Ji bo azadiya Ocalan kampanyaya global

- Roştîyam MÛNZÛR
224 views
Di salvegera 25. a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, dostên gelê Kurd bi sernavê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ kampanyayeke global ragihandin. Kampanya 10’ê Cotmehê bi daxuyanî û çalakiyên cihêreng li zêdeyî 100 navendên li welatên Ewrûpayê, li Bangladeş, Pakistan, Japonya, Hindistan, Kenya, Efrîkaya Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendan hat destpêkirin. Tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, akademîsyen, hunermend, kesayetên naskirî, rewşenbîr û bi milyonan Kurd û dostên wan ên li tevahiya cîhanê li dora daxwaza azadiya Rêber Ocalan di bin banê kampanyayê de gihan hev.

Çerçoveya kampanyayê di daxuyaniya hevbeş de wiha hat ziman: Kampanya ji aliyekî ve navneteweyî ye, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Kampanya navneteweyî ye, ji ber ku çareseriyên Abdullah Ocalan navneteweyî ne. Çarçoveya çareseriya siyasî ya ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd diyar kiriye, dikare şer û zilma sed salî ya Tirkiyeyê û li welatên cîran bi dawî bike. Teoriyên gerdûnî yên ku çarçoveya çareseriyên wî destnîşan dikin, ji zêdebûna newekheviyê heta bi guhertina avhewayê, li dijî bilindbûna otokratên rastgiriya tund, ji bo her mirovên ku li alternatîfa krîzên heyî digerin dikare bibe modelek.

‘Ez ji Bîrdoziya Rizgariya Jinê bandor bûm’

Wekî rojnameya Newaya Jin me jî li Strasbourgê çalakî şopand. Ji beşdarên çalakiyê aktîvîsta Îtalî Veronica Maio ku di heman demê de endama Tora Kurdistanê Biparêze ye, bersiv dan pirsên me. Veronica Maio ku 2016’an dema diçû dibistanê bi şoreşa Rojava û fikrên Abdullah Ocalan hesiyaye, wiha dibêje: “Me li ser DAIŞê dixwend û pêşketinên şer ên li Rojava şîrove dikir. Min wê demê bihîst şoreşek heye. Min xwest parêznameyên Abdullah Ocalan bixwînim ku zêdetir nêzî fikrên wî bibim. Herî zêde Bîrdoziya Rizgariya Jinê bala min kişand. Ji ber ku ez ji Îtalyayê me, dîroka me ya têkoşîna femînîst û jinan pir giring e. Dema min zanî şoreşek li ser bingeha Bîrdoziya Rizgariya Jinê dimeşe, ev bû mijara sereke di jiyana min de.” Sedemên beşdariya kampanyayê Veronica wiha bi rêz dike: “Ez li vir im ku bikarim piştgiriyê bidim pêngavê. Ez difikirim ku niha projeya Ocalan a çareseriyek ji bo Rojhilata Navîn ji hemû deman giringtir e. Di demekê de ku şerê Îsraîl û Hamas dimeşe, tenê çareseriyek ji bo aştiyê heye, ew jî avakirina Konfederalîzma Demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e. Li milê din em dixwazin xwe bigihînin hemû hêzên demokratîk, tevger û rêxistinên civakî û olî. Ev xebat tê wateya ku giringiya çareseriyeke demokratîk ji bo gelê Kurd dibe daxwaza hemû gelan.”

‘Ew fîlozof û serokekî bi bandor e’

