Jale Qaem Meqamî: Di helbestê de yekem parêzvana mafên jinan

- Berjin TEKOŞER
145 views
Li goşe û kolanên rûpûşî yên dîrokê digerin… li nav toz û dumana dîrok ê, li nav rûpelên penhanî ku di nav her peleke wê de serpêhatiya jinekê hatiye nixûmandin. Li nav rêzikên bê serûbinî, li rêçekê digerim ku me ber bi deriyê hest û hişê van jinan bibe!.. Jinên ku xwedî nîşan in, lê bê cih û nîşan hatine hîştin. Di her kêliyê de ‘hebûn’ e, lê hebûna wan ji nedîtî hatine. Ji çavnebariyê kêm, tune û tune hatine hesibandin ku ji bo careke din bi dengê bilind radibin û moran li ser wechê nepenî didin alî…

Çîroka vegutî ya vê jina helbestvan

Alimtac Qaem Meqam ango bi navê tê nasîn Jale, di sala 1262 Xurşîdî (Şubata 1884) di nav malbatek nasrav, li bajarê Ferahanê tê dinyayê ku wê wek Alimtac bi nav dikin. Dayîka wê Meryem ango Guher Melek keça Moîn El-Mulk û bavê wê Mîrza Fetûlah neviyê Qaem Meqamê Ferahanî ye. Jale di pênc saliya xwe de dest bi xwendina Farsî û Erebî dike û heya temenê xwe yê 15 jî hin dersên din fêr dibe. Her wiha di warê hevoksaziyê, wate û vegotinê de, mantiq û rexnekirina helbestê de pêş dikeve. Li gel vê jî, di heman demê de bingehê zanist û heya rêjeyekê jî fêrî astronomiyê dibe. Zanebûna wî ya li ser van zanistan, bi jîr û jêhatîbûna wê  û hafizeya wê ya xurt, ew ji destpêkê ve ji hevalên wê cuda dikir. Jîr û biaqil bû. Heta panzdeh saliya xwe dema wî bi xwendina zanistî û bidestxistina zanînê û xwendina berhemên pêşiyên xwe derbas bû. Hema bêje zaroktî û nûciwantiya wê ku bingehek baş a pêşxistina kes ji hêla fikir û rewşenbîrî ye; ji bo wê jî bi giştî bi fêrbûnê derbas dibe.

Destpêkek bi êş û jan

Bêguman Jale jî wek gelek zarokên keç ên vê axê dibe qurbaniya zewaca di temenê biçûk de; ev zewac hiş û bîra vê jina jîr dikuje, rê li pêşketin û xwendina wê digre. Dihêle ku daqoltê cîhana xwe ya derûnî bibe û xwe di cîhaneke tarî de berze bike.  Ew di 15 saliya xwe de tevî malbata xwe tê bajarê Tehranê û li wir bi cih dibin. Ger ev koçberî ji bo hemû endamên din ên malbata Alimtac encamên erênî bixwe re anîbe, lê ji bo wê bû destpêka têkçûn û êşên giran… Jale di sala 1317’ê Qemerî (1938)  de, di encama li hevahtin û berjewendiyên bav û malbata xwe, bi hevalê bavê xwe, Elî Moradxan ê Bextiyarî ku jê mezintir bû, dizewice. Ji vê zewacê zarokek wî çêdibe. Zewaca wan piştî du sê salan şûnde bi hevberdanê bi encam dibe. Jale di dîwana xwe de cih bi cih cî dide vê mijarê û dê û bavê xwe sûcdar dike, gilî li wan dike ku çawa zewacek wiha qebûl kirine.

Ez koleme ey dost û azadî bû mîrê min
Ez ji serî heta binî di nav zincîrên azadiyê de me
Ger ew ne ser we de be, zayenda jin weke teye
Bila here, bila dengê min berovajî raya te ya serbilind be

Jale bê ku vê zewacê bipejirîne, bi zora malbata xwe bi Elî Muradxan re dizewice ku ew bixwe dide diyar kirin ku keçên Elî Muradxan ji wê mezintir bûne. Ev encam derveyê êş û xem tiştek din ji bo vê jina ciwan nayîne.

Her hevokekê bi tenêtiyên xwe dirêse

Di heyama herî girîng û di qonaxa herî berhemdar a jiyana xwe de, Jaleh bi pirtûk, zanîn û cîhaneke ji hebûn û ya ku divê hebe re mijûl dibe.  Di demekê de ku bi tevahî xem, kêmasî, nakokî û nerehetiyan re biyanî bû, di dibistanê, bi ders xwendinê re dem dibûhirand. Tevahiya wexta xwe bi hînbûn û lîstokên zaroktiyê derbas dikir. Tu agahiyeke wê bi cîhana dijwar, tund, newekhev û tijî nakokî ku ew ê dovre pê re rûbirû biba nînbû. Di dema Tevgera makezagonê (Nehzet Meşrûte) Jale 23 salî bû. Lê belê wê bêtir wek helbestvanek di halê xwe de bû; ji ber şert û mercên tarî yên ku tê de dijiya. Wê helbestên li ser jin û kevneşopiyên heyî dinivîsî, xwe diveşart û heta ji zaroka xwe jî nedigot ku helbest dinivîse. Di nav malbatek dewlemend, arîstokrat û xwende de ku bîranîna her yek ji endamekî wê û wendakirina vê koma semîmî û xûşewîst, yek ji poşmaniya herî mezin a Jale bû. Her wekî di helbesta nazik û xweş a “Derde del ba semavar” de, piştî ku xwe û semaverê dide ber hev, bi dengekî xemgîn bîranînên xwe yên zaroktiyê tîne bîra xwe…

