Di artêşbûna jinê de 30 sal

- Şimal Ülkem GÜNEŞ
526 views
Di pêşwazîkirineke nû a Cotmehê ku meha şehîdan e, di kesayeta rêheval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên me yên azadiyê ji dil silav dikim. Bîryardariya me ya pêkanîna armancên rêhevalên me yên jin ku di xeta Bêrîtan de, li hember faşîzm, dagirkerî û qirkirina pergala baviksalariyê,  li çiya û zindana berxwedan û gihîştin şehadetê, ji her demê xûrttir e.

Cotmehê, di tekoşîna me de, meheke ku gelek kesayetên jinên milîtan yên Kurdistanî, Tirkmen, Çerkez, Ereb, Elman û ji gelek netewên din,  ji şer re pêşengtî kirine, bûne fermandar û roleke dîrokî ji bo tekoşîna azadiya jinê lîstine û di oxira vê doza bi rûmeta de şehîd ketin e. Di heman demê de Cotmeha vê salê, sala ketina me ya 30. saliya arteşbûna jinê ye. Bi feraset û zanista xweparastina cewherî, li çiyan, zindan, bajar û li her deverê jiyanê de bilind dibe û 30. salvegera artêşbûna jinê, bi şeref û serbilindiyeke  mezin tê pêşwazîkirin.

Li Zap, Avaşîn û Metîna’yê têkoşîneke bi fedaî

Artêşbûna jinê, bi armanca teyîsîna keda jinê a bi rêxistinkirî, qehremantiya jinê, tekoşîn û serkeftina jinê,  ji bo ku bibe a jinê û pê re ji bo ku azadiya jinê bê avakirin hate rêxistinkirin. Ne tenê li hember devletên dagirker û talanker, di heman demê de li hember desthilatdariya zilam a serdest, li hember helwest û nêzîkatiyên zilamên feodal û paşketî ku jinê wek hêzekê û vînekê nabîne, arteşbûna jinê û rêxistinbûna jinê hate avakirin. Ya herî girîng jî wek amûrekê ji bo ku jin di oxira jiyaneke azad de şer bike hate rêxistinkirin. Weke jinên Kurd, têkoşîndayîna ji bo azadiya xwe, ji pergala zilamê serdest a desthilat û dewletperest tola xwe hildan, xwe pêşxistin, azadkirin, pêşxistina feraseta xweparastina cewherî ku wê ji cîhanê re bibe mînak, bi giştî bi artêşbûna jinê ve pêşketin. Gerîlayên jinên Kurd, îro di xeta şehîdên Cotmehê de, bi îddîaya ku tekoşîna azadiyê bigîhînin serkeftinê, li Zap, Avaşîn û Metîna’yê têkoşîneke bi fedaî dimeşînin. Tevgera jina Kurd, di xeta rêheval Bêrîtan de, di sala 1993’an de artêşbûna xwe pêk anî. Bêguman xeta berxwedaniya ku rêheval Bêrîtan pêşxist, di dîrokê de heya roja me sekna jinên Kurd ku ti carê nekarîne teslîm bigirin û her li hember teslîmiyetê mirin girtine ber çav e. Ev sekin sekna jîr û egîda bi xwe ye. Rastiya jina Kurd, rastiyeke ku ji bo nekeve destê dijmin, ji zinar û latên herî bilin  xwe avêtin û mirinên herî bi êş girtina ber çava ne. Şerê Başûr a ku di sala 1992’an de bi pêşengtiya rêheval Bêrîtan û tekoşîna hêza jina Kurd de şerekî bêhempa hate meşandin. Rêber Apo ji bo ku vê têkoşînê û kedê bigîhîne asta herî jor a rêxistinkirî, di sala 1993’an de bi avakirina artêşbûna jin ve, bi navê azadiya jinê gaveke pir mezin avêt. Ew 30 sale, bi danîna ked û bedelên mezin re, xwedî çalakiyên mezin, sekneke bi heybet û meşa ku ber bi azadiya jinê ve diçe, YJA STAR bû sembolek. YJA Star, bû xewneke metirsiyê ji faşizmê, desthilatiya zilam, DAÎŞ û ji her awahî ve paşverûtî û çetebûyîna artêşa zilaman re. Gerîlayên azadiyê, bi Avzem’an, Sarya’yan, Esmer’an, Ekîn’an, li Zap’ê, Avaşîn’ê, Metîna’yê berxwedaniyeke ku di dîrokê de emsala wan nehatiye jîn de bûn destan. Her yek ji van rêhevalan, bi Zap, Avaşîn û Metîna re bûn yek. Û pêşengên vê berxwedaniyê, artêşa hêza fedaî a jinên Kurd yên berxwedêr gerîlayên YJA STAR’ê ne. Li ser vê bingehê em salvegera 30. a artêşbûna jina Kurd, li tevgera jinên Kurd û gerîlayên azadiyê pîroz dikin. Cotmeha sala 2022’an, di vê wateyê de, ji aliyê me ve xwedî wateyeke cûdatir e. Bi wesîleya şehîdên  Cotmehê, di van 30 salên têkoşîna artêşbûna jinê de hemû rêhevalên ku gihane şahadetê, em bi rêzdarî û mînet bi hestên herî kûr ve bibîrtînin. Rêhevalên me yên ku di Cotmehê de şehîd ketine, di serî de, di oxira heqîqet û azadiya jinê de li berxwedan û di meşa xwe de xwestin ku di dîrokê de hemû jinên ku têkoşîn kirine, ji bo ku armanca wan pêkbînin, wate li ser wateya wan zêde bikin, ji bo ku ti demî nedin ji bîrkirin ketin pê heqîqetê. Şehîdên me yên Cotmehê, berxwedanvanên demên borî an jî ew jinên ku nav û kesayeta wan nayên zanîn nînin. Di nava wan 30 salên dawî de, di çeperên azadiyê de, li ber çavên hemû cîhanê, li hemberî pergala baviksalarî, koletî, dagirkerî, qirkerî û tecawizê têkoşîn meşandin.

