Helbestvana yekem a jin Enheduanna

- Berjin TEKOŞER
133 views
Enheduanna yekem helbestvana jin e ku di dema împaratoriya Sargonê yekem de jiyaye. Ew di sedsalekê de ku li Rojhelata Navîn gotin gotina xwedayên zilam e û serweriya zilam mijara gotinê ye, dibe dengê jinan û bi helbestên xwe derdikeve pêş.

Helbestvana Akadî

Enheduanna rahîbeya herî mezin a xwedayê heyvê Nanna ya Sumeran, helbestvana Akad û Sumerî, yekem nivîskara cihanê û keça qiralê Akad ê 1. Sargon (Sargonê mezin, bz. 2334-2279) e. Her çend nehatibe piştrastkirin ka keça Sargon e an na, lê di gelek belgeyan de bi vî rengî derbas dibe. Li gel vê jî, Sargon Enheduannayê wekî rahîbeya herî mezin a perestgeha Sumer a bajarê Ur digihîne pozîsyoneke jor. Akademîsyen û lêkolînvan Paul Kriwaczek di derbarê wê de dibêje; “Her çend pêkhateyên wî di demên nûjen de ji nû ve hatine vedîtin, bi sedsalan bi şêweyê duaya xwestekê hatiye jiyîn.  Bi riya Babîliyan, wan bandor li Încîla Îbranî, stran û duayên Homerosê Yewnanî kir û îlham da wan. Bandora dengvedana Enheduanna ku wek hunermenda yekem a nivîskariyê di dîrokê de deng daye, ji hêla keşeyên (ruhban) dêra xiristiyan a pêşîn ve jî hatiye bihîstin. Bandora wê ku di tevahiya jiyana wê de domdar bû, herî kêm bi qasî mîrateya berhemên wê yên edebî giring bû. Enheduanna bi berpirsyariya mezin a ku bavê wê dayê, ne tenê bendewariyên ku jê hebûn bi cih anî, belkî hemû çandên heyî jî ew ê bandor bikira. Bi rêya berhemên xwe yên nivîskî hem xwezaya xwedayên Mezopotamyayê û hem jî têgîna pîrozbûna insan da guhertin.

Jiyan û serpêhatiya Enheduanna

Enheduanna di sedsala bz. 2285-2250 jiyaye, yek ji rahîbeya herî mezin a perestgeha Sumeran bû. Jixwe Akadî mirovên xwedî zimanê Semîtîk bûn ku li Mezopotamyayê dijiyan. Di bin hukumraniya Sargonê Mezin de; împaratorê Akad çendîn dewlet-bajarên Sumer bi dest xistibû ku hin çavkanî hêjmara van bajaran wek 34 radigihînin. Yek ji fehha herî mezin a Sargon bidestxistina bajarê Ur ê Sumeran bû. Ur ku bajarek li qiraxa çemê Firatê bû, xwedî derfetên asan ê bazirganî û hatin çûnê bû, her wiha xwedî deştên bi bereket bû. Enheduanna hat wezîfedarkirin ku xwedayên Akadiyan bi yên Sumeran re li hev bîne, da ku bajarê mezin ê Ûrê serweriya Sargon bipejirîne. Kompleksa Perestgeha ku dilê bajêr bû organîze dike û dovre bixwe jî dest bi rêvebirina wê dike.  Piştre li dijî serîrakirina serhildêreke Sumerî yê bi navê Lugal-Ane derdikeve û li berxwe dide, wî li binpê dixe û dişîne sirgûnê. Enheduanna ku 40 salan wek serek rahîbe kar dike, heya roja ku tê sirgûnkirin,  42 îlahî, 3 helbestên destanî dinivîse û piştî dimire jî helbestên wê ji ser zimanan nakevin û heya pêleya jina ku di rêza xwedayan de tê bilindkirin. Helbestên wê zêdeyê 500 salan tên kopîkirin û lêkolînkirin. Van helbestan bandor li Peymana Kevin, destanên Homeros û îlahiyên Xiristiyan kir.

