ATÛSA:  Berxwedana dîrokî ya jinên Îranî

- Berjin TEKOŞER
86 views
Atûsa ango Hotusa (550 b.z – 485 b.z) keça Kûroşê mezin, her wiha Şahbanûya Padişahê Hexamenişî Daryûşê mezin e. Ew dayîka Xeşayarşa bû. Li gorî dîroknasên Yewnanî, Atûsa yek ji jina herî bi bandor û xwedî xisleta bi hêz a birêvebirinê bûye.

Navek ku ew ê ji hişan qet neyê derxistin

Navê Atûsa li gor Avestayê Hutaosā, li gor farsiya kevnar Utauθa, Pehlewî Hudōs, Erebî Xwdws û Îlamî jî ú-du-sa  ye. Heredot jî behsa vê jina bi hêz dike. Li gorî dîroknasekî Yewnanî, ew li derveyê taybenmendiyên xwe yên jin, xwedî taybetmendiyên wek text, desthilatdarî û birêvebirinê bûye. Împaratoriya Axamenîs yek ji împeratoriya herî kevin û bi hêz a serdema xwe tê nasîn. Kurê wê Xeşayarşa ji Daryûşê mezin nebû, lê ji ber jîrbûn û têkiliya bi Korûşê mezin re, wê karî kurê xwe li şûna hevjîna xwe bike xwedî text. Herçend di çavkaniyên dîrokî de, di derbarê ola Atûsa de behsek nehatiye kirin jî, lê navê wê ji diyardeya Hetuesa ya Zerdeştî ye ku tê gotin ev yek nîşan dide ew peyrewa ola Zerdeştî bûye. Atûsa xwendin û nivîsa xwe hebûye, her wiha di mijara fêrkirin û perwerdeya xwe û kesên di qesrê de xwedî gotin bûye. Piştî mirina Kembocî li ser rêya vegera ji Misrê, Daryûşê yekem bi Atûsa re dizewice. Sedema vê zewacê jî jîrbûn, bi çandbûn û hizra siyasî ya Atûsa dihat hesibandin ku dema hewce dikir ew ji bo Daryûş Şah alîkarek baş bû. Di vir de jî mirov bandor û jêhatîbûna vê jina berxwedêr hîn baştir pêdihese. Û diyare li ser biryarên siyasî, her wiha Daryûş jî bandor dida çêkirin.

Atûsa; jina xwedî hêza mezin

Helbet cihê gumanê nîne ku yek ji çavkaniyên herî baş di derbarê jiyana Atûsa de, Heredot e. Lê di gelek belgeyên din ên dîrokî de jî qala wê tê kirin.  Di berhema Aşîl de jî behsa navê Atûsa tê kirin. Tê gotin, li gorî tabletên Persepolîsê (Text Cemşîd), heya sala 493 b.z wê hîn hêzeke berbiçav bi dest nexistiye û bi dema tacdayîna Xeşayarşa bûye ku wê ev hêz bidest xistiye. Li gorî qanûnên padişahiyê, diviya kurê mezin ê şah piştî wî bibe padîşah. Lê belê bandora Atûsa a li ser hevjînê wê ewqas zêde bûye ku karî Xeşayarşa piştî Daryûş bigihîne padişahiyê. Wek me di jor de jî gotibû, bandora wê ya siyasî û hwd. ewqas zêde bûye ku di derbarê hertiştekê de dikarî bandor bide çêkirin. Li gel vê bandora xwe, di dema Xeşayarşa de, Atûsa wek dayîka padîşah di her mijareke dewletê de xwedî gotin bûye. Aşîl di nemayeşnameya xwe de her tim wê wek banûya jinan bi nav dike. Di nemayeşnameya Aşil de, piştî Xeşayar, Atûsa xwedî rola herî ber bi çav e. Ew xwedî hêzeke wisa bû ku di dema şerê bi Yewnanîstanê re jî li ser daxwaza wê ew ê şer pêk bihatiba. Daryûşê yekem di her firsendê de ji şîret û pêşniyarên wê sûd werdigirt. Heta ew dixwaze di meydana şer de jî li gel hevjînê xwe be.

Ji jiyana Atûsa çend rêzik

Yek ji jina bi nav û deng a dîrokê ku navê wê Atûsa ye, di navbera salên 475 -550 b.z jiyaye û keça Kûroşê mezin û Kasandanê bûye. Li gorî hin dîroknasan tê gotin ku Daryûş ji hêz û bandora Atûsa ya di civakê de bandor dibe û pê re dizewice. Daryûş bi ketina nav malbata Kûroş re meşruiyeta xwe ya ji bo textê xanedaniya Hexamenişî mîsoger dike û bidest dixe. Li gorî ku Heredot radigihîne, wê Daryûş teşwîq dikir ku bi Yewnanîstanê re bikeve şer; ji ber ku wê dixwest ji Atîk, Argîve û Korînsiyan bacê bigire. Bêguman em nizanin ka Heredot bi çi armancê ev nivîsiye; lê bandora vê jina bi hêz a li ser rewşa dema tê de dijiya pir baş radixe ber çavan.  Li gorî ku Heredot radigihîne, Demokdes, bijîşkê Yewnanî yê ku piştî dermankirina Daryûş wek bijîşkê Atûsa yê şexsî tê destnîşankirin û Demokdes ji bilî vegera welatê xwe dikarîbûye ji padîşah her tiştekê daxwaz bike. Demek derbas dibe ku di sînga Atûsa de tumorek xirab xûyanî dibe. Ew ji Demokdes re behsa nexweşiya xwe dike, Demokdes ku di şoqa dîtina welatê xwe de bû, jê re dibêje ger di dermankirina wê de bi serketî be, bi şertê ku ti zirar neyên wî, dixwaze şertên wî bipejirîne. Atûsa di pejirîne û tê dermankirin.

