Li Başûr tundiya li dijî jinê

- Berîtan ZAGROS
152 views
Ji welatên herî ‘pêşketî’ yên cîhanê bigire heya yên herî hejarnişîn û asta xwendewariyê li jêr cinsiyetperestiyê, dijminahiya li jinan û kuştinên jinan heye. Li hinek welatan zêde an jî kêm, ev tablo hema bêje li tevahiya cîhanê bi şêwazên zirav an jî çors derdikeve pêş me. Ev jî nîşan dide ku hîn têkoşîneke dûr û dirêj li pêş tevgerên jinan û tevgerên azadîxwaz heye. Li gel vê di warê pênaseya tundiyê de hîn jî feraseteke hevpar nîne. Di hinek civakan de eger tundiya li dijî jinê bi mirinê encam bibe, dikare jê re bê gotin tundî. Ji derveyî wê hemû cure tundiyên din ji tundiyê nayên hesapkirin û asayî tê dîtin. Ya herî xirab jî ew e ku di nava civakekê de tundî bibe diyarde ango parçeyeke jiyanê.

Nîva zêdetir a şêniyên cîhanê jin in, lê di nava vê sîstema mêrsalar de ev nîva zêdetir bi awayeke sîstematîk nayê dîtin, wekî nîne tê destgirtin. Li welatên herî zêde îdîaya demokrasî, azadî û wekheviyê dikin jî di amarên salane û lêkolînên tevgerên femînîst de tê dîtin ku tundî li her devereke cîhanê bi rengên cuda li dijî jinan tê kirin. Dixwazim di vê nivîsê de îşaretek biçûk bi pirtûka ‘Jinên xwiya nakin’ bikim ku gelek cihêkariyên bi çavê tazî nayên dîtin, radixe berçavan. Pirtûka ku ji aliyê Caroline Criado Perez ve hatiye nivîsîn, taybetî li ser giringiya komkirin û analîzkirina daneyên derbarê jinan de disekine. Ev pirtûk di warê komkirina daneyan û analîzê de xwedî astekî xurt e. Hemû cinsiyetperestî û cihêkariya li beramberî jinan tê kirin, lê bi çavekî normal nabînî, nîşan dide. Dema mirov pirtûkê dixwîne kevir tam li cihê xwe dirûne. Rexneyeke baş li demokrasiya Ewropa jî digire. Balkêş e, li welatên ku herî zêde behsa wekheviya jin û zilam lê tê kirin jî, di ziraviyan de cihêkariyên kûr tên dîtin. Wekî xulase giringiya komkirina daneyan, taybetî derbarê jinan de nîşan dide. Eger daneyên demildest hebin, dikarî analîzeke baş jî jê re bikî û hewl bidî li ser çareseriyê bifikirî.