Şoreşa Rojava ji jinên Rojhilata Navîn re bû mînak

Mîrasa ew 50 saliya partîbûna me û 30 salîya artêşbûna me ya jinê, ruh da hêzên azadîxwez û demokrat. Îro yên ku di herî serî de fêkiyên vê berxwedanê kom dikin jinên Bakûr û Rojhilatê Sûrî ne. Di pêvajoya nêz de li Tûnis’ê Konferansa Jinên Cîhanê ku hate li darxistin, ew heqîqet piştras kir. Jinên Kurd, Erep, Ermen, Tirkmen, Çerkez, Keldan, Aşûr-Suryan û Durzî, li hemberî dîroka baviksalariya pênchezar salî meydan dixwînin. Şoreşa jinên Kurd a ku wek Şoreşa Rojava jî tê zanîn, bi tenê jinên Kurd re sînordar nemaye û jinên Rojhilata Navîn jî bû xwedî nasname. Di encam de, Şoreşa Rojava, şoreşeke jinê ye. Hema ji her netewê, nasnameyê û baweriyê jin beşdarî nava refên şoreşa Rojava bûn. Di vê wateye de, şoreşa Rojava, him bi pir netew, him jî li ser çanda jinê re wek şoreşeke jinê, di sînga Rojhilata Navîn de, li Kurdistanê bejin dide. Weke di dîrokê de yekem car li keviyên Firat’ê bi hezaran sala berê hatî jîn, îro jî di pêşengtiya jinan de, li ser vê koka xwe ya resen, şaristaniyeke nû a jina tê avakirin. Jin, jiyanê li ser bingehê rêgezên wekhev û komînal, azadîxwez û demokratîk ji nûve înşa dikin. Her ku înşa dikin, xwe jî di nav de çêdikin. Ji aliyeke ve xwe, ji aliyê din ve jî civakîbûna nû, digihîjînin bi cewherê xwe yê rastî. Çêkera civakîbûna nû, bi hewldana ji bo ku xwe ji zîhniyeta baviksalariyê xilas bike, li ser bingehê aliyê jina a parveker, hişmendiya demokratîk û xwesteka azadiyê ve xwe digîhîne bi cewherê rastiya jinê. Gaveke nû a pir bi paqij ji bo pêşerojê tê avêtin. Xeyala sosyalîzma ku di oxirê wê de bi mîlyonan kesan canê xwe dabû, tê pêkan. Sedsala 20’an çawa ku bû sedsaleke xwe dispêre nakokiyên çînî û şoreşên sosyalîst, sedsala 21’an jî li ser bingehê azadiya jinê, wê bibe sedsaleke şoreşên azadî û civakbûnê. Wek her dem çêbûye, îro jî jin di pêşketinên dîrokî de xwedî roleke serekeye. Ji xwe pêvajoyên guhertinên civakî ango tevgerên civakî ku jin beşdarî nebûne, wê ne gengaze be ku serkeftinê bibînin. Jin, kok û cewherê jiyanê ye. Rastiyeke civakî a bêkok û bêcewher nabe. Ji ber ku ger jin nebe, jiyan jî nabe. Ji ber ku şîfre an jî rêgeza herî girîng û sereke a gerdûnê ku nayê guhertin ew bi xwe ye.

