Divê em ruhê Kobanê dîsa zindî bikin 

- Newaya Jin
292 views
Di 5ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur-Rojhilatê Sûrî dest bi êrişeke berfireh kir. Di êrişa topyekun de jin û zarok hatin kuştin, binesaziya herêmê bû armanca êrişên dijwar, zirar û ziyanekî mezin a canî û binesaziyê çêbû. Derbarê armanc û encama van êrişan, berfirehbûna şer û aloziyê li Rojhilata Navîn, di vê peywendê de veguherîn û avabûna hevsengiyên nû, di navenda vî şerî de helwest û sekna gelê Kurd û jinan em bi endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê û endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusuf re axivîn.

Foza Yusuf rewşa li Kurdistan û herêmê bi van gotinan dinirxîne: Rewşa îro li Kurdistanê û li Îsraîl-Filîstînê jî nîşan dide Rojhilata Navîn dê dîsa bibe navenda vî şerî. Diyar e wê alozî li herêma me kûrtir û firehtir bibe. Ev wê tenê bi welatekî sînordar nemîne. Yek pirsgirêka Kurd, yek jî rewşa îro li Filîstîn-Îsraîlê heyî dê bandoreke mezin li tevahî Rojhilata Navîn bike. Divê pevçûnê de gelek giring e ku gelê Kurd, gelên herêmê, hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz vê yekê baş bixwînin.

Di rasthatina salvegera 25’an a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, şerê dewleta Tirk ê li dijî Bakur-Rojhilatê Sûrî kûr û berfirehtir bû. Girêdayî komployê hûn vê asta êrişa şer û qirkirinê çawa dinirxînin?
Komploya navnetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo pêk hatî 25 sal li pey xwe hişt. Siyaseta Rêber Apo di Rojhilata Navîn de dimeşand dihişt têkoşîna azadiyê bihêz bibe. Di navbera Kurd û Ereban de tifaqek pir xurt hebû. Bêguman vê bandoreke pir mezin li ser herêma Rojhilata Navîn dikir. Hebûna Rêber Apo hevsengiyeke siyasî ya gelek xurt bû. Lê bi Komploya Navnetewî re ne tenê li ser gelê Kurd, li ser tevahî Rojhilata Navîn planek hat pêşxistin. Xwestin wê hevsengiya di navbera hêzan de heyî ku dihişt li dijî hêzên hegemon ên cîhanê têkoşînek mezin pêk were, ji holê rakin. Esas mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn bi komploya li dijî Rêber Apo dest pê kir, ji wê rojê heta niha jî ev mudaxele berdewam e. Derketina Rêber Apo ji Sûrî ji bo hemû beşên Kurdistanê, Rojhilata Navîn derbeyekî pir mezin bû. Lê esas ji bo Rojavayê Kurdistanê bandoreke pir xirab kir. Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê gelek xebatên xurt dabû meşandin. Gel hatibû rêxistinkirin, çanda şoreşê çêbûbû, bi hezaran mîlîtan û şoreşger tevlî şoreşa azadiyê dibûn, bi sedhezaran-milyonan mirov li derdora şoreşa azadiyê ya Kurdistanê kom dibûn. Rêber Apo Rojavayê Kurdistanê kir kelhekî netewa Kurd. Her wiha ji ber bi awayekî baş hatibû rêxistinkirin, Rojavayê Kurdistanê di Sûrî de jî bûbû hêzeke pir giring. Tirkiyê xwest vê hevsengiyê jî xirab bike. Bi komployê xwestin têkiliyên stratejîk ên di navbera Kurdan û Ereban de tine bikin. Hîn wê demê destwerdan li Sûrî hat kirin. Bi taybetî derketina Rêber Apo ji Sûrî valetiyek mezin di têkiliyên Kurd û Ereban de hişt. Ji ber guhertinên di siyaseta Sûrî de jî, piştî peymana Edene ya di navbera Sûrî-Tirkiyê de ev yek hîn kûrtir bû. Mirov dikare bêje lawaziya Sûrî ji wê demê dest pê kir û heta 2011’an bi awayekî şênber kûr bû û teqiya. Li ser vî bingehî pir berçav e eger îro di salvegera komploya navnetewî de li ser Bakur-Rojhilatê Sûrî êrişan pêk tînin, dibînin ew Komplo 1998’an bi ser neket. Ji bo vê, mîrateya Rêber Apo ya li vê derê, destkeftên gelê Rojavayê Kurdistanê bi dest xistî dixwazin tine bikin. Mirov dikare vê jî wekî berdewama Komploya Navnetewî pênase bike. Çawa wê demê bi Komployê dixwestin tevgera azadiyê tine bikin, mafên gelê Kurd ji holê rakin, nehêlin gelê Kurd bibe xwedî statûyeke siyasî, îro jî armanca êrişan heman tişt e.  

