Divê em pêşî li komkujiyan bigirin

- Nîlufer Koç
316 views
Armanca bingehîn a Peymana Sykes-Pîcot a 1916’an, bêstatûkirina gelê Kurd bû. Ev di heman demê de ji bo hezên serdest li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn desthilatdariya xwe ava bikin jî peymaneke siyasî bû. Heft sal piştî vê peymanê, di sala 1923’an de, bi Peymana Lozanê ji bo bêstatûhîştin ango înkarkirina Kurdan kirasekî hiqûqî lê kirin. Înkara siyasî bi xalên hiqûqî mor kirin û xistin meriyetê. Ji ber vê yekê derbarê mafên Kurdan de, di belgeyên hiqûqî yên navneteweyî de ti tişt nîne. Dema mijar Kurd be, hemû tiştên derbarê Kurdan de siyasî ne.

Komkujîya Parîsê jî, weke hemû komkujîyên li dijî Kurdan, siyasî bû. Dewletên serdest dîsa bi qanûnên xwe armancên siyasî û berpirsyarên rastî yê komkujiyê vedişêrin. Lê ev nayê wê wateyê ku em êdî dest ji tekoşîna hiqûqî berdin. Na, tiştê ku em bi rêya tekoşîna hiqûqî ji dewletan daxwaz dikin ew e ku rastiyan veneşêrin, di vê mijarê de siyaseteke rast bimeşînin û gaveke erênî bavêjin. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya hiqûqî beşeke girîng a berxwedanê ye. Armanca tekoşîna Kurdan a hiqûqî ew e ku hêzên li pey vê komkujiyê werin eşkerekirin û edalet pêk were. Tevî gelek pisporên hiqûqê ev 9 sal in gelek hiqûqzanên Kurd li gel parêzerên Ewrûpî dixwazin rastiya komkûjiya Parîsê ronî bikin. Ev bi salan e ji bo edalet pêk were di nav hewldanan de ne. Ji aliyê din ve jî her carê dozgerên Fransî bi hêcetên ku kujer (Omer Gûney) edî miriye dixwazin dosyaya Komkujiya Parîsê bigrin, lê di encama van hewldanan de heta niha bi ser neketine.

Dosyaya Parîsê ji nû ve vebû

Dosyaya Komkujiya Parîsê ji nû ve hat vekirin. Ji ber vê yekê, hêzên ku plansaziya komkujiyê amade kiribûn, 4 sal piştî bûyerê, ango di Hezîrana sala 2017’an de jî, xwestin vê carê li paytexta Belçîka Brukselê li dijî siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal û Zûbeyîr Aydar komkujiyekê pêk bînin. Li dijî vê pîlana komkujîyê jî, di sala 2017’an de doz hat vekirin. Diyar bû ku ew hêzên Komkûjiya Parîsê pêk anîne û yên dixwestin li Brukselê komkujiyek pêk bînin, heman hez in. Erdogan û rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT’ê bi piştevaniya sefîrê dewleta Tirk Îsmail Hakki Musa, yê ku di dema Komkujiya Parîsê de jî erkdar bû, xwestin ku dîsa di bin koordîneya wî kesî de vê carê li Brûkselê vî karê xwe yê qirêj dubare bikin. Piştî doza der haqê hewldana komkujiya li Brukselê de, dosyaya Komkujiya Parîsê jî ji nû ve hat vekirin. Di 10’ê Çileya 2021’de li Brukselê ev doz vebû. Dosyaya vê dozê ji 7 hezar rûpelan pek tê. Di van rûpelan de hevkariya Erdogan, MÎT û hêza kujer a SADAT’ê ya di bin serokatîya şewirmendê Erdogan Adnan Tanriverdî de heye. Lê 31’ê Cotmeha 2021’an, di roja rûniştina dozê de êdî ji ber ku ketin nav tengasiyê, aliyê dewleta Tirk ji dadgehê dem xwestin, da ku bikaribin parastina xwe amade bikin. Ji ber ku dizanin, bi doza Brukselê re wê berfirehiyên Komkujiya Parîsê jî zelaltir bibe û berpirsiyariya dewleta Tirk a di komkujiyê de yekser derkeve hole.

Erdogan komkujiyên nû plan dike

Her ku qeyrana faşîzma dewleta Tirk ya aborî û siyasî kûr dibe, dixwaze bi êrîşên li ser gelê Kurd û komkujiyan pêşî li rexneyan bigire. Ew ji rexneyan ditirse. Dewleta Tirk giliyê bi hezaran kesan ji Rêxistina Polîs a Navnetewî Înterpolê kiribû, lê piştî Înterpolê destnîşan kir ku ji van kesan gelek ji wan bêsûc in û daxwaza dewleta Tirk red kir, Erdogan vê carê xwest bi rêya hezên xwe yên taybet pîlanên xwe bixe dewrê. Ji bo kuştina siyasetmedarên Kurd û kesên muxalîf hewldanên xwe zêdetir kir. Bi taybet li Elmanyayê ev kûrtir kirin. Bi talîmatên MÎT’ê, faşîstên MHP yên li Almanyayê hewl dan ku çend rojnamewanên muxalif bi rêya şîddetê bê deng bikin. Li Avusturyayê êrîşî meşên Kurd û dostên Kurd kirin. Her wiha li Swîsreyê heman nîşane hene. Edî MÎT, Erdogan, Gurên Gewr yên MHP û şîrketa komkujiyê SADAT, dewletên Ewrûpî xistine alarmê. Heger Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê di Komkujiya Parîsê de xwedîye helwesteke sîyasî û hiqûqîbana, wê demê Erdogan nikarîbû di sala 2017’an de ji bo heman komkujiyê li Brûkselê pêk bîne, bikeve nav hewldanan. An jî nikaribû hewl bida ku êrîşî mirovên pêşverû yên Tirk ên li Berlîne bikira. Lê bêdengîya Fransayê û Yekîtîya Ewrûpayê cesaret da rejîma Tirk û îro jî hemû xistine alarmê. Niha diyar e ku Komkujiya Parîsê weke destpêka komkujiyên siyasî yên plankirî bû. Eger îstixbaratên Ewrûpî hişyar nebin, Erdogan dikare gelek komkujiyên din jî pêk bîne.

Têkoşîn dikare pêşî li komkujiyan bigire

Ji ber van hewldanên dewleta Tirk û bûyerên dawî, li gorî 9 salên borî di rojên pêş de eşkerekirina Komkujiya Parîse hinek hesantir dibe. Lê em nikarin ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî legerîna xwe ya edaletê ku bi salan e dimeşînin, tenê bi tekoşîna hiqûqe re sînordar bikin. Ji bo edalet bi cîh were, tevî têkoşîna hiqûqî, pêwîst e çalakiyên berfireh û demdirej jî pêk werin. Ji ber vê yekê, kampanya bi navê “100 Sedem ji bo Darizandina Dîktator“ gelekî giring bû. Divê di qonaxa duyemîn de jî hemû jin bi awayekî xurt beşdarî vê kampanyayê bibin. Bi van kampanyayan divê em tim Komkûjiya Parîsê û tevahî femînîcîda Erdogan di rojevê de bihêlin. Li hemberî hewldanên komkujiyên dewleta Tirk, wê rûniştina dozê di Adara 2022’an de li Brukselê pêk were. Lê heta wê demê pewîst e ku em bi çalakîyên siyasî û civakî ji dewlêtên Yekîtiya Ewrûpayê re bêjin ku “Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edalet.” Bê guman ev yek wê rêya komkujiyên din jî bigire.