Jin, kok û cewherê jiyanê ne

Rêber APO, di vê wateyê de weke ku şîfreya gerdûnê dîtiye. Rêbertî, dema ku qala zêdebûn, curbecurbûn û cîhêrengîniya ku di gerdûnê de heyî  dike, heman demê de bal dikşîne li ser rastiya jinan jî. Rêbertiya me dema ku dibêje; ‘Dixwezim bibêjim ku, armanca gerdûnê azadiyê’,  di heman demê de ji bo jina jî gelek cara gotiye ku gerek ji bo jina jî armanca yekem derveyî azadiyê tişteke din nebe. Di gerdûnê de ewqasî cîhêwaziya heyî li gel hev, di nava harmoniyeke bêhempa de tevgerîna heyî, bi rola ku jin tê de dilîze ve girêdana xwe heye. Mirov xwe ji pirsîna vê pirse nikare bigire; gelo dibe ku rola jinan di yekbûna cîhewaziyên heyî de pêktîne de hebe? Evîn û azweriya ku di jina de diqewime, di her rasteqîn û cûdahiya di gerdûnê de diqewime de jî pêk tê. Ji ber ku ger mirov kûrtecewherê gerdûnêbe, jin jî jiyan bi xwe ye. Di vê wateyê de, Rêbertiya me ji ber ku, jin, ji nûve, li gorî rastiya xwe û cewherê xwe bikare jiyan bike derfet avakir, îro di bin tecrîda hêzên modernîteya kapîtalîst de ye. Rêbertiya me ji ber ku lîstokên zilamên derewîn û qurnaz xirakir, pîlanên wan eşkere kir, îro di hedefa hêzên desthilatdar de ye.  Ji bo vê ye ku herî sereke yên xwedî li azadiya Rêber APO  derbikevin jin bi xwe ne. Azadiya Rêber APO, di heman demê de li hember pergal û hişmendiya desthilatdariya zilaman, wê bibe serkeftina  mutlaq ya hemû jina.

Jinan komplo bi çalakiyên xwe vala derxistin

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêber APO ji Sûrî, li hember vê komploya navnetewî, dîsa di vê mehê de çalakiyên fedaî hatin li darxistin. Rêheval Kurdê û Rotînda bi çalakiyên xwe yên fedaî ve bal kişandin ser komploya li ser Rêbertî û di raporên xwe yên ku ji bo tevgerê nivîsandin de wiha gotin: ‘Rêbertî encex bi rêxistîbûna Kadroyên partiyê, rêxistîbûna rastiya partiyê û xwe anîna asta pêkanînvanên xeta mirovahiya nû ve dikare bê parastin.’ Bi van gotinên xwe ve, komplo, bi bedenê xwe danîna holê ve vala derxistin û wek şehîdên fedaî yên Cotmehê navê xwe di dîrokê de dan nivîsandin. Tecrîd, di kesayeta Rêber APO de, li ser hemû gela, hemû jina û li ser hemû hêzên berxwedanvan yên Rojhilata Navîn tê meşandin. Îro gerîlayên azadiyê li gor berxwedana ku Rêber APO di Îmrali’ye de dimeşîne,  li Zap, Avaşîn û Metîna’yê tekoşîneke bêhempa li hember qirker, dagirker a devleta Tirk  dimeşînin û di asteke girîng de jî devleta Tirk lewaz xistine.

