Li Başûrê Kurdistanê ne şoreş, dij şoreş xwe rêxistin dike!

- Berîtan ZAGROS
202 views
Bi serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê re têkoşîna azadiyê ya jinê bû yek ji rojevên sereke yên cîhanê. Dikarin bêjin ev bang, bi qasî bû îlham ji hemû jinan re, tirsekî mezin jî xist dilê desthilatdaran. Ev tirsa mezin a li hemberî serhildana bi pêşengiya jinan, êrişên nû yên îdeolojîk jî bixwere anî. Li aliyekî vê têkoşînê hêviyeke mezin da jinan, li aliyekî din bi tirsa ku wê civak bi pêşengiya jinan li dijî desthilata wan derkevin jî pergal ketin nava liv û tevgerê.

Balkêşe tevî Başûrê Kurdistanê hevsînore bi Rojhilatê Kurdistanê re û di warê çand û ziman de jî zêdetir nêzî hevin, bandora ku têkoşîna jinan li qada navnetewî kir li Başûr nekir. Helbet sedema wê desthilata Herêma Kurdistanê, hizbên bi rejîma Îranê re di nava peywendiyeke xurt de ne, tevgerên îslama siyasî û her wiha sansûra ragihandina zilamsalar û alîgir a şerê taybet roleke mezin lîst. Dihate hêvîkirin ku li Başûr jî heman refleks li dijî qetilkirin û destdirêjiya li ser jinan û bêmafiyê pêşbikeve, lê nîqaş berovajiyê berjewendiyên jinan pêşketin. Eqliyeta zilamsalar ya li Başûrê Kurdistanê daxwaz û nerazîbûnên jinan berovajî kirin û li dijî jinan ketin nava êrişeke piralî, ji bo pêşî li her hewldaneke wan a pêşbikeve bigirin. An go hîn tovê vê fikrê pêşneketî xwestin serê wê biperçiqînin û wan bitirsînin. Nîqaşên li dora şewitandina eba û laçikan û ‘cinsiyetê’ rojeva serhildana “Jin Jiyan Azadî” guhert û berovajî kirin. Dijberî hemû cîhanê desthilata Başûr ya zilamsalar arastekirineke berovajî kir.

Destkeftên jinan di bin metirsiyê de ne

Di rastiyê de li cîhanê jî tevî mezinbûna têkoşîna azadiyê ya jinan jî gelek mafên jinan bi têkoşînê û berdêlên mezin bidest xistine jî hêdî hêdî dikevin metirsiyê. Li gorî rapora Weqfa Jean-Jaûres û komeleya femînîst Eqûîpop mafên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistine dûbare ji dest didin. Di raporê de bi taybet rewşa jinên Afganîstan û biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li di mijara mafê ji berbirina zarokan (kûrtajê) weke nimûne hatiye nîşandan. Lê heman metirsî li gelek deverên din ên cîhanê jî heye. Yek ji nimûneyên vê jî betalkirina ‘Peymana Stenbolê’ ye. Heman metirsî lê bi şêwazeke cûda li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî heye. Gelek qanûnên kêmek di berjewendiyên jinan de ne gelek caran dikevin nîqaşê û hewla guhertina wan tê kirin. Jixwe jin li cihê bikevin tevgerê mafên xwe yên ji dest dane qezenc bikin, di nava hewldanê de ne ji ya heyî paşdetir neçin. Dixwazim gotinê bînim ser metirsiya li ser jinên Başûrê Kurdistanê.

Li Başûrê Kurdistanê dijberiya têkoşîna jinê

Li Başûrê Kurdistanê ne tenê bi qanûnan, lê bi rêya zextên civakî û psîkolojîk, fetwayên Wezareta Ewqaf (Dîn), pêkhateyên olî û hizbên îslamî jî bi bahaneya ku ev têkoşîn bi xeta neolîberalîzmê ku nûnertiya pêşxistina şêwazê jiyana rojava dike, dijbertiya têkoşîna azadiyê ya jinan dikin, teşhîr dikin. Bi vî awayî têgihîştineke çewt li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan çêdikin. Bi taybet bi bahaneya ku sîstema sermayedar hewl dide şêwazê jiyana Rojava û azadiya sexte bixe nava civakê û bêexlaqî pêşdikeve, vê carê ew jî li ser bedena jinê siyaseteke desthilatdariyê ya zilamsalar pêşdixe û hewl dide jinan zêdetir binixêmin, bixin nava malê ku li ber paşverûtiya civakî û zilam ranebe. Yanî ev rehenda îslamî ya siyasî bi taybet di van salên dawiyê de li ser jin û malbatê kar dike. Nexasim endazyariya malbatê dikin û hewl didin bi navê îslamê şêwazê pêçan û çanda Ereb bi rêya jinê bixin nava civaka Kurd de.

