Ji bo ferman dubare nebe DAIŞ’ê û hevkarên wê dadgeh bikin

- Suham Şingalî
227 views
Axa Mezopotamyayê dewlemend, bi bereket û zêrîn e. Mezopotamya hêlîna hemû çand, bawerî û ola ye. Gelek çand û olên îro hene bi koka xwe ji Mezopotamyayê ne. Ger mirov dîrokê lêbikole mirovê bibîne ev xak cihê şaristaniya ye. Di nava Mezopotamyayê de Kurdistan, cihê herî teybet e ku bûye hêlîna şaristanî, çand, bawerî û olan. Civaka Êzidî, civakeke kevnar e ku bi çand û baweriya xwe li ser vê xakê hezarî salan e dijî. Bi çand û kevneşopiya xwe civaka herî qedîm a vê ax û dîrokê ye. Li ser erdnîgariya Mezopotamya û teybetî li Kurdistanê Êzidiyan 74 caran qirkirin jiya.

Di hemû qirkirinan de çand, bawerî, dîrok û erdnîgarî bûye armanc. Qirkirinên bi destên Tirk, Ereb û Farsan pêk hatine. Lê di hin fermanan  de hinek Kurdên xayîn jî cihê xwe girtine û ferman anîne serê Êzidiyan. Di hemû ferman û qirkirinan de herî zêde jin bûya armanc. Jin hatiye dîlgirtin, kuştin û bi darê zorê xwestine ji çanda xwe bê dûrxistin. Sebeba vê êrişê ew e jin di cewherê xwe de Êzdayetiyê diparêze û mayînde dike. Ji bo mirov sedemên qirkirin û fermanan ji kûr ve fêm bike, divê çand û baweriya Êzidiyan ji nêz ve nas bike.

Beriya fermana 3’ê Tebaxê

Fermana dawî ya 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk û PDK’ê bi serê Êzidiyên Şingalê de rabû. Ferman bi salan hat pîlankirin. Bi dehan car hewil dan êriş bikin. Her ku diçû xeterî zêde dibû û ferman nêzîk dibû. Bi gotinek din dengê lingên fermanê dihat. 14’ê Tebaxa 2007’an li komelgeha Tilezêr û Sîba şêx Xidir 3 teqînên mezin pêk hatin. Di wan teqînan de bi sedan kes birîndar bûn û hatin kuştin. Wê demê Rêber APO bang kir û got “ divê Şingal û gelê Êzidî bên parastin”. Lê Şingal wekî herêm dibin desthilata PDK de bû. PDK’ê rê nedida tişta pêwist bû ji bo parastina Şingalê bê kirin û dibû asteng. Beriya ferman rabe Şingal hat dorpêçkirin. Mûsil, Tilahfer û Beac ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Piştî DAIŞ ket van deveran Şingal bi xeteriya fermanê re rûbirû ma. Her roj pêşmergeyên PDK’ê ji gel re digotin, “ Êzidî koka Kurda nin, em ê Şingalê û Êzidiyan biparêzin”. Gelê me bi vê bawer kir û hat xapandin. Ji ber vê tedbîrên xweparastinê nehatin girtin. Beşek ji xelkê Êzidî jî bawerî bi PDK’ê neanîn û bi xwe di çeperan de bi şev û roj zêrevaniya gundê xwe kirin. Heftiyek beriya ferman rabe, çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Rabîa ve xwestin êrişî Şingalê bikin. Wê demê PDK’ê bi DAIŞ’ê re li hev kir ku ji aliyê Tilafer û Beacê ve êriş bikin, da PDK bikare bireve. Piştî wê yekser PDK’ê çekên gel jê standin, da ku gel bi ti awayî nekare parastina xwe bike.

