Bûdîka: Şahbanûya cengawer a Brîtanyaya kevin

- Berjin TEKOŞER
110 views
Cengawera Keltê kî ye? Ev kese wek belaya serê Romaya kevin tê nasîn. Ev jina cengawer a azadîxwaz yek ji Şahbanûyên herî kevin ên Brîtanyayê ye ku hema hema Romayê ber bi derxistina ji giravê dibe. Tê fikirîn ku Boudîka di dîrokê de yekem jina “Ingîlîz” e ku bi navê xwe tê bîranîn. Ew jineke ku bi şerkerî, wêrekî û artêşa xwe tê nasîn ka çawa şer birêve biriye…

Serhildana li dijî Romayê

Bûdîka Şahbanûya eşîra Îkenî bû ku di navbera salên 60-61PZ de, ji serhildana li dijî Romayê re pêşengiyê dike û li Brîtanyaya Rojhelatê ya îro de dijiya. Qiralê qebîleya Îkenî Prasutagus, wekî hevalbendek serbixwe yê Romayê, serweriya parêzgeha xwe di navbera keçên xwe û împaratorê Romayê Neron de parve dike. Dema Prasutagus dimire, axa wî ji aliyê Romayê ve tê desteserkirin û qebîleya Îkenî statuya xwe ya hevalbendiya bi Romayê re ji dest dide. Hevjîna qiral Boudîka ku vê rewşê napejirîne rastî tundiyê tê û her du keçên wê rastî destdirêjiyê tên. Li ser vê yekê, ew li bajarên Romaya kevnar Camulodunum, Londinium û Verulamiumê serhildanekê dide destpêkirin û zêdetirî 80 hezar welatiyên Romayê yên Brîtanyayî dimirin. Bi saya hilbijartina qada şer a guncaw a parêzgerê parêzgeha Romayê Gaius Suetonius Paulinus, li şerê kolana Watling rêya revê ya artêşa Boudicca ku ji hêla erebok, heywan û malbatan ve dorpêçkirî bû, tê birîn û Bûdîka bin dikeve. Li gorî gotegotan piştî Bûdîka şer winda dike xwe bi jehr dike û dawî li jiyana xwe tîne.

Rabûna nepeniya li ser rastiya Bûdîkayê

Çavkaniyên pêşî yên çîroka serhildana Bûdîkayê Publius Cornelius Tacitus (PZ 56-117) û Cassius Dio (PZ 150-235) nin. Ev her du dîrokzan çîroka serhildanê bi awayên cuda digirin dest û radigihînin. Li gorî Tacîtus îddia dike, sedema serhildanê muamileya ku qebîleya Îkenî piştî mirina qiral Prasutagus pê re bûbirû dimîne ye. Lê belê Dîo vê bi nakokiyeke ku di encama deynan de derketiye girê dide. Her wiha Dîo di versiyona vê çîroka serhildanê de behsa tundî û destdirêjiya li Bûdîka û keçên wê nake û ti agahiyekê di vê mijarê de ranagihîne. Ew dide diyarkirin Bûdîka jehrî nekiriye, berovajî di meydana cengê de birîndar dibe û jiyana xwe jidest dide. Lê, awayê behskirina Tacitus bi gelemperî zêdetir nêzî rastiyê tê pejirandin. Ji ber xezûrê wê, Gnaeus Julius Agricola (PZ 40-93), parêzgerê parêzgeha Brîtanya, çavkaniya bingehîn a agahdariyê ya Tacitus bû ku berpirsiyarê sereke yê dagirkirina serketî ya herêmê bû. Agricola yê ku bêguman beşdarî tepisandina serhildana Boudicca bû, di sala 61 PZ de wekî leşkerekî ciwan ji Suetonius re xizmet dikir.  Qiralê qebîleya Îkenî Prasutagus piştî ku jiyaneke di nava bereketê de jiya, împaratorê Neroyê bi keçên xwe re dike mîratgirê text. Pratutagus bi vê helwesta xwe hêvî dikir bikare qiraltiya xwe dewam bike. Lê belê wisa nebû û piştî mirina wî rewş berovajî dibe; padişahiya wî û mala wî, ji karbidestên Romayê re dibe wekî xenîmeta şer û her tişteke wî tê talankirin. Di serî de jî Bûdîka rastî tund û tujiyê tê, her du keçên wê tên tecawuzkirin. Nêzîkatiya koleyan li hemû mirovên qiral tê kirin. Qebîleya Îkenî ku bi heqaretan re rûbirû dimîne, ji rewşeke girantir ditirse, her ku diçe biçûk dibe. Ev jî dihêle ku qebîleya Îkenî di pêşengiya Bûdîka (Boudicca ) de serî hilde.