Jinan di hemû qadan de destkeftiyên mezin bidest xistin

Îro jinên Kurd, di aliyên siyasî, leşkerî, çandî û aborî di her qadên jiyanê de deskeftiyên gelek mezin bi dest xistine.  Lê ew deskeftiyana bê bedel nebûne. Ti azadî, bê bedel, bê şer, bê êş û azar nîn e. Lê di rastiya Kurdîstanê de ew bedel hîn zêdetir hatine dayîn. Di erdnîgariya Kurdîstanê de, jiyan jî, hebûn jî, azadî jî di encama bedelên gelek êş û mezin de pêkhatine û vejîn û rizgariya Gelekî di encamê wan bedela de çêbû ye.  Di vê wateyê de fermandarên me yên ku kedeke mezin di artêşbûna jin de dane, di kesayeta hevala Bêrîtan de dema ku em bibîrtînin, em keda rêheval Azîme (Mîhrîban Saran) di nava gerîla de ji bo pêşxistina xeta leşkerî de dayî jî bîrnekin. Bi sekn û tevlêbûna xwe ya xûrt ve li hember hemû zahmetiyên jiyanê berxwedayîn û pêşxistina çapemenîgeriya jina Kurd de rola rêheval Zeynep (Gurbetelî Ersoz) jî kî-kê dikare bîrbike… Di kesayetên xwe de him bi rihê Apoyî, him jî bi rihê enternasyonalîst yên ku jiyane, wek rêheval Ronahî (Andrea Wolf), Hêlîn Çerkez(Nermîn Akkuş), Canda Turkmen(Sanem Sertap Gölge), Mizgîn Tirk (Hüsne Akgül), Gulnaz Ege û hîn gelekên din, Cotmeh di qada netewî û navnetewî de tekoşîna jinê  gihandin astekê. Bi hezaran rêhevalên jin û fermandarên jin, him beriya artêşbûnê, him piştî artêşbûna jinê, ked û têkoşîna ku meşandine ve, her ku çû kûrbûnek hate jîn, destxistina nasnameya xwe ve hîn berhemdarbûne, di zanista xwe de kûrbûne û  li ser wan esasan têkoşîn û berxwedaniya jina azad re şahîdî kirine. Rêhevalên wek, Meryem (Meryem Hezer Çolak), Zinarîn Hêvî (Selma Doğan), Ronahî Rewşen(Leyla Kaplan), Rozerîn (Asuman Erdem), Rotînda (Aynur Artan) ve Kurdê (Selamet Menteş), Ekîn Încî Çelîk, Rojîn Gewda, Rûken Bîngöl, Jiyan Ehrez, Arîn Mîrkan, Rêwan, Şaha Dêrîk (Şaha Hisên) rengê xwe dane rihên şoreşê. Ew rihê şoreşî, bi pê şahadeta wan hevala, bi hezaran jinên din beşdarî nava şerê azadiyê kirine. Êdî, meşvanên arteşa Bêrîtan’in, şerkerên rêhevalên Bêrîtan’in, dem bû dema Bêrîtan. Ne yek, ne deh, ne bi sedan, bi hezaran Bêrîtan ketine li ser rêkan, berxwedan daye pê berxwedanan.  Jina ku bi berxwedana Bêrîtanê serketine, niha jî li lûtkeyên Zap, Avaşîn û Metîna, deşt û geliyan de xwe gîhandine lûtkeyan. Bi israr, bi bîr û bawerî her ku pêşdikeve serkeftin, her ku serkeftin pêşdikeve jî bawerî xûrttir dibe. Vegerîna hêviyê bi jiyanê, di serî de bi saya şehîdên Cotmehê û bi isrera jinên şoreşger yên ku di têkoşîna azadiyê de israr dikin, di vê oxirê de canê xwe feda dikin de pêşketiye. Ji ber vê sedemê, em gelek tiştan deyndarên şehîdên Cotmehê ne. Ger em bi azadî û xwebûnî îro nefes digirin,  her kêlî bi saya ked û hebûna wan şehîdan e. Bi vê rastiyê xwedî derketin, di her kêliyê de xeta şehîdan dayîna jiyên, hîskirin û xwe sipartina mîrasa ku me ji şehîdan hilgirtiyê re tekoşîna xwe mezin kirin, ji beriya her tiştî erka me ya rêhevaltiya şoreşgerî ye. Bi tecrûbeya 30 salî a artêşbûna jin ve, em jin, tekoşîna xwe her berdewam bikin û heya serkeftinê  nasekinin.