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi salan e bênavber didomin. Lê di van êrişên dawî de îşaretên astekî nû yê şerê li dijî Kurdan jî xuya ne. Hûn di vî warî de armanc, kûrahî û berfirehiya vî şerî çawa dibînin?
Dewleta Tirk ji destpêka komarê ango ji destpêka sedsala bîstan heta niha li dijî hebûna gelê Kurd şerekî pir dijwar dimeşîne. Çawa gelên Ermen û Sûryan bi komkujî û koçberiyê anîn wî astî li ser vê axê ber bi tinebûnê ve biçin, ji bo gelê Kurd jî her tim di nava plan û hewlên wiha de bûn. Ev siyaset bi hukûmeta Erdogan-Bahçelî re derket astekî bilindtir. Divê em di vî derbarî de rola hêzên navnetewî ji bîr nekin. Hêzên Komploya 9’ê Cotmehê pêk anîn naxwazin gelên Rojhilata Navîn pirsgirêkên xwe çareser bikin, li herêmê aramî çêbibe. Ji bo vê, bi hemû rê û rêbazan dixwazin şer û alozî hebe. Çavkaniya destekdayîna wan a ji bo Erdogan ev e. Rast e, îro dewleta Tirk bi her awayî di nava seferberiyê de ye ku Kurdan di vê sedsalê de bêmaf bihêle. Çawa ku di sedsala 20’an de ev kir, dixwaze di sedsala 21’an de jî vê bike. Ji ber dibîne Kurd rabûne ser lingan, xwedî tevger in, xwedî rêber in, xwedî fikr in, xwedî bîrdozî ne. Û Kurd di herêmê de xwedî bandor in. Dewleta Tirk a nîjadperest vê ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne. Ew zêhniyeta olperest-nîjadperest, siyaseta hêzên hegemon naxwaze Kurd bibin hêzekî demokratîk di herêmê de. Bi êrişan, şerê taybet, koçberkirinê, perçekirinê, li hemberî hev rakirin û rêbazên curbicur ev şer li ser Kurdan tê meşandin. Şerê îro li ser Kurdistanê şerê qirkirinê ye, şerê ku dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin bixwe ye. Lewma jî xeteriyên pir mezin hene. Dewleta Tirk ji van tevlîheviyên li dinyayê heyî, wekî rewşa li Ukrayna, Îsraîl-Filîstîn, rewşa li herêmê dixwaze feyde bike. Lewma îro asta şerî hildaye herî jor. Ev şerekî gelekî mezin û xeter e. Divê wekî gelê Kurd, gelên herêmê em vê rastiyê pir baş bizanin û girêdayî vê tevbigerin.

Di vî şerî de li dijî binesaziya sivîl û xizmetguzariyê êrişên dijwar çêbûn, li pêş çavên cîhanê sucê şer pêk hat. Bi taybetî armancgirtina sazî û dezgehên sivîl ên jiyanî tê çi wateyê?
