‘Ji bo azadiya Ocalan divê em riyên cuda bibînin

- Newaya Jin
80 views
Bi armanca azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî, 10’ê Cotmehê kampanyayek global hat ragihandin. Kampanyaya bi çalakiyên li zêdeyî 100 welatî dest pê kirî li gel tevlîbûnûn nû, bi aktîvîteyên cihêreng dewam dike. Rojnamevan û çalakvana jin a ji Îtalyayê Giuliana Sgrena jî yek ji kesên 10’ê Cotmehê tevlî çalakiya li Strasbourgê bûyî ye. Derbarê beşdariya kampanyayê de em li gel Giuliana Sgrena axivîn. Sgrena ku bi salan e doza azadiyê ya Kurdan dişopîne bersiv dan pirsên me.

We kengê û çawa Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir?

Min Ocalan yekser nedît, lê min doza wî beriya salan bihîst. 1999’an dema ew ji Rusyayê hate Romayê, min nîqaşa di derbarê wergirtina mafê mayîna wî ya li Îtalyayê li seranserê welat şopand. Lê dawiyê mixabin destûra mayîna wî nehat dayîn. Piştî vê jî li Kenyayê hate girtin. Em jî di nava vê dozê de gelek çalak bûn û mijûl bûn. Ocalan gelê Kurd diparêze. Bi sala ye ez jî li gelek welatan rewşa gelê Kurd dişopînim.

Hûn pêwistiya destpêkirina vê kampanyayê çawa dinirxînin?

Ev girêdayî rewşê ye. Eger rewşa serokekî siyasî ya wiha hebe, divê gel bê rêxistinkirin û bikeve tevgerê. Dema bûyerên şênber hebin, wê demê rojev germ dibe. Lê niha bêdengiyek heye û ji ber vê jî pêwistiya bi pêngavek wiha heye. Pir giringe em bikarin ji bo pirsgirêka Kurd û rewşa li Rojhilata Navîn çareseriyan bibînin. Eger çareseriyek siyasî neyê peydakirin, şîdeta heyî wê hîn zêdetir bibe. Mînakeke rojane jî pevçûnên van rojan di navbera Îsraîl û Filîstînê de ye. Êrişkarî û tundî her diçe zêde dibe. Ji bo derbaskirina vê rewşê pêwistî bi çareseriyeke giştî ya siyasî heye.

Sala 1999’an hûn li Romayê bûn. Wê demê we çi kir, kîjan xebat meşand?

Ne tenê weke rojnamevan, weke welatî jî me demek pir bi heyecan û germ jiya. Gelek çalakiyên piştgiriya Ocalan hatin rêxistinkirin. Me xwest hêz bidin doza Ocalan ku bikare bi awayekî siyasî li Îtalyayê bê qebûlkirin. Lê mixabin em bi ser neketin. Ev rêyek dûr û dirêj e.

Li gorî nêrîna we di şikandina tecrîdê de bandora pêngavê dê çi be?

Giring e li gel saziyên mafên mirovan em bikarin gelek saziyan tevlî bikin. Ev ji bo girtiyên li zîndanan hemûyan gelek giring e, ji ber şertên wan dermirovî ne. Kirinên hikûmeta Erdogan dermirovî ne. Erdogan û dewleta Tirk gelek hevkariyan dikin, kesek ku li dijî wan diaxive qebûl nakin. Mînakek balkêş jî medya ye. Rojname tên sansorkirin, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde rojnamevanî di girtîgehan de digire. Divê em her tim van di rojevê de bihêlin. Bi vî awayî em dikarin pirsgirêka Kurd bikin mijar û rêxistinên din jî bixin tevgerê. Divê em tim û daîm raxin ber çavên gel, Tirkiye çi dike û rejîmên din çi dikin. Nimûne dema Kurd ji Seddam direviyan ez çûme Iraq û Kurdistanê. Demekê Seddam bû, demekê Esad, îro jî Erdogan e.  Ji ber vê giringiya rojevkirina rewşa Kurdistanê pir mezin e.

Pêngav dikare ji bo gelê Kurd çi biguherîne?

Divê em biceribînin û her ku biçe zêdetir mirovên siyasî bikişînin vê dozê. Bi vî awayî ji bo guhertinê zextan li ser rejîmên mîna ya li Tirkiyeyê çêbikin. Eger em vê nekin, wê her tim rewşek bê îstiqrar di wê herêmê de hebe. Bêguman, ev ne tenê ji bo Kurdan wisa ye, lê ji bo Filîstînê jî wiha ye. Divê em van pirsgirêkan her dem li ber çavan bihêlin ku em bikarin li Rojhilata Navîn aştiyê çêkin. Wekî din wê her tim pevçûn, şer û mexdûrên vê rewşê hebin. Dema bombe dibarînin, mirov nizane gelo dê leşker an sivîl bên kuştin. Ez dizanim, ev karekî giran e, lê ev yekane rê ye ku em bikarin vê rewşê biguherînin.

We got ‘divê em ti carî dev ji têkoşînê bernedin’. Di vî warî de rewşa heyî çiye?

Di her welatekê de jin ji bo mafên xwe têdikoşin, lê ev daxwaz li her welatî ji hev cuda ne. Di dawiyê de em weke jin heman têkoşînê dikin. Pirsgirêkek din heye, ji bo ku em bikarin mirovan rakin ser piyan zorî hene. Ev girêdayî pir tiştên xerab e ku çêdibin. Lê dîsa jî mirov li gorî tê xwestin tevnagerin. Bêguman, ez jinek çepgir im. Ez difikirim, divê çepgir zêdetir xwe bixin nav van mijar û têkoşînan.Mirov nafikirin ku dê rewş baştir dibe. Ji ber vê baweriya bi guhertinê tine.  Lê eger em bi guhertinê bawer nekin, wê çawa rewş biguhere?

Hûn di derbarê tecrîda 25 salan a li girava Îmralî çi difikirin?

Ev pir xerab e. Ji ber ku em qet tiştekê derbarê rewşa Ocalan de nizanin. Ev li derveyî zagonên navnetewî ye. Ji ber vê, em dikarin bangî komîteyên navnetewî bikin. Mîna Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT. Şandeyekê serdana Ocalan kiriye. Lê wan derbarê rewşê de ti daxuyanî nedane. Ev yek nayê qebûlkirin.

Li ser fikra Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk hûn dixwazin çi bêjin?

Bêguman, Konfederalîzma Demokratîk projeyekî avakirina civakeke şoreşger e. Ne tenê ji bo gelê Kurd, li Îtalyayê ji bo me jî derbasdar e. Em jî dikarin Konfederalîzmek wisa ava bikin. Gelên din ên li Tirkiyê ji hemû gelan zêdetir ji bo demokrasî û mafên xwe têdikoşin. Lê ew axwazin ev şoreş bi ser bikeve. Ji ber heta Kurd li ser dewletên cuda cuda parçekirî û parvekirî bin, ji bo wan bindestxistina wan hêsantir e.

Ji bo azadkirina Ocalan li gel vê kampanyayê ya bê kirin çiye?

Bêguman, ev jî gavek e. Em nikarin xwe radest bikin. Divê em rêyên cuda bibînin ku têkoşîna me her bilindtir bibe. Ez pirsgirêka Kurd bi salan e dişopînim. Ez ji dil bawer im ku gelê Kurd wê bi ser bikeve.