Ku nîqaş li ser têkoşîna jinê, hebûna jinê ya di nava civakê de û rola wê were meşandin nakokî jî derkevin. Bêguman ev di aliyekê de erênî û asayî ye. Dikarin van nîqaşan weke encama têkoşîna jinê jî bibînin lê, bi şertê ku yên li beramberî vê eqliyeta zilamsalar û dij jinê têdikoşin wêrek, azadîxwaz û di warê îdeolojîk de têr û tijî bin. Mixabin ji ber xebateke hevgirtî ya jinan li Başûrê Kurdistanê nîne û jin hemfikir nînin, ji bo hemû êrişên derve vekirîne û gelek caran jî van êrişan bi destê jinan li dijî jinan pêk tînin. Ji ber lawazî û neserweriya jinan li ser mijarên teorîk, îdeolojîk û têkoşîna gerdûnî ya jinê gelek caran li cihê têbikoşin, ji tirsên hesasiyetên olî yan xwe didin paş û bêdeng dikin, yan jî dikevin dijberiyeke bê encam ku nikare guhertinê di yê li hemberî xwede çêbike.

Astengiyên li pêşiya têkoşîna jinê

Dixwazim nivîsê li jêr çend sernavan de kûrt û cewherî binivîsim û bi rêya vêya jî bigihim encamekê. Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê di gelek mijaran de destê jinên Başûrê Kurdistanê vekirîtir e û derfetên têkoşîn û xwe rêxistinkirinê zêdetir e. Lê ji ber siyaseta desthilata Başûr a malbatî û hizbî, parçebûna di giştî de, civak û jin jî parçe bûye. Ev parçebûna zêde ya jin û civakê astenge li pêşiya parastina destkeftiyên jinê û mezinkirina têkoşînê. Dema mijar li ser jin vebe û di navenda nîqaşekê de jin hebe, beşeke zêde ya jinan li rex hev nasekin, berovajiyê wê li gorî ajandaya partî û grûbên ku girêdayî wan in tevdigerin. Jinên li ser xeteke îslamî, jinên li ser xeta sîstema sermayedar a bi pêşengiya Amerîka û Brîtanya, jinên ser bi partiyên desthilatê hene. Ev hemû beşên ku min gotin, ji civak û jinê qutin û di jor de dimînin. Gelek rêxistin û înisiyatîfên bi navê jinan hatine avakirin di çarçoveya bajarên mezin de dimînin û nikarin xwe bigihînin hemû jinan. Lewma rêjeya kuştinên jinan, destdirêjî û her cûre zilma li jinan tê kirin zêde ye. Jin neçarê xwekuştinê tên kirin, lê bertekeke cidî li dijî qirkirina jinê nîne. Berê carna daxuyanî çêbûbin jî, şopandina dozên jinan û rojevkirina wê lawaz maye. Jin di navbera eniya modernîte û olperestiyê de asê mane û ne xwedî alternatîfeke xurt ya herêmî ne. Helbet dibe were gotin, çawa bê alternativ in. Dikarim bi hêsanî bêjim ku jinên Başûrê Kurdistanê gelek ji rêxistinên xweser ên jinên Kurd û jinên cîhanî û Rojhilata Navîn qut û bê agahî ne. Mijara jinê li Başûrê Kurdistanê rojeva wan ya sereke nîne.

Beşeke kêm a jinan jî dibin navê azadiya jinê de li pey azadiyeke sexte, çemka azadî û wekheviyê ya rojava û sîstema sermayedar in. Li cihê bixwe li gorî rastiya herêmê hinek alternatîvan peyda bikin, hewl didin kirasê Rojava li herêmê bikin ku ne li gorî rastiya vir ya civakî gengaz e, ne jî raste. Ji ber vê bi lîteratûreke neolîberalîzmê û kapîtalîst hewl didin bandorê li çîna navîn a civakê û jinan bikin. Helbet vê bandor li beşeke jinan kiriye. Bi taybetî bi fonên dewletên Rojava semîner, panel, sempozyum û hwd li zankoyan rêxistin dikin. Lê dema li meydanî temaşe dikî, ti kar û çalakiyeke wan ya berçav nîne. Yanî ev beş zêdetir di çarçoveya zankoyan û çîna navîn de kar dikin. Ji ber vê nikarin bêjin ev rêxistin an jî grubên jin û hwd ji bo azadiya hemû jinên herêmê têdikoşin.