Gotegota di derbarê 42 îlahiyan

Enheduanna ku dipa çanda kevin a Sumer û çanda şaristaniya Akad a nû bike yek; mîtolojiya herdu çandan dike yek û 42 îlahiyan dinivîse. Her bajarek Mezopotamya ji aliyê xwedayekê ve tê rêvebirin. Ji bo wê, ji xwedayên 42 bajaran re 42 îlahiyan dinivîse, pesnê alikariyên xwedayên bajaran dide û di derbarê têkiliya wan bi xwedayên din re dinivîse. Yanî xwedayên ku demekê hîs nedikirin, dike mirov. Êdî xweda êş dikşînin, şer dikin û hez dikin. A herê giring û hêja jî, ew helbeste ku wê ji Înanna, xwedawenda şer û azweriyê re, ku xwediya enerjiya pîroz e, nivîsandiye. Înanna di hemû temsîliyeta zayendî de ewqasî bi hêz dihat pesindan û bi hêz dihat hesibandin ku wê di nav cil û bergên cinsê dijber de mîna fahîşe, xwesûs an jî xizmetkarek xêzên zayendî derbas kir. Li jorê Pantheonê wek xwedaya herî bi hêz cih girt. Pesna Înanna tê dayîn û bi hesteke kûr hatiye vegotin. Sargon ku keça xwe dike berpirsa perestgeha Sumer, ji hêla polîtîk de jî di demeke hesas de dibore û ji bo desthilata xwe jî diviya bû baweriyek pir mezin hîs bike. Li gel ku beriya 4 hezar û 300 sal berê jiyaye jî, dîroka Enheduanna û hebûna wê xwedî kokên bingehîn e. Ne tenê kaxezên dîrokî ên wê eleqeder dikin, belkî kevirek ji dema Ur ku wêneyê wî li ser bû, tê dîtin. Enheduanna gelo jina herî jêhatî ya dema xwe bû, em wê nizanin lê keça yekemîn împaratorê cîhanê, bihêztirîn kesê serdemê bû. Ew xwedî mafên wisa bû ku wê sed sal heta hezar sal şûnde jin bigihana wan mafan. Ew wê li dijî bavê xwe dest bi îsyanê bike û text bigire dest xwe. Her wiha Enheduanna wê destdirêjiya hevjînê xwîşka xwe ya li dijî xwe bi nivîsînê îfşa bike:

Ez, ser rahîbe Enheduanna, di xizmeta te de ez derbasî perestgeha xwe ya pîroz bûm.

Min sepeta xwe ya rîtuelê hilda, min strana keyxweşiyê got.

Ji min re li şûna xwarina rîtuelê, nezira cenazeyan dan

weke ku ez qet li wir nejiya bim.

Ez nêzî ronahiyê bûm,

ronahiyê ez bi pêtên xwe şewitandim.

Ez nêzî wî siyê bûm,

bahozê ez dorpêç kirim.

Di devê min yê hingiv de jehr dihat xwarê.

Firişteyên min ên ruh aram dikin, ditemirîn.

Ax guneh, behsa ana lugalan û qedera min bike!

An bila paşde bigire qedera min!

Te ji an re got, an wê min azad bike.

Ev jin wê bexta xwe ji lugalan bigire,

Warên xerîb û lehî di bin lingên te de.

Ev jin jî bi heşmet e û bajaran direcifîne.

Derkeve pêş ku ji bo min bila hêrsa xwe ya kûr aram bike.

Ez Enheduanna, ez ê ji te re duayekê bikim.

Ji te re Înannaya pîroz,

bila hêsirê min azad birijin!

Bihêle ez silav bidim wê!

Ji ber aşîmbabbar xem nexwe.

Lugalan paqijkirina an a pîroz û her tişt guhert,

di perestgeha eanna yê de “an” girt û derxist.

serî netewand an-lugala

ne pêkan e li hember balkêşiyên wan bê sekinîn, bedewiya vê  perestgeha bê dawî,

veguherî perestgehek xirab e.

Gava ew di ber min re derbas bû

birastî jî bi hesret nêzî (dişa xwe) min bû.

Ax çêleka min a hovane yê hov, vî zilamî derke, vî zilamî ragire!

Li perestgeha piştevaniya îlahî, niha ez çime?

