Di rêbertiya Abdullah Ocalan de Şoreşa Kurdistanê

- Elif Ronahî
108 views
Pirsgirêka Kurd ji nişka ve derneket holê. Rêberê me jî PKK jî ji nişka ve derneketin holê. Sedemên derketina dîrokî û civakî ya PKK’ê û Rêberê me hene. Dema di Şerê Cihanê yê yekê de Almanya û eniya Almanyayê winda kir, Ingîlîstan û Fransa bi taybetî li Rojhilata Navîn dest bi şerekî giran ê parvekirinê kirin. Bi pêşketina desthilatdariya yekdest re li Rojhilata Navîn polîtîkaya parvekirin û parçekirinê pêş xistin.

Di sala 1639’an de bi peymana Qesr-i-Şirîn di navbera Împaratoriya Osmanî û Safewî de parçebûna pêşî ya Kurdistanê pêk hat. Di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’an de jî bi peymana Lozanê Kurdistan dibe çar parçe. Aliyê dîrokî û civakî ya derketina pirsgirêka Kurd wiha pêk hat. Beriya wê pirsgirêka Kurd ne ewqas kûr bû. Lê bi taybet piştî şerê yekê yê parvekirinê û bi çar parçebûna Kurdistanê re, pirgirêkek bi navê Kurdistan derket holê. Pirsgirêka Kurd derket holê. Ji vê ew hêz berpirsiyar in. Li Kurdistanê bi taybet di destpêka sedsala 20’an de, serhildanên li dijî çarparçebûna Kurdistanê pêşketîn hene. Ev serhildan tên tepisandin, bi komkujiyan encam dibin. Di nava xwe de mayîn, nebûna perspektîfên siyasî û rêxistinî û ji hev bêagahîbûn dibe sedem serhildanên di asta herêman de bên tepisandin, bên qirkirin. Bi vê re cara yekê bi rengekî eşkere li çar aliyên Kurdistanê, bi taybet li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya jenosîdê pêk anîn. Polîtîkaya qirkirinê ku li Kurdistanê pêk tînin ne tenê polîtîkayeke qirkirinê ya fizîkî ye. Koçberkirin, mişextkirin û guhertina demografiya Kurdistanê jî pê re pêk tînin. Qirkirinek çandî heye. Di rastiyê de asîmîlasyon pêk tê. Dagirkeriya li Kurdistanê hebûn, ziman, çand, nasname û hemû tiştên gelê Kurd înkar kiriye.

Polîtîkayên asîmîlasyonê bi giranî pêk anîn

Polîtîkayên asîmîlasyonê bi giranî dom kir. Ev bi giştî girêdayî înkarê ye. Piştî înkar kirin, li Kurdistanê  polîtîka û bernameyên pir bi plan pêk anîn. Di peymana Lozanê de sozekê didin, dibêjîn em ê xweseriyê bidin Kurdan. Îsmet Înonu wekî nûnerê heyeta diçe Lozanê, dibêje ‘em wekî nûnerên Kurd û Tirkan li vir in’. Hinek hevkarên Kurd jî di nav de cih digirin. Di vir de peymanek tê mohrkirin, lê piştre ev nayê pêkanîn. Dema ev soz pêk nayên serhildan pêşdikevin. Ev hemû bi înkarê ve girêdayî ne.  Rastiya Rêbertiyê û PKK’ê li ser vê yekê derket holê.  Gotina Rêbertiya me ya ‘Kurdistan mêtingeh e’ tespîtek pir giring e. Ji ber ku ew bi vê tespîtê diyardeyê bi xwe nav dike. Rêbertiya me û PKK li ser vê yekê pêvajoya pêşxistina pratîka vê, rê û rêbazên vê, rêxistina vê, taktîka vê û stratejiya vê pêş dixe.  Dema rastî û têgeha Rêbertî ya ‘Kurdistan mêtingeh e’ tê holê, nêzîkatiyên tevgerên şoreşger ên Tirkiyê û tevgerên çep ên sosyalîst pir cuda ne. Ango di aliyê Tirkiyê de ev tê gotin; Tirkiye bi xwe jî mêtingeh e. Mêtingera mêtingeheke din nabe. Ger Kurdistan hebe, Kurdistan li ku derê ye, zimanê wê çiye û civaka wê li ku derê ye?