Qedexekirina komkirina daneyan

Dema min ev pirtûk xwend, zêdetir wate da biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya malbata Barzanî ku komkirin û eşkerekirina daneyên derbarê tundiya li dijî jinê de qedexe dike. Ev jî bi bahaneya ‘eger amar an jî daneyên tundiya li dijî jinê werin eşkerekirin, wê tundî zêdetir bibe’, pêk anî.  Saziyeke ser bi Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ya bi navê ‘Rêveberiya Têkoşîna Bi Şîdeta li ser Jin û nava Malbatê re’ heya berî niha çend salan bi lawazî û ne zelal be jî, amarek derbarê tundiya li dijî jinan û nava malbatê de eşkere dikir. Ev jî dibin kategoriyên wekî kuştin, xwekuştin, şewitîn, xweşewitandin, destdirêjî û gilî de mehane dihat parvekirin. Lê amara ku dihate dayîn jî ji tabloya heyî dûr bû. Ji ber li gorî vê rêveberiyê tundî tenê ji kuştin,şewitandin û destdirêjiyê pêk tê, lê tundiya nava malê, lêdan, tundiya derûnî, zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi darê zorê, firejinî, cihêkariya di nava cihê kar û malê de li beramberî jinan tê kirin û hwd têde nebû. Jixwe ev amarên ne deqîq û lawaz jî piştî demekê bi biryara hikûmetê hat qedexekirin. Carna salane didin, lê mehane bi temamî hate qedexekirin. Jixwe beriya eşkerekirina amaran a vê rêveberiyê, komkirin û lêkolînkirina daneyan li rêxistinên jinan jî hatibû qedexekirin. Heta piştî wê gaveke din ber bi pêşve çûn û xwestin nûçeyên li ser bûyerên tundiyê jî neyên dayîn, lê ev hişyarî zêde ne hate pêkanîn. Lê berovajiyê îdîayên hikûmetê qedexekirina eşkerekirina amarên derbarê tundiya li ser jinê de, rêjeya qetilkirina jinan kêm nekir, zêdetir kir û ji rêzê kir. Ji amarên ne temam ên dikevin ragihandinê jî tê fêm kirin ku, her diçe tundiya li dijî jinê zêdetir dibe û bêy ku hesap were pirsîn û lêpirsîneke cidî were kirin, serî tê girtin. Hikûmet ne li gel jinê, timî li gel kevenperestî û civaka zilamsalar disekine. Vê jî dibin navê ol û hesasiyetên civakî de dike. Qilifê rewakirina kuştinên dibin navê namûsê û her wekî din jî bi gotineke bê wate ya wekî, ‘Ji ber pirsgirêkên civakî’ hate kuştin, tê nermkirin û dayîn. Roj nîne, bûyerên kuştin û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê rû nedin. Di nava cografyayeke wisa biçûk û nifûseke kêm de amarên rastîn eger were eşkere kirin, dê tabloya qirkirineke sîstematîk ya jinan derkeve holê.

Goristanên jinan ên bênavnîşan

Ya balkêş ew e ku gelek caran dema tundiya li dijî jinê li Herêma Kurdistanê tê behskirin û rexnekirin, desthilatdarên Başûr dibêjin, ‘tundiya li dijî jinê li her devera cîhanê heye, tiştek taybet bi vir nîne’ û xwe ji bin berpirsyariyê vedidizin. Yanî di rastiyê de bi van gotinan, rewatî bi tundiya li dijî jinê didin. Li Başûrê Kurdistanê tundiya li dijî jinan zêde ye. Tê zanîn li Silêmanî û Hewlêrê du goristanên jinan hene! Di van goristanên bênavnîşan de jinên bi destê mêran hatine kuştin an jî jinên ji ber zilma mêr û civakê neçar mane xwe bikujin tên binaxkirin. Her çiqas ev goristan li kêleka goristaneke giştî jî be, şaredarî ti xizmetê jê re nake. Li ser hinek kêlan ti tişt nehatiye nivîsîn, li ser hinek kêlan tenê hêjmarek heye. Tenê li ser yek du tirban navê jinan heye. Bi vî rengî jin tenê nayên kuştin, piştî tên kuştin cara duyemîn jî bi tinehesibandinê tên qetilkirin. Ev zilm û zordariya li beramberî jinan tê kirin, beşeke zêde ya civaka Başûr nerihet nake! Jixwe desthilat jî li gel mêr û civaka cinsiyetperest disekine. Di van salên dawî de komek jinên çalakvan û rêxistinên jinan di 25’ê Mijdarê de nerazîbûn nîşan dabin jî, piştre ne şopandin e û nayê zanîn hîn jî jin li van goristanan bê nasname tên veşartin an na.  Ev herdu goristanên jinan rûyê rast yê hikûmeta Herêma Kurdistanê radixe berçavan. Eger malbat van jinan qebûl nekin jî, mafê hikûmetê nîne nasnameya van jinan ji wan bistîne, li cihekî bê navnîşan veşêre. Biqasî zilam û civakê, hikûmeta herêmê jî berpirs e di ber vê tawana ne mirovane ya li beramberî jinan hatiye kirin. Ne li dijî qetilkirina jinan, ne jî li dijî van goristanên jinan ti têkoşîneke demdirêj ne hat dayîn.

