Şanoger Kurdê Xebat dibêje, her cihê ku agirê gerîla lê hil dibe, vediguhere qadeke hunerî û destnîşan dike ku binê her darekê, nava her dol û newalekê, ber her zimanekî dika Şanoya Çiya ye. Şanoger Kurdê Xebat qala serpêhatiya xwe ya şanoyê, bi taybetî jî qala Şanoya Çiya kir.
Em dikarin we nas bikin?
Navê min Kurdê Xebat e, di sala 1984’an li gundê Marînos ê Colemêrgê hatime dinê. Sala 1994’an malbata me koçberî Başûrê Kurdistanê bû. Piştî demekê em jî wekî bi bi hezaran koçberên ji Bakurê Kurdistanê li Kampa Etrûşê bi cih bûn. Di sala 1996’an de ez ji kampa Etrûşê tevlî nava têkoşîna azadiya Kurdistanê bûm.
We kengî û çawa dest bi xebatên hunerê kir?
Di sala 2001’ê de li çiyayên Kurdistanê, li qadên gerîla ez tevlî xebatên çand û hunerê bûm. Daxwaza min a xebatên hunerê bi xwenaskirinê re destpê kir. Çima wisa pênase dikim, ji ber ez wê demê ciwan bûm, belkî min pir zêde kûr li vê xebatê mêze nedikir. Lê bi naskirina xwe re ez ketim nav hin lêgerînan. Min çanda xwe ya Kurd nas kir, ez ketim ferqa resenî û qedîmbûna wê, pê re jî min jê hez kir. Bi xwendina parêznameyên Rêber Apo re ev hezkirin li gel min kûrtir bû. Di kesayetiya min de bingeheke zanebûnê afirand. Fêmkirina di cewher de veşartî, girêdana wê ya bi axê re hişyariyek da çêkirin. Van hemûyan hişt ku ez bikevim nav lêgereke kûr ji bo naskirina xwe. Wê demê bi xwe hesiyam. Dikarim bêjim warên em lê bûn tenê ne ji bo hilgirtina çekê û şerekî çors bûn. Li wan waran ruhê Kurdê nû, ruhê jin û mêrê Kurd ê li ser kok û rayên xwe jinûve çêdibû, di dema avabûnê de bû. Tiştê ku berê mirovan dida hunerê jî ev bû. Afirandina xwe bi xwe jî hunera herî mezin e, ku em bûn deng û rengê afirandina xwe û dîroka xwe. Cihê ku me lê winda kirî, me yê li wir xwe peyda bikira û bidîta.
Li çiyê di şertên gerîla de xebatên şanoyê çawa dihat kirin?
Ez dikarim vê bêjim, ku ew xebatên me yên hunerê ne li cihekî rihet û hêsan bûn. Ji her hêlê de zorî û zehmetiyên xwe hebûn. Nivîsîna teksta şanoyekê, an ew zindîkirin bi rastî di wan mercan de ne hêsan bû. Li çiyayan derfetên ku em ji bo şanoyê binirxînin kêm bûn. Nimûne peydakirina amûrên şanoyê, dekor, cilûberg, ronahî, makyaj, aksesuar û hwd. zehmet bû. Li çiyê em diyar bi diyar digeriyan, me şanoyên xwe dilîstin. Ev gera me jî li gorî şertên gerîla bû, her tiştê me li pişta me bû, bi wî barî em diketin ser rê. Lê bala me ne li ser van zor û zehmetiyan bû, kelecana afirînerî û nûbûnê, kelecana pêşkêşkirina şanoyê ji bo hevalên gerîla her tiştê zor bi me dida jibîrkirin. Tişta ku hiştî hin pêşketin bi me re çêbin jî ev bû. Piştî demekê êdî me guhê xwe ne dida zoriyan, berê me li pêşxistina şanoyeke hîn baştir bû. Tê bîra min, li her wargeha gerîla ya me lê şano pêşkêş kir, me dikeke nû ava dikir, di nava çend saetan de me karê xwe temam dikir û dest bi pêşkêşkirina şanoyê dikir. Ji destpêka her afirandinekê heya dawî, em di nava tevgereke mezin de bûn. Nivîsîna tekstê, lîstin bi êş û jan bû, lê di dawiyê de serketinek baş a wekî avakariya şanoyê dixist destê me. Me hem kêmaniyên xwe didît hem jî pêşdeçûna xwe.
