Jineolojî û rexneyên li ser zanista civakî 

- Newaya Jin
705 views

Di bin rastiya ku zanist ew qas ji felsefeyê, bawerî û hestan, ji avahiya hizir a anemîstîk-mîtolojîk hatiye qutkirin û ew anîna rewşa şêwazekî desthilatdariyê de, dijberiya INDIA-AGRICULTURE-WHEATîxtîdara zanebûnê ya li dijî jinê heye. Sererastkirin û rast çêkirina girêdana wê ya bi dijberiya îxtîdara zanebûnê ya li dijî jinê re heyî jî bi pêşxistina zanisteke hebûna jinê re gengaz e. Lewma divê jineolojî zanisteke hebûna jinê ya bi kok pêş bixe. Di zanist de gihandina pênaseyeke rast û civakî, her wiha bi pêkanîna girêdaniya wê ya bi exlaq û estetîkê re, cihekî jineolojiyê ya girîng heye. Pêwîst e mirov zanistê, di wateyekê de ji aqlê zilam ê pirr zêde analîtîk e û desthilatdar e derxe û bixe mihvera jin û civakê; divê mirov zanistê ji bûyîna rêk û rêbaza çeloxwarkirina heqîqetê derxe û di gihandina heqîqetê û di têkoşîna di vê oxirê de bike zemîna herî bingehîn.

Pirsgirêka azadiyê

Rastiyeke ku feraset û avahiya zanista-civakî ya modernîst, bi taybet jî di çarîka dawî ya sedsala 20’emîn de bi awayek berfireh tê rexnekirin. Lewre di vê mijarê de hêz û zemîneke pirr girîng a rexneyê derketiye holê. Lêbelê tevî vê jî ev rexne nagihijin sîstemekê, dîsa xet û sîstema îxtîdara zanebûnê nayê derbaskirin. Helbet ev jî bi nêrîna ji rizgariya jinê û pirsgirêka azadiyê re girêdayî ye. Nêzîkbûna wan a ji jinê re, bi awayek rast pênasenekirina nasnameya jinê ya civakî û pê ve girêdayî pirsgirêkên azadiyê bûye sedem ku nebin bizaveke (akım) bingehîn yan jî pergal. Tevî hemû ked û lêgera van a pergala alternatîf, di van derdoran de bandora xwe xwedîkirina ji avaniya bavik û desthilatdar pirr zêde ye. Dikare were gotin wê rexneyên jineolojiyê yên der barê bizava post-modernîzmê de û nirxandina wê ya rexneyên ku têne kirin, bihêlibe ku zanista civakî li ser zemîneke civakî û di mihvera jinê de bê kûrkirin û pergalekê qezenc bike. Ev nirxandin û rexneyên jineolojiyê jî wê di zanista civakî de derketineke girîng pêk bîne.

Zanist di cewhera xwe de ekolojîk û femînen e û berhema zekaya esnek e. Zanista jinê, di serî de pêwîst e di qada zanista heyînî de bi teşeya ku tevahî hebûnên xwezayê bigire nava xwe û weke dirêjbûna xwezayê û parçeyekî wê ya ku cûda bûye pênaseya zanist a têkiliya jinê ya bi xwezayê re, biyolojiya jinê, felsefeya heyînê, di çarçoveya diyalektîka xwezayî de pêşketina zekaya analîtîk û zekaya hestiyarî û têkiliyên wan ên bi hev re, digire nava xwe. Pêwîst e jineolojî, di berfirehiya dema herî dirêj de û di çarçoveya sosyolojiya çandî, sosyolojiya hebûnê, sosyolojiya pozîtîf û bi taybet jî sosyolojiya azadiyê de bicihbûneke zanista civakî pêk bîne. Ger jineolojî bi awayekî xurt li ser vê  nêrîna sosyolojiyê were kûrkirin û were rûnişkandin, ev ê bi xwe re jineolojiyê hem di nava zanista civakî ya alternatîf de bike ya herî dînamîk hem jî di pîvana azadiyê de bike şaxeke bingehîn.

Xeta azadiya jinê û derxistina holê a pirsgirêkan

Li gorî vê;

A-  Di çarçoveya sosyolojiya dema dirêj de; Wê di civaka çandî de hebûna jinê, girêdayina jinê ya bi tevnên bingehîn ên civakî yên weke çand, ziman, huner, ol re û di vê wateyê de têkiliya jin-zarok, dualîteya jin-zilam, pêwendî û nakokiyên jin û zilam bi hev re, dîroka pêşketina zayendtiyê, girêdayîna zayendtiyê bi etîk-estetîk û ekonomiyê re, rola jinê ya di civakîbûnê de,1 diyardeya (olgu) malbatê, li dora jinê pêşketina qadên civakî yên weke aborî, etîk-ekolojî-estetîk û bandorên jinê yên di roja me ya îro de bigire nava xwe.  Jinêolojî wê bi awayekî zirav van û mijarê wekî van bigire dest û ligel daneyên zanistî pêşxistina wê ya weke wate-zanistî bigire nava xwe.