Bi şev û roj li kêleka te be bes e

Ez bûm û diya min bû

Wî sobe xwest

Zengîşte zerîf xwîşka min e

Te quran xwend û dua kir

Bavê pîroz ê Extera min

Ji wê gavê de nimêja sibê dikir

li pirtûk û deftera min bigerin

Ew her du firişte bi bal û per bûn

Li ser çerxê û şikest perê min

Zan li pey gerokan girt

Hem xwîşk û hem birayê min

li vê hêlîna kevnar a heyî

Ez mame û tu li ber min

Nebe destek mêhrê bibarîne

Axa ku li ser serê min rûniştiye

Ne lingek ku li ezmên dikeve

Ne be ku lingek li felekê bikeve

Zîna xemgîn a li ser laşê min ê zirav

Dizanim ku nepêkan e lêbikolim

Ji ber ku çîroka min a ewil çîroka min a dawî ye

Jiyanek bi tenê û bi jan

Jale di heman sala zewaca xwe de pêşî diya xwe û piştî 39 rojan jî bavê xwe ji dest dide û di tarîtî û zehmetiyên jiyanê de bi tena serê xwe dimîne. Ew di nav vê deryaya tenêtiyê de dikeve nav xemên xedar û tarî de. Di 26 Cotmeha 1900’î, li Hesen Abad a Tehranê yekem zaroka wî, Husin tê dinyayê. Û ev zarok heman zarokê helbestvan û lêkolînerê bi nav û deng Pejman Bextiyarî ye ku ew ê di cîhana zanist û wêjeyê de bihata nasîn. Her wiha ew ev keseke ku piştî mirina diya xwe karî di nav nivîs û notên diya xwe de helbestên diya xwe bidest bixe û bike malê cîhana wêjeyê. Wî karî bi vî awayî helbestvanekî dewlemend û xwedî raman bi civaka wêjeyê bide nasîn; ger ew nebûya, belku Jale jî wek bi hezaran helbestvanên din ên jin di goristana dîrokê de bihata jibîr kirin. Li gor agahiyê Pejman radigîne, Jale dawiya jiyana xwe bi xwendina wêje, dîrok û pirtûkên astronomiyê derbas dike. Jale di 27 Îlon a 1946’an, di 63 saliya xwe de çavê xwe ji cîhanê digre û di li goristana Emamzade Hesen a başûrê rojavayê Tehranê tê veşartin.

Helbestên wê xwedî zimanek taybet bû

Jale di dîroka Îranê de di nav helbestvanên jin de xwedî cihek girîng e, wê hemû dîwarên ku li dora jinê hatibûn avakirin hilweşand û rê li jinên wek Perwîn Etesamî û Fûrux Fexrûzad vekir. Lê xala balkêş di navbera van her sê helbestvanan de ew e ku her çend di jiyana xwe ya şexsî û zewacê de rastê êşên mezin hatibin, û bi awayekî îronîkî zewaca her sê kesan bi cudabûnê bi dawî dibe, lê her sê jin jî damezrênerên dibistanekê ne ku avahî pergala zilamsalar hildiweşînin û dijî baviksalarî serî radikin. Jale di mijara wêrekiya fikir û raman de li pêş nifşê xwe û yên pişt xwe bû. Rexmê pergala baviksalar ku ev di nav de dijiya, lê xwedî ruhek azad bû û tu caran teslîmê kevneşopiyan nedibû. Ji hemûyê girîngtir wê karîbû di perspektîfek berifeh de li mijara jinê binêre û jiyana jinê di nav çarikên helbestên xwe de dida jîn. Hin dîroknas didin diyar kirin ku Jale dest bi wêjeyek taybet a jinê kiriye ku beriya wê qet şahidî jê nehatiye kirin. Wê li gor kêfa pergala mêrsalar nedinivîsî, ne li gor kêfa wan dinivîsî  û nejî ew teqlîd dikirin, belku ev pergala heyî dixist bin lêpirsînê. Wê zimanek taybet di helbestan de çêkiribû; zîhniyeta wê hişt ku di helbestên wê de zimanekî ya jin bê afirandin ku xwestek, êş, îtîraz û gazinên wê bi zimanek dilpakî û vekirî tanî ziman.