mezin ên mirovahiyê çareser kirin û rexmê astegiyên pergala mêrsalar karîn bi rol rabin û bibin perçeyek ji dîroka nepenî.