Fatma Mernîsî: Nivîsandin ji bo jinê baştirîn dermanê bedewiyê ye

- Berjin TEKOŞER
158 views
Civaknas û nivîskara Fasê ya di qada cîhanê de bi nav û deng Fatma Mernîsî dibe pirek di navbera çandên Rojhelat û Rojava de; her wiha ew şervanek bi bandor a femînîzma Ereb bû. Mernîsî di sala 1940’an de li bajarê Fasê tê dinyayê. Ew perwerdeya xwe di dibistana netewî de dibîne. Ew li welatê Fransa û DYE’yê beşa civaknasî û dibistana polîtîk dixwîne, her wiha li Rabatê wek profesora civaknasiyê erk digire.

‘Min cîhana jinan naskir’

Bi gotina wê, ew di haremek de ku tenê ya jinan bû mezin dibe. Ew hewl dide divê dinyaya ku ji bo jinan hatiye avakirin de cîhana jinan, nêrîna civakê ya li ser jinê û ka jin çawa xwe dibînin û digirin dest, bibîne û binase. Dayîk û dapîrên wê xwendin û nivîs nedizanîn û bê perwerde bûn. Lê ev ne sedem bû ku tiştekê fêrî wê nekin; berovajî çîrokên Şehrazat bi wê dan fêrkirin û her carekê di guhê wê de çîrokek jinan xwendin. Ji bo wê, ew ê van çîrokan bandoreke mezin li ser wê bikira. Nexasim jî çîroka hezar û yek şevî ew ê tesîreke mezin danîba ser. Şehrazad jinek xweşik, bi aqil û bi hêz bû. Her wiha ew ê Siltan ji nexweşiyên wî rizgar bikira… Ev aliyên Şehrazad û bitaybetî jî bi aqil tevgerîna wê xweşa wê diçû. Mernîsî bi xeyala ku bibe wek Şehrazadê ji haremê derket. Jixwe di bingehê xeyalên wê de bûyîna miroveke bi rûmet û bi vîn hebû. Armanca wê ew bû ku jinên Ereb li dijî neheqiyê dengê xwe bilind bikin û ew jî bikaribe vî dengî bide bihîstin.

‘Ger hûn dixwazin xweşikbin binivîsin’

Fatma Mernîsî wê di temenek biçûk de hay li vê rastiyê baya; ‘Berê jin tenê mehkumê vegotina devkî hatibûn kirin. Mafê wan a wendin û nivîsînê nebû.’ Ji ber wê ket ferqê ku nivîsîn ji bo jinê amûrek rizgariya ji zextên civakî ye û ev yek pir zû pê derxist: “Mafê we yê axaftinê tenê ji bo ku hûn dikarin binivîsîn heye. Ger tu dixwazî bibî xwedî erk, divê mifteya nivîsîn û hêza nivîsîna te hebe.” Wê dixwest êdî jin bêdeng nebin, biaxivin, binivîsin û wek Şehrazat vebêjin. Ji bo wê pênivîsa wê nesekinî, nivîsî û nivîsî… Ew di wê baweriyê de bû ku nivîsandin ji bo jinê baştirîn dermanê bedewiyê ye. Ji ber wê yekê jî dest bi pênivîsê da û nedanî erdê, pêşî li herikîna peyvan negirt.

Ji bo wê girtîbûn ne di serî de, di bêdengiyê debû

Li gorî Fatma Mernîsî jina ku nediaxivî, nedinivîsî û nedikarî hestên xwe bilêv bike, ew jin jinek bi turban bû. Ji bo wê digot; “jina girtî, jina ku bêdeng e.” Wê pirtûkên bi zimanê Fransî û Îngîlîzî dinivîsî û bi nivîsandinê bandor li cîhana jinan dikir. Bêguman pirtûkên wê bi gelek zimanên din hat wergerkirin û li derveyê sînorên Fasê jî ew dihat nasîn û jê re rêz dihat raberkirin. Mînak pirtûka wê ya ‘zayend-îdeolojî-îslam’ li ser rola jin a di nav îslamê de bû. Di pirtûka wê ya ‘Harem cîhan nîne’ de jî mijar jinên Fasî ye. Di pirtûka xwe ya ‘Harema Polîtîk’ de vegotina rola jinê ya di qada civakî û siyasî ya dema derketina îslamê dike û bi vî rengî tabuyên heyî dişkêne. Di pirtûkên xwe yên din de, nexasim jî di lêkolînên xwe yên dîrokî de; mînak pirtûkên ‘Siltanên Jin-Di Cîhana Îslamê de desthilatiya Jinan’, li ser rola civakî ya jinan radiweste. Wê bi vegotina jiyana siltanên jin ên li Delhî, Qahîre, Sana û Granada, hêza nenas û veşartî ya hin jinên cîhana Îslamê eşkere kir.

