Çiqas nêzî dagirker ewqas dûrî Kurd

- Nurhaq Gulbahar
142 views
Peymana Lozan sed sala xwe temam dike. Navê nexşerêya ku zilhêzên wê demê ji bo pergal û berdewamiya rêveberiya xwe, ruxmî nerazîbûn û dijderketinan pêkanîn Peymana Lozan e. Ji salekê kêmtir ma ku sed salek bi ser vê peymanê de were. Hemû keftuleft, her cure avakirina tifaq û dijberiyan, li ser esasê xwe nûjenkirine di sedsaliya vê peymanê de birêve diçe.

Lê li herêmê herî zêde weke hêzeke talanker, dewleta Tirk bi her awayî hewil dide defakto rewşek di berjewendiyê xwe de ava bike. Ji bo wê ruxmî gelek tawîz û bazaran bi her alî ve yekdestiya an go otorîteya serdest di pêşengtiya AKP û MHP de gihîştiye hev û bê fikar ji her rewşê, li ser esasê dijbertiya hebûna Kurd sud werbigre, bikar tîne. Di siyaseta dewleta Tirk de pîvan an go tiştekî ku jê fikar bike nîne. Tenê yek hedefa vê siyasetê heye ku ew jî dijbertiya Kurd e. Heta ji bo vê endamtiya xwe ya NATO yê jî dikare li hemberî NATO yê bikar bîne. Helbet xema me ne siyaseta dewleta Tirk e, xema me li hemberî vê siyaseta faşîst, helwest, sekin û tifaqa Kurd e.

Şerekî man û neman li Kurdistanê diqewime

Şerê ku ji bo dîzayna di sedsaliya Lozan de derketiye, di roja me ya îro de bêtir li Kurdistan û bi taybetî jî li Başûr û Rojavayê Kurdistan germ bûye. Bi hemû hêza leşkerî, bi hemû hêza aborî, dîplomatîk, tifaq û hêza arastekirina civakê şerekî bingehîn, man û neman li Kurdistanê diqewime. Armanc berfirehkirina hegemonyaya dewleta Tirk e ku helbet bi piştgiriya veşartî an jî aşkere ya zilhêzên cîhanî. Bi taybetî ji sala 2015an ve ev heft sal in her carê bi navekî nepixandî hewildana dagirkerî rû dide. Êrîşên esmanî, hewildana dagirkeriya bejahî, bi rêya dîplomasî û ragihandinê şidandina eniya dagirker, îsal jî di meha nîsanê de destpêkir. Hêza berxwedêr a li dijî vê hewildana dagirkeriyê sekinî gerîlayê azadiya Kurdistanê weke şerê man û nemanê pênaseya vî şerî kir. Lê di rastiya xwe de bi qasî eniya Kurdê azad dikare bê gotin ku ji bo dagirker jî şerê îsal di wateya man û nemanê de ye. Lawazî hilweşîna dagirker e, tiştê ku wenda bike zêde ne, heta qirika xwe ketine nav ritamê û civakê xistiye nav qefeseke tarî de ku weke bombeyek lê hatiye. Ji ber wê ye ku bi çavsorî û bêfikar ketiye nav.