Şeva ku ferman rabû

Şeva 3’ê meha 8’an, sala 2014’an seat 2’yê şevê çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê Beacê êrişî Şingalê kirin. Destpêkê êriş birin ser gundên Girzerik, Sîba Şêx xidir û Tilezêr. Li van her sê gundan gel li ber xwe da û şer kir. Bi teybetî li gundê Girzerik berxwedanekî mezin çêbû, gel bi çekên herî sivik şer kir. Ji seat 3’yê heta sibehê şer bi giranî dewam kir. Û wisa fermanê dest pê kir. Roja fermanê (3/8/2014) pêşmergeyên PDK’ê hêzên xwe li bajarê Şingalê û navçeya Sinûnê kom kirin. Pêşmerge bêy ku guleyekê li dijî DAIŞ’ê biteqînin reviyan û berê xwe dan bajarên Zaxo, Dihok û Hewlêrê. Piştî DAIŞ’ê êriş kir û fermanê dest pê kir, gel berê xwe da çiyan û hinekan jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Em bi xwe li gundê Dohla bûn ku dikeve Bakurê çiyayê Şingalê. Piştî wê gotinek li nava xelkê belav bû ku digotin “ biçin malên xwe û paçekî spî bi ser mala xwe ve daleqînin, DAIŞ tiştekî ji we nake”. Ev gotin jî PDK’ê belav kir. Em jî di nav de gelek malbat vegeriyan malên xwe. Ev yek bû sedem gelek kes bikevin destê DAIŞ’ê. Em jî vegeriyan mala meta xwe ku li jora gundê Digurê, li nêzî çiyayê Şingalê bû. Bi şev DAIŞ’ê êriş kir û gulle barand, dema dengê guleyan hat carekî din me berê xwe da çiya. Em nêzî 100 malbatî li quntara çiyê, di bin sê daran de bi cih bûn. Wê demê her kêliyê dihat gotin ‘ewqas kes hatin girtin, ewqas kes hatin kuştin’. Ya herî zêde bandor li min kir ew bû dema min bihîst gelek jin, keç girtin e, firotin e û tecawizî wan kirin e. Rojane bi sedan kes xas, tî, birçî, bêserûber û bi tirs koçber dibûn û ji Şingalê derdiketin. Min bi çavê xwe şahidî ji koçberiya bi hezaran kesî re kir. Lê em bi xwe li çiya man û ji Şingalê derneketin.

Fermana herî mezin hat serê jinan

Êvarekê seat 12’ê şevê dengê qêrîna jinekê hat. Bi dengê qêrîna wê em hemû rabûn ser piyan. Bi rastî dengê wê qêrînê çiyayê Şingalê hejand. Hê jî ew deng di bîr û guhê min de zindî ye. Me destpêkê fêm nekir ka çi qewimiye. Piştî me pirsî wiha gotin “ jinekê xwe ji zinaran avêtiye, dema xwe avêtî qêr kiriye”. Dema min ev gotin bihîstin ez bi êşekî nedihat pênasekirin hesiyam. Ji ber ez 13 salî bûm, min hîn nedikarî ez wateyê bidim tişta ku bi çavê serê xwe dibînim û jê re şahidiyê dikim.  Fermana 74’an a li ser civaka me û xiyaneta lê hatî kirin, di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin. Di sedsala 21’an de jenosîda herî mezin civaka me jiya. Bi dehan gorên komî, dîlgirtina bi hezaran keç, jin, zarok, xort û mirovên me ku heya îro çarenûsa bi hezaran kesî ne diyare, hîn di destê hovên DAIŞ’ê de ne… Mirov nikare tişta jinên Êzidî jiyayî bi ti gotin û hevokan bi lêv bike. Gelek jin û zarokên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn hene ku min çîroka wan bi seatan gohdarî kir. Di rojekê de deh caran tecawizî hin jinan kirin e. Bi dehê caran hatine firotin, îşkencekirin. Jinên li hemberî hovîtiya wan radibûn, destê wan bi zincîran girê didan û tecawiz dikirin, wek xidaman ji bo xwe bi kar dianîn. Zarok di temenê şeş salî de fêrî serjêkirina mirovan kirin. Rojane li ser Qur’anê ew perwerde kirin, fêrî hemû çekan kirin. Zarokên 9 salî bi destê DAIŞ’ê xwe teqandin.

