Xwe afirandin dîrok e

- Elif Ronahî
146 views
Rojhilata Navîn 10 hezar salan ji serdema neolîtîkê re pêşengî kir, dayîktî kir. 5 hezar salan ji dîroka şaristaniyê re bû dergûş. Rojhilata Navîn gelek girêdayî kevneşopiya dîroka ku hildiberîne ye. Ev tiştekî wisa ye; tu dê 10 hezar salan ji serdema neolîtîkê re pîrikiyê bikî, 5 hezar salan ji dîroka şaristaniyê re pîrikiyê bikî, lê di kevneşopiya ku te afirandiye de asê bimînî. Bi rastî ev der axeke ku mirovahî jê sûdê werdigire û hemû nirxên jiyanê yên madî û ma’newî yên mirovahiyê lê hatine hilberandin e. Warek e. Li vir her tiştî hildiberîne.

Lê niha rewşa Rojhilata Navîn hatiyê, di rastiyê de rewşekî pîrbûnê ye. Sedema vê ew e pir bi vê kevneşopiyê ve girêdayî ye û di vê kevneşopiyê de asê dimîne. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ev girêdayî asêmayîna bi teolojî û dogmatîzmê ve ye. Eger bikarîba girêdana xwe ya bi vê kevneşopiyê re biguherîne, veguherîne, pêşbikeve û hilberîne, îro rewşa Rojhilata Navîn dê gelek cuda bûya. An go mirov dikare bişîbine dara berûyê. Dareke berû her tiştî li vir hildiberîne, li seranserê cîhanê belav dike, lê niha ji van bêpar dimîne. Felsefe, bawerî, zanîst, ma’den, hesin, çek, cer û alavên din pêş dixe û dixe xizmeta hemû mirovahiyê. Lê ji ber li vir asê dimîne û di xwe de guhertin û veguhertinê pêk nayîne, ji vê rewşê herî zêde aliyekê Ewropayê, Ewropaya rojava sûdê werdigire. Dema Rojhilata Navîn li vir asê dimîne, li ser van nirxên hilberandî Ewropa bilind bû. Niha li Rojhilata Navîn dinêrî, hertim pevçûn, di nava xwe de hertim di rewşekî tengezariyê de ye. Ji aliyekî din ve mîna qûtiya pandorayê ye; dema tu vekî wê çi ji nav derbikeve ne diyar e. Bi îhtîmalan tijî ye. Eger bikare van îhtîmalan veguherîne têkoşîna civakî, biwêre van îhtîmalan bi karbîne û bike xizmeta têkoşîna civakî, dê rewşa Rojhilata Navîn pir cuda be. Tevî vê jî niha Rojhilata Navîn hatiye qonaxeke wisa ku tiştên bi xwe afirandiye pir baş dizane; pir baş dizane ev tiştên afirandî çawa winda kiriye û ji van tiştên windakirî re digirî.

Li Rojhilata Navîn amadekariya zayîneke nû

Ji bo vê li Rojhilata Navîn têgihiştina cîhana din hîn cudatire. An go ji bo bi vê kevneşopiyê ve girêdayiye têgihiştina ramana cîhana din hîn li pêş e. Lê li Rojava ramana navend mirov zêdetir li pêş e. Mînak, Xiristiyanî heta cihekê hat, dema xetimî jî reform kir. Li ser vê jî pêşketinek tomar kir. Li Ewropayê ronesans pêş xist, zanîst, hişmendî, pêvajoyeke ronakbîriyê pêş xist. Lê kok, bingeh û hemû pêkhateyên wê yên madî û manewî li Rojhilata Navîn bûn. Di vê pêvajoyê de, Rojhilata Navîn êdî hişmendiya ku ji vê rewşê çawa rizgar bibe,vê kevneşopiyê pêş bixe, çawa biguherîne û veguherîne, dijî. Ji ber vê Rojhilata Navîn niha di nava amadekarî û qonaxa ku ji Ewropaya pîrbûyî re ji nû ve pîrikiyê bike de ye. Li vê derê ya giring ew e mudaxeleya rast bê kirin, zanîst û hişmendiyeke rast bê pêşxistin. Ji ber handîkapa herî bingehîn a Rojhilata Navîn ew e, ji zanîst û hişmendiyê re bi guman nêzîk dibe. Ew ji aqîlê analîtîk re bi guman nêzîk dibe. Aqilê wê yê hestiyarî hîn li pêştir e. Zêdetir bi aqilê hestiyarî tevdigere. Ji ber vê kevneperest û dogmatîk e. Mînak, ji kesên zêde bixwîne re dibêje guneh e, pir xwendin ew ê te dîn bike. Ji ber vê, di qonaxa niha de tê dîtin, Rojhilata Navîn xwe ji bo pêkhatina pêvajoyeke dîrokî ya nû amade dike. Li hemberî pîrbûna Ewropayê,  xwe ji pîrikî û zayînê re amade dike. Helbet dema em di warê jinan de digirin dest, ji ber ew dizanin tiştên li Rojhilata Navîn hatin afirandin çawa winda kirine, rewşa ku hêrsa ji vê herî zêde ji jinan derxin heye. Di nava 200 salên dawî de herêm ji mudaxaleyên li Rojhilata Navîn û ji derve tên kirin re ne zêde vekiriye û vê jî qebûl nake. Lê di nava xwe de jî, di rastiyê de rewşa bi rengekî dogmatîk asêmayîn jiya. Mudaxeleyên bi Şerê Cîhanê yê Yekê û Şerê Cîhanê yê Duyê re li ser Rojhilata Navîn hatin kirin, Rojhilata Navîn ji dînamîkên xwe yên esasî pir dûr xist û qels kir. Hegamonyayeke Îngîlîz û Fransî ku Rojhilata Navîn weke dixwaze dabeş û parçe bike, hate pêşxistin. Piştre Emerîka û Almanya tevlî ve yêke bûn. Li Rojhilata Navîn bi xwe jî Osmanî tevlî bûn. Ji ber vê rastiyeke Ereb ku dabeşî 22 dewletan bûyî heye.