Rast e, di êrişa dawî de binesaziya Rêveberiya Xweser kirin hedef. Diyar bû ji bo vê jî amadekariyeke demdirêj a dewleta Tirk hebû. Dewleta Tirk bi derewan xwest bêje ji ber du ciwanên fedaî li Enqerê çalakî kirine em êrişî Rojava dikin, lê ev derewekî mezin e, ti bingeha wê nîne. Çawa çêdibe di nava 24 saetan de ewqas cih tesbît dikin, ewqas keşîf dikin, ewqas plan datînin. Bi vî rengî dixwazin êrişên xwe rewa bikin. Armanca dewleta Tirk tinekirin û tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Ev jî ne tenê îro, bi êrişkirina li ser Efrîn û Serêkaniyê, bi destekdayîna DAIŞ û Cephet El Nusra pir eşkere derketiye holê. Diyar e rêbazên heta niha biser neketine. Rêveberiyê hebûna xwe dewam kir, li gel vê jî li hemberî hemû dorpêç, şer û aloziyan karî vê herêmê rêxistin bike û birêve bibe. Lewma stratejiyek nû danîn. Ew jî ev e, bi lêdana binesaziyê dixwazin pergala Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî tine bikin. Armanca dewleta Tirk ew e, Kurd li ti derê nebin hêz, nebin xwedî statû, vê ji bo xwe xeter dibîne. Sedema bingehîn ya hedefgirtina binesaziyê ew e koçberiyê çêbike, demografyayê biguherîne û sîstema Rêveberiya Xweser hilweşîne. Herêmê neçarî hilweşandin û teslîmiyetê bike. Bêguman ev êriş, ev kiryar hemû sucên şer in. Di aliyên parastin, hiqûqî, civakî, dîplomasî û raya giştî ya cîhanê de ji bo van sucên şer bidin nasîn, eşkere bikin û bidin dadgehkirin em ê bi her awayî têkoşîna xwe xurt bikin. Wan dixwest di nava gel de şikandin, rev û tirs çêbe. Lê her kesê dît gel bi sekin û îradeyek gelek xurt li dijî êrişan sekinî. Gel bi xwedîderketina li hêzên xwe, li şehîdan û daketina qadan nîşan da ku ev êriş nagihin armancên xwe.

Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê pêk hat. Di vê çerçoveyê de mirov dikare bêje armanca êrişan şoreş û nirxên jinê ne? Di vî warî de nirxandina we çiye? Ji bo parastina şoreş û nirxên azadiyê yên jinê di asta herêmê û cîhanê de ya bê kirin çiye?
Yek ji sedemên bingehîn a êrişên Tirkiyê ew e jin di nava vê pergalê de gelek bihêz, azad û aktîv beşdar dibin. Ji ber dewleta Tirk xwe li ser zayendperestiyê bi cih dike, pergala jinan, şoreşa jinan ji pergala xwe ya paşverû, kevneperest, olperest-zayendperest re wekî gef dibîne. Tê zanîn Erdogan peymana Stenbolê ji holê rakir. Esas ev êrişek bû li ser mafên jinan. Ji bo şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê, Bakur-Rojhilatê Sûrî pêşketî nebe şoreşeke herêmî, ji jinan re nebe hêvî, ji bo jinên Tirkiyê jî nekarin sûdê jê wergirin dixwazin şoreşê bifetisînin. Pêşengên tevgera jin, siyasetmedarên jin, şervanên jin herdem bûn armanca êrişên dewleta Tirk. Êrişekî pir dijwar li ser jinan pêk tînin. Ji ber dizanin jin dînamîka vê şoreşê ne, lewma ewqas êriş dikin. Îro li ser şoreşa jinê di warê bîrdozî, siyasî, aborî û her awayî êrişek heye. Ji bo ew paşverûtiya berê dîsa vegerînin, hêzên paşverû yên mêrê serdest di nava hewldanê de ne.
