Em derbasî saleke nû ya têkoşînê bûn. Şer, pêşketin û serketinên sala 2023’an siyaset û têkoşîna sala nû jî diyar kir. Pergala dewlet-netewe ya li ser hîmê hişmendiya mêrsalar ava bûyî, li hemberî têkoşîna jin û gelên berxwedêr û azadîxwaz ketiye nav pêxirtengiyek kûr a siyasî û aborî. Bi têkoşîna li hemberî sîstema wê ya nijadperest û zayendperest berfireh dibe, dora lê teng dibe û bi qeyranên nû re rû bi rû dimîne. Lewra ji bo derketin û xwe rizgarkirina ji vê rewşê, siyaseta qirkirinê bi hemû cureyên tundî û rêbazên li dijî mirovahiyê bi rêve dibe.
Her sala ku derbas dibe destketiyên gelan û jinan zêdetir û berfirehtir dibin. Lê têkoşîn jî dijwartir û zortir dibe. Sîstema bi hezaran sal a zayendperest di her qada jiyanê de wekî tevneke hûnandî xwe rêxistin kiriye. Ji bo ev pergal bê têkbirin, divê têkoşîn berfireh û rêxistî be, her kêliya jiyan û xebatan ji hêla jinan ve baş bê plankirin. Di vê mijarê de di asta zanistiya dîrokî, civakî û siyasî de kûrbûn û têgihiştin pêwist e. Em bi tekoşînê mezin dibin, bi tekoşînê bi ser dikevin, bi tekoşînê dikarin azad dibin û bigihin pergaleke demokratîk. Bêguman jin bê navber di nav têkoşînê de ne, serkeftinan qezenc dikin. Jinan bi vî şêwazî xwe di her qadê de rêxistin kirine, lê divê pergala xwe ya demokratîk berfireh bikin. Gelek lêgerîn hene ji bo ku civak û jin bikarin xwe ji vê pergala dewlet-netew û desthilatdar rizgar bikin. Dîmenên di sala 2023’an de hatine qeyîdkirin rastiyê zelal destnîşan didin, ku êdî temenê vê pergalê kurt e, dawiya wê hatiye. Di serî de li Kurdistanê, her wiha li hemû cîhanê bi pêşengiya jinên Kurd ew çend jin hatin gel hev, nexşerêyên çareseriyê pêşkêş kirin û bûn xwedî alternatîfên demokratîk.
Hêza rizgariyê jin in
Yên ku cîhanê, jîngehê, zarokan, civakê, çand, bawerî û hwd ji desthilatdarî û qirkirinê rizgar bike jin in. Lewma hîn di destpêka sala nû de hem dijwariya salê xwe dide hîskirin hem bendewariya ji têkoşîna jinên azadîxwaz her ku diçe zêde dibe. Dîsa roj bi roj reng û dengê jinan di siyasetê de berbiçav dibe, di civakê de zêdetir dibe. Ev guhertin jî di encama têkoşînê de pêk hatin. Ev guhertinên erênî yên li gorî asta têkoşîna jinan û civakê, bandorê li ser hemû qadên jiyanê dike. Pergalên ku xwe negûherînin dê hilweşin, ên ku nermahiyê nîşan bidin û guhertinan çêkin wê di vê sedsalê de bikarin ji pirsgirêkan re bibin hêza çareseriyê. Guhertina mijara gotinê ew e, jin û civak di her qada siyasetê, rêveberiyê de cih bigire û bibe xwedî hêza biryarê. Em hin gûhertinan bi lêv dikin ku di hêla çanda jiyanê û malbatê de bi têkoşîna jinan pêk hatine. Lê ev ast tenê têrê nake. Êdî pêwist e ev guhertin biqulipin pergaleke siyasî û demokratîk. Bi vî rengî dikare di ‘qanûn û yasayên şerîet û Îslama siyasî de gûhetin çêbin. Ji ber her kiryara li dijî jinan a bi destê mêran pêk tê xwe disipêre wan qanûnan.