Şikestina zayendî ya duyemîn

Li Rojhilata Navîn bi pêşketina Îslamiyetê re di warê jinan de rewş cuda ye. Dema em li serdemên berê dinêrin, di serdema neolîtîkê de di rastiyê de civakbûneke bi çanda xwedawendan pêşketî heye. Dema em li pêvajoya duyemîn dinêrin, di nava xweda û xwedawendan de nakokiyeke pir mezin heye. Lê dema em li pêvajoya sêyem dinêrin jî bi tevahî windakirina jinê, jiyîna şikestina zayendî û wekî zayend şikestineke pir ji kokê ve dijî. Şikestina duyemîn çêdibe. Ev jî bi pêşketina olên yekxwedayî û pêşketina Îslamê re pêş dikeve. Bi pêşketina vê re em dibînin li Rojhilata Navîn çanda xwedawendan gelek qels bûye. Li dijî vê nasnameyeke nû ya jinê tê avakirin. Statûyên ji jinan re tên teşekirin, hene. Jin namûseke aîdî mêr e, wiha tê destnîşankirin. Yê ku jinê diparêze mêr e, yê civakê diparêze jî dewlet e. Bi pêşketina civaka baviksalarî re jinê derbeyeke bingehîn xwar, lê bi pêşketina Îslamiyetê re bi rastî jî derbeyeke pir mezin xwar. Di navbera jin û mêran de kendalek pir kûr hat vekirin. An go herdu zayend ji hev biyanî dibin, li ser vê bingehê jin zêdetir tê qirkirin. Veguherîna van qirkirinan bi zagonên îslamiyetê re dibe sedem şikestina jinê hîn zêdetir kûr bibe. Jin êdî di cîvakê de sembola namûsê ye. Di çavê mêr de ya ‘pîroz’ e. Dema tê xwestin tê tinekirin. Lê ji bo jina ku wekî nîşaneya namûsê tê ‘pîrozkirin’ şer jî tê kirin, mirin jî tê berçav girtin. Ji ber ku mêrê li Rojhilata Navîn, li hemberî netew-dewletê û pergala hegamon di warên îdeolojîk, civakî, exlaqî û polîtîk de derbeyekî mezin xwariye, têk çûye, rastiya di destê wî de mayî herî zêde eşîret, xanedan û malbata biçûk e û asta wî ya bandorê ya li ser malbatê ye. Di nava malbatê de jî desthilata li ser jinê ye. Bi psîkolojiya windahiyên xwe her cure zextê li ser jinê dike, mîna împaratorekî di nava malê de nûneriya dewletekî biçûk dike. Her ku li ser jinê dibe desthilat têr dibe û bi vî awayî difikire ku bi ser ketiye. Lê li hemberî desthilatdarî û pergala hegamon windahiyekî mezin dijî. Ji ber vê hembêzkirina îslamiyetê, statuya ku li ser navê îslamiyetê ji jinê re hatî dayîn û di rastiyê de bandora jinê ya di civakê de, pêşiya mêr di aliyê neyînî de digire. Rola jin di nava civakê de dileyîze, di warê pêşketina têkîliyan, demokrasî, edalet û hevsengiyê de, asta bandora mêr lewaz dike. Ji bo ku ji xwe re qada desthilatdarî û hegamonyayê ava bike, awayê mêr ê bikaranîna îslamiyetê ya li ser jinê pir nebaş e. Mêr xwediyê jinê ye, jin jî bi bicihanîna hemû daxwazên mêr erkdar e. Heta vê astê nasnameya jinê hatiye xistin.