B-  Di çarçoveya sosyolojiya pêkhateyî de; Bingeha pêkhate ku xwe dispêre civakîbûna li dora jinê, weke çanda maddî û manewî hem mîtolojî û hem jî sîstematîka civaka dayik a neolotîkê, sazîbûna organên polîtîk û exlaqî, di civakîbûna li derdora jinê de têkiliya avanî-fonksiyonelbûnê ya aliyên arkeolojîk û dîrokî ya çanda dayik-xwedawend bi palpiştên xwe yên zanistî ve derxistina holê û pênaseya wê digire nav xwe. Jineolojî di heman demê de ev alî li ser roja me ya îro çawa bi bandor dibin û xwe çawa didin der jî bi awayekî zelal derxe holê. Di çarçoveya sosyolojiya pêkhateyî de, divê çavkaniyên avabûnê yên bingehîn ên avaniyîbûna şaristaniya dewletperest-bavik ku di rewşa antî têza civakîbûna li derdora jinê de ye û di mijarên weke ol-dewlet-desthilatdarî-xanedanî-hilberîn-çîn-karbeşî de statuya jinê bi hêz were analîzkirin. Keda jinê û di mijarên weke ekonomî-zayendtî-malbat-etîk de dîroka mêtingehkirina jinê û mekanîzmayên wê, di eniya jinê de rexnekirina sîstema heyî, têkiliya jin-desthilatdarî, jin-exlaq, jin-polîtîka; di nava sîstema şaristaniyê ya navendî de formên hebûn û berxwedana jinê û dîroka wê digire nava xwe. Di vê çarçoveyê de ligel nirxandina bi awayekî kûr û berfireh a koletiya kûr ku ji aliyê sîstema şaristaniya navendî ve bi jinê re hatiye yek kirin,  divê “kodên ku ji jinê re hatine hundirînkirin” werin analîzkirin.

C-  Di çarçoveya sosyolojiya pozîtîf de; bûyer û diyardeyên hîn demkurt û demên navin ên weke; di pêvajoyên guherînên sîstemîk û reforman de rola jinê, di şerên ku hedefa wan avakirina hegomanya ye de jin bi kar anîn, bandorên vê li ser jinê, formên jin-hilberîn û formên zayendperestiya civakî ya li ser jinê, di her pêvajoyê de mekanîzmayên ku desthilatiyê ji bo jinê ava kirine û girêdana van bi pirsgirêkên avaneyî yên pergalê re, guherînên ku di van de derdikevîn holê, di her serdemê de modelên hegemon ên jinê û girêdanê van bi pergalê re, girêdana di navbera guherîna di demografyayê û kedxweriya li ser jinê de, di bûyerên cûr bi cûr ên civakî de rola jinê digire nava xwe.

D-  Di çarçoveya sosyolojiya azadiyê de; Çavçoveya azadiya jinê ya felsefîk-teorîk û zanistî, têkiliyên azadiya jinê bi civakê re, xeta azadiya jinê û xeta berxwedanê ya pêşketina dîrokî, femînîzm, rexneya jin-navend a li ser feraseta zanista civakî ya hegomonîk û avaniya zanînê, feraseta zanista civakî ya alternatîf di çarçoveya azadiya jinê de nirxandinê digire nava xwe. Di vê çarçoveyê de mijarên berfireh ên weke; pêşketina avahiya zanînê (bîlgî yapisi) ku xwe dispêre hevseng û senteza zekaya hestyarî-analîtîk, diyardeya malbata demokratîk û bingehên bihevrebûna azad, avakirina têkiliya zanist û etîkê, li ser vê bingehê pêşxistina zanista watedanê ya jinê û zanista şîroveyê ya jinê wê bigire nava xwe. Demokratikkirina polîtîkayê li ser bingeha avakariya pozîtîf, yekbûn û senteza perspektîfa azadiya jinê bi perspektîfa azadiya civakê re, pirsgirêkên avakirina civakîbûna jina azad, erkên vê avakirinê û têkiliyên vê bi şaristaniya demokratîk re, feraseta tifaqan û mijarên cûda û qadên cûda yên lêkolînê digire nava xwe.

Jineolojî hêza xwe ji nû de îfade kirina jinê ye

Li ser vê bingehê ev xebateke wiha ye ku wê hem hêz û quwetê bide xebatên pênase, nasnameya civakî ya jinê û hem hêz bide xebatên li ser dîroka mêtingehkirina wê û PAKISTAN-AGRICULTUREbiyanîbûna ku jiyan kiriye, hem jî hêz bide xebatên teorîk-felsefîk û zanista civakî ya azadiya jinê. Aşkere ye ku wê ev xebat hêzeke ronahîbûnê û guherînê ya berfireh û demdirêj derxe holê, pêş bixe. Ji ber vê yekê ku jixwe tê fêmkirin da ku ev, xebata yekeyekê (birim) derbas dike. Lê belê ev jî rastiyek e ku ev xebat di nava xwe de yekebûnekê hewce dibîne, lê bi rêxistinbûn û perspektîfeke giştî nayê meşandin.