Li gel xurtbûna têkoşînê êriş zêdetir dibin
Li îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku têkoşîna jinan li hemberî pergala otokratîk berfireh û radîkal dibe, ew çend jî êriş dijwar û berfireh dibin. Kuştinên ‘namûsê’, girtin û qedexe ji her demê zêdetir bûne. Bêguman êdî jin dizanin pergaleke alternatîf a demokratîk heye, ku ev jî bi îradebûna di qada sîyasî de gengaz e. Jina ku azadiyê di tekoşînê de dibîne, îro li cihê ku pêwist e li wê derê ye. Gelo çima rejîma Îranê ev çend li sêdarêdana mirovan zêde kiriye? Çima ev çend kuştinên ‘namûsê’ rewa dike û bê hesab dihêle? Çima ev çend ciwan derketine derveyî welat û koçberî heye? Çima ev çend bêkarî û feqîrî heye? Çima ev çend jîngeh tê talankirin û qirkirin? Di serê van hemûyan de pirsa jinê tê. Heger em pirsgirêkan bi vî şêwazî rêz bikin bi sedan pirs û pirsgirêrêk derdikevin pêşiya me. Lê em jixwe hemû pirsgirêkan dijîn, rojane rû bi rûyê wan dimînin. Ji bo wê pêwistî bi çareserî û derketina ji vê rewşê heye. Her çalakvanek jin a siyasî-civakî piştî demekê ji ber zext û kiryarên dewletê yan bêdeng dibe yan jî derdikeve derveyî welat. Ev siyaseta dewletê ya bê bandorkirina çalakvanên jin e. Lewra li hemberî vê siyasetê hevgirtin û xwedî li hev derketina jinan pêwist e. Hêza ku Îranê ew wekî hêza herî mezin a mudaxeleya li ser hebûna pergala xwe didît û li hemberî wê tedbîr digirt Emerîka bû. Ji ber piştî şoroşa gelan ya sala 1978’an heta niha gefên Emerîka li ser Îranê berdewam hebûn; caran bi rêyên aborî û dorpêç, caran bi rêgirtin û qedexeyên dîplomatîk û siyasî. Lê dîsa jî wekî dixwaze Îran entegreyê siyaseta xwe nekiriye. Lê jinan bi têkoşîn û serhildanên xwe yên şoreşî ev yek pêk anîn û rejîma Îranê xistin nav rewşek pir zehmet. Dibe ku pir li xwe mukur nehat, lê ev çend sêdare, girtin û êşkenceya li girtîgehan rewşa Îranê îfade dike.
Xelatên Sakharov û Nobelê
Di kesayeta Jîna Emînî de xelata Sakharov a fikra azad ji şoreşa Jin Jiyan Azadî re hate diyarîkirin. Xelata Nobelê ya salê Nergiz Muhemedî wergirt. Her çend hin rexne ji bo merasim û nêzîkatiyên di diyarîkirina van xelatan de (li hemberî malbata Jîna û Nergiz Muhemedî) hebe jî, ev encama têkoşîn û bedelên jinên Kurd a zêdeyî 40 sala ye. Em nikarin xelatan tenê weke ji malbat an jî kesekê re hatine diyarîkirin bibînin. Ji ber hemû jinên têdikoşin ji têkoşîna hev agahdar in, hev dişopînin û xebatên xwe berfireh dikin. Lewra diyalektîka têkoşîna jinan bi hev re girêdayî ye. Ji ber pirsgirêka jinê pirsgirêkek dîrokî, civakî û siyasî ye. Çareserî jî teqez bi vî şêwazî pêwist e. Girêdayî xelata Sakharov û Nobelê hin mijarên mirov cuda binirxîne jî hene. Her kes dizane, ew hêz bi awayekê dixwazin xwedî li têkoşîn û destketiyên jinan derkevin. Lê xwedî derkeftina wan jî ne weke venasîna îrade û rêxistinî ye, weke kes dayîna pêş heye. Dixwazin lîdereke li gorî zêhniyet û feraseta xwe ji bo jinan diyar bikin û xwe jî weke welatên demokrasî lê heyî nîşan bidin. Ya rast eger welatên Ewropayê li gorî têkoşîna civak û jinan helwest û siyaseta xwe li hemberî Îranê diyar bike, dibe ku Îranê jî îro ewqas kes li sêdarê nedaba. Li ber çavê cîhanê rojane çend kesan li sêdarê dide, lê hemû welat jî bi çend rexneyên ku pir zêde bandora wan nîne mijarê derbas dikin. Wekî mînak, Yewnanê