Çarşema Sor Newroz a Êzidîyan e!

- Berîtan ZAGROS
43 views
Her gelek an jî baweriyek, xwedî cejnên xwe yên taybet in ku ew cejin jî dibin nasnameya wan. Bi vî awayî nasnameya xwe ya netewî û baweriya xwe diparêzin. Ev di heman demê de parastina civakbûna xwe ye jî. Ji ber cejin yek ji nîşaneya jiyana pêk ve, parvekirina kêfxweşiyê, nehiştina nexweşiyê ye.

Gel û baweriyên ku taybetmendiyên xwe yên civakî ji dest nedane, hîn jî cejnan bi awayeke herî zindî didin jiyîn û pîroz dikin. Bi taybet jî gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn ku di bin metirsiya qirkirinê de ne, cejin yegane rêya wan a parastina çand û baweriya xwe ye. Yek ji wan civakên ku herî zêde di vê civakbûna xwe û çanda xwe de israr dike jî, civaka Êzidî ye. Weke civakeke baweriyê Êzdayetî jî xwedî çandeke dewlemend, qedîm û resen e. Hema bêje di roja îro de civakeke wisa resen li Rojhilata Navîn dîtin zehmet e. Êzidî bi parastin û bihêzkirina civakbûna xwe hem xwe ji qirkirinê parastine hem jî nehiştine ferman bigihîjin armanca xwe. Ji ber vê yên Êzidiyan nas dikin, wê bibînin civakeke hem gelekî zindî û dînamîk e, hem jî xwedî rêûresmên ayînî yên herî qedîm ên mirovahiyê ne. Dibe di vê serdemê de gelek rîtûel ji bo mirovên ber çerxa modernîteyê ketine, bê wate were û weke ‘kevneperestî’ bên dîtin. Lê dema mirov hûr û kûr di ser de diçe, dibîne ya hiştiye civaka Êzidî li ser piyan bimîne û Êzdayetî tune nebe jî, ev cejin in. Di van cejnan de baweriya xwe bi zarok û ciwanên xwe didin nasîn û baweriya wan xurt dikin û perwerde dikin. Her wiha weke civakekê 74 ferman dîtiye, xwe bi van cejnan bi moral dike û manewiyat û hêviya xwe bilind dike.
Weke min got, di civakên belav dibin û li ber çerxa sîstema sermayedarî ketine de, êdî cejin wateya xwe ji dest didin û bê mane dibin. Lê Êzidî dibin yegane civak ku kariye vêya biparêze. Çawa Newroz cejna netewî ya gelê Kurd e. Kurd vê rojê weke roja nû, pêşwazîkirina baharê û weke destpêkirina sala nû dibînin û bi roja me ya îro weke cejna serhildan û berxwedanê dibînin, Çarşema Serê Salê jî bi heman awayî di Êzdayetiyê de xwedî girîngiye. Bi vê cejnê hêviyên xwe di meyînin.

Meha Nîsanê meha kewna dinyayê ye

Yek ji cejna herî sereke û tê nasîn a Êzidiyan jî cejna Çarşeme Serê Nîsanê an jî Çarşema Sor e. Di nava Êzidiyan de weke Cejna Serê Salê jî tê qebûlkirin. Li gorî baweriya Êzdayetiyê gerdûn di çarşema yekemîn a Nîsanê de kewna xwe temam kiriye. Di wê rojê de Tawisê Melek ji bo kewna dinyayê temam bike, daketiye ser rûyê erde. Ji ber vêya weke cejna ji nû ve çêbûnê, ya nûkirina hêviyan û pêşwazîkirina sala nû tê pîrozkirin. Yek ji cejna herî zêde di asta cîhanê de tê zanîn a Êzidiyan e. Di wê rojê de jinên Êzidî xwe bi cil û bergên xwe yên gelêrî dixemilînin, hêk ku temsîla gerdûnê dike, rengareng dikin, çira pêdixin û bi rêûresmên cûda pîroz dikin. Bi taybet civaka Êzidî serdana perestgeha xwe ya ayînî, Laleşê dikin. Êzidî ji her devera cîhanê di meha Nîsanê de hemû hêvî û daxwazên xwe bi xwe re tînin û serdana Laleşê dikin.

Şengal paytexta Êzidiyan e

Yek ji navendeke din a Êzidiyan a bi hezaran Êzidî qesta wê dikin û cejnên xwe pîroz dikin, Şengal e. Şengal zêdetir dibe wargeha Êzidiyan û warê îradeya wan a siyasî, rêveberî, leşkerî û jiyanê. Ji ber Êzidîyên li Şengalê dijîn, ji bo parastina vê wargeha qedîm a Êzidiyan û xwe ji her cûre bandorên desthilatdaran parastine, timî di fermanê re derbasbûne. Ji ber vêya Şengal weke xeteke sor a Êzidiyan tê qebûlkirin. Gelek Êzidî piştî fermanê Şengalê weke paytexta Êzidiyan binav dikin û wateyeke pir kûr a manewî lê bar dikin. Ji ber bi hezaran Êzidîyên Şengalê ji bo dest ji baweriya xwe bernedin û teslîm nebin, zindî zindî hatin çalkirin û hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê, hatin firotin û destdirêjî li wan hate kirin. Bi hezaran kes koç kirin û belavbûn. Hîn jî gorên komî tên vekirin û her car birînên Êzidiyan dûbare dûbare vedibin. Bi vekirina her goreke din a komî re, rizgarbûna her zarokek û jineke Êzidî re bîra fermanê dîsa zindî dibe. Ji ber vêya gotina navdar a, ‘Li ku derê were windakirin, divê li wir lê bigerî’ tîne bîra mirov. Ji ber Êzidî di warê bawerî û civakbûnê de xurt bûn, lê di vê serdema modernîteya sermayedar û şerên desthilatxwaziyê yên bêrehm de, ne gengaz e tenê bi vî awayî xwe ji fermanên fizîkî û çandî biparêzin. Di warê exlaqî de xwe parastiye, lê di warê polîtîk de pêwîstî bi xwe rêxistinkirinê heye.