Rahîbeya ku erd û ezman kontrol dike

Enheduanna li gel perpirsyariyên xwe yên olî û zanistî, li ser hewldanek giring a cotkariyê jî disekine. Navê “Kahîn”, ji ber kapasîteya xwe ya kontrolkirina erdî digire û cotkar, masîvan, şivan û gelek mirovên din ku bi sewalkariyê mijûl dibin re eleqeder dibe. Bêguman berhemek ewqas mezin danîna holê, wê perestgehê jî ji her hêlê de dewlemend bike; bi vê re jî ji gelek kes û qiralan re rêjeyek giring qer dide ku ev jî jêhatina wê ya di vî karî de jî radixe ber çavan. Helbet yek ji erka din a Enheduanna jî ew bû ku di derbarê xewnên xwedayan de şîrove bike û pêşdîtinên xwe bêje. Akad û Sumerî hem li newalên Mezopotamyayê bi cih bûn û hem jî bi heman xwedayan bawer dikirin, her wiha ji hêla çandî de jî nêzîk bûn û danûstandinek hebû. Piştî mirina Sargon Enheduanna û du birayên xwe her yek bi rêzê daxwaza heqê ser text kirin û bi vî rengî serhildanek dest pê dike. Biraziyê wan Naram-Sin wan bin dixe û herêmê dixe bin desthilata xwe. Lê, heta di dema Naram-Sin de jî Enheduanna hîna xwedî ciheke bilind e û di qatekî giring a rahîbeyan de cih digire. Bi îhtimaleke mezin Enheduanna ji neslê Sargon e, ji ber ku ji bo karên giring tenê zarokek ji neslên xwe erkdar dikirin; jixwe ew ê dovre ji bo kontrolkirina bajarê Ur rahîbeyek bihata şandin ku vê yekê jî hişt ji hêla siyasî ve destkeftiyek mezin bidest bixin. Ew jî Enheduanna bû ku pir jîr û bi aqil bû, xwendin û nivîsa wê hebû.

Helbest û berhemên wê

Inninsagurra, Nînmesarra û Inninmehusa ku wê herî zêde wekî “Xwedawenda xwedî dilê mezin”, “Berzbûna Înanna” û “ Xwedawenda hêzên metirsiyar” bihata wergêrkirin, îlahiyên herî bi hêz ên di derbarê xwedawend Innana de bûn. (Dovre ev nav wê wekî Îştar û dovre jî wekî Afrodît bihatana naskirin.) Enheduanna zêdetirî 40 salan, heta di dema hewldana darbeya li dijî otorîteya Lugal-Ane jî wek rahîbeyekê erka xwe domkir. Tê gotin Enheduanna li gel îlahiyên xwe, di derbarê xeyalên xwe yên şikestî û hêviyên xwe, dilsoziya wê ya olî, bersiva wê ya ji şer re, her wiha hestên wê yên li ser cîhanê (biqasî tê zanîn) çil û du helbest nivîsîn e. Xweşikî û estetîka di van berheman de li aliyekê, li ser teolojiya Mezopotamyayê bandoreke kûrr dide avakirin. Enheduanna ji bo bikare feraseta çandeke hîn dewlemend ava bike, baweriyên Sumer û Akad sentez dike. Mînak hizrên wê yên di derbarê xwedayê heyvê Nanna, dîsan xwedawed Înanna ber bi xwedawenda “Şahbanûya Bihûştê” ve bilind dike. Bi demê re ew xwedawend ne tenê ji bo Sumer û Akadan, belkî ji bo hemû gelên herêmê ber bi xwedawendiyê berz dibin.  Enheduanna stranên pesindayîn yan jî sond xwarinê dixwendin û pirî ji wan, tevî amûreke mûzîkê, belkî amûreke mîna lîr distira, ku li Urê hatine veşartin, tê dîtin.

“Rastiyên olî û siyasî” ku bi rêya îlahiyan dihat vegotin, dihişt ku Enheduanna wekî helbestvan û pêxember pesna wê bihata dayîn. Enheduanna ku di cîhana wêjeyê de jî ew ê wek yekem kesa helbestvan û nivîskar bihata nasîn, yekem çîroka wê dê wiha destpê bike: “Ez Enheduanna…”

Înanna û Ebîh

Li çiyayên ku te neparest in

giya bi lenet in.

Tuyî ku mezinahiya her tiştekê vediguherî xweliyê.

Çem ji bo te hêstirên bi xwîn dirêjin,

û mirov ava vexwarinê nabînin.

Çem ji bo te hêstirên bi xwîn dirêjin,

Milên çiyayan ji bo te dibin bend

bi ahanga xwe.

Xortên ciwan û bi tendurist wê ref bigirin li pêşiya te

bi ahenga xwe.

Bajarê govendê bi bahozan dagirtî ye,

Xortên ciwan dide ber xwe, dike êsîrên te.