Pêşwaziya gerîla ya ji bo şanoyê çawa bû?
Gerîlayên temaşevanên me bi kelecan û meraqeke mezin li benda me bûn, ka em ê ji wanre lîstikek çawa pêşkêş bikin. Westandin zêde ne xema me bû. Piştî pêşkêşkirina şanoyê vê carê jî derbarê şanoyê de me li nêrînên hevalên gerîla dipirsî. Hevalan hem rexne dikir, hem jî spasî û kêfxweşiyên xwe digot. Hem naverok, hem jî avakariya tekstê, karakter û kesayetên di lîstikê de dihatin nirxandin. Ji bo paşerojê jî hevalan pêşniyarên xwe dikirin, ku şanoya siberojê wê çawa be.
Taybetiya şanoyê, bi taybetî jî ya çiyê ji bo we çi ye?
Wan dem û kêliyên li wan waran li gel wan hevalan, bi giştî mîrateyeke çandî û ruhê hunera çiyayî dida me. Ev rêya ku Şanoya Çiya ji xwe re kiriye bingeh, pîvana şanoya şoreşê bû. Ew şanoya ku li hemû wargehên azad geriya, hemû meskenên wê ji xwe re kir dik û lîstika xwe lîst. Şanoya Çiya li bin darekê, li nava dol û newalekê, li ber zinarekê, li ku ba ew der dibû dika şanoyê jê re. Her cihê ku gerîlayên azadiyê lê hene, me xwe digihand wê derê, berhemên xwe ji wan re pêşkêş dikir, ew war dikir dika xwe ya şanoyê. Ew cihên ku şervanên azadiyê lê ked dayî, xwîn û xwêdan lê rijandî, me jî hewil dida şanoya şoreşê li wir zindî bikin. Vê hunerê li ser koka xwe, bi felsefeya jiyana azad nûnertiya nasnameya mirovê azad dikir. Ez dikarim bêjim tama şanoya wê deman ji bo min gelek cûda bû, derbirîna wê zehmet e. Dikarim vê jî bêjim, ew dem û kêliyên li ser dika şanoyê me şano pêşkêş dikir, ew dem û kêliyên azadiyê bûn. Derbirîn, deng û reng ê şoreşê bûn, ji wê mirov xwe azad hîs dikir.
War, dem û naverokên Şanoya Çiya çi bûn?
Mijarên teksta me lehengî û destanên di dîroka şoreşê de afirîbûn. Me jî dixwest bi wan destanan dîroka gelê Kurd binexşînin. Ji bo wê jî kelecana zindîkirina wan destanên şoreşê bi serê xwe dilmeziniyek bê hempa bû, ku me di wan kêliyan de dijiya. Ew huner a ruhê têkoşîna me bû, me bi bîr û baweriyeke îlahî lê dinêrî. Ji bo me zindîkirin û afirandina her berhemê zayînek bû. Ew zayîn afirandina me bi xwe bû. Jixwe kirina hunerê li wan warên qedîm bi serê xwe destanî bû. Weke ku bi sedan sal bû ew war li benda me bûn, ku em wan destan û serpêhatiyan li wir, li wî warî zindî bikin. Min wisa hîs dikir, ew ax ji me re dibêje hûn heya niha li ku bûn, hûn gelek dereng man e. Ji ber vê hîsa kûr, me digot cihê afirandina hunera şoreşê ev war e. Wî warî ji me re digot, rêya rast ev e. Wekî hunermendê mezin Şehîd Yekta Herekol digot, ‘cihê şanoya şoreşê çiyayên Kurdistanê ye, ti der wê wekî van stargehan malovanî ji şanoya şoreşê re neke. Ji bo wê jî şev û rojên me yek bûn, em bi kelecanek pir mezin dixebitîn.
Li çiyayan di şertên dijwar de huner çawa bi pêş dikeve? Şanoya Çiya di vir de rolek çawa lîst?