Ji bo dozên jinan dadgehên taybet

Girêdayî zêdebûna tundiya li ser jinê, niha rêxistineke bi navê ‘Rêxistina Piştgiriya Yasayî ji bo jinan’, bi armanca şopandina dozên jinan daxwaza dadgeheke taybet bi tundiya li ser jinê hebe. Helbet ev daxwazeke balkêş e, lê rastiyekê jî îfade dike. Ji ber dosyayên jinan li dadgehan tên sekinandin, li ser nayên rawestandin, tên paşxistin û piranî dosya di berjwendiya mêran de bi encam dibin, jinên parêzer ên xwebexş daxwaza dadgeheke taybet dikin. Yanî bûyerên kuştin û tundiya li dijî jinê ewqas zêde ne, dadgehên giştî nabin bersiv. Lewma jin daxwaza dadgeheke taybet dikin. Helbet ev daxwaza jinan dê were qebulkirin, neyê qebulkirin ne diyar e. Lê heya zihniyet neyê guhertin, wê ti dadgeh nekare pêşî li tundî, cinsiyetperestî û cihêkariya li dijî jinê bigire. Lê ji ber dozên jinan li Başûr bê xwedî ne û hesap ji kujeran nayê xwestin, dibe dadgeheke bi vî awayî bikare bi dozên jinan têkoşîna jinê bilind bikin û hesab ji kujeran bixwazin. Eger jin li gel van parêzerên xwebexş bisekinin, dibe ku bikarin îmze biavêjin binê destpêkekê. Dibe ev gav cesaretê bide jinan û ji bo daxwaza mafê xwe bikin, zêdetir bikevin nava hewldanan. Piralîkirina têkoşîna jinê li Başûrê Kurdistanê pêwistiyeke lezgîn e.

Xurtkirina têkoşîna jinê giring e

Rêber Apo jixwe dibêje, ‘Şoreşa Başûr, şoreşa jin e’. Lê têkoşîna jinê jî wekî têkoşîna netewî li Başûrê welat lawaz e. Ya li Başûr nîne û pêwistiya jinan pê heye, yekgirtin û yek dengî ye. Li Başûrê Kurdistanê hîn jî jin di mijara azadiya jin û têkoşîna bi tundiya mêr û desthilatê re ne hemfikir in. Eger gotin di cih de be, ji her seriyekê dengek derdikeve. ‘Jinên îslamî, jinên hizbî, jinên dibin fikra sîstema sermayedarî û lîberalîzmê de’ û jinên nêzî xeta Tevgera Apoyî. Ji ber van sedeman yekbûneke jinan di mijarên jinan eleqeder dike de nîne. Lewma gelek zehmet dibe di dozên jinan û darizandina mêr û desthilatê de jin hev bigirin. Ji ber ev cudabûnên tûj ên îdeolojîk û siyasî têkoşîna azadiya jinê û parastina wê ji tundiya mêr û cihêkariya desthilata herêma Kurdistanê gelek zehmet dibe. Ya pêwiste li qadê pêşbikeve û xwe bigehîne her devereke Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadiya Jinên Kurd a li ser felsefeya Rêber Apo ye. Lê tevgera jin a Başûr ku xwe dispêre felsefeya azadiyê ya Rêber Apo jî nekariye pêşengiyeke bihêz bike û bibe navnîşana çareseriyê ji bo hemû jinan. Divê tevgera jin bikare bi rexnedayînekî bihêz pêşengiyeke wêrek û rasteqîn e bike. Tenê Tevgera Jin a Apoyî dikare pêşî li qirkirina jinê bigire, lê ev jî bi xwe-nûkirin û rexnedayînekî rasteqîn pêkan e.