Beşeke din a jinan jî ser bi partiyên îslamîne û li ser xêzansazî û pêçanê (hîcap) kar dikin. Dibe beşa herî çalak û bandorê li civakê dikin jî ev beş be. Ji ber sedî 80’yê civaka Başûrê Kurdistanê di bin bandora îslamiyêtê de ye û ev jî hiştiye ku îslamî siyasî zêdetir xwe li herêmê bi sazî û rêxistin bike. Yên herî sosyolojiya herêmê baş bikar tînin ev hizbên îslamî ne. Ev tevgerên îslamî yên îxwanî û selefî bi xwe rêxistinkirina Fetûllahiyan û dîsa AKP’ê re ji perwerdeyê destpêkirin û nifûsê beşeke mezin a civakê kirin. Me di nivîseke berê de jî îşaret pêkiribû ku salane Komeleya Dadgeriya Kurdistanê ‘Merasîmên Taca Zêrîn’ ya bi hîcapkirina zarokên keç di serî de li Helebce, Hewlêr û Silêmaniyê li gelek deverên din rêxistin dike. Hejmara van zarokên keç an jî jinên ciwan salane hezaran derbas dike. Di van demên dawiyê de jî dibin navê hevsengiya xêzanê de dest bi endazyariya malbatê ku mirov dikare bêje xêzansazî ye, kirin e. Hemû çemka wan ewe ku jin îtîat ji mêr re bike û li gorî pîvanên şerîetê û olî bijîn. Yên li derveyî vê bijîn weke kafir, bêîman û ‘bêexlaq’ binav dikin. Helbet vê wisa bi eşkereyî nekin jî, dema jinek rûberûyê destdirêjiyê were li cihê tecawizkar an jî zilamên destdirêj bên şermezarkirin, jin tên tawanbarkirin û cil û bergên wan weke bahane tê nîşandan. Hewl didin di saetên şevê de, li hinek qadan hebûna jinê kêm bikin. Rojane semîner, panel û civînên van hene û bi çend televîzyonan jî li ser kar dikin.

Li ser jinê rakêşiya îslama siyasî û neolîberalîzmê

Dema jinan weke piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li Silêmaniyê kefiye û eba şewitandin, li seranserê Başûr hatin teşhîrkirin û bêdengkirin. Piştî wê rojev bi temamî guherî li ser dijberiya jin. Îradeyeke li beramberî van êrişan raweste û civakê hişyar û perwerde bike jî lawaze an jî gelek caran nîne. Ev lawaziya heyî û nebûna fikreke bihêz li pişt van rêxistinên jinan dibe sedem di her êrişeke îdeolojîk de bikevin bêdengiyê û xwe ji mijarê dûr bigirin.

Girêdayî mijarê niha demeke li Başûrê Kurdistanê nîqaşeke germ li ser têgîna cinsiyet an jî zayendê heye. Li ser pênaseya cinsiyetê û perwerdeyên li zankoya Amerîka an jî li hinek zankoyên din tên dayîn bi bahaneya ku bangeşe û rewatî bi zayenda sêyemîn (Hemrêgezxwaz-LGBT-İ) rûberûyê nerazîbûnên tund tên. Li gorî aliyên îslamî û beşeke giring ji civakê ev mamoste û çalakvanên jin hewl didin hemregezxwazî li nava civaka Kurd û misilman de rewa bikin û şêwazê jiyana Ewropa bixin nava civakê de. Ji ber bakrawintek e bihêz a tevgerên femînîst û agahiya derbarê têkoşîna jin a di dîrokê de û teoriyên li ser nasnameya zayendan nîne, nîqaş di çarçoveyeke teng de diçe û vediguhere dijbertiya li têkoşîna azadiya jinê. Di rastiyê de bi rêya zankoyên biyanî hewlek heye şêwazê jiyana lîberal di nava civakê de pêşbixin, lê aliyên îslamî vê dikin bahane ji bo li têkoşîna azadiya jinê bixin û paşve bibin.