Bandora wê ya leşkerî û siyasî

Li gorî belgeyên dîrokî ku heya roja îro hatine, Atûsa di her warî de xwedî bandor bûye û kariye di biryardayîna li ser her mijarekê de xwedî gotin be. Ji ber wê, ji Daryûş re dibêje ku şerê bi Yewnanîstanê re ew ê ji aliyekê îtibar û hêza wî li cem Persan zêde bike û ji aliyê din de jî dê wan sergerm bike da ku firseta aloziyên heyî kêm bike. Daryûş wê dibersivîne û dide diyarkirin ku ew dixwaze bi Îskîtiyan re şer bike, lê Atûsa dibêje, fetihkirina Îskîtan di her kêliyê de pecan e, lê di serê wê de plana zeftkirina Yewnanîstanê heye. Bitaybetî ji ber ku rêyek heye em wek Demokdes hev nas bikin. Bi vî rengî Daryûş dipejirîne û Demokdes tevî sîxurên Persî ji bo bi destanîna agahiyan dişîne beravên Yewnanîstanê. Erka Persiyan ew bû ku rê li reva bijîşkê Yewnan bigirin. Di encama teşwîqkirina wî de, artêşa Persî peravên Yewnanîstanê nas dike û hêzên deryayî yên Yewnanan lêkolîn dike, bi arîkariya Demokdes Krotonî, bijîşkê wê û Daryûş rê vekirin. Her çend leşkerkêşiya wan pir baş bû, lê Demokdes karî bireve.

Dayîka Şahbanû

Atûsa xwedî çar zarokên bi navê Xeşayarşayê yekem, Vîştasep, Masîşte û Hexameneş bû. Ji ber bandora Atûsa ya li ser hemû kar û barên siyasî û qesrê, karî hevjînê xwe bandor bike da ku di sala 487. b.z. Daryûş Xeşayarşa şûna xwe hilbijêre. Destnîşankirina Xeşayarşa wek serfermandarê artêşa Persî hêzeke mezin a ji bo di pêşerojê de Xeşayarşa bikeve şûna Daryûş. Veguhestina desthilatdariya piştî Daryûş a bo Xeşayarşa divê ji ber deshilatiya mezin a Atûsa û bandora wê be. Ji ber ku Atûsa hema bêje nîvî ji artêşa Daryûş di dest xwe de digirt. Atûsa di dema desthilatdariya kurê xwe de, xwedî cihê herî bilind ê dayîka Şahbanûtiyê bû. Tê gotin ku mafê padîşahiyê ya kurê Erteberzen a hevjîna Daryûş bi Xeşayarşa ji ber textê padîşahiyê bûye û wî ev mafê xwe ditît. Lê, Heredot jî radigihîne ku padîşahî bêyî vê sedemê jî ya Xeşayarşa bû, ji ber ku hemû hêz di destê Atûsa de bûye. Fîlîp Kîper berê ragihandibû ku navên Hîştasp, Atûsa (Hotûsa), Pîsûtes Şahzadeye Persî, kurê Vîştasb û Spendat, navê şahzadeyê Persî nîşan didin ku bi ola Zerdeştî re nasîna wan hebûye û rêz li vê kevneşopiya Zerdeştî girtine. Bi dîtina nivîsên Îlamî yên li Textê Cemşîd û dîtina gelek navên Avestayî, ev hîpotez ji bo lêkolîneran tê belgekirin. Aysxolûs (Aşîl) di lîstoka Îraniyan de radigihîne ku dema Xeşayarşa êrişî Yewnanîstanê dike, Atûsa hîn sax bûye. Bi rastî ev nav di tabloyên kelehên Persepolîsê de nehatiye dîtin (weke ku Hînes dibêje),  lê ev yek îspat nake ku ew di wê demê de miriye. A rast di derbarê dawiya jiyana Atûsa de ti agahî tine. Justin dibêje ku Xeşayarşa dema hêrs bûye ew kuştiye. Ger zelal nebe jî, tê gotin tabûta wê û xwişka wê Artestona, li gel gora Daryûş, li kêleka tabûta wî hatine danîn. Her wiha tê gotin, dibe ku avahiya îro jê re Kebeya Zerdeştî tê gotin, ew bi fermana Atûsa, ku dixwest wek dayîka xwe bibe xwedî tirbeke birûmet, hatibe çêkirin. Lê belê ji ber ku paşê Daryûş gora xwe bi mezinahiya ku hemû giregirên malbata wî tê de cih bikin, ava dike, Kebeya Zerdeşt ji bo melekeya Kehter û mîran tê veqetandin.