Ji bo parastina destkeftên şoreşa jinê berî hertiştî têkoşîn pêwiste. Em nikarin bêjin me şoreş çêkiriye û her tişt bi dawî bûye. Bêguman me gavên giring û mezin avêtine, lê êrişên pir xeter li ser şoreşa netewa demokratîk û şoreşa jinê hene. Di serî de divê jin van êrişan pir xurt fêm bikin, şîrove bikin, bizanin armanca wan çiye. Ya dî divê em wekî jin xwe baştir rêxistin bikin. Jineke bîrewer, jineke bi azadiyê çêbûyî ti carî nayê kolekirin. Her wiha jin divê xwe ji bo parastinê amade bike. Her jinek berpirs e xwe, jiyan, nirx, erd û nirxên xwe biparêze. Îro li her devera cîhanê şerên dijwar hene, em dibînin jin bê parastin dimînin.Tekoşîna azadiya jinê, şoreşa jinê ji bo tevahiya jinan bû hêviyek. Destkeftên li Rojava ji bo jinan hemûyî ye. Lewma di vî warî de jî pêwiste jinên azadîxwaz, tevgera jinan a cîhanê li vê destkeftê, li şoreşa xwe xwedî derkevin. Li ser pergal, destkeft û şoreşa jinê êriş çêdibin, lê bertek kêm in. Li hemberî vî şerê dijwar divê yekîtî, hevkarî û têkoşîna me mezin be. Di vî warî de lawazî gelek in. Giring e berxwedanek hîn radîkaltir hebe, em ji bo her tiştî amade bin. Ev jî bi xwe rêxistinkirin û xwe zanekirinê, xwe parastinê, xwe perwerdekirinê pêkan e. Ji bilî vê em ne dikarin xwe ne jî azadiya xwe biparêzin.

Li ser esasê şerê gel ê şoreşger civaka li Rojava xwe rêxistin kiriye. Di vî bingehî de bersiva li dijî êrişan, çerçoveya têkoşîna demê çiye?
Dewletên dagirker, dewletên hegemonîk şerekî cîhanî dikin, ev şer li ser axa me, li welatê me pêş dikeve. Ji bo vê jî wekî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Tirkmen û hemû pêkhate eger bi her awayî em xwe bi çek nekin, xwe neparêzin ne tenê destkeft, em ê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin. Di vî şerê niha dimeşînin de cografyayê vale dikin û kesên din bi cih dikin. Gelekî ji kokên wî de radikin. Binêrin bi milyonan mirov ji Ukraynayê koçber bûn. Li ser Kurdistanê jî şerek wiha tê meşandin ku Kurdistan bê valekirin. Siyasetekî pir sîstematîk dimeşînin. Dixwazin vîna mirovan bişkînin û teslîm bigirin. Ji bo vê, em nikarin li hemberî vî şerê piralî tenê bi hêzên profesyonel ên leşkerî xwe biparêzin. Bêguman ev jî pir giring in, divê hebin. Lê divê em bizanin her mirovek ji civaka me eger ne xwediyê bîreweriya parastinê be, ne perwerdekirî û amade be mehkumî tinebûnê ye, an jî mehkumî pişaftinê ye. Ji bo Kurd û Ereb bibin dijminên hev, Kurd perçe bibin, me koçber bikin, teslîm bigirin, tine bikin û welatê me dagir bikin hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Eger em dixwazin bi rûmet, bi nasname û zimanê xwe bijîn, divê em di her alî de xwe amade bikin. Divê herkes xwe li gorî rastiya şer rêxistin bike, xwe ji bo her êrişê amade bike, di alarmê de be. Binêrin li her alî, li herêmê, li cîhanê şer heye. Ev şer jî dê wisa hêsanî raneweste. Eger em dixwazin wekî gel bi rûmet, bi vîn û bi azadî bijîn, rêyek vê heye ew jî rastiya gelê şoreşger, gelê şerker ê xwedî li xwe derdikeve, hebûna xwe û pêşeroja xwe diparêze ye. Rewşek berovajiyê vê dê me bi qirkirin, komkujî û tinebûnê re rûbirû bihêle. Divê em xwe nexapînin, rewşa îro li herêmê nîşan dide ka çend metirsî heye. Divê em jî xwe li gorî vê xeteriyê, li gorî vê rastiyê amade bikin.

Di şerên hegemonîk de, li herêmê dînamîkên pir aloz û nakok di tevgerê de ne. Li gel sorkirina pirsgirêka li Sûrî û Iraqê, Karabax-Azerbaycanê, herî dawî asta aloziyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê de bi êrişa Hamasê bilind bû, şer dijwar û berbelav bû. Di vê peywendê de hûn rewşa heyî çawa dibînin, wê ber bi kû ve veguhere? 