PKK û Apoyiyan rê li fermanê girt

Mirovahî li beramberî hovîtiya DAIŞ’ê û hişê wê yê kuştinê, kolekirina jin û keçên civaka Êzidî bê deng ma. Qirkirin di serdemeke wisa de pêk hat ku di heman kêliyê de mirovahiyê bihîst ku li Şingalê li dijî civaka me jenosîd pêk hatiye. Tevî wê jî cîhana xwe wekî xwediyê maf û dadê bi nav dike xwe ker, lal û kor kir. Tenê yên bê deng neman PKK û şervanên Apoyî bûn. Wan rê li fermanê girt, bi hezaran Êzidî rizgar kirin û li bermberî DAIŞ’ê şerê rûmet û azadiyê kirin. Şingal gav bi gav ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Di oxira rizgarkirin û parastina Şingalê de bi sedan şehîd li ser xaka pîroz dan. Bi hezaran jin, zarok  û mirovên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Bê gûman Êzidiyên ku xwe li çiyayê Şingalê ragirtin û dev ji axa xwe bernedan li kêleka şervanên azadiyê şerê DAIŞ’ê kirin. Keç û xortên Êzidî dest avêtin çekê û li ber xwe dan. Di wan kêliyên bi êş ên fermanê de xwe ji xweliya xwe afirandin. Di nava vê demê de hêza YBŞ û YJŞ hat avakirin. Bi mehan çiyayê Şingalê di dorpêça DAIŞ’ê de bû. Li aliyekî şer bû, li aliyê din xwe-avakirin û hêza xwe mezinkirin hebû. Miletê ku xwe li çiya ragirt, li beramberî hemû mercên jiyanê yên zor, li beramberî tîbûnê, birçîbûnê, sermayê, zivistan û germa havînê li ber xwe dan. Ji bo civaka Êzidî tişta herî giring ku ji nan û avê zêdetir pêwist bû, hêza xwe-avakirin û xwe bi rêxistinkirinê bû. Di sala 2015’an de di pêşengiya jinan de civaka Êzidî dest bi rêxistinbûnê kir. Di wan zirûfên zor û zehmet de Meclîsa jinê û meclîsa avaker a Şingalê  hatin avakirin. Beriya her tiştî jinan xwe fêrî bikaranîna çekê kirin da ku bikarin xwe biparêzin. Wê demê destpêkir, her ku çû civaka Êzidî rêxistina xwe berfireh kir. Pergala xweseriya Demokratîk a ku di Şingalê de hatiye avakirin îro bûya nimûneya çareseriya hemû pirsgirêkan li Îraqê û heta gelek herêmên cîhanê jî.

Divê DAIŞ û hevkarên wê bên darizandin

Ji bo ku carekî din civaka Êzidî rastî xiyanet û fermanan neyê, divê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê dewleta Tirk û PDK, di dedgeheke navnetewî de bên dadgehkirin. Bi teybetî welatên fermanê wekî Jenosîd nas kirine, divê gaveke pratîk bavêjin û bi erkên xwe rabin. Heya ku DAIŞ û hevakrên wê neyên darizandin xeterî li ser civaka Êzidî dewam e. Wê demê ti wateya bi awayekî formalîte jenosaîd bê naskirin, nîne. Jenosîda civaka Êzidî, bi teybetî jinên Êzidî jiya ti caran nayê jibîrkirin û wê neyê jibîrkirin. Jinên Êzidî hatin qirkirin, hovîtiya herî mezin jiyan. Heya niha çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e. Bi çavên zarokekê min şahidiya vê fermanê kir.  Di dil, mejî û çavên me de hîn jî ferman zindî ye. Ji bo em xwe bi dîrokê bidin efûkirin, her Êzidiyek li ku derê dibe bila bibe, divê têbikoşe da ku ferman dûbare nebe. Bi teybetî jinên Êzidî ku ferman hat serê wan û bûne şahid divê li her derê têbikoşin da ku tola xwe hilînin. Tolhildana herî mezin ji fermanê jî dadgehkirina DAIŞ’ê û hevkarên wê dewleta Tirk û PDK’ê ye.