Aktîvîsta ciwan têkildarî pergala tecrîdê jî vê şîroveyê dike: “Ez difikirim ku şert û mercên wî pir xerab in û ji derveyî fikrên mirovî ne. Ew fîlozofekî hêja û serokekî bi bandor e, lê em nikarin xwe bigihînin wî. Rewşa niha sekna lîberal a siyasetmedar û dewletan nîşanî me dide. Huqûqa Ewrûpa li vir sînordar dimîne.” Li ser pirsa ‘Ji bo têkbirina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê têkoşînek çawa?’ Veronica vê nirxandinê dike: “Bêguman gelek cureyên rêxistinkirinê pêwist in. Ev pêngav navnetewî ye. Di asta navnetewî de mijûlbûnek bi doza Kurdan û Abdullah Ocalan çêdibe. Ev doz çareseriyeke demokratîk ji bo hemû cihanê temsîl dike. Tişta herî giring  ku bikarin bikin ew e,  em fikrên Abdullah Ocalan li hemû cihanê belav bikin. Bi taybetî li welatên babiksalarî û qirkirina xwezayê li pêş e, belavkirina fikra ku jiyaneke alternatîf birêxistinkirî giring e. Ev yek ji rêyên herî baş e ji bo gihandina azadiyê û rizgarkirina mirovên di bin dagirkeriyê de dijîn.” Li ser danasîna paradîgmaya Ocalan jî nêrîna Veronica Maio wiha ye: “Di welatê min de em torên di navbera civaka me û civaka Kurdan de ava dikin û ji ber vê jî Ocalan tê nasîn. Em bi taybet pirtûkên wî belav dikin û dixwînin. Bi vî awayî em ji bo welat û civaka xwe li çareseriyekê digerin ku ji derveyî babiksalarî û qirkirina xwezayê be.” Veronica Maio eleqeya Îtaliyan a ji bo Ocalan û doza azadiyê ya Kurdan jî bi van gotinan şîrove dike: “Her ku diçe zêdetir ciwanên Îtalî tevlî şoreşa Kurdistanê dibin. Ji ber vê civaka Îtalya fireh nêzîkî vê bîrdoziyê dibe. Mirov bi rastî li çareserî û bîrdoziyekê digerin. Gelek kar li pêşiya me heye. Nifşên ciwan paradîgmaya azadî û rizgariya civakî mereq dikin. Herî zêde fikrên ekolojîk û rizgariya jinê bala ciwanan dikişînin.”

’Divê em alternatîfekê ava bikin’

Derbarê rola rêxistin û saziyên femînîst, sosyalîst, demokratîk de jî Veronica Maio dibêje: “Divê em çareseriyeke giştî peyda bikin û sîstematîk tevbigerin. Em nikarin xwe bigihînin çareseriyeke tenê aborî an tenê ji bo jinan û ekolojiyê be. Divê em alternatîfekê ava bikin ku li derveyî dewletê be. Ev proje alternatîfeke giştî nîşan dide. Tevgerên sosyalîst, antîfaşîst ji bo cudabûnên xwe derbas bikin û bibin hêzeke hevbeş bi nêrîneke rizgariya jinê û ekolojîk têdikoşin. Derfeta me tenê ev e ku em bi awayekî gerdûnî bifikirin. Divê em di serî de bi civakê dest pê bikin û rêxistinên çandî, aborî, komunan û kampanyayan ava bikin. Her wiha sînoran derbas bikin. Divê em li dijî binesaziya dewletê ku qirkirina xwezayê bi xwe re tîne têbikoşin. Ji bo em bikarin zêhniyeta li dijî babiksalariyê pêş bixin, divê em bi nifşên ciwan dest pê bikin. Li vir jî mijara giring pergala perwerdeyê ye.” Li ser pirsa me ya ‘êdî mirov dikare bêje Ocalan serokê gelan e? Tu jî wisa difikrî?’ Veronica dibêje: “Bêguman. Ev pêngav ne tenê ji aliyê gelê Kurd ve, lê ji aliyê hemû beşên civaka Ewrûpayê û cîhanê ve hatiye destpêkirin. Civak, rêxistinên biçûk û mezin berê xwe didin me û dipirsin gelo çawa bikarin bibin hêzek ji bo piştgiriya doza Abdullah Ocalan.” Veronica Maio bi van gotinên bangî têkoşînê dikin dawî li axaftina xwe tîne: “Her kes dikare li her cih û her demê gavên biçûk biavêje. Heta em bigehin armancên xwe, divê kampanya dewam bike.”

Werger: Jinda Berîtan