Şerê Bûdîkayê

Dîroknas Mîranda Aldhouse Green, serhildana Îkenî ya sala 47’an PZ di encama berzbûna Prasutagus a ji bo serokatiya qebîleyê, wekî serhildana herî kevin dihesiband. Ger rola Prasutagus a di vê serhildana ku serketî nebû de diyar ne be jî, Roma wî wekî hêzeke aştiyê ya di navbera Îkenî û Romayê de rol dilîst, ditît. Lê, bi mirina qiral Prasutagus re Roma hemû hêviyên aşitiyane yên di navbera Îkenî û Romayê de ji holê radike. Êrişa yekê ya Bûdîka li dijî bajarê Camulodunumê (Colchester a îroyîn) bû ku dê wî bajar li ber şûr re derbas bikira û cihê wan bi erdê re bikira yek. Waliyê parêzgeha Suetoniusê, mijûlî  tepisandina serhildana li grava Monayê bû. Ji ber vê hemwelatiyên Romayê banî wekîlê împaratorî Catus Decianus kirin. Wî jî hêzeke ji 200 kesî ku lewaziya bergiriya bajêr radixist ber çavan û xwedî amûrên çekên sivik bûn, şand. Yekîneya Romayê ya nehemîn, bi serokatiya Rufus, ji bo alîkariya niştecihbûnê destpê kir, lê bajar berê hatibû hilweşandin û leşker ji hêla hêzên Brîtanî ve hatibûn tinekirin. Suetonius piştî ku dizivire grava Monayê ber bi Londiniuma ve (Londraya îroyîn) dikeve rê. Lê belê, ji ber hêzên Bûdîka ji yên wî pirtir bûn, bi awayekî aqilane tevgeriya û bajar bi çarenûsa xwe re hişt. Ji bo ku di şer de hîn zêde xwedî awantaj be, xwestiye qadeke din ji bo şer vebike. Bi vî rengî artêşa Bûdîkayê Londiniumê taromar dike, hildiweşîne. Lê piştî hilweşandina bajar a ji aliyê Bûdîkayê bajar careke din tê avakirin.

Şervanên efsaneyî yên Keltê

Di dema PZ 60 de, hêzên Romayê bi rojavayê Brîtanyayê re mijûl bûn. Yekîneyên ji bo bandora siyasî ya Drûîdan a li Angleseyê bidawî bikin, ketibûn şer. Û dema Bûdîka vê yekê dibîne hemleya xwe ya yekê dike, ji bo ku navenda Roma ya Berîtanya hilweşîne, êriş dike. Her çiqas nivîskar Tacitus vê serhildanê wekî “serhildaneke demkî” bi nav dike jî, ew jî dibêje ku Romayî ne amade bûn. Piştî hevkariyê bi salan, çend Romayiyên ji bo parastina paytextê li wir mabûn, ku di hundurê perestgehan de bûn jî xilas nebûn. Navenda Romayiyan Camulodunum tê hilweşandin. Çîrokên klasîk ji hêla vedîtineke balkêş ve têne pejirandin: Li ser erdê qatek şewitî hat dîtin ku ji çend santîmetreyan heta nîv metre kûr e. Ne diyare ka ev şewat ji hêla Romayiyan an ji hêla şerkerên Boudica ve dema ku direvin hatine kirin. Lê belê şewata heyî li Colchesterê tê dîtin û Nexşeya rê ya din a artêşa Boudica zelal dibe: Londra û St Albans. Bajarê Londînîumê bajarekî Romayê bû ku ev der navendekî tîcaretê bû jî, ji bo artêşa Bûdîkayê ciheke baş û kêrhatî ya ji bo mayînê bû. Her wiha ji hêla parastinê de wê demê  ne ewçend bi hêz bû. Li rojava ku hema hema 480 km dûrî  Suetonius Paulinus parêzgarên Romayê bû, û Catus Decianus demek dirêj beriya wê reviyabû Galyayê. Ji ber vê çendê, li vî bajarî 30.000 kes bi tena serê xwe û praniya wan malên xwe dihêlin û direvin. Her wiha tê gotin ku Catus Decianus ê ji Romayê dibe sedema mezin a Bûdîkayê.