Li beramberî van hewldanên neolîberal û nûnertiya sîstema sermayedar, tevgerên îslama siyasî jî siyaseta xwe li ser bedena jinê pêşdixin û weke rêyeke alternatîf şêwazê cil û bergên îslama siyasî ku zêdetir çanda Ereban a zilamsalar temsîl dike pêş dixin. Hem sîstema sermayedar hem jî tevgerên îslama siyasî siyaseta xwe li ser bedena jinê pêşdixin û dixwazin jin ji herdu rêyan rêyek hilbijêre. Herdu jî di heman deriyî re derbas dibin û ti hewleke ji bo parastina mafê jinê nîne. Her sîstemeke îdeolojîk ya siyaseta xwe li ser bedena jinê di afirîne, mîsogere ku dibin wê de dijbertiyeke mezin a azadiya jinê heye.

Mixabin li beramberî van herdu xetên îdeolojîk yên jinê îstîsmar dikin û li ser wê xwe bi sazî dikin û hemû civakê dikin koleyê xwe, xeta îdeolojiya azadiya jinê kêm e, an go lawaz dimîne. Ji ber vê li cihê ku jin zêdetir vê xetê tercîh bikin beşeke giring yek ji van herdu xetên din ên tam berovajiyê azadiya jin û civakê û çanda Kurdin tercîh dikin.

Di vê wateyê de jinên Başûrê Kurdistanê di gelek mijaran de peywendiya xwe bi tevgerên jinan ên cîhanî yên ji bo azadiyê têdikoşin re nîne. Eger hebe jî gelek kêm û kesî ye.

Li dijî tevgera azadiya jinê êriş, reşkujî û gef

Desthilata Başûrê Kurdistanê bi sansûrên li ser weşanên Tevgera Azadiya Jinên Kurd û tevgerên sosyalîst pêşî li pêşketina xeta sêyemîn digirin. Bi taybetî ji bo astengkirina xebatên alternatîf ên jinan serî li her rê û rêbazê didin. Nimûneya vê ya herî berçav jî sûîkasta li dijî hevala Nagîhan Akarsel e ku ji bo pêşxistina jineke azad dixebitî û xebatên akademîk ên ji bo perwerdekirina jinan bi rêya akademiya Jineolojiyê pêşdixist. Ev jina pêşeng bû armanca êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê yên herêmî. Ji bo pêşî li xebatên jinên azad bigirin, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û hinek kirêgîrên xwe yên din bi gef, mal, pere û hwd hewl didin jinên lêgerîna azadiyê hene û nêzî Tevgera Azadiya jinê disekinin û hêviyek di wan de heye, bixin. Eger nekarîn bixin jî bitirsînin û dûr bixin. Di van demên dawî de êrişên dewleta Tirk ên piralî ne tenê li dijî welatparêzan, li dijî her jineke nêzî xeta azadiyê ya jin a Apoyî dibe jî heye. Heta ya jinan bi şêwazeke hîn xetertir û piraliye.

Weke encam hem tevgerên îslama siyasî hem jî nûnerên neolîberalîzmê yên çavkaniya wan Rojavaye xwe di zankoyan de, li navendên fikrî û îdeolojîk rêxistin dikin û bi vî awayî xwe berbelavê hemû civakê dikin. Ev xwe rêxistinkirina bêdeng û ji bin ve eger wisa biçe û têkoşîneke radîkal û cidî li beramber nemeşe, dibe metirsiyeke cidî ji bo têkoşîna azadiya jinê li Başûr pêşbixe. Xeta sêyemîn jî karê herî zêde bike, divê xebatên perwerdeyî yên piralî hebin û hewl bidin li nava zankoyan, dibistanan, navendên fikrî û rewşenbîrî û hwd de xwe rêxistin bikin.

Ev qutbûna jinên Başûrê Kurdistanê ji têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û cîhanê divê derbas bibe û jin hevparê têkoşîna kolektîv ya nanvetewî ya bi pêşengiya fikrê Apoyî çêdibe, bibe. Ji ber vê ji du baskan ve giringe ku Tevgera jinên Kurd peywendiyên xwe ne tenê li ser mijarên netewî, siyasî, li ser mijarên fikrî û jin jî bi Başûr re pêşbixin û wan jî tevlî organîzasyonên cîhanî bikin. Lê di rewşa heyî de dikarim bêjim metirsiya li ser jinan li cihê kêm bibe, zêdetir dibe. Divê jin neçarî yek ji wan herdu rêyên ku wê kole dikin nebin. Ev jî dikeve bin berpirsyariya tevgerên jinan û bi taybet jî Tevgera Azadiya ya Jinên Kurd de.