wekî welatê demokrasiyê pênase dikin, dibêjin demokrasiyê ji wir dest pê kiriye. Lê di dîroka wê de jî tê gotin, demokrasiya Yewnan li ser esasê jiderve hiştina jinan û koleyan ava bûye. Jin weke hemwelatî hesab nekirin, ji ber jinbûnê di qadên rêveberiyê, siyasetê û wkd de cih nedan wê. Ev çiqas demokrasiyê îfade dike, mijara nîqaşê ye. Ji ber demokrasiya Rojavayê cîhanê jî li ser hîmê demokrasiya Yewnan hatiye avakirin. Her çend şoreşa Fransayê li ser dirûşma wekhevî, azadî û biratiyê pêşketibe jî, roja îro destûr nedan helbesta xelatdayînê ya Jîna Emînî bi zimanê Kurdî bê xwendin. Çima? Ji ber me wekî gel, netew qebûl nakin. Weke kes ku ji rastiya xwe, çand, ziman û hebûna xwe dûr bin em têne qebûlkirin. Me carek din di diyarîkirina xelata ji bo malbata şehîd Jîna de ev rastî dît. Lê bi navê wekhevî, azadî û biratiyê rastiya ku di şoreşa Fransa de derketî diyar bû. Wekhevî li ser zanista pozîtîvîst, azadî ya kesî bû, her wiha biratiya ku li ser zayenda mêr xwe îfade dikir, heta roja me ya îro jî hatiye. Li aliyê din heqîqeta felsefeya Jin Jiyan Azadî wateya xwe ya dîrokî û civakî nîşanî hemû jinan û cîhanê da.
Di siyaseta demokratîk de hêza jinê
Ji bo pêşxistina modernîteya demokratîk pêwistî bi siyaseteke rast heye. Jinên Rojhilat û Îranî bi wêrekî û îradeyeke mezin di qadan de dengê xwe bilind dikin û daxwazên xwe yên azadiyê diqêrin. Jin bi xwerêxistinê dikarin pergala demokratîk pêşve bibin û daxwazên xwe pêk bînin. Em dikarin bi avakirina pergala demokratîk ji bo daxwazên azadiyê bibin bersiv. Li beramberî her kiryareke pergala dewletperest bûyîna xwedî alternatîf, dikare çareseriyê mîsoger bike. Helbet jin dê bi aqlê mêr ê dewletperest beşdarî siyasetê nebe, dê bi cewher û hişmendiya jina azad û siyaseta demokratîk a civakî bûyî îradeya siyasî qezenc bike û beşdar bibe. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê di qada siyasî û xwerêveberiyê de astek bilind hatiye qezenckirin. Lê di Îran û Rojhilat de ev ast gelek lawaz e. Ev ne tenê ji ber asta têkoşînê yan zanista jinan wiha ye. J ber qanûn û yasayên Îranê ku di çarçoveya şerîet û Îslama siyasî de hatiye amadekirin û pêk tê, jin di vê rewşê de ne. Ev yasaya Îranê destûr nade ku jin têkoşîna xwe ya rewa û mafdar bike. Li hemberî her gaveke jinan qanûn û qedexeyek heye. Dema jin wan sînoran derbas dikin, bi wê zêhniyeta mêrsalar têne darizandin û ceza li wan têne birrîn. Weke jin gelek ferasetên ku di encama zêhniyeta mêrsalar de derdikevin me red kirin û li şûna wan hin tiştên nû ava kirin. Lê ev têra gûhertinên bingehîn û zêhnî nake ku hevjiyanek azad a jinan û jiyana azad a gelan çêbe. Jin bi heqîqeta xwe hêz û endama bingehîn a pergala mordernîteya demokratîk e. Niha tişta ku em bikin berfirehkirina têkoşînê ye. Her ku em nêzî armanca xwe ya azadiyê dibin, ew çend zehmetî û dijwarî zêde dibin. Ji ber wê jî sal û demên pêş me bexwedan, îrade û hêviyên mezintir ji me dixwaze. Têkoşîna jinan di Îran û Rojhilat de di asta civakî, çandî û siyasî de pêşketinên gelek giring bi xwe re anîn. Ev hemû bingeh in ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk. Lê heger di hêla çandî, civakî û hevjiyanê de gûhertin û pêşketinên li ser hîmê azadiyê çênebin, di qada siyaseta demokratîk de em ê nekarin pêşengiyê bikin.