Cudahiya tevgerên jinan li Rojava û Rojhelat

Fatma Mernîsî xwe wek femînîst bi nav dikir, lê femînîzma wê, bi kêmanî di dema derketina xwe de, ji femînîzma rojavayî ya ku daxwaza veqetandina tam a jin û mêr dikir, pir cuda bû. Wê di mijara Tevgerên jinên Rojavayî de wiha digot; “Di navbera Tevgerên Jinan ên li welatê Ereb û Ewrûpayê de cudahiyek mezin heye. Ji ber ku Tevgera Jinên Ereb tenê ji jinan pêk nayê. Gelek zilamên ronakbîr jî bûne perçeyek ji van tevgeran. Tevgerên Jinan ên Rojavayî tenê ji jinan pêk tên û di nav xwe de cih nadin zilaman.” Ew bi van nêrînan dixwaze balê bikişîne ser têkoşîna hevbeş û giringiya wê û ji bo wê jî dide diyarkirin ku li Fas û hin welatên Ereb zilamên ku eleqeyek mezin nîşanî têkoşîna jinê didin hene. Mernîssî Kasim Amîn wek mînak nîşan dide: Amîn dibêje; “sedema ku di cîhana îslamê de jin bi çadir û turban in, tirsa mêran a ji jinan e. Zilam bi nixumandin û veşartina jinan hewl didin tirsa xwe di nav dîwarên malê de sînordar bikin.

Giringî bi polîtîkbûyîna jinê dida

Mernîsî di warê siyasî û çandî de ronakbîrî esas digirt. ‘Bi zilaman re pirsgirêka me tune. Ne dijminên me ne. A rast em dixwazin bi zilaman re bên ba hev. Em ji avahiyeke civakî ya ku tê de helwêsta cuda ya jin û mêr bi sazîbûyî tên. Ji bo wê zilam di cîhana xwe de, jin jî di cîhana xwe de dijîn.’ Di serdema dawîn a afirîneriya xwe de, dema ku êdî ji wê re wekî akademîsyen ne hewce bû ku binivîsîne, wê dest bi dana form û naverokên cihêreng li berhemên xwe kir: “”Min hewl da ku bi aqilane bifikirim û binivîsim, her çend min di destpêkê de dixwest bibim stranbêj Asmahan. Min her tim hesûdiya jinên ku di cîhana xeyalan de xewnên xwe zindî dikirin û dinivîsîn dikir…” Ji bo Fatma Mernîsî sedema rewşa niha ya jinên Ereb a bingehîn bê tecrubetiya civakî ya wekheviya jin û mêr û demokrasiyê bû. Mernîsî ku tevahiya jiyana xwe ji bo wekheviya jin û mêr têdikoşî, bi mirina wê re cîhana Ereb û tevahiya cîhanê, bîrewer, ronakbîr û humanîstek mezin winda kir.

Nêrîna li ser Rojhelat rexne dike

Fatma Mernîsî ku xwe bi tenê bi rexnekirina alema Îslamê sînordar nekir, nêrîna Rojava ya li ser jinên Misiliman jî rexne dike.  Di jiyana xwe de cara yekê li ser Rojava pirtûkekê dinivîse. Wê jî bi gotina ew ê qet asan nebûya pênase dike û dibêje: “Rojavayî fêr bûne ku li ser me binivîsin. Di mêjiyê wan de tabloyek heye, ji bo wê hevokên guncaw dibînin. Di pirtûka xwe de, min hewl da ku hem zilamên Rojavayî û hem jî yên Rojhilatî ji du perspektîfên cuda vebêjim. Min hewl da empatî çêbikim. Di cîhana Rojavayî de gelek zilam peyva harem bi şahî dibînin. Dema dibêjin harem di aqlê wan de fantaziyên bê sînor zindî dibin, lîstikên cinsî yên ku nayên xeyal kirin têne bîra. Mêrên di haremê de bi gelek jinên tazî dorpêçkirî ne, tenê xema wan ew e ku ew mêrik dilşad bikin, çi bixwaze bike… Ji bo gelek jinên Rojavayî jî harem heman tişt e…” Hevalê wê yê Fasê, sosyolog Sumaya Naaman Guesus dibêje; “Mernîsî yekemîn jin bû ku wêrekiya mezin hebû li ser mijarên curbecur ku li dora şirovekirina Qur’anê û metnên kevneşopiya îslamî wekî tabu têne hesibandin nîqaş bike”. Mernîsî bi giranî bi Îslamê û rola jinan di nav de û di alîkariya avakirina civaka sivîl re mijûl bû. Bi lêkolîneke berfireh li ser cewherê peyrewiya Mihemed, wê guman avêt ser rastbûna hin hedîsan (gotin û rîwayetên ku jê re hatine girêdan) û ji ber vê yekê bindestiya jinan a ku wê di Îslamê de dîtibû, lê ne pêwiste di Quranê de be. Di heman serdemê de, Mernîsî ji bo gelek kovar û weşanên din li ser jin, jin û Îslamê li Fasê ji perspektîfek hemdem û dîrokî gotar nivîsandin. Di sala 2003’an de, Mernîsî bi Susan Sontag re hêjayê xelata Prince Asturias hat dîtin. Mernîsî di 30 Mijdara 2015’an de li Rabatê jiyana xwe jidest da.