Sala 1991an de raperînek pêk hat

Di nav vê rewşê de, rewşa Başûrê Kurdistan bi hurbînî divê were nirxandin. Li Başûrê Kurdistan, di sala 1991an de raperînek pêk hat. Di sala 1992an de parlementoya Herêma Kurdistanê hate avakirin. Ji sala 2003an ve di makezagoniya Iraqê de hebûna Herêma Kurdistan weke federasyon cihê xwe girt. Serokkomar, wezîr, alîkarên serokên parlementoya Iraqê û di gelek erkên din de hebûna Kurdan weke statuyeke fermî hebûna xwe diparêze. Helbet parlementoya Herêma Kurdistanê jî xwedî statuyekêye. Lê her çend ji derve rewş baş diyar jî be, di hundir de rewş cuda ye. Serweriya axa welat, bexteweriya gelê Kurd ên li beşa Başûrê Kurdistan û her wiha rewşa jinan weke sê xalên serekene ku divê bi hemû hurguliyên xwe ve bên nirxandin. Deshilatdariya li Başûrê Kurdistan ku destpêkê dinav du partiyan de û piştre jî di nav sê partiyan de hatibû dabeşkirin, di pratîkê de û di rastiya xwe de niha di destê yek partiyekê de ye. Ew jî PDK ye û ev partî jî bi hemû awayî li gel dewleta dagirker a Tirkiye di nav heman bereyê de ye. Erkê rêveberiyê di destê xwe de digre, heta derbarê tu tiştekî de agahdar jî nake. Aqliyetek gelek zilamsalar, desthilatdar, hişk û li dijî azadiya Kurd birêve dibe. Ev şerê ku tê meşandin di heman demê de ji bo PDK jî şerê man û nemanê ye. Her wiha dikare bê gotin ji destwerdana Tirkiye a li ser axa Başûr raziye û li hemberî tifaqa xwe ya Tirkiye re tenê bereya Kurdê azadîxwaz asteng dibîne û ji bo wê ye ku her dengekî nerazî weke çawa ku li Tirkiye tê kirin an desteser dike an jî ji holê radike. Wekî din di kuştinên kesên siyasî ku xwe spartine warê Kurdistan de berpirsiyar in. Ji ber ku kujer piştî kiryarên xwe yên qirêj xwe dispêrin herêma di bin serweriya vê partiyê de. Ji ber hevkariya siyaseta dagirkeriyê re, li hemberî dagirker niştimana ku bi xwîna sedhezaran kes hatibû rizgarkirin, bi zanebûn bê parastin dihêle. Tawanbariya PDK ya li hemberî dîroka Kurdistan di vê hevkariyê de ye. Û heman hevkariye ku vê partiyê di nav dilê Kurdên li parçeyên din û azadîxwaz de reş kiriye. PDK çiqas nêzî dagirkere ewqas ji Kurd dûr e.

Ji parastina niştiman û ji jinê dûr ketin

Di heman demê de ev aqliyeta ku niştiman li hemberî dagirker bê parastin hiştiye, bi taybetî li dijî jinê bûye avakerê kuştin û tundutujiya li ser jinê. Bêhelwestiya desthilatdar a li dijî dagirker û kuştina jinan di paralela hev de li Başûrê Kurdistanê birêve diçe. Amarên kuştin û xwekuştinên jinan ên 5 mehên destpêka sala 2022 ji tevahî amarên sala 2021ê derbas kiriye. Roj nîne ku bi nûçeyeke kuştin an tundutujiya li ser jinê derbas nebe. Bi awayên cûrbecûr kuştina jinan ji hêla zilamên herî nêzî wan ve weke diyardeyeke rojane di nav civakê de mixabin xwe daye qebûlkirin. Çawa ku deshilatdar bê fikar û hesab hemû serwet û dewlemendiya welat li gorî berjewendî û hesabên xwe pêşkêşî dagirker dike, di nav mal de jî zilam bi heman aqlî qaşo pirsgirêkan çareser dike. Çareserî jî kuştin, şewitandin û tundutujiye. Çiqas ji parastina niştiman dûr dikeve ewqas ji çavkaniya jiyanê ji jinê jî dûr dikeve.

Di bereya Kurd de du xetên sereke di nav şerekî dijwar de ne

Li Başûrê Kurdistan civak jî ev bi salane nerazîbûnên xwe li hember siyaset, li hember rewşa aborî û newekheviyê derdixe. Sal nîne ku xwepêşandan an ji bo azadî an ji bo qutê malê an ji bo parastina welat neyê kirin. Bi taybetî ji sala 2014an ve di wateya aborî de newekheviyeke mezin di nava civakê de derkete holê. Qeyranên şer û aborî di zik hev de li ser jiyana hemwelatiyan birêve çûn. Lê karê ku di nav civakê de hate kirin bi taybetî li dijî rêxistinbûyîn û hevgirtina hemwelatiyan, belavbûyîn û bêrêxistinekê derxist. Fikirandina berjewendiyên takekesî, bê hêvîtî û bê wateyî di encam de bêhelwestiyek bi xwe re anî. Ku ev jî li gorî berjewendiyên desthilatdar de ye ku li gorî berjewendiyên xwe bikaribe tevbigere.

Di encam de dikare bê gotin ku di bereya Kurd de du xetên sereke yên ji hev cuda niha di nav şerekî dijwar de ne. Xeta Kurdê ku xwedî helwest û xîreta dîrokî û xeta Kurdê ku niştiman, jin û jiyanê li hember her cure êrîş û talankirinê re vekirî dihêle. Ew xeta ku xwe nêzî dagirker dike, di bereya dijbertiyê de cihê xwe digre çiqas nêzî dijmine ewqas ji Kurd dûr e. Xeta ku rûxmî hemû kêmderfetî û pirdijmin, têdikoşe da ku niştiman, jin û jiyan biparêze ewqas di dilê Kurd de cihê xwe digre û dibe kerameta dîroka Kurd a bi êş û azar. Her tişt ewqas zelal û aşkereye.