Meşa berbi armanca sêyem a Romayê ve

Nivîskar Cassîus Dio wiha qala tirs û xofa êrişên Brîtanyayê dike: Jinên ku singên wan hatibûn birîn, laşê wan li ser darê dirêjkirî û hatine daliqandin. Înfazên komî, qûrbanên bi armanca olî û komkujiyên nayên pênasekirin. Piştî van hemûyan, Londinium  hema hema bi 1000 dereceyî di nava agir de dişewitî. Bûdîka jî serkeftina xwe ya duyem pîroz dikir. Êdî du bajarên giring ên Romaya Brîtanyayê di nav agir de dişewitîn; li bakurê rojavayê giravê îkonek din a Romayiyan hebû ku nefret jê dihat kirin. Ev eşîreke îngilîz bû ku her tişta girêdayî Romayê qebûl dikir. Ne gengaz bû ku Boudica gendelî û xiyaneta çandî ya eşîra Catuvellauni ji nedîtî were. Qebîleyên ku hêdî hêdî artêşa xwe berfireh dikirin, ber bi bakurê rojava ve ketin rê. Dema ku havîna 60/61 PZ hat, eşîra Catuvellauni dizanibû ku êriş dê li ser wan be. Ew wekî Verulamium municipium, sêyemîn rûniştgeha herî mezin a Romayê li herêmê hate destnîşankirin. Artêşa serhildêr a Bûdîkayê dema ketibû bajêr, Catuvellauni jî bi valekirina bajêr re mijûl dibû. Piştî ku bajar tê rûxandin artêş li pey wan dikeve. Li gorî nivîskar Tacîtus, 70 hezar Rûm û hevkarên wan hatine kuştin, her wiha 1.500 leşkerên pola yekem li ser rêya Camulodunumê kemîn danîbûn. Digel ku têra xwe xirab bû ku wî Neron ji mirina bi hezaran leşker û welatiyan agahdar kir, di heman demê de xuya bû ku hebûna Roma ya li Brîtanya her ku diçe qelstir dibû. Neron ji vê rewşê bi hêrs dibe û emir dike û dibêje; “”Vî welatê barbaran medenî bikin.”  Ji her tiştekê xirabtir jî, împaratoriya mezin ji aliyê jinekê ve bûbû cihê pêkenînê ku ev yek zora wî dibir.

Çîroka ku wê li seranserê Romayê belav bûba

Bi kinahî walî Paulinus ji bo derkeve pêşberî Bûdîkayê ber bi başûr rojhelat ve dikeve rê; ku di vê mijarê de agahiyên pir kêm hene. Nivîskar Tacitus, vê herêmê bi gotinên pir nepenî tîne ziman; li pişt newaleke bi daristan û deşteke vekirî ya ku dijmin li ber wê kom bûye. Li gorî nivîskarê din Dio, yekîneyên Bûdîkayê 230.000 û yên Romiyan jî 10.000 kes bûn. Lê ferqa di navbera wan de taktîkên şer bûn. Retorîka bi coş a Bûdîka di vegotinên Tacitus û Dio de ji hunera mezinbûnê bêtir ji dîrokê hêz digire; lê belê, ya li vir tê armanc kirin ew e ku ew çawa li dijî dagirkerên Romê tê xuyakirin e. Mînak Tacitus behsa Bûdîka dike ka çawa leşkerên xwe li dora xwe dicivîne û dibêje Bûdîka xwedî exlaq û wêrekiyek mezin e. Leşkerên Romayê berî ku êrişek wêranker bidin destpêkirin, çeperên xwe digirin.  Artêşa mezin a Bûdîkayê, bê ku di deştê de rêyek ji bo derketinê bibîne, tengav dibe û nikare paşde bikişe. Ne karîn şer bikin û ne jî karîn birevin. Baş e çi bi Bûdîkayê hat? Li gorî Tacitus bi xwe jehrkirinê dawî li jiyana xwe tîne. Lê li gorî nivîskar Cassius Dio jî nexweş dikeve û wisa jiyana xwe ji dest dide. Dema ku keçên wê ji qeydan tên paqijkirin, li şûna ku endamên qebîleyê bên tinekirin, rastî êrişek dijwar tên. Axa Trivonantes û Îkenî ji xerîteyê tên tunekirin. Êdî li cihê van qebîleyan qeleyek ku behsa hêzên Romayê dike, heye. Çîroka Bûdîkayê li tevahiya Romayê belav dibe.