Di cîhanê de pergala modernîteya kapîtalîst di aloziyeke gelek mezin de ye. Vê aloziyê wisa lê kiriye çareyê di şer, nakokî û êrişên nû de dibîne ku bikare xwe li ser lingan bigire. Lewma pergala modernîteya kapîtalîst bê krîz nikare xwe li ser lingan bigire. Ji bo vê dikare welatan bi hev re bide şerkirin, miletan ji holê rake. Ji bo hegemoniya xwe serwer bike hemû rêyan bi kar tîne. Ev şerên pêk tên ne şerên azadiyê ne, ne ji ber hinek serdest in, hinek bindest in pêk tên. Mesela wekî şerê Qerebax-Azerbaycanê, wekî rewşa li Ukrayna-Rusyayê. Ji bo pêşxistina daxwazên dagirkerî, hegemonyayê van şeran çêdikin, welatan bi hev re didin şerkirin, li ser vê xurt dibin, xwe li ser vê mezin dikin. Ev jî li cîhanê bi xwe re aloziyên gelek mezin tîne. Ya sereke di cîhanê de aloziyeke ewlekariyê ya pir mezin heye, hinek bajar tine dibin, koçberiyeke bêserûber û mezin heye. Pirsgirêkên aborî, av û xwarinê pir ciddî ye êdî. Ev pergal maddeyên mirov li ser dijî tine dike. Bi pirsgirêkên ekolojîk, aborî, siyasî civak krîzên pir mezin dijî. Her roj hevkuştin, xwekuştin heye. Ev jî berhemên modernîteya kapîtalîst in. Dibe cografya ji hev cuda bin, lê şerên pêk tên ji hev ne qut in. Taybetiya şerê vê sedsalê ji şerên sedsala 20’an cuda ye. Nimûne yên di şerekê de hevkar in, di cihekî din de nakok in. Lê armancek heye, hêzên hegemonîk, bazirganên şer ji van şeran sûdê werdigirin. Ev şer demokrasî û azadiyê çênakin. Ev şer nîjadperestî, dijminatî, olperestî û cinsiyetperestiyê çêdikin. Yanî şerên paşverû ne. Rewşa îro li Kurdistanê û li Îsraîl-Filîstînê jî nîşan dide Rojhilata Navîn dê dîsa bibe navenda vî şerî. Diyar e wê alozî li herêma me kûrtir û firehtir bibe. Ev wê tenê bi welatekî sînordar nemîne. Yek pirsgirêka Kurd, yek jî rewşa îro li Filîstîn-Îsraîlê heyî dê bandoreke mezin li tevahî Rojhilata Navîn bike. Divê pevçûnê de gelek giringe ku gelê Kurd, gelên herêmê, hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz vê yekê baş bixwînin. Ji bo em pêşî li vê aloziyê bigirin, encam bigirin û biser bikevin, divê em bibin yek, mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Hevsengiyên nû wê li herêmê çêbin. Ev herêm wek xwe namîne. Em ê bi kê re îtîfaqên stratejîk, bi kê re îtîfaqên taktîk çêkin, ji bo gelê me, gelên herêmê çi pêwist e, divê em vana baş bixwînin û rast nêzîk bibin. Careke dî derdikeve holê ka projeya Rêber Apo ya modernîteya demokratîk ji bo herêmê çiqas rast e û di cih de ye. Pir eşkere ye ku çareseriya Rojhilata Navîn di Netewa demokratîk, di pergala Konfederalîzma Demokratîk de ye. Bi taybetî Kurd û Ereb li Sûrî divê li ser hîmên demokratîk, biratiya gelan yekîtiya xwe xurt bikin ku bikarin ji aloziyê û êrişan xwe biparêzin.  Li gorî nêrîna min dê ev alozî hîn zêdetir kûr bibe û bajo. Ji ber hîn jî zêhniyeta dewlet-netew, olperest-cînsiyetperest û nîjadperest serwer e li dewletên Rojhilata Navîn. Ji vê jî çareserî dernakeve. Li cihên ev zêhniyet lê hebe li wê derê şer û pevçûn heye. Rewşa îro li herêma me heyî jî ev e. Şerê Ukraynayê jî diyar e dê dirêj bajo. Ji bo Rusya bin bikeve û ji bo şer dirêj bajo, hêzên Rojavayî pir destekê didin Ukraynayê. Her wiha rewşa Îsraîl-Filîstînê, meseleya Qerebax-Azerbaycanê jî zû bi zû çareser nabin. Ji ber hêzên navnetewî di nava van pirsgirêkan de ne, jê îstîfade dikin, lewma naxwazin çareser bibe. Herdem dixwazin krîzê bi krîzê rêve bibin. Ji bo vê ev alozî dê berdewam bikin.