Careke din xwe bi jiyanê girtin

Piştî fermanê civaka Êzidî li ser fikrê Rêber Apo ya netewa demokratîk xwe ji nû ve birêxistin kir. Ji bo baweriya xwe bide jiyîn û hew di fermanan re derbas bibe, têkoşîna Xweseriya Demokratîk didin û parastina xwe bixwe dikin. Vêya jî bi prensîba, ‘nabe parastina xwe teslîmê ti kesî bikî’, dike. Ji ber vêya li ser vê kok û rehên bihêz ên civaka qedîm a Êzidiyan li Çiyayê Şengalê hîmê jiyaneke nû hate avêtin. Yanî her dar li ser koka xwe şîn dibe. Êzidî jî gihîştine wê baweriyê encax li Şengala ku xwestin ji wan re bikin goristan, dikarin xwe ji xweliya xwe ji nûve zindî bikin.

Piştî fermanê cejin

Ji ber vêya piştî fermanê cejin li ber cihên pîroz ên li Şengalê bi girseyî tên pîrozkirin. Her sala paştir ev cejin geştir tên pêşwazîkirin. Êdî ne bi tenê Êzidîyên li Şengalê, yên derveyî Şengalê jî di cejnan de qesta Şengalê dikin. Cejnên Cemayî yên 2023’an de hatin pîrozkirin, bi beşdariya hezaran kesî nêzî du mehan her hefte hate pîrozkirin. Ev jî israra Êzidiyan a jiyana li Şengalê nîşan dide. Cejnên din jî bicoş derbasbûn. Êzidîyên Şengalê îsal jî xwe amade dikin, bi awayeke bicoş û girseyî pêşwazî li Çarşema Sor bikin.

PDK destûr nade serdana Laleşê bikin

PDK ji ber Laleşê kontrol kiriye û li ser bazariyê dike, destûrê nade Êzidîyên ku li Şengalê li berxwe dane, rûmeta xwe parastine û di jiyaneke azad de israr dikin, biçin perestgeha xwe û cejna xwe pîroz bikin. Bi hezaran Şengalî ji vêya bêpar tê hiştin. PDK’ê di cejnên cemayî de jî gelek ciwanên Şengalî binçavkir û heta êşkence li wan kir. Li beramberî vêya Êzidîyên ku Şengalê weke wargeha xwe ya herî qedîm û pîroz dibînin, cejnên xwe pîroz dikin. Ev jî dibe sedem ku cejnên li Şengalê girseyî û bicoş derbas bibin. Li beramberî qedexe û astengiyên PDK’ê, girseyîbûna cejnên Êzidiyan li Şengalê jî watedar e. Eger beşeke girîng a Êzidiyan vê Çarşema Sor nikaribin biçin Laleşê jî, wê li lûtkeyên çiyayên Şengalê çirayên xwe vêxin, govendên xwe bi cil û bergên xwe yên herî xweşîk bigerînin.

Cejnên Çarçema Sor û 4’ê Nîsanê

Li gorî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê divê heya meha Tîrmeha 2024’an hemû kampên koçberên Êzidî yên li Dihok û Herêma Kurdistanê werin girtin. Dibistanên li kampan hatin girtin, wê alîkariya madî jî di meha Tîrmehê de li ser kampan qut bikin. Ji niha ve koçber qefle bi qefle dest bi vegerê kirine. Vegera koçberan hemû Şengaliyan kêfxweş kiriye û wer dide nîşan eger dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrîş û pîlanên nû nexin meriyete wê bi coş û xiroş derbas bibe. Vegera Êzidiyan a ji bo Şengalê wê ji bo civaka Êzidî Çarşema Sor bike, cot cejin. Yanî wê cejnek li cejnê zêde bike. Bi vegerê re wê pêvajoya ji nûve avakirina Şengalê bikeve qonaxeke nû û Şengal li Iraqê bibe modeleke nû ya rêveberiyeke demokratîk û nimûmeya pêk ve jiyana gelan. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku gelên bindest jî weke roja rojbûna xwe dibînin, dê weke her sal îsal jî li Şengalê bi çandina şitlan û pîrozbahiyê cûrbecûr were pîrozkirin. Wê cejnên Çarçema Sor û ya 4’ê Nîsanê bibin yek. Ev cejin wê ji bo civaka Êzidî û hemû Şengalê nûbûnê, coşê û zindîbûnê bîne. Ji ber vê ev çarşema sor gelekî girîng û watedar e.