Jin, heya roja me ya îro nikare were pênasekirin. Tevî ku li derdorê di qadên weke mîtolojî-ol-felsefe-hunerê de pergaleke pirr berfireh a zanînan û avahiyên cûda hatine çêkirin; hebûna jinê her tim di tariyê de hatiye hiştin. Di mijara ku “jin çi ye” de di asteke bêdawî de fikir, sembol û darêz hatine avakirin. Îdeolojîkkirina herî bi pergal û kûr li derdora jinê hatiye pêşxistin. Dikare were gotin ku, tu hebûneke din ev qasî bi awayekî îdeolojîk nehatiye fikirîn. Bi qasî ku heya asta dawî tê bilindkirin ew qas jî di rewşa amûrek ku tê biçûkkirin de ye. Jin, weke nasnameyek hem tê perisandin, hem jî tê lanetkirin, hem sembola bêgunehbûnê-exlaqê, hem jî tê de taybetmendiyên jirêderxistinê yên şeytanî û bi qirêj xwe didin der, hatiye fikirîn; endama dest jê nabe ya mîtolojî, ol, felsefe û huneran e jî. Jin hema bêje di rewşa amûrek ku li derdorê wê; cîhan, civak û mirov di aliyê zanebûn û ruh de ji nû ve hatiye avakirin de ye. Dixwaze bila di wateya negatîf de -di wateya desthilatiyê de-, dixwaze bila di wateya pozîtîf de –di wateya avanîperestiya civakî de- be, jin nasnameyek e ku li derdora wê jiyan, civak û mirov di aliyê zanebûn û ruh de tê avakirin. Bidestxistina nasnameya yekemîn çavkaniya xwe ji jinê digire. Nasnameya jinê ya ku li gorî zilam û pozîsyona wî ya hegoman tê avakirin pejirandin, bila li aliyekî bimîne; bi awayekî radîkal ev rexne kirin ji erkên herî bingehîn ên jineolojiyê ye. Divê jin ne li gorî zilam; bi temamî bi nasnameya xwe ya civakî û hebûna xwe were pênasekirin û bingehên vê yên zanistî bihêz were danîn. Di vê wateteyê de nasname û rolên ku zayendperestiya civakî ava kirine nayên qebûlkirin. Ev, di heman wateyê de hinceta têkoşîna îdeolojîk e. Ya ku di wateya rastî de jineolojiyê bike zanist, pejirandina wê ya nasnameyên heyî ye. Di vê mijarê de, pêwîst e di zanebûnê de, di feraseta jiyanê de, di helwest û hestan de pîvanên radîkal ên redkirinê bi awayekî radîkal pêş bikevin. Heya ku ev pîvanên redkirinê bi pêş nekevin, ne gengaz e ku jin bi heqîqeta xwe ve bibe yek û xwe bigihîne îfadeyeke zanistî ya xwe bi xwe. Di vê wateyê de jineolojî jina ku di statuya heyî de tê ragirtin û bi vê statuyê re bûye yek qebûl nake. Ne jina hatiye perçiqandin,  keda wê tê xwarin û jina teslîmkar û ne jî jina ku dişibe zilam, ku di bin navê redkirina rola zayendperest a civakî û îrade û fikra azad de cinsiyetperestiyê di aliyê din de pêş dixe, qebûl kirin gengaz e.

Li ser vê bingehê ji xebatên herî bingehîn ên jineolojiyê ev in; yek; pêşxistina zanista hebûna jinê ye. Mijarên weke, bi rastî jî jin çiye û ne çi ye, wê çawa were pênasekirin, çawa xwe ava kiriye, bi gerdûn, xweza û civakê re têkilî û nakokiyên wê yên heyî wê çawa bi awayê felsefeyeke hebûnê ya bi hêz sîstematîze bike, di vê çarçoveyê de ne. Li pêşberî zilam, pênaseya zilam, ku jinê tune dihesibîne û dike amûrek ku bê hestên xwe yên bêbaweriyê, hesûdiyê û bi her awayî hestên lewaziyê dide der û her ku jinê biçûk dike, diperçiqîne, dibe xwediyê wê, ew qas jî xwe mezin dike û mezin dihesibîne, qebûl nake. Bi heman awayî li dijî awayekî cuda yê nakokî û diyalektîkek ku dişibe vê ya bi awayê efendî-kole, spî-reşik, kirde-bireser e. Lê belê ligel vê dijberiyê, ev jî rastiyek e da ku; ji bo ku ew jî bigihîje pênaseya xwe ya rast, lêkolîn û kûrbûneke pirr mezin û ji beriya her tiştî jî xebateke felsefîk û sergihayî hewce ye. Ji bo ku diyalektîka xwezayî ya hebûnê bi jinê were pênasekirin, divê dualîzma stewr (kisir) û kujêr a paradîgmaya hegemon bê derbaskirin. Em dikarin diyar bikin ku; dikare herî zêde taybetmendiya pozîtîf û avaker a diyalektîkê di hebûna jinê de were pênasekirin.