Hunera gerîla bi destpêkirina şerê gerim ê şoreşê re xwe daye der. Belkî zêde şert û mercên xwe nebûn ku dengê xwe hîn bêhtir bigihîne gel. Lê mirov dikare bêje gerîla ti carî bê huner û çalakiyên hunerê nema. Tê bîra min, her cihê ku gerîlayên Kurdistanê lê şûn danî, agirek hil dikir, li ber civat digerand. Wisa ew der dibû cihê çalakiyeke hunerê jî. Gerîla helbest û stran digot, li ber wî agirê pîroz, li wan meskenên şûnwar û agirgehên Zerdeştê kal in, ji nû de bi hest û awazên şoreşger deng li wan çiyayên bi heybet vedida. Ji ber giyanê şoreşa Kurdistanê giyanekî hunerî ye. Lê mirov dikare bêje hunera gerîla cuda bû, ji ber ku şert û mercên wê, war û giyanê wê cuda bû. Ji ber vê jî bi sedan hevalên di xebatên çandê de ji cihên cûda berê xwe dan nav refên gerîla. Bêguman ew hunera ku li Bakur, Rojava, Ewropa û Tirkiyê dihat kirin jî bi giyan û felsefeya şoreşê bû. Lê ji nava heman xebatan bi sedan hevrêyên me yên hunermed berê xwe dan qadên gerîla, hatin di nava refên şoreşê de, di nava dilê şerê gerim de, hem şerê çekdarî dikirin, hem jî hunera şoreşê diafirandin.
Beriya ku ez cihê xwe di nava xebata hunerê de bigirim, min ji nêz de dişopand, bala min dikişand û dibûn şahida gelek çalakiyên hunerî yên balkêş û bi bandor. Welê, me jî ev riya hunera şoreşê şopand û tê de cih girt.
Herî zêde bandora kê û kî li ser we çêbû?
Rastî bandora gelek hevalan li ser min çêbû. Lê hevalên herî zêde pê bandor bûm, hevala Berçem Efrîn û hevalê Serhed bûn. Çend nîqaşên me li ser hunerê çêbûbûn li gel hevalê Serhed. Wî digot, ‘divê hûn ciwan vî barî rakin ser milên xwe’. Piştî ev heval Şehîd bû, hîn bêtir pê bandor bûm, vêca min xwest ez xebatê bi hezkirin û zanîn bikim. Hevala Berçem jî dengê wê gelek xweş bû, dema distra bi wî dengê nerim û nazenîn mirov heyran dima. Van hevalan rêya hunerê li ber min vekir û şirîn kir, hişt ku ez berê xwe bidim nivîsandinê. Bi naskirina hevalê Hêvî û Yekta re jî ez ketim nav xebatên şanoyê. Min bi wan hevalan re şano leyîst. Wisa girêdaneke min a mezin çêbû ku ez ti caran dest ji vê xebatê bernedim. Wek xebatên ku min tê de cih girtî jî ev in: Lîstika Rû, Newroz, Lê tu kiyî, Jîndarên tarî û ronahiyê, Rastî dagir kiriye, Ezra, Binefş, Rojên gerim, Dara jiyanê, Gul û Berçem, Rêya heqîqetê, Parastina cewherî, Lêgerîna heqîqetê, Xwebûn. Her wiha min ji Bûka axê, Gul û Berçem û Rojên gerim re derhênerî kir. Wek nivîs jî Gul û Berçem, her wiha senaryoyên me komî jî nivîsîn hene. Herî dawî jî teksta Evdalê Zeynê min nivîsand. Piştî berhema Evdalê Zeynê, min 2 tekstên din jî nivîsin, ew jî yek li ser rojava ye, ya din jî li ser Rindê Xan û Ş. Hozan Mizgîn ne. Berhema yekê mijara wê li ser şoreşa rojava û koçberiyê ye. Niha min navber dayê hîna min temam nekiriye. Min xwest zêdetir li ser lêhûr bibim, welê temam bikim. Demeke dirêje ez helbestan dinivîsim, nizanim ez wek helbest binav bikim yan na, ji bo ku mirov bêje helbest bi ya min hê zû ye. Hinek helbest min weke beste dan hevalên mûzîkjen. Ez ji nivîsandinê gelek hez dikim, ji bo wê dinivîsim weke gotar, çîrok, helbest, tekstên şanoyê. Dixwazim xwe bi wî awayî îfade bikim, ev jî tam û hestekî gelek xweş dide min.