Dîroka jinê ya veşartî derdikeve holê

Dema em li dîrokê dinêrin, gelek nasmane û nav dane jinê. Em li vir dibînin ku piştpala çanda xwedawendan her ku tê vekolîn û her ku dîrok tê lêkolînkirin di aliyê jinê de tebeqeyeke pir cuda derdikeve holê. Pêvajoyên pir cuda derdikevin holê. Em piştre dinêrin, xwedawendên ku bi destê mirovan hatine avakirin hene. Mînak Athena an jî hevjîna wî ya ku ji eniya Zeus tê afirandin… An go tê xwestin bi destê mirovan wiha bê afirandin, ev ne tiştekî xwezayî ye. Ji ber pêwistiya mêr pê heye, ew tên afirandin. Ji bo ku bi destê jinê hegamonya xwe li ser civakê bidomîne û bi bandortir bike, pewîstiya wî bi vê yekê heye, vê dike. Dema em berê xwe didin pevajoyên piştre, bi taybetî li Rojhilata Navîn pêvajoyên ku şahbanû pêşdikevin hene. Bi rastî divê ew şahbanû wekî jinên ku dixwazin çanda xwedawendan bişopînin bên destgirtin. Mirov dikare bêje Nefertîtî, Kleopatra, Zenobîa û şahbanûyên wiha hene. Mirov dikare wan wekî şopdarên ku dixwazin çanda xwedawendan ya nûnertiya Rojhilata Navîn dike, ji bo vê têdikoşin, vê çandê diparêzin û dixwazin domdar bikin, bigire dest. Di pêvajoyên piştre de em dibînin di Rojhilata Navîn de bi pêşketin û pêşveçûna îslamiyetê re hezretî jin pêşdikevin. Çawa ku Hezretî Elî, Hezretî Musa heye, di heman demê de hebûna Hazretî Sara, Hazretî Eyşê, Hezretî Fatma jî pêş dikeve. Feraseta Hewa ji perasiyê Adem hatiye afirandin ku bandor li Rojhilata Navîn û cîhanê kir, hem ji aliyê Îslamê û hem jî ji aliyê Xiristiyaniyê ve zêdetir hat pêşxistin. Ev felsefe, ev şêwazê jiyanê û ev nêzîkatiya li dijî jinê hovane xwe dide der. Xweda mêr afirand, ji perasiyê mêr jî jin hat afirandin. Heta ev jin mirov e an ne mirov e, ew jî kirin mijara nîqaşê. Ji xwe jin piştî vê pêvajoyê çîna duyem e. Lê belê bi vê jî ranewestiyan. Heta çûn pirsa ‘dê jin wekî mirov bê dest girtin an ne?’. Ew çanda ku bi dîrokê re hatiye, nirxên ku jinê afirandine bi vê re dîsa derbekî mezin xwarin.
Piştre em berê xwe didin dayîka Îsa Meryemê; jineke ku tenê dayîka kurê xwe ye, bi tevahî bêçare ye. Lewma bi vê re rola jinê ya polîtîk û exlaqî ya di nava civakê de dileyîze gelek qels bû, jin xistin nava çar dîwaran. Ev li Rojhilata Navîn bi Îslamîyetê, li Ewropayê jî bi Xiristîyaniyê hat kirin. Mînak li Ewropayê jinên kêrhatî wekî jinên pîrebûk hatin qirkirin. Li Rojhilata Navîn bi pêşketina Îslamiyetê re bi dehan operasyon li dijî jinê pêkhatin e. Dema ku jin li dijî vê derket û qebûl nekir jî hatiye qirkirin. Jinan li dijî tacîz û destdirêjiyê têkoşînek kêm ne dan e. Li dijî serweriya mêr nebûye xwedî seknek kêm. Her ku jinê ev sekin raber kiriye, mêr jin qir kiriye. Zilam vê yekê bi awayên fizîkî, çandî û civakî jî dike. Jinê dixe nava çar dîwaran û dixwaze tenê ji bo wî bijî. Lewma ev aliyeke ku jinê di warê hiş, hest û derûnî de pir bandor dike. Jin têne girtin. Êdî di warê jinan de tu ferqa malên giştî (kerxane) û mala taybet nayê hiştin. Di aliyê ramanî û hişî de li dijî jinê destwerdanên pir mezin ên bîrdozî û civakî çêdibin.