Di vê rewşê de banga we ji bo jinan û gelan çiye?
Em rûbirûyê êrişên mezin in. Dibe ku divê têkoşînê de em bedelên mezin bidin, êşên mezin bijîn, birçî-tî bimînin, bi hemû rewşên zehmet re rûbirû bimînin. Lê divê em ti carî serî netewînin, gav paşde neavêjin. Wekî gelê Kurd me gelek bedelên mezin dan ji bo em hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Divê em israr bikin da ku em bikarin bigehin encamê. Lewma divê mirov ji berxwedanê, ji bedeldayînê netirse. Bêguman divê bedel di cihê xwe de bin, bi wate bin. Li dijî van êrişan divê li her derê bi her awayî em di nava têkoşînê de bin, dengê xwe bilind bikin. Divê em di nava seferberiyekî mezin de bin, di nava têkoşînekî mezin de bin. Li dijî sucên li hemberî me pêk tên divê em dengê xwe bilind bikin.
Di van êrişên dawî de em li benda helwestekî xurttir bûn ji gelê Kurd ê beşên din ên Kurdistanê û derveyî welat. Lê helwesta civaka Kurd li hemberî êrişan lawaz e. Li dijî pergala faşîst a li ser Îmraliyê, li hemberî êrişên li ser gerîla, li hemberî êrişên li her devera Kurdistanê helwest û hevgirtina pêwist nîne mixabin. Heta hin partiyên siyasî yên wekî PDK û ENKS êrişên dewleta Tirk rewa dikin. Êrişên li ser Rojava ne ji bo du şervanên azadiyê çalakî li Enqerê pêk anîn çêdibin. Ev konseptek e, stratejîyek e, bi salaye dijminê me li ser dimeş e. Ma dema Efrîn hat dagirkirin, wê çaxê li Tirkiyê çalakî pêkhatibû? Çima dewleta Tirk her roj mudaxeleyê li Kerkûkê dike? Ji ber stratejiyeke wan heye, dibêjim me şaştî kir, me hişt li Başûr Kurd bibin xwedî statû, divê em vê şaştiyê li cihên din dubare nekin. Çima em guhên xwe digirin, çima em kor in, çima em lal in li hemberî vê rastiyê? Bila kes xwe nexapîne, bila kes nebe zimanê dijmin. Helwestên wiha bi qasî dijmin zirarê dide destkeft û nirxên gelê me. Pêwist e li hemberî van helwestan jî em tund bin, radîkal bin. Divê ti kes cesaret neke dev bavêje nirxên vê civakê. Di vî warî de divê bêjim helwest lawaz e. Divê em ruhê Kobanê dîsa zindî bikin. Li Kobanê Kurd hemû bûn yek, helwesta Kurdan hemû bû yek. Lewma cîhan neçar ma bi Kurdan re bibe alîkar. Îro dijminê me li ser perçebûna me xwe mezin û bihêz dike. Bi yek deng û yek helwestê, li kû derê çi êrişek çêbe divê em nerazîbûna xwe nîşan bidin. Banga me ji bo her Kurdekî birûmet, azadîxwaz, li welat û nirxên xwe xwedî derdikeve wiha ye, divê şev û roj xwe wekî şervanekê bibîne, bi wê berpirsyariyê tevbigere. Eger em bi vê bîr û baweriyê tevbigerin, em ê bikarin li hemberî siyaseta qirkirinê hebûna